20 Haziran 2011 Pazartesi

Jan Arslan-evînperwer

ANATOMÎYA ALBÜMEKÊ



Ev demeke Albûma Jan Arslan ya yekem ya bi navê evînperwer derketî...Di vê demê de min gelek caran guhdar kir û dixwazim şîroveyên xwe stran bi stran û dawiya nivîsê jî li ser giştî rexneyên xwe binivîsim.



1-ÇAVDERYA: hêsta stranê xatirxwestina evîndarekî ye û awaz , gotin û hêst levhatî ne. ‘’Ez ê biçim ji van deran, bi xatirê te…’’ bingih û sergiha melodiyê û dengê Jan mîna çemekî zelal diherike û mirov pê wêsa xwe digire



2-KEÇAPÊRÎ: Jan,ji helbesta Bro Ömerî straneke baş derxistiye holê.. hêst dijwar e lê barê mirov gran nake.. ji ber kû hest nerm hatiye zimên..ewqas serkeftîye ku mirovêki bi kurdî nizanibe jî vê hêsta stranê fêm bike.



3-JÎN: ev stran zêde bala min ne kişand . lê dibe ku gava mirov erebê bajo guhdar bike hingî lingên mirov bêtir pê li gazê bike û bêje yallah şifêr yallahJ lê mixabin ereba min jî nîneJ û dibe ku ez zêde melankolîk bimJ





4-KENGÎ: Ji vê stranê min qet heznekir. tenê dengê jinê û muzik ba hingî dibê ku min jê hez bikiraJ dibê ku antîpatiya min ji gotina GUlA ÇÎYA bê jî .. li gorî min di nav albûmê de strana heri nebaş ev e, lê bawer im entelên me kurdan vê jê hezbikin.



5-BARANEK DÎYARBEKİR:



Dem a baran dibare

Tu tê bîra min

Di baranek dîyarbekir

......Min ji te hez kir

Te min fêm ne kir



Baran dibar e bi ser dîyarbekir

Dilop bi dilop min ji te hez kir

Te min fêm ne kir



Baran strana xwe dibêje

Tu ne xuyayî

Te dipirsim ji dilopan

Tu windayî



Baran dibar e bi ser dîyarbekir

Dilop bi dilop min ji te hez kir

Te min fêm ne kir



Ji zû de vê stranê guhdar dikim û Straneke bi gotin , muzik û hesta xwe pir pir cûda û xweş e.. mirov dixwaze bi dildara xwe re dans bike û li du xwe bizivire..pir romantîk e. Wersiyona di albûme de nermtir e û profesyoneltir e, ji ya berê… bawer im heta dawîya emrê xwe ez ê guhdar bikim..



6-KEÇÊ: Keçê ka maçekê- keçê were vir , ma dilê te bûye kevir..…stran ev e…mirov dizanê bi kurdî ye..dilê mirov xweş dibe û diçe hinareke zivzikê gava guhdar dike…di vê stranêde edî karim bêjim Jan helbestvanekî baş e jî..



7-LÊ GULÊ- di vê stranê de ez şaş dimînim…çawa helbestvanê zane û taybetmend evqas gotinên ji rêzê û navdest nivîsiye. Ji bo muzika stranê tiştekî nabêjim.. berê şekirê qilo qilo hebûn û di cejna de me digote wan şekirê kurdan û şekirê gran hebûn pir xweş bûn me ji wan re jî digot şekirê tirkan..niha difikirim çima me wilo digot ?.. ji ber ku cîranan şekirê qilo qilo didan me û şekirên dî memurên ne ji bajarên me didan me.. yanî tirka didan meJ



8-KÎ ME EZ: bi gotin û muzika xwe, ne straneke ji favoriyên min e, lê straneke navînkirîn û xweş e.



9-BÊÇARE: straneke neh û heşt gav e…romanên me nînin lê nizanim di dîroka kurdan de stranên neh û heşt gav hene gelo? Min bi xwe nedîtiye û bihîstiye.. li xoşa mirov diçe. Ceribandineke balkêş e..mirov dikarê li ser gelek tiştan bêje û rexne bike.. ez bixwe bi tirs im.. tiştekî wiha nakim .Jan dest hilaniye û hêwerî kiriye.. li gorî min mijareke teybete ku mirov li ser lêkolîne bike. Ku çima hin miqam di stranên gelan de pir in an jî nîn in…



