Nûdem Hezex etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
Nûdem Hezex etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

11 Mart 2019 Pazartesi

Bİ XWENDEYEKÎ RE HEVPEYVÎNEK-Abdullah Çiftçiler



Ev demeke kin e li tora medyaya civakî te dişopînim û biqasî  dibinim xwendeyekî  dilsoz, jîr, jêhatî     bêjeya kurdî  yî û bi min modelekî baş î.  Bi rastî    ji vî alîyê te pê de ez te nas nakim. Hin kes bi stranekê,  bi helbestekê, bi gotinekê, bi dîyalogekê an bi wêneyekî  tên nasîn. Em te bi çi awayî nas bikin? Abdullah Çiftçiler kî ye?

--- Rengdêreke min tarîf bike, anjî semboleke rengê min bide xûyakirin tûne ye. Xwe baş nas dikim, belam heya roja îro taybetiyeke xwe neditiye. Dengê min qet xweş nîne, carna helbestan dinivîsim û jê dibim. Carek jî min nalet li çavên Şeytan anî û dest bi nivîsîna romanekî kir, piştî bîst û çar rûpelan lehengên min qira hevdû anîn… Abdullah Çiftçiler xwandeyekî di halê xwe da ye, sond xwariye û gotiye ezê hemû pirtûkên Kurmancî  bixwînim, heger xwedê quwetê bide yê vê sonda xwe bîne cih.
Ez medyaya civakî wek hêzeke mezin dibînim, di van du-sê salên dawî da li ser medyaya civakî karên baş hatin kirin. Hejmara kesên ku bi kurmancî dinivîsin roj bi roj zêde dibe, di vê zêdebûyînê da para mezin ya înternetê ye. Gelek caran difikirim dev ji medyaya civakî berdim û hew bikarbînim, belam carna hinek bûyer vê hêrsa min dikujin. Ev hevpeyvîn jî yek ji wan bûyerên xweş bû. Nivîskarekî  ku ez nivîskariya wî baş dizanim, “ez wek modelekî baş dîtime” ev ji bo min zaf hêja ye…

 Xwendin eşq e? Eşqa xwendina kurdî  kengî  û çawa kete dilê te? Dibêjin xwendin mirov azad dike. Bi rastî mirov azad dike an êsîr/dîl dike?

--- xwandin ne eşq e, belam pêdivîyeke şexsî ye. Ev pêdivî  ji bo hinek kesan wek nan û avê girîng e, ji bo hinek kesan jî karekî bêqîmet e. Sal du hezar û neh bû,(dibe ku deh be jî) piştî nanê nîvro ez û du-sê heb hevalên min em derketin baxçeyê lîsê ji bo çend tûra bavêjin. Pişt ra hevalekî me yê din jî hate li ba me, di destên wî da jî rojnameyek hebû. Me henekê xwe pê kir, me got tu bûyî entellektul rojnameyan bi xwe ra digerînî. Ez dibêjim wî çaxî hinekî dilê wî jî ji me ma.:) Paşê qala bûyera rojnameyê kir, got wextê ez ber bi lîseyê ve dimeşîyam  camêrekî bi temenê 30-35 salî ev rojname da min. Hevalekî rojname hilda destên xwe, xwest bixwîne lêbelê nikaribû. Dûra yek bi yek me xwe ceriband lê mixabin em serneketin. Ew rojname, Azadiya Welat bû. Me ji wêneyan hinek tişt fehm dikirin lê xwandinê zora me bir. Haya me ji şerê Kurdan û Tirkan hebû, em jî carna rastî nîqaşên siyasî dihatin li malê,li dibistanê û li sûkê… me jî heya astekî  xwîna xwe xistibû çavên xwe û me xwe wek lehengan didît. Piştî wê rojnameyê min kêmasiyek di xwe da dît, ew kêmasî jî ziman bû. Gerek wiha nebûya, nebû jî.
Xwandin mirovan azad dike, lêbelê beriya azad bike dîl dike. Dîlekî ji rewşa xwe razî.


Gelo em dikarin  bibêjin bêjeye kurdî ya nivîskî heye?  Ji bo em bibêjin heye, çi hewce ne em bikin?
Bi te,  nivîsîn û xwendina  romanên kurdî di çi astê de ne? 

--- Belê, em dikarin bibêjin wêjeyeke kurdî ya nivîskî heye. Ava Feqîyê Teyran, Eşqa Melayê Cizîrî, Kula Ehmedê Xanî, Hêrsa Hecî Qadirê Koyî, Fikrên Xanna Qûbadî û hwd. Em dikarin van mînakan zêde bikin, heger em îro bibêjin wêjeya Kurdî ya nivîskî hîç nîne li hemberê van camêran dibe bêedebî. Lewra wana hubra qelema xwe bi peyvên Kurdî diqedand. Qelemên wan kurmancî dinivîsî. Gerek em wan mezinan ji xwe ra bikin meşale, bi ronahîya wan rêya xwe xêz bikin. Kurdî îro şerê man û nemanê dide wêjeya wê sêwî ye, bilengaz e lê dijî.
Rewşa romana kurdî /kurmancî baş nîne. Çîmkî xwîner kêmin, çîmkî siyaset nahêle ew qalib werin herifandin. Min di nûçeyekê da xwand wiha digot: li Fransayê di salekî da nêzîkî 700 heb roman çap dibin. Di kurmancî da salekî de herî zêde 50 heb yan çap dibe, yan nabe. Yên çap dibin jî sedî not  çapekî tenê dikin û tîraja wan jî 1000- 1500 e.  Ez dikarim bibêjim min romanên Kurmancî sedî not xwandine, mijar genelperî eynî ye; “gund şewitandin, kuştin, qedexe, birakujî…” romanên vê dawiyê derdikevin idî xwe ji van mijaran diparêzin anjî bi awayekî cûda vedibêjin. Ez şahidê romana kurmancî me, romana me wek maran kirasê xwe diguherîne. Ev nîşaneya xêrê ye. Romana kurdî roj bi roj ,ber bi lûtkeya xwe ve dimeşe, ez jê bawer dikim yê serbikeve.
Zimanê kurdî yê di romanên kurdî de tê bikaranîn, têra bêjeyeke têr û tije dike? Zimanên di romanên kurdî de xwesteka te ya xwendinê geş dike an dimirîne?

--- Zimanê kurdî yê di romanan da tê bikaranîn, carna têr û tijî ye, carna jî wek gûzeke pûç e. Ev yek li gor nivîskaran diguhure. Zimanê Kurdî rastî jî zimanekî qedîm û dewlemend e. Ez vê gotinê ji bo pesindayînê nabêjim, dikarim vê angaşta xwe bi qanitan piştrast bikim. Zimanekî ewqas hate qedexekirin, dîsa jî nehate jibîrkirin. Di wergerekî da, di helbestekî da, di romanekî da ziman bêhêz nîne, yê bêhêz  nivîskar, helbestvan û wergêr e.

Çi kêmasî  an pirsgrêkên  zimanê kurdî hene? Ji bo zindîbûna bêjeya kurdî weşanxane, nivîskar û xwende, divê çi bikin? Çima zimanê zindî û zimanê nivîsê ji hev cê ne?

--- Kêmasiyên zimanan tûne ne herwiha kêmasiyên Kurdî jî  tüne ne. Pirsgirêkên qûral û qaydeyên rêzimanan hene. Netewên xwedî dewlet bi van pirsgirêkan ra serê xwe zaf êşandine, heya astekî jî ew pirsgirêk kedî kirine. Pirsgirêkên rêzimanî yên di zimanê me da, hê nehatine kedî kirin. Li gor min ev pirsgirêk wisa zêde mezin nînin, ji aliyê hinek kesan ve tên mezinkirin. Armanca wan ew e ku wek mijareke magazînel di rojevê da bigirin.
Ji bo zindîbûna bêjeya  kurdî  berî hertiştî  divê em zêde bixwînin, lêkolînan bikin û ji zimanê xwe şerm nekin. Gerek ev derûniya xirab were terikandin. Zimanê me ne kêm e, ne kî seqet. Di vir da karekî mezin dikeve ser milên nivîskaran û weşanxaneyan. Carna ez rewşa weşanxane û nivîskarên me dişibînim rewşa çeteyên di kolanên Brezîlyayê da. Her weşanxaneyeke me an jî  her nivîskarekî me xwedîyê çend heb mîlîtanan in û sînorê wan nayên derbas kirin çîmkî wana bi xetên gevez ji xwe ra sînor çêkirine. Mînak, weşanxaneyeke me dibêje ji bo dosyayeke te were çapkirin gerek tu endamê PKK bî, yeke din dibêje gerek tu nêzîkî fikra Barzanî bî, yeke di dibêje gerek tu nimêj bikî û li ser rêya xwedê biçî, yeke din dibêje gerek perê te pêşin bin… berî hertiştî divê em bîrdozîyên xwe wek pûtan pîroz nekin.
Ez bawer dikim sêhreke zimên heye, ew sêhr dema diniqute ser rûpelekî  winda dibe.  Ji bo vê yekê, zimanê nivîskî û devkî ji hevdû cûda ne.

Di nav berhemên te xwendî de yên ji bêjeya kurdî re bibin merhem kîjan in?

---1)Helbestên Feqîyê teyran 2)Apê Min Cemşîd Xan 3)Rojnivîska Spînoza 4)Mem Û Zîn 5)Gêjevang 6)Ta, Nara, 7)Kûçikîstan 8)Belqitî 9)Miriyê Heram 10) Helbestên Arjen Arî…

Di romanan de xwirtbûna çîrokê an xwirtbûna vegotinê  bandorê li te dike?

---  Di roman da xwirtbûna çîrokê û xwirtbûna vegotinê wek du parçeyên puzzlê ne. Hevdû temam dikin. Çîrok çiqas xwirt be heger vegotin ne xwirt be roman têk diçe, vegotin çiqas xwirt be heger çîrok ne xwirt be roman dîsa têk diçe. Têkiliya wan wek ya du xelekên zincîrekî ne. Heger çîrok xweş be, vegotin jî baş be ew roman li gor min baş û serkeftî ye.

Bi te, bikaramnîna zimên a di romanên  kurdî de estetîk in? Mînak; Di romanekê de ji bo serelehenga jinê  bibeje “qûna  xwe danî erdê” an “qûna wê efsanewî bû”  an” rahişte ewkê xwe  dest bi ewkan kir” Tu ji vê vegotînê aciz dibî an ev realîteya  zimanê me ye?

---  Zimanê Kurdî zimanekî estetîk e. Kurdî zimanê lihevanînê ye, em vê yekê di realîteya zimên da jî dibînin. Nivîskarên me ji bo vê realîteyê qebûl nekin, anjî ji ber şerma xwe naxwazin raste rast vebêjin. Xwe diêşînin û zimên dişidînin. Ev jî dibe sedem ku hevoksazî têk biçe û xweşiya Kurdî bimire. Ev cûre gotin min qet aciz nakin, hetta dikarim bibêjim xweşa min jî diçe. Li gor min di nav romannûsên Kurmancan da yê herî zêde vê rastîyê eşkere dibêje Şener Ozmen e.

Di nav  berhemên heya îro te xwendî de zimanê kîjan berheman  herî zede   bandor  li rihê te kirîye?  Tu dikarî hin mînakan bidî ;
- Dîalogên serkeftî/baş
- Monologên serkeftî/baş
- Taswîreke muhteşem

Dîalogên baş: Sînor-Menaf Osman, Mirina Kalekî Rind- Mehmed Uzun
Bêhna Dara Sincê- Dîlawer Zeraq, Rojhat- Mizgîn Ronak,
Êvara Perwaneyê- Bextiyar Elî, Defterên Perîdankan- Ciwanmerd Kulek



Ez bixwe  gelek caran piştî xwendina romanan  naveroka wan ji bîr dikim. Bi tenê navên hin serelehengên  hin berheman di hişê min de dimîne. Mînak Jan Valjan,  Pavel, Gregor Samsar…
Di romanên kurdî de  kîjan sereleheng nayên jibîrkirin? Bi vegotineke dî  afirandina kîjan qarekter/serelengên romanên kurdî serkeftî ne. ( Ez karekterên “ xwehên Spî” yên  di hinara dawî de gelek serkeftî  dibinim.)

--- Bîrkirina bûyerên romanan an jî bîrkirina navê lehengên romanan ev hinekî jî pirsgirêkeke hevpar ya mirovan e. Li gor pisporan nîşaneyên nexwaşîyekê ye jî. Ev yek hate serê min jî, min ji çend kesên pispor jî pirs kir. Mamosteyekî min got piştî te roman qedand, weqasî rûpelekî kurteya wê binivîs û weqasî rûpelekî jî ewê binirxîne tu yê zû biz û bîrva nekî. Min jî gotina wî kir, rastî jî xêra wê gihîşte min da. Nivîs ne bi telefonê anjî kompîtirê lêbelê bi destxeta xwe. Ez jî wisa dikim, piştî her roman anjî çîrokê du rûpelan dinivîsim û di dosyaya xwe da cîh dikim. Carna vedigerim dixwînim, wisa di bîra min da naçe.
Apê Min Cemşîd Xan, Belqitî, Mihemedê Dilşûşe, Rojhat, Bêrîvan, Gêjevang… dikarim gelekên din jî binivîsim. Ev leheng zûzûka ji bîra min naçin…

Di nav romanên te xwendî de hevoka ewil a kîjanê di bîra te de maye?

--- herkes dimire; bira û birazî, yar û evîndar, heval û dost, hogir û rêger, nêz û nas… hemû wefat dikin. Dora min jî hat, niha jî dora min e…Bîra Qederê 


Li bêjeya kurdî çi bibe wê gelekî kêfa te were an çi bibe t’ê gelekî  aciz bibî.

---  Heger rojekî romaneke Kurdî Nobelê hilde, dê gelek xweşa min biçe. Nivîskarê romanê jî li hemberê lîjneya nobelê bi kurmancî biaxife û ew kes jî tiştekî fehm nekin ev yek dê min zaf şa bike. Hevdû piçûkdîtina kurdan zaf min aciz dike, dema em li zanîngehê bûn me Zaza û Zazakî piçûk didît. Ji Başûr hinek xwendekarê mastirê hatine zanîngeha me, wana jî Kurmanc û Kurmancî piçûk didît…

Bi min bêjeya kurdî bi xwendeyên xwe  wê di nav  bêjeyên cîhanê de hebe.  Bi te?

---  Pirs bersiva xwe jî dide. Xwendeyên Kurdî çiqas zêde bibin, çiqas bixwînin wêjeya me jî dê ewqas were naskirin û belavkirin. Wêjeyeke xwendeyê wê tunebin, nikare xwe biparêze. Maleke bê pace çawa nikare ronahiyê bigire, wêjeyeke bê xwende jî nikare hebûna xwe berdewam bike…


Kîjan leheng/karekterê di bêjeya kurdî de tu yî? An kîjan tu bûbayî tu yê kêfxweş bûbayî?

--- Belqitî, ez im. Lehengê romana Xurşîd Mîrzengî. Ev leheng kesekî ness, jîhatî û zana ye. Ev sifet li ba min tune ne, ji ber van sedeman dixwazim xwe bi lehengekî wilo ve bixapînim. Heger ez Kek Bînayî bûma ezê kêfxweş bûma. Ev leheng   lehengê romana Pêşmerge  ye. Herkes wî  wek  kesekî  ji  rêzê dizane, dema îlankirina Mahabadê da gava derdikeve pêşiya gel paşê mirov dizane ew kes Pêşewa ye…

Peyvên kurdî yên herî zede kêfa te ji wan re tê  û yên kêfa te ji wan re naye çi ne? Çima?

Ev peyv xweşa min diçin; belam, keratî, êrîş, xewn, dê…
Peyvên ku xweşa min naçin; Çûyîn, mirin, nexwaşî… ev peyv carna deriyan li ser mirovan da dadidin. Mirov bi xwe ra rû bi û dimîne û carna jî kêmasiyekê anjî qulikekî di dilê mirovan da vedikiin. Ji her sêyan jî mirov nikare dûr bisekine…

Em kîjan nivîskarên kurd  ji  xwe re bikin model?

Şener Ozmen, Fatma Sawcî, Bextiyar Elî, M. Zahir Ertekîn, Kadrî Yildirim, Ehmedê Xanî…
em dikarin ji her yekî tiştekî bigirin û modelekî homojen biafirînin…


Mafê te bi pirsekê hebe;  tu yê wê pirse ji kî bike û wê ew pirs,  pirseke çawa be?

Mafê minê pirsekî hebe û ev pirs bi edebîyatê ve têkildar be ezê ji Fîdor Mîhaylovîç Dostoyevskî bikim.
Xweşiya berhemên te ji êşkişandinê tê?
Bi siyasetê ve têkildar be, ezê Ji Selehedîn Eyûbî bikim.
Te çima dijminê xwe derman kir?
Bi sporê ve têkildar be ezê ji Messî biki.
Lingê te yê çepê nebûya, te yê lingê xwe yê rastê jî wiha xweşik bikarbianiya?
Bi olê ve têkildar be, ezê ji Adem Pêxember bikim.
Te çima ew genim xwar?


Ji kerema xwe tu dikarî pirsa dawîyê tu ji xwe bipirsî û bibersivînî.

---  Di sipîbûna porê te da bandora Kurdî heye, hebe çiqas e?
--- Nizanim…


7 Mart 2019 Perşembe

HEVPEYVINA BI XWENDEYEKÊ RE

 

Min nivîsareke te li Kovara Kundê xwendibû û ecibandibû, car caran jî helbestên te li tora civakî dixwînim, tu xwe xwende dihesibînî an nivîskar nizanim lê hema dixwazim vê hevpeyvînê bi alîyê te yê “xwende” re bikim. Dibêjim qey cara ewil e kesek bi xwendeyekê re hevpeyvînekê dike. Di sêrî de ez bibêjim mala te ava û pirsa ewil ji te bipirsim. Ji kerema xwe tu dikarî pirsa “ez kî me” ji xwe bikî û bi peyvekê,  bi hevokên  kupkurmancî  bersiva  pirsa xwe bidî?

Mamoste ewilê ez dixwazim vê bibêjim. Bi vê helwesta te ez şad û şanaz bûm. Ya rast hinekî bi kelecan hinekî jî şaş im. Çimkî ev cihguherandina nivîskar û xwende tenê mabe mirov şaş dike. Lewma ez dibêjim qey min jî nû dît nîviskarek bi xwendeyên xwe re hevpeyvîneke pêktîne? Tişta din ya ez şaş kirîm jî, ev xwende ez im. Ez rebena xwedê…
Bi rastî dema mirov difikire, ev tişteke xweş e; nivîskar bi xwendeyên xwe re binefspiçûkî bikeve têkiliyeke welê. Ev tê vê wateyê, qedrê xwendeyan li cem te heye. Jixwe bi gorî te dişopînim, ev ji her alî ve kifş e. Welhasil ez ji dil dibêjim mala te ava û keda te sax be.
Û tiştek din, ez ne nivîskar im. Xwe, wek xwendeyeke nexwende binavdikim.

Ez kî me?
Bi gorî min bersiva vê pirsa te, ne ewqas hêsan e. Heta pirseke welê ye, mirov dikeve kûrahiya hebûna xwe. Ez dibêjim qey hê nehatime wê astê heta bizanibim ka ez kî me, çi me.
Pêşîyan gotiye “mirov heta xwe nas dike, emrê xwe xilas dike.”
Heta mirov dikare gotinê bi vî awayî jî bibêje; mirov hê xwe nasnekirî emrê xwe xilas dike.
Ji xwe Jiyan, lêgerîna xwe ya di nav hişê xwe de ye. Ez jî niha di hişê xwe de li xwe digerim. Ka heta min dît ez ê teqez xebereke bidim te.
Heke illeh tu bibêjî xwe bi hevokekê bide nasîn; dikarim bibêjim ez, pelçimeke hişk im li ber bayê peyîzê hilweşayî; nizanim ji kîjan darê veqata me û nizanim xwe bi kîjan darê ve girêbidim…

Çîroka te ya xwendina kurdî kengî û çawa dest pê kir û niha li çi astê ye? Çi dixwînî?  Dixwazî çi bixwînî?  Bala te li ser kîjan teşeyên helbestan an romanan heye? Pirseke dî bi vê pirse ve grêbidim;  Mijar û teşe û zimanên di romanên kurdî de xwesteka te ya xwendinê geş dike an dimirîne?

Çîroka min a xwendina kurdî beriya çend salan bi alikariya kekê min dest pê kir. Wî ez elimandim nivîs û xwendina kurdî. (mala wî ava be rebbî, em derdê wî nebînin, dert jî kor bibin û wî nebînin.) Paşê ji bo gramera xwe jî piçekî pêş ve bibim demekî çûm qursa kurdî.(mala kedkarên qursê jî ava be.)
Welhasil hêdî hêdî min xwend û ji xwendina kurdî hez kir. Ji xeynî xwendinê ez miroveke nivîshez im anko ji axaftînê bêtir ji nivîsandinê hez dikim. Bi nivîsê çêtir dikarim xwe bidim fêmkirin.
çiqas dem borî min nêrî ez dema kurdî dixwînim xwe baş û di ewlehiyê de hîs dikim.
Min fêm kir beriya kurdî ez çawa bi mecburî li mala xelkê bimînim û bi vî halî aciz bim an jî çawa cilên xelkê li min bin. Vêca dema min bi zimanê xwe xwend, bi rastî jî bêhna min derket. Wek maran, min kirasê xwe nû kir û kirasê diya min bi destên xwe dirûtî min li xwe kir. Ev kiras heta hetayê dê li min be û qirêj nebe…

Asta xwendina min niha gelekî ne baş e mixabin, ne bi keyfa min e. Li asta helbest, çîrok û romana me.
Dixwazim çi bixwînim? Roman û pirtûkên li ser derûniya mirovan zehf bala min dikşînin û yên li ser hebûnê.
Li aliyê helbestê de, xwe nîzingê helbestên bêpîvan dibînim, ji xwendina wan bêtir hez dikim. Ew helbestên, peyv di lepê helbestvan de dibin desmalek û ber bi bayê asîmanan ve dihejin, mirov serxweş dikin. Ew helbest jî min serxweş dikin.
Lê helbet helbestên me yên klasîk jî cihê wan cuda ne li ba min û ji xwendin û guhdarîkirina wan jî zehf keyfxweş dibim.

Teşe û zimanê romana kurdî xwesteka xwendina min venemirandiye heta niha jî. Lê carna hindik dimîne vemire mixabin. Bi teybetî ji hêla ziman ve, mirov ji xwendinê sar dibe carna. Helbet baweriya me heye, hêdî hêdî teşeya romanên me jî ber bi orjînaliyê ve biçe, bi zimanêki xas.


Biqasî dizanim tu mamosteyê resimê yî, estetîkê dizanî,  pirseke vajî ji te bikim, estetîk ne çi ye?

Ev mijareke zehf dûvdirêj e mamoste. Mirov destpêbike yê wek lehiyeke biherike. Lê ez ê serê te neîşînim.
Belê resim di xwircezîna min de heye, lê ez ê vê pirsa te ne bi gorî alîyê xwe yê bi resim bibersivînim.
Bi gor têgihandina xwe dikarim bibêjim estetîk; ne “kirin” e, ne tiştên “berbiçavî” ne, ne “sazî” ye. Lewma estetîk beriya her tiştî hiş e, hişmendî ye. Û ev tiştên min gotîn hemî encamên hişeke estetîk in. Heke hiş û ramanên mirov estetîk be kirinên mirov jî dê estetîk bin. Hingê dê saziyên estetîk derkevin holê. Ka em bifikirin. Gelo mirovek ji mejiyekî naif û bi estetîk dûr be xwezayê çawa dibîne, mirovan çawa dibîne, ajalan çawa dibîne?
Teqez nabîne…
Wek mînak, mêrik meydana şer -û ne ewqas estetîk e jî-  diresimîne, mirov her divê li wê naîfiyê binêre. Lê ewên ew şer afirandîn, gelo ruhê estetîkê li rex wan heye? Teqez na û naa…
Jinek nexweşî û kulên xwe reng dike,
camêrek xewnên xwe yên şîzofrenî xêz dike, lê em hemî wan wêneyan li dîwarê mal û dikanên xwe ve dikin.
 Kesek din, di helbesta xwe de behsa mêst dike, em mest dibin.
Û jinek; zimanê zarok û diya xwe weke keziyekî zer û zêr dirêse,
em dibin heyran…
bi gor dile min, ev hemî ji bîr û ruheke estetîk tên.


Di hemû bêjeyên cîhanê de zimanê nivîsê û yê zindî ji hev cê ne. Li gorî te;  Çima zimanê bêjeya nivîskî ji zimanê zindî yê em pê klaman gûhdar dikin, em li malê û di civakê de pê dipeyivin ev qasî gelekî ji hev cê ne? Bi te zimanê bêjeyê hewce ye akademik be?

Ez nizanim ev peyva “akademik” ji kû hatiye û bûye bela serê me.
Zimanê cîhanê çawa be bila welê be. lê divê zimanê bêjeya kurdî li gor fikra min divê zimanê zozanan be, yê kolanan be, yê kilaman be, yê civakê be. ma ziman ne ji civakê xuliqiye? Vêca em ê çawa wan herduyan ji hev veqetînin?
Em wan ji hev biqetînin em ê zimanekî çêkirî/qelp derxin holê. Û mixabin mînakên bi vî halî jî zehf in. Ev jî qet “ne estetîk” e.
Ma em zimanekî nû diafirînin heta em zimanê xwe yê nivîsê evqas diguherînin, dikin “akademik”!
Na, jixwe zimanê me heye û têra xwe dewlemend e. Ya em bikin ev e, gramereke standart. Standarteke bi bingeh. Bingeheke ji civakê. Civakeke ji civata pîr û kalan…

Di nav berhemên te xwendî de di derheqê “pirsgrêkên zimên” de tespîtên te hene?  Mînak;  Tu di romanekê de hevokeke weke “xewa min revîya”  bibînî, çi difikirî? Hevoksazîya bi hişmendîya tirkî an farisî an erebî an ingilîzî aciz dibî an tu dibêjî zimanê me dewlemendtir dibe?

Ev ne dewlemendî ye. Ev koletiya zimaneke din, kavil kirina zimanê xwe ye.
Bi rastî ez zehf caran mînakên bi vî awayî dibînim û aciz dibim. Bi teybetî mirov vê rewşê di pirtûkan de bibîne bêtir aciz dibe. Em pirtûkan ji xwe re wek rêberan dibînin lêbelê ger pirtûk nikaribe bibe rêber ev tişteke qels e û ne xweş e.

Ne wek tespîteke lê belku wek daxwaziyeke be; dixwazim zimanê xwe ji hemî devokan bibinim û sehbikim. Lê mixabin çiqas diçe em bi ser navê standartbûnê zimanê xwe teng dikin û hin devok çem û çem diçin.
Şûna herkes tenê bi devoka xwe binivîse, ahengeke di navbera devokan çêbe, bi min yê zehf xweştir be.
Min di pirtûka nivîskarekî hêja de dîtibû û zehf keyfa min hatibû, peyvên bi gorî devokan diguherin hemî bikaranîbûn. Nivîskarekî din jî bi gorî naveroka pirtûka xwe ahengeke zehf xweş kiribû di nava devokan de. Car caran bi torê carna bi bi bohtanê, serhedê… Tiştekî xweş e.
Em vê nekin nexwe bohtî pirtûkan nenivîsin em dê devoka wan nebînin, torî nenivîsin em devoka wan nebînin. Û peyv û gotinên zêr winda bibin herin. Sed heyf!
Divê em vê yekê ne wek aloziyeke lê wek dewlemendiyeke bibînin.

Bi te; di berhemên romanan de mijar (çîrok) bila li pêş û xwirt be an vegotin?
Bi vê pirsê nivîskarek hat bîra min. Çend caran min da xwe qene pirtûkeke ya wî/ê bixwînim min kir û nekir min nekarî. Çimkî ziman, zimanek lêkerî bû, çîrok li her derê pirtûkê… Ji kirinan pêk dihat: çûm, hatim, ez axivîm, bû, nebû, hat û nehat…
Bi ya min, divê lihevkirineke xurt di nav çîrok û vegotinê de hebe. Lê mînak hin cureyên romanan hene, teswîr du qetên çîrokê cih digrin lê mirov bi keyfxweşî wan teswîran yeko yeko dide ber çavê xwe, lê hûr dibe, di serê xwe de diresimîne û tameke cuda jê hildide. Ew tam, tameke zehf xweş e. Bi min ew in di pirtûkxaneya Bîr’a mirov de cihê xwe girtîn..

Di hin romanan de zimanekî qebe ”real” heye, ev rewş te aciz dike gelo? Mînak nivîskar gotîye “qûna xwe danî erdê” an “rahişte ewkê xwe nizamçi kir …” Yani di romanan de hewce ye ziman zimanê li kolanê be an terbîyekirî be û piçekî sergrêdayî û kûbar be?

Ez dibêjim qey bersiva vê pirsê mîna sîqlosimaqê ye. Mirov giraniya xwe kû de bide dê ew der giran bibe. Yanî bi gorî giraniya vegotina nivîskar gerek biguhere. Wek mînak, nivîskar tişteke reel vebêje hewce nake weke şkêvlatokê xwe veşêre. Lê helbet mijar naif be, min bi xwe navê ez di wê nermahiyê de gotineke wek mînakên te dayîn bibînim. Bi kurt û kurmancî fikra min ev e, divê zimanê nivîskar bi gor naveroka pirtûkê be. Me go bila nivîskar ne wek şkêvlatokê be lê dikare bibe bukalemun.

Romanên kurdî niha herî kêm bi pêncî salan derengtir romanên cîhanê dişopîne û hê jî em nehatine bajêr û bûyer bi piranî li gund diqewimin.  Bi vegotineke dî;  Modernîteya me modernîteya klasik e. Mînak em wergera Rimbaud jî bi zimanê Melayê Cizîrî dikin.
Helbesta kurdî hê jî di bin bandora helbestên klasik de ye û ciwanên me hê jî dixwazin bi klasîzmê hûnera helbestê bikin. Ji xwe re dibêjin neoklasîk lêbelê tişteke nû nakin. Tu çi dibêjî di derheqê vê mesele de?

Bawerke di vê pirsê de, ez ê jokerê xwe yê xizman bikarbînim û bi destura te ez ê bakim xalê xwe Freud. Encex ew bikaribe alikariya min bike. Nexwe min ne bawer e jê xilas bibim.
Te dî Xalo dibêje, tişta herî girîng binhiş e. Û divê mirov binêre ka çi tê de heye.
Vêca ka xwedê zane çi di binhişê me de heye heta em nikarin ji rabirdûya jiyana xwe xilas bibin.
Henek li dera henê, ez dibêjim qey em ji tirsan ji klasîkan xilas nabin. Çimkî em, li hember windabûna xwe, zimanê xwe çanda xwe, dîroka xwe rû bi rû man. Ê dema me ev tirsa hebûna xwe dît, me got divê em xwe jê biparêzin û heta ji me hat me li ser hebûna xwe nivîsî, bi awayekî me xwest em xelkê îkna bikin û em bibêjin em hene. Ê yê me çawa îkna bikirana? Helbet bi dîroka xwe ya dewlemend. Û em hê jî ber îknakirinê ve herhal!
Yanî bi ya min, ji bo vê em hê bi rabirdûya xwe ve zeliqîne. Ya rast tiştek xwezayî û normal e jî. Çimkî me nexwest em helbestên xwe, gotinên xwe, cil û bergên xwe, erdnigarîya xwe winda bikin.
Ji lewre em di wêjeyê de hê klasîk in her wiha di jiyana rojane de jî. Çawa em helbestên xwe hê jî wek yên Cizîrî dinivîsin, dema di pirtûkekê de em rasta peyveke gundewarî jî tên keyfa me tê. (Ev jî bûye meseleyeke cuda, heçî peyveke gundewarî bikartîne em dibêjin qey şahê helbestê ye, deka ez mijarê bilav nekim.) Em nû ji nû ve kirasên çem û çem li xwe dikin, hemariyan didin serê xwe û hwd.

Tiştek din li cem mirovan hesreteke ya jiyana kevnare heye. Ev li her derî û ji her aliyî ve welê ye. hema mînaka herî berçav mode ye. Bawerke em rojekî herin banê heyvê jî yê tasarimên cilên me yên fezayê ber bi niha ve biguherin. Hişê mirov ecêb e, her pêş ve diçe lê tişta kevin dixwaze.

Lê ev ji bo me divê biguherê, lewma em zehf pêş ve neçûne heta em bizivirin jiyana borî. Divê em ewilê pêş ve herin.

Em Rimbaud dikin xulamê Cizîrî, ma çawa nabe em wergerê bi gorî wî bikin. Ka hema em bifikirin, Rimbaudê homoseksûel ji yarê xwe(navê yarê wî nayê bîra min) re risteke mîna, “şox û şengê zûhrerengê dil ji min bir dil ji min, awirên heybetpilingê dil j imin bir dil ji min…” dinivîse. E bi gor Rimbaud herin divê em wiha binivîsin: “Şox û şengo zûhrerengo dil ji min bir dil ji min, awirên heybetpilingo dil ji min bir dil ji min..” Sonuçtee zimanê me, ne homoseksûl e û zayenda xwe jî bi awayekî xurt diparêze…

Ji Neoklasikên me hezdikim. Bi gorî ew dibêjin nûbûna wan aliyê ziman ve ye. Anko zimanê îro kirine zimanê helbestên klasik. komeke balkêş e. rastî ez hin helbestên wan yên bêpîvan dizanim -ji wan re nebêje- lê ew ji yên klasik xweştir in li ba min. Di helbestên wan de hunera peyvan heye û ya herî jê hez dikim ew e. Wek pêlîstokên herî xweşkok pê peyvan dileyzin. Û tameke cuda dikeve nava helbestên wan. Ji wan re serkeftinê dixwazim.

Weke tê zanîn hejmara xwendeyan ji ya nivîskaran kêmtir e. Mînak bi sedan kes hene yên kitêbên wan ên helbestan heyî,  lêbelê kitêbên helbestan bi sedan nayên frotin. Ev rewş tê vê wateyê; em dinivîsin lê naxwînin. Di derheqê vê mijarê de çi dibêjî?
Di berê de jî me nedixwend lê niha belku bi bandora tora civakî be em pêtir naxwînin. Em bêxîrettir bûne bi qasê ev telefon û melefon, feysbuk û meysbuk derketîn. Hema em her tiştî li wan deran parvedikin.(mesela ez)
Em dibêjin “A” û parvedikin, te nêrî herkesi got “wey sihet xweş, çi “A”yeke spehî ye, tejî ye, halê ye welê ye. Ê helbet ev ji me re dibe xelata manevî. Roja din em “B”yê parvedikin. Vêcarê dibêjin “wey sihetxweş tu helbestvaneke/î hêja yî.” Û encam pirtûka bi navê “A eksî B”yê tüm kitap-siz-çîlerde! 

Welhasil bi vê rewşê didome û diçe. Qedrê helbestvanên hêja dimîne şûn ve û helbestvanên “A” û “B”yan difirin.
Nivîs pêş dikeve, xwendin dimîne paş.
Lê xem nake, ev rewş weke bêjing û genim e; yê libên xweş bi ser bêjingê bikevin, yên din ji xwe binbêjing in.


Ji kerema xwe tu dikarî çend peyvên tu ji wan hez dikî û di hişmenda te de ew peyv çi ne bi çendek peyv bi me bide nasîn? Ez li destpêkê çendekan bibêjim tu li wan zede bike: Hinar, deng, reş, dar…

bi rastî jî hin peyv hene, bandoreke ecêp li mirov dikin û di jiyana mirovan de cihên cuda digrin.
Ez ji navên hemî rengan hezdikim û carinan dema tiştekî binivîsînim jî hew dinêrim rengek li ba min e.
 “Zer”, jiyana xwe wek wê dibînim. Pelçimeke hindik mabe ji darê bikeve.
“Heşîn”, aliye min ê bihêvî simge dike ji bo min. Kengê xwe baş hîsbikim û hêvîdar bim heşîn di nav hiş û hevokên min de heşîn dibe.
Welhasil, her rengek ji bo min sembolek e.
Peyveke din “sih/sî” ye. Mirovên ketûm, tenê siha wan heye pişta xwe bidinê.
“Rû”, ji dirûtiyê tê bîra min. Em mirov ne yekrû ne -xwedê zane em çend rû ne-  bi vî halî bandora vê peyvê li ser min heye.
“Bav”, dema vê peyvê sehdikim laşê min û dilê min bi hev re direcifin. Ev peyv, tenişta min a şeht e.
“Hebûn”, nebûna hebûna min.

Di xwîyanga tora civakî de û di xwîyanga qada bêjeyê de herî zede çi te aciz dike an kêfa te tîne?

Tora civakî halê keyfa min tîne, mirov bixwaze dikare wek dibastenê ji xwe re biemilîne. Mesele ez dibînim û sehdikim gelek kes dibêjin em zimanê xwe bi parvekirinên hin nivîskar û mamosteyan hîn bûne. An jî em pêş ketine. Ez bi xwe jî zehf feydeyê dibînim ji wan têkiliyan.
Lê ji aliyê neyînî ve, tora civakî carinan dibe weke polên dibistana seretayî. Hema herkes bi hev re diqîre, diştexile, diçe û tê. Lê kes nizanê çima diqîre, çima diştexile, çima diçe û tê.
Ji hêla wêjeyê ve dixwazim orîjînaliyeke bibînim lê mixabin em zehf rastê nayin. Û xweka ji hêla wergerê ve jî em pêşvetir biçûna û ruhê kurdî biketa di nav wergerên me de. Mijarên mîna van hinekî perên mirov dişkînin lê heviya me jî bêdawî ye, ev jî keyfxweşiyek e.

Bi sekn û lepta xwe em kî nivîskarî an şa’îrî ji xwe re bikin model?

Bextiyar(iya) Elî
Şepqeya Berken Bereh
Guliya Gulîzerê
Dînbûyîna(!) Ferhad Pîrbal
Eşqa Jan Dost
Edaleta Fatma savci
Qarîzmaya Firat Cewerî
Karî û bohtaniya Muhsîn Özdemir
Bîr û Berehnî(berçavk)ya Nûdem Hezex
Bacanên Rênas Jiyan ên pelçiqî
Kul û Jana Seyda
Û
Gunehkariya Hesenê Metê

Tu lehenga kîjan romanê yî? Kîjan lehengê kîjan romanê di hişê te de maye?

Hê min xwe ti romanan de nedîtiye. Belku dawiya emrê xwe bibim lehenga romana xwe. 
Ew lehengên di hişê xwe de dijîn hemî di hişê min de ne.


kesekî çawa “xwendeyekî baş” e? Pirsa dawiyê ji xwe bike, ji kerema xwe. Bibe bersivkarê pirsa xwe. Ji bo bersivên bi dilsozî û keda te ya hêja mala te hezar caran ava. Herhebî.

Ger ez xwendeyeke baş bim, divê ez ewilê her tiştî bixwînim. Qenc û xirab divê ez her cureyê xwendinê bikim.
Divê pirsçêker bim. Hema ji aciziya canê xwe rexneyan nekim. Heke rexneyan bikim jî divê rexneyên min ne pûç û rizî bin.
Divê ez bikaribim sedemên wan bi gor mantiqeke vebêjim.
Û ya herî girîng divê edeba xwendinê bi min re hebe. Ew jî rezgirtina berhem û xwediyê berhemê ye.

Mala te jî ava be mamoste. Tu jî sax bî û her hebî.

Lehî FD

7.3.2019  
 
 

21 Şubat 2019 Perşembe

Şîroveyeke analitik a di derheqê zimanê HANDA ya Sîdar Jîr de




HANDA
Sîdar Jîr

Wêjeya kurdî/Zincîreçîrok

Zincîreçîrok ji 17 beşên heman çîrokê pêk tê.  Çima jê re negotine roman û navekî ecêb “Zincîreçîrok” lêkirine?
Heyv, neynik, mifte, sindoq, çarşeva spî, av, şeh, sî, perde, pencere, keval, lambe, dara gûzê, mar, textê razanê, rê, kelekvan..
jinek, odeyek, çîrokeke gelêrî  ya di  xeyalan de  hene di turikê mijarê de.  Vegotin bi zimanê xwedayî  û aferînerî  ye. Vegotin  hin caran bi devê lehengên çîroka gelerî  hatiye vegotin. Nivîskar, berê xwe daye karekî zor û bi serelehengekê/Handayê û  di  mekanekî de/ode  bûyerê diqewimîne. Di  romanên bi vê  teşeyê de, ji bilî mijarê divê vegotineke xwirt û cê hebe. Lêbelê ji destpêkê heya dawîyê  teşeya vegotinê di standardekê de dimeşe û heman ferheng û hevoksazî xwe bare dikin.

Bêtir li bikaranîna zimên rawestîyam. Ji bo wê ev rexneyeke analitik e û sînorê wê  bikaranîna zimên e.
1-
Di 6 rûpelên destpêkê de 102  gihaneka KU hatine bikaranîn. (102/6 =17X100= Kêmzêde-1700 KU)
2-
… sê xalên li rex hev  di her rûpelê de 4-5 caran hatine bikaranîn.
3-
Hin peyv ji sêrî heya dawîyê bi hejmareke zede hatine bikaranîn. Mînak : ÇAV. “çavên wê”, “çavên xwe”, “çavên Handayê” di her rûpelê de 4-5 caran  miheqeq dibûrin. (kitêb 110 rûpel in 110X4= herî kêm 440 caran peyva ÇAVê  hatiye bikaranîn)
4-
ÇARŞEVA SPÎ nola lehengekî romanê ye lêbelê ji destpêkê heya dawîyê, an weke kefenekî li Handayê pêçayî ye an jê dişeqite an lê  lefandî ye û ev lêker  gelek caran tên barekirin.(Bi tenê carekê li doşekê diqefçile û carekê jî dibe glok)
- Çarşeva li ser text KU ji berêvar de li bedena wê digeriya û SİST DIBÛ hilda û li xwe LEFAND-10
- Çarşev li bedene LEFANDÎ-17
- Çarşeva KU li xwe LEFANDÎBÛ-18
- Çarşevka wê lêpêçayî-51
- Çarşevka xwe  hêdîka li xwe LEFAND-53
- Çarşev lê LEFANDÎ-53
- Çarşevka wê lêpêçayî-63
- Çarşeva spî KU li ser bedena xwe LEFANDÎBÛ-18
- Çarşevka xwe ya spî baş li xwe LEFAND-75
- Çarşevka  li bedena wê  jê ŞEQİTÎ-77
- Çarşeva KU li NAVA XWE  LEFANDÎBÛ-84
- Çarşeva xwe  hêdîka li xwe LEFAND-85
- Çarşeva xwe li xwe pêça-93
- Çarşevka xwe ya spî li xwe LEFANDIBÛ-94


5-
Ji destpêka kitêbê heya dawîyê bi timî bedena Handayê SİST dibe.(Min ne hijmartin lê di her beşê de  sistbûna bedenê diqewime.)
6-
Bi peyvên  weke “dahatû, rabirdû”yê mirov fam dike beş li ber dawîbûnê ne.
7-
Di rûpelên  40-44an de monodiyalogeke  ji vegotinê cê heye û (bi min) nivîskar div ê vegotinê de serkefî ye. Li rûpela 78an jî dîyamonologeke kin a wisa…
8-  
Hin lêker û peyv  zêde-zêde hatine bikaranîn. Olan dan, fûrîn,heyva zîvîn, mifteya paxirî, keldûman, qerepere…
9- 
HANDA di hemû  beşan de miheqeq  diqêre û digirî (17).
10-
Nivîskar, hevokên gelek dirêj  jî car caran bi kar tîne. Mînak:
“Dengê KU diranên wê derdixist li BELİKA GUHÊN DÎWARAN diket, ji pencereye vedigerîya, di ser sindoqê re xwe digihand KEVALA Lİ DÎWÊR û di taliye de Dİ neynika li hemberî wê RE derbasî NAVA AVA JÎYANÊ dibû û bi aramî diherikî.”-88
11-
Hin hevokên nivîskar Ji klamên  dengbêjîyê hatine wergirtin mînak: “ Dilê min heroj liyan bû” -90
12-
 Nivîskar bi zanista bîyolojîyê jînivîsîye. Mînak:  Hewaya odeyê KU di FİRNİKÊN POZÊ WÊ re xwe digihand pişika wê, bi xwîna wê re, xwe digihand mêjî û hemû şaneyên bedena wê-94
13-  
Hin form û hevokên klişe bi kar tîne. Mînak: “mîna KU tiştekî xwe yê ji mêj  VE winda bû dîtibe.” Mînak: “ KU tiştek ji nişka ve hatibe  bîra wê yan jî wekî KU ji bo destpêkê tiştek ji bîra kiribe”-97
...
...
Hin mînakên absûrt an bi teknîka zimên şaş an  bi hişmenda tirkî an ên di wateyê de pirsgrêk heyî:

BEJNA TENIK-11
Çavên fireh
Dilê wê di çavên wê de bû-12
PÊAVÊTİN-28 Bi her PÊYÎ re, bi her GAVÊ re,  bi her QEVZÊ re ….28
(her sê form bi hev re bi kar anîne)
Bi mistdana BAYÊ ya rûyê wê re, ÇAVÊN WÊ yên girtî Lİ KEN bûn.-30
Maran pê VEDA-31
Awirên wê bi êvarê ve bûn, Bi avê re Jİ SALAN ber bi stêrkan ve diherikî-33
Bayê ji ronahiya heyvê diket-33
Çarşevê ew ji nîşka ve ricifand-34
MİHEKE NÛZAYÎ-36
Ji bilî denge çarşevê KU li bedena wê  DENGEKÎ ŞÊVÎNÎ derdixist, sewt û OLANÎ ji odeyê nedihat-13
Bi mestiya wan Bİ XWE VE DİÇÛ.-27
beyî KU tiştekî  li bedena xwe ya  PÎVAZTERKÎ bilefîne…10
Çavên wê Bİ neynikê VE aliqî diman-17
,QUN DA ERDÊ-23
çavên wê  Dİ ser hev RE diqelibîn-45
Pêlên KU li porê wê radibûn êdî ji ber lingên wê yên KU bi avê dibûn radibûn.-47
Ji deve  şeh newaya senfonîya tirsê olan dida-49
Kêmtir TİŞTAN xwiya dikir-58
Qîrînî bi jinikan ket û hêdî-hêdî AJOTİN ser handayê-62
Zimanê xwe Dİ lêvên xwe da,-64
BEJNA WÊ YA TENİK-64
Handayê qûn dabû ser  textê xwe-64
Çarmilkî rûniştibû-64
Ava KU ji dengê  şoreşeke hundirîn diherikî-65
Tu TİŞTEK li cihê xwe sekini nedima-66
ÊDÎ MARÊN KU Bİ TENGALA LEHİYÊ KETİBÛN YEK BI YEK Jİ HEV DİHATİN DERXİSTİN-66
Dibûn sînorên AV û ÊGIR (av mê ye)-67
Dîroka di deme de-72
Dest bi REQSA AGİRÎN kir-77
Tenê Bİ ÇAVÊN TIJΠ bi pirsen bêbersiv li darê dinihêrî-82
EW DEM EV DEM E, ez hatime parastin-83
Heyva di bine ewran de-86
Heyvê hundir dadigirt-87
çavên min û zarokê KETİN TEV-89
Çîrokeke KU ji encamê dest pê dikir-95
Ji rê de hatibû-97
Cara pêşin sawa maran GİRT SER MİN-97
Min xwest ez xwe bi dar ve bikim-98
BEYÎ KU YEK TİŞTEKÎ BİBÊJE-101
Rastîya wê ya reş ez im-104
rengekî rizîyayî-108
ÇAVÊN HANDAYÊ bi çavên pêşberî wê KU li ken bûn  RE KETİN TEV.-110
Rastî xaçeke di bin çenge keşeyekî de ye-118
(Ev gotin li min nas tê lê naye bîra min di kîjan kitêbê de min xwendibû)

31 Aralık 2016 Cumartesi

Rexneya Helbestê-Xemzêm

XEMZÊM



Helbest

A.BEDİR


PEYVÊN SEREKE

HİBİR, HİBİRDANK, HESP, ŞÎR, XEM, XALÎ, EW ŞEV, KON, HÎVA DEVDAS, REMİL, ZİN, XWÎN, ŞÎN, ÇEVÊN ESMÎN

Taybetiyên helbestê yên wê ji beşên hunerên dî cê  dike (çîrok, roman û şano û hwd)   hin hewceyîyan derdixe pêşberê mirov. Raymond Queneau di pirtûka xwe ya bi navê "Banandinên teşeyê" (Exercises de Style) de  mînakên  “çawa mirov dikare çirokeke ji rêzê  bi not û neh teşeyê binivîse” dide. Vegotina her helbestê xwedîyê teşeyekê û gelek teybetmendîyan e. Helbest afirandina zimanekî teybet e. Helbestkar di zimanê heyî di gramera heyî de zimanekî dî diafirîne, estetîktir dike, reng û rû, ritim û herikbarîyê didîyê, peyvan bi xeml û xemildar dike, bideng dike û hevokên ji zimanê rojanê cêtir, balkêştir û nîgaşên parzinandî û hatî guvaştin saz dike û rihekî dide peyvan.
Tristan Tzara  li Zûrîhê  heştê sibata sala hezar û nehsed û şazdehan gava  korfelaqkî rûpeleke ansîklopedîyekê vedike peyva “Dada” dibine. Sala 1910 an êdî Tzara hûnermendekî navdar e. Ciwanên weke  Breton, Saupault û Aragon li dora wî kom dibin. Paşê hin ji vê tevgera Dadaîzmê vediqetin û li pey nîgaşên xewnên ji heyata darîçav dûrketî dikevin.

Di vê pirtûkê  avahîya helbestan li ser jêrzemîna peyvên ferhenga gûnd hatîye avakirin û bi nîgaşên bi zimanê helbestê hatî kemilandin û xemilandin bi hin cûreyên helbestê  derketine rûpelên kitêbê. Keda tê de xwe dide xwîyayî.
Ji hela helbestê ve em dikarin vê kitêbê jî  danin rex kitêbên Osman Mehmet, Lal Laleş, Roşeng Rojbir, Kawa Nemir, Rênas jîyan, Berken Bereh, Serhat Hemdem, Omer Dilsoz, Mem Bawer û gelek navên dî…

ERÊNÎYÊN VÊ KİTÊBÊ

1-
Ji hela ferhenga jîyana gundan, ferhenga dengbêjî û çîrokên peyvan ve kitêbeke dewlemend e. Di helbestan de hin hemanên dengbêjîyê, qalib û ritîmên dengbêjîyê û şopên teşeyên gramera dengbêjîyê darîçav dibin. Helbesta li rûpela 98 an bi formata dengbêjîyê mînakeke baş dihewîne.
2-
Ji alîyê teybetîyên helbestî, rêzik û rêçikên helbestê ve kitêbeke baş e.
3-
Hin ravekirinên orjînal, balkêş û baş hene di naveroka helbestan de.
4-
Teşeyên helbestê, lirik, pastoral, dramatik û didaktik di helbestên vê kitêbê de hene.(şopên dadaist û surrealîst jî )
5--
Helbesta min gelekî ecibandî:

Laçika diya min, kon e, li ser min vegirtîye.
Çevê wê xemzema li hêsîya dile min.
Ez û tu, em, kulîlkê wê zomê, nalen li bin simên kihêlan
kevirê li ber çeman, li ber dilovanîya avê…
Kê digo kêr bere deste xayê xwe jênakin-33

6-
di gelek ravekirinan de raveyên balkêş hene.

Dêlegura li benda keriyan-73
xişrê stûyê seyê li pey pezê beranan-73
Li ser pişta keça zoma zer-14
Ji zozanê wargezerê, bêhna piltanê, ji şîrê koçeran dihat.-73
(pêçiyên di bin kevirê dîwarê xemê de şikestî)-77



NERÊNÎYÊN KİTÊBÊ


1-

peyvên sereke di hemû helbestan de hengî gelekî  tên barekirin mirov ji wan aciz dibe. Mînak. Ew şev,
2-
Di vê pirtûkê de hemû xalbend zêde-zêde hatine bikaranîn. Min di heyata xwe de, heya îro helbestên evqasî xal û bend tê de nedîtibûn.
Mînak:
Digo, qîzê destgirtî, xwe diavêtine wê golê.-67

Dem û  ravekên rengdêr yên bi ravekên zincîrîn tev bi bêhnokan hatîya birin. Hevokên bê xalbend gelekî kêm in. Bikaranîna xalbendan a di helbestê de mijareke tercîhkirinê ye. Di vê kitêbê de zimanê kurmancî li hin deveran bi wergera zimanê tirkî hatiye afirandin. Bi vê rêya bikaranîna xalbendan, pirsgrêkên gramerîk hatine baypaskirin.
Mînak:

Ew sal, konekî me hebû-17
wê, ew şev, kêr xiste berdêla xwînê.-44
ew şev, mal barkiribûn.-51
Şêx, ew şev, kezîyên Zînê hûna-27

Mînakên weke van mînakan di kitêbê de gelek hene.
“ew sal” weke “o yıl” a  zimanê tirkî hatîye şixulandin. Eger mirov bi tirkî bifikire hevok şaş naxwîyê.
Ew sal, konekî me hebû-17
o yıl, bir çadırımız vardı.
Lê em dizanin di kurdî de tewang heye û hewce ye “ew sal” tewandî be.
Wê salê konekî me hebû-17
Dibê helbestvan bi vê tercîhê xwestibe wateyeke bêwateyî bide hevokê û derûnîyeke nû darîçav bike. Helbestvan ji bîr dike: Helbest  tenê ne xwîyang e û ne dîmen e. Helbest deng e. Mirov bi deng dixwîne.Wê gavê jî  çewtîyên gramerîk û rastnivîsê daxwaza helbestvan a zimanekî teybet,  zimanekî çewt derdixê holê.
3-
Ji hela rêzikên  rêzimên û rastnivîsê û ji gelek alîyan  dî ve çewtîyên nayên daqurtandin û tolerekirin hene.
Bikaranîna daçekan:
Deverên daçek hewce nehatîne bikaranîn an daçeka li pêş kêm e an jî paşdaçek kêm in. (Di devoka Serhedê de ji bilî dengbêjîyê di zimanê rojane de ev rewş  gelekî belavbûyî ye.)
Mînak:
xistibû di nav kevirên xanê-55
xwe ber bi deng girtibû.-55
Em ketine çile…36
Stranê de denge xemê dikete erban-43

Daçekên çewt hatine bikaranîn

Mem di hespê de ket-28
Xencera Lİ ber Cembelî DE kişand;-56
ÇEV; Lİ ÇEVAN NEDİDÎT.-85 (göz gözü görmüyordu)

Daçekên ne hewce yên wateyê vediguhezin û bêwate dikin hatine bikaranîn

Siha du tirban kete Lİ SER rûyê erde-28
Xençer hate li ser germa xwînê-41
Kete li ser xencerê-42

Hin hevokên ji alîyê rêzimên ve  gengêşîyan  dihewînin:

mîtanî hespekî erd pêkol dikir-11
li dile hespê hat-18
KÊJAN çivîkê helûn şelandibû?-18
Govendeke Cizîrî pêgirt-27
Mem xema Zîn xwar-27
li benda wijdanê merivên spî bûn-86 (li hin deran sipî li hin deran spî-beyaz adam)

4- Di tewangan de pirsgrêk hene.

di şevên zozan de stêrkên asîmanan-17
gul bi sîha kelem birîndar bû-28
Ew û jinik ketin xew;-41
Xaliya erd hate zimên, esman hate ziman, pepûk, bi xwîn hate ziman!-94
(div ê hevokê de zeman li dereke hatîye tewandin paşê nehatîye tewandin)

5- Peyvên balkêş û absûrt hene.

porê hespê nehewand-20
li zozîn-33
(bar, li esmîn rast dibe!)
’Mêr KÊ ye?’-42
Xencer, sor bû; Memê sipî bû.-42

6-Bikaranîna zayendan yên çewt û hevnegirtina wan hene.

Min kila çevê xwe nexist xetan ji simbêla wî re.-57
kezîya dêyekÎ…-65 (dê nêr hatiye tewandin)
Di nava kevana bayê-106
-Rebeno ka wer baranekî li ser min de bigirî-98

7-Xwe (cînavka xwedîtîyê) çewt hatîye bikaranîn.

WÊ EZ NEDAME HEZKİRİYÊ XWE-84
8-Di yekjimarî û pirjimarîyan de pirsgrêk hene.
Hîva devdas li esmanan bû.-103
(Ezman di kurdî de yekjimar e.)

9-Ji hela rastnîvê ve gelek çewtî hene.
hîva çarde rojî biçuktir.-111(R)
Tê kedî kirin-112  (R)

Mînakên weke van û gelek mijarên ji hela rêzimên ve gengêşî û çewtîyên nayên daqurtandin  darîçav bikin zaf in di vê kitêbê de. Hin ji wan:

bi şev-30
Geme hespê-39
dê xewê de…-43
Dê sibe zû rabû,-43
Çevê dê-43
li çevê Smaîl hesikî-45
Digo ew şev;
bav, bû kûndê kor,-46
Xewna min a pêşin-50
Ew çax,
Li vir;…. digerîne-50
bizinkûvî-52
Dêr, tijî MİRÎBÛ, mizgeft tijî guneh…/53
kezîyA din-54

Min tasek şîr li ser kuçik, min şekirê paşika xwe li tev nekir.-57
di bin kendalê Sîpan,-58
Li eynika şûr de sûretê Xece nihêrî.-61
Dirûve sûrewêtkê lê dide-61
Dile wî zivirîbû li ser dirûvê kendal-61
kulavê artêşekî./-64-(zayend hev nagirin)
xwîna artêşa jorîn.-64
nane nîvro anîye-65
tirpan li ser mile wan e-65
Wî çaxî dergistî bû-66
Ew, bavkuştîyê wê bûn.
Mêrkuştîyê wê…kurkuştîyê…Cemse bi cemse…-66
HespAN tewla xwe qetandibûn.-66
Ta ketibû baskê wan.-66
mabûn li wir. Devê wê golê.-66
Digo, qîzê destgirtî, xwe diavêtine wê golê.-67
dewat dikirin,-67
Diponijîn li ser xêlîya hev de-67
Kile xwînê ketibû ax û esmîn,-68
Xem bibû xetan li simbêlan.-68
payîzeke dergûş-68
Bi gewr re gewre, bi xewê re xewle,-69
Ji gêl re gêle-69
bi hemayla pêç û pêçeka tivinga demdereng, çaxderbas…69
(sê zîn)  li ser xwe avêtibûn-69
bi zengê kiraskiribûn-69
wextê sere Geliyê Zîlan jêkirin-69
şîn kirine-69
bo ku barkin-70
Xem vegerîya li ser mexelê xwe-70
xewn jî vegerîn li ser warê xew.-70
Ew şeyên xemê di por de dişikestin.-71
li ser rûyê erd û esman.-71
awirên xemkumêd-73
Vê siba dilmeyî-73
Sîha kindirekî kete li ser kulavê şivanî.-73
Malan de tê dardakirin.-73
paşê diçûne li ba heskiriyên xwe.-73
Diya wî ji bo zarA wê jî neye kuştin…Cercîs, kurrÊ min-74
Tu ciyî de neçû. Pê xwe neavête dere dêrê-74
roj li pey rojan çûn;74
herdû çevÊn diya xwe anî li ber çevên xwe-74
Hingî sal ji ser salan re derbasbûn,-74
Mija wan salên derbasbûyî dihate li ber çevên Wî. Perda sal û zeman dihate li ber çevê Cercîs.-74
Cercis êdî kal bibû.-75
Dengê diya wî di guhê wî de lêdida: Zengil bû-75
Heta ez werim tu cihekî de nece.-75
Heftê şeş berf, li ser wî kevirî de barîn
dile wî…meyabû.-75
çevên wê dianî li ber çevên xwe-75
di bin sîha eteğe Sîpanê Xelatê,-76
Li hêsîya Sîpan darda kir.76
Konekî, bi tewna xem li dardixe-77
Evdal kor bibû-77
EVDAL DİL KİRİBÛ HÊLÛN-77
basko! Tu xeyîdoka kêjan bayî?-78
ji kî esmanî?-78
Delalo mirî hemû dibû, delalo kuştî hemû dibû,..-79
Delalo Dîbû KU şîr, hê jî ji pêsîrên jinan dikişin.-79
Dibû ku hê zarrên nemirî dev davêjin pêsîra diya xwe,-79
sa, xwîna xayê xwe dialastin-79
Delalo pars dikir-80
Delalo hê zar bû. Çevê wê bi xwînê hatibû şûştin.-80
Ewên esmîn bînin ji me re-
lê tu, esman ji bîr neke!-81
deve min de bêhna şîrê jineke penaber-81
marekî xozanan li pey wê dihatin.-82
Kavir zivirîbûn li ser mexelê hogeçan-82
ew heçheçka hêlûna wê kavilbûyî  jî ez im
Kê dibêje xem nabe kil.-82
xwe berdane din ava qedera wê-82
çevê wê bi çevan, awirên wê bi awiran-83
Bavê Haydo ew neda wî xortî; GİRT DA YEKÎ DİN.-83
kete nava cî-83
Hê ku Haydo dewat nekiriye, bav û diya wê gotin:-83
ez qayilim-84
Hûn heta dikarin xaliyê bavêjine ser min.-84
Haydo herdu deste xwe girêdabû bi kezî û guliyên xwe-84
çevên xwe kil kir bi kila xemê
kevir, bû belgiye dêyekî, li ser erde xezebê, xem-87
li tirbekî digeriya-87
çevên xwe kuta esmîn.-87
Deqa li ser sûretê jinan-88
Dianîn li ber çevên xwe-88
Çevên wan reş ve dihat.-88
Çevên wan, li hespê xemê siyar dibû, diçû li bine erde, li wan tirban digeriyan-88
Qeda payîzeke şêh li me hat-90
Me li ser belgên şêh de xwend:90
li darxistî-90
tewna kon, dile jinekê de, bi axîniyê lidardiket.91
(kirşek kêmbû)
kirşek ji hêlûnê kêm bû.-91
helûna xwe li ser dara payizê  çê dikir.-91
erd ji esmîn re esmîn ji erd re pesnê zariniya pepûka Zîlanê DA.-91
li deşta zozanî-92
liv î derî liv î dorî.-93
Dêyekî zarrek di tendûrê de veşartîye! Dêyekî ..-93
din av bêhna xwînê,-94
Kirasê dê li zarr dihate kirin. Şîrê pêşin, pêşiya her tiştî ji gewriyê re derbas dibû:-97
Li te helal e ew şîrê pêsîr-98
Digo hatibûn li sînor rastbibin-99
tu derguşa li milanî-102
Li ser derguşa te re firî…-102
Wî qewmî KON AVÊT û bar kir.-104
Hê hevrîng neketibû di nava kerîyan-104
Hê teşîrês neketibûn krasê bayê.-104
Ew şev, qesasê sere wan li dora wan girt.-105
xefirmakîne-105
Ew çem, sor kişiya!-105
Kejbû zarr.-, kûvîbû zengila şînê, kuvîbû zengil-106
moriyên di stûyê keçikan-106
Teşî  ji bayê xeyidî-107
jinebîyekî nifir kir-107
barêteyên esmanan-107
çavên esmîn-108
Ku zarra me mîste çire,- ku çevê me de xewn û şev herimîn-108

Naveroksazî û zimansazîya kitêbê Ülkü Bingol kirîye. Bi texmîna min sererastkirinên wî formûlekirinên wî li gelek deveran kêr hatine lê li hin deveran wî jî çareserî nedîtine. Zimanê A. Bedir di “Mîtos û ferhenga Xemzemê” de tê xwîyayî, dîsa bi texmîna min Ülkü Bingol ew der sererast nekirine.
Ji bo  perwerdehîya vî zimanî hê nîne û gramereke hevpar û yekber cih negirtîye di helbestan de jî gengêşîyên rêzimanî vê hebin û bibin. Bi hêvî me ev keda min kêrî zelalkirin û paqşijkirina gramera kurdî were.
Min di rûpela wî de dîtibû. A. Bedir gotibû:
“kendi şiir ve roman tarzımda kürt edebiyatında ‘DENGBÊJESK’ bir akım olarak niteledik.”
“min helbest û roman nivîsa xwe, wek; ´Di wéja Kurd de şéwazeke DENGBÉJESK' binav kir.”

A rast hemanên dengbêjîyê di helbestê de tên xwîyayî lê bi timî ne”Dengbêjesk” e. Nexwe çima helbestvan Abdurrahman  Bedir vê îronîyê bike û hê ti roman çap nekirî xwe di qada romanê de jî xwedîyê şêwazeke nû ya wî bixwe navekî bêwatê lêkirî bide danezanînê.

Rexneya helbestê beşeke zor û nû ye. Cara  yekê ye diceribînim. Kêmasîyên min pir in li min bibûrim. :-)


Nûdem Hezex-31-12-2016 Mersîn.