19 Şubat 2020 Çarşamba

HESÛDÎ Û ZEXELÎ

Hesûdî:   
       
                Hesûdî,hêsteke insanî ye. Heke dê û bav bêtir jê hez bikin, mirov diheside brayê xwe an xwîşka xwe jî, an xweşîyek, serkeftinek an pêşveçûneke kesekî dî jî. Ev hêst li ajalan jî tê dîtin. Mînak: Gava xwedîyê malê psîkeke dî tîne malê tevgera psîka malê vedûguheze û hesûdîya xwe darîçav dike.Hesûdî heya deverekê tê famkirin û ne hêsteke nebaş e. Mînak: Xwendekarek ji serkeftina xwendekarekî dî biheside hin bêtir li ezmûnên xwe dixebite û serkeftina xwe bi pêş ve dixe. Mînak: Nivîskarek ji nivîskarekî dî biheside, hin zêdetir dixebite û dixwaze ji wî kesê jê diheside tiştên baştir binivîse û ev hêst wî dixê reya xebatê. Heke hesûdî di pîvokekê de be ne nexweşî ye, tenê tevgereke xerabe ye û heke neyê kontrolkirin di pêşerojê de kêsî dibe deprosyonên mezin. Hesûdî ji hêsta ewlehîya pûxtî der dikeve. Kesekî gelekî diheside hêsta bêçareyî yê, hêsta enirînê û bêhêvîyê dijîye. Kesê ji xwe ewle be gelekî naheside.

Zexelî:
               Di ferhengan de gelekî şaş tê bikaranîn. Di ferhenga yekbûnê de dibêje;  "Tembellik, bilerek tembellik etme." Elaqa wê bi vî tiştî re nîne. Bawer im di Tirkî de peyveke hemwateya vê peyvê bide jî nîne. Mirov nikare salixandinekê tenê bidiyê, peyveke berfireh e. Hêsta zexelîyê; ji hesûdîyê wêdetir e û nexweşîyeke zîyankar e. Kesên di vê hêstê de naxwazin nas/ nenas tu kes bextewar bin, serkeftî bin an jî tiştekî baş bikin. Tenê li dûv parîyeke berjewendîya xwe ye û ji bo serkeftinekê alîkarîyekê nade tu kesî û heya jê were rê li ber wan digre û wan demoralîze dike. Kesekî zexel gava bibîne kesek vê xesarê bide cîyê wî yê di civakê de; di wê demê de wî kesî bi tiştinên bê'elaqa sucdar dike û dixwaze wî li ber çavê civakê rûreş bike. Dîya min (rehma xwedê lê be) Digo;"Xwedê  me ji kesê zexel bistire." Nizanim sedema wê çiye-ka xwîna min dikêşîne çi ye- pêşîyên bajêr tim li ser serê min digerin û xwîna min dimijin. Ew qas kes di malê de ne lê tenê xwîna min bi wan şêrîn tê.