10-MA NE BES E: (di gotinê stranê de şêrin a delal hatiye nivîsandin lê ya rastî şêrîna delal e.).Strana min jê herî hezkirî ev e.. kengî guhdar bikim dibim qatilê çixareyekê.. xwedê tu kesî neke destê şêrîna de rebbîJ hostatîya Erol evcil jî li vê stranê xwe daye nasîn.. destpêk û qedandin mîna çîrokekê hatiya neqişandin…bawer im hezar Pawarottî û Tarqan nikarin weke Jan vê stranê xweş bêjin û mafê stranê bidin.. tenê dibê ku ez jê xweştir bêjimJji ber ku min jê pir hezkiriye. xweş xeber e lê min nebawer eJ



11-ROJEK: straneke ciwanî ye û mirov ji cî radike û lotika dide avetinJ



12-EVÎNPERWER İM: bi şaşîtî Evinperwerim hatiye nivîsandin. Rastnivîsiya we evinperwer im e...Ramusanek te da min ev dînîtî giha min….helbesta hozanê nemir Cegerxwîn e û di nan destê Jan de bûye straneke pir xweş..







Rexneyên min ê Ji bo Giştîya albûmê:

1-Albûm; bi tarza popê hatiye çêkirin û bi normên gerdunî û normên min pir serkeftî ye.. ji hemû gelan mirov guhdar bikin li wan cûda naye xwîyakirin û baweriya min ew e ku vê jê hezbikin..

2-repertuara(stranên) di albûmê de û rêzkirina wan jî - mirov du-sê strana ji devre bihêle-serkefî ye…ev nêrîna min e . nabe ku hemû mirov wekî min binêrin.

3-Jan stranvanekî baş e..qet detone nebûye û rengên dengê wî bi wesp e..

4-Jan stranên xweş çêkirine û nivisîne..bi zimanê kurdî baş dizane û di zimên de kêmasiyên wî nînin..

5-di qeydan de serkeftineke mezin û teknîkî heye.. ne kêmî albuma stranvanên tirk û gerdunî ye..

6-Tê xwîyakirin ku Jan gelek ked daye vê albûmê.. ne di çend rojan de ev stran amade kiriye..

7- albûmeke evînî ye û dildarî ye.. xwe bi hewceyê ajitasyonê nedîtiye..ev tiştekî wespî ye..



Bi baranek Dîyarbekir min naskiribû lê bi vê albûmê min ji sedî sed naskir ku ev stranvanê evînperwer vê navê kurdan li gerdûne bide naskirin ..min bi xwe rûmetî jê stan û pê serbilind im.. Tirk dibêjin ‘’kolay gelsin’’ lê em dibêjin ‘’qewet be’’ felsefa me jev cûda ye..ciyawazîya me ye ev… em nabêjim bila kar hesanî be .. em dibÊjin bila qeweta me hebe bila kar zehmet bê…nizanim gelê din çi dibêjin.. lê vê dizanim her gel li gorî xwe dibeje û cûdabûna wan ew e.. divê JAN van ji bîr neke û di xebatên xwe yên pêş de hertim ruhê xwe yê kurd wenda neke….

ALBUMEKE NÛ /HUNERMENDEKÎ NÛ--MURAT YAPIŞTIRAN-Lîlav



Ev demek e ez li vê albûmê guhdar im.berî vê albumê min nivîsek ji bo albuma Jan Arslan nivisîbû û min xwest , hêst û nêrîna xwe , ji bo albuma Murat YAPIŞTIRAN ya yekem ,ya bi navê Lîlavê ji binivîsim..
Ji dur ve Murat Yapıştıran wekî hunermendekî nû xwiya dike lê gava mirov albumê guhdar dike fêm dike ku ne şagirt e û gelek ked di vê rê de daye. Berî niha min behna vê tarzê di albuma FERQÎN AZAD de jî kiribû lê di vê albumê de min xweş fêm kir ku muzîkên nerm û hunerî bi zimanê kurdî pir xweş çêdibin.

Gelek album derdikevin lê kêm ji wan stranên nû di wan de ne. Murat Yapıştıran repertuara xwe ji neh stranên nû û stranek Mehmet şêxo neqandiye. Di nav van stranan de strana ku em jê re bêjin ‘’ısqarta’ nînin. Bawer im gelek ji wan vê di muzîka kurdî de cî bigrin. Dibe ku îro pir neyê hezkirin . ji ber ku guhdarvanên muzîka kurdî îro bê ser û ber in û hê hêl û hindav û rê negirtine. Balên Mirovên di malperên parvekirinên internetê de îro tevlîhev e û bi baweriya min guhdarvan jî gelek kêm in.Lê ev gengêşî gelekî berdewam nake..

Murat YAPIŞTIRAN bi neqandina