22 Ocak 2020 Çarşamba

XİZÊMOK




Şİ’ÎRPÊJEK ( HELBEST) ŞOPGER,ÇAVDER Û DOZGER...!!!

Xizêmok Şopger e;
Xeta cotê hûner û rêsandina xwe dûbare na ke,her li pey şopên nû ye û nûjen e.
“her roj tiştekî nû bibêje,tu çi qasî kevin bibî jî...”
 “ Xwe“ ye,
„xwenas“ e û „xweser“ e...
ne destê ji „derve“de ye,ji „xwe“ ye, xwe bi xwe ye...!
Di navbera „xwe“ û „xwe“ de ye,gah „xwe“ diafirîn î û geh „xwe“ „dikujî!“...
„naxwe ez xéza di navbera her duyan de me...“
 Bahra wî;
dewlemendîya zimané wî(Kurdî) ye,hêş û bala wî ber bi nûjenîyê ve ye...berê wî her bi pêş de ye...
„û çar derya
yek li ezmên û li ser erdê
yek li ser erdê di bin ezmên de
yek li binê erdê
ya çaran zimanê te ye...“
û evîndarê jîyanê ye...
„hûnera herî hûner
hezkirin û hezkirin...“
„...yek dialêse kakilê dil,
yek gez dike ji nav mil...“
„wan bi destên hev digirtin dibûn destgirtî,
me devên hev ji devên hev dadigirt....
hey hey hey tî ne em,
hoy hoy hoy tî ne em...“
Şi’îrfroş...
“ew li benda mamikan,
ez li benda memikan...”
Gotinan carnan şilfî tazî di ke,her li ber serê gotin û şêrînîya Kurdî „xew“ û „seyran“é di ke, destnîşan e û divê kerem bikin;
„ biryar ya we ye“
„...herkes kûrê bavé xwe bû,
ez kurdê bavé xwe...“
„...heya sax bim li waré xwe béwar im,
gava bimrim ez é bibim nivîskar...“
“şi’îrpéj hebûn li wî bajarî
li wî waré béwar nan nedihate pétin...
şi’îrén şéran didotin ji sînga méran...“
mî major;
em didane xwendin,
kesén em ne dixwendin“
Di nava gotinan de,carnan „fesadî“yé di ke,wan berahev di de,paşî bi hakîmîya xwe li ser “ziman” mîna rî-porspîyek dikeve navberan wan û wan her yekî; bi cîh û wate star di ke,dihefidîn e....
Di vê gerê de,carnan jî heftê û heft kirasan li gotinan dike û xwendevanan ber bi „fîlozofî“ (raman) dikşîn e, bi ya min;
„...encam dibû cam,
cam dibû encam...!“
Her,gotin , ziman û çanda Kurdî di aşê hûnera xwe de,dihêre,lé li gel vî yeké balê dikşîn e ser civakê û rewşa li ber destan jî;
Ji ber kû aş’é wî ne yek reng e(kevir e),raman-dîrok-zanistî- civak-rexnegirî û tevna dewlemendîyén „xwe“ bûn é her li ber „dor û dewra“ xwe ne....!
„...piştî şeveke dî
îro wê bibe diho
siba jî wê bibe îro...“
„...bila hévîyén te ji destén te diréjtir bin..“
“...berî béserûber,
bêrî bêdawî,
derî girtî bû...“
Lewma bi xwe bawer e û ji gotina xwe yé pirsan wekî çavderîyek dîyar di ke.
Bi govend û şerén hevokan çavdêr e û heman demê dozgerê „doza“ xwe ye...
„...beré zimané te hebû devé te nebû..
niha, devé te he ye li zimané te wenda!“
„çîroka herî mezin,çîroka te ye,
te divê bixwîn e,te divê binixwîmîn e“
Ji gotin û qêrînên wî darizandina “rastî” û xeletîyan jî he ye;“derwêş”ê êş’a “xwe” ye,dengê gulîstana dîrok û „xweza“ û „xwezîyên“ xwe ye...
„parsek li ber serîyan
dengbéj li ber derîyan dimrin“
„...xwebûn , destpéke serxwebûné ye“
„vé miné ez xwarin
vé miné ez xwarin...“
„..çar xweh û brayén neçar
ne dibûne yek
ne jî dibûne çar..”
encam;
ekolojîk
dîsa psîk
dîsa psîk
dîsa psîkolojîk“
bê av dibe
bê nan dibe
bé nav nabe lo“
Ji ber van baldarîyan;
Xizêmok(Nûdem Hezex)
şopger û çavderîya nîvîs-helbestçîrok û çanda “xwe” Kurdî ye,li gel vî yeké „dozger“é li himber „mirin“ û „sekna“ civakî/hûnerî ye jî...
„xeletîyan“ dajo nava lêpirsîna „hûnerî!“
gotina xwe texsîr ne ke...
Ew; balkêş e di ramanîya xwe de “cam” (xwe dîtin-rexne kirin-xwe nasîn-xwe „xwendin“ ) û
„ bîr” (hizr û hişyarî ya çand û dîrokî-zanistî) xweş bikâr tînî û di kârgeha hûnera xwe de bi cebilxana hûnerî de dirêsînî....
cam;
weke du alîyên camekê,
bi hev ve û ji hev dûr...“
bîr;
bîrek xwe dixitîmîne bi serê lêvê,
gava xwe ji bîr dike,
av tê bîrê
dimire ji bo bijîyê“...
XİZÉMOK (NÛDEM HEZEX)
BER‘ê te ...:
bila ,her bi ber bî û ji ber te bî...
ta kû herdem ;
bîr‘a te....!
li ber seré te bî.....!!!