5 Haziran 2013 Çarşamba


KESÎ BI QASÎ MİN JI TE HEZ NEKIR Vê sibê min dest bi xwendina vê pirtûkê kir û ya rastî min texmîn nedikir ko ez ê biecibînim lê mixabin min ji dest berneda û hema qedîya min xwest hêstên di tama hişê min û dilê min de hiştî binivîsim. Cara yekem e di pirtûkeke kurdî de şaşî û çewtîyên gramerîk nabînim. Osman Mehmet karekî baş pêk anîye. Nivîsa pirtûkan ne zor e. hemûkes dikare tiştûmiştikan lev kom bike û ji wan hevokan bar bike û li mijarekê siwar bike. lê hema lê; ji bo xwendevanan hin tam hene xweşîyeke hilû dihêlin û hin jî tama devên mirov tirş dikin û hew. Pirtûka Seher Resayî di devê min de tameke libeke belalûkeke miz û şêrin hişt. Ji ber ku -ji ber ku nivîskar hêst tevûlev nekiriye û ji bo tirşika çêdikê xelk nebêje tirşikeke hertişt tê de heye çekirîye. tenê hêst û bîra xwe bi zimanê xwe yê bêhewş û kelem weke ku dizane anîye ser zimên û ji li wir negevizandîye hema berdaye tûrik de. ne gotîye hema şahîk bikim, nerm bikim an jî nizamçi bikim.. ji bo vê tama xweş ya di zikê rih de berdayî spasîyên xwe hildiweşînim û peşk bi peşk li dinyaya vala diweşînim. herhebî Seher Resayî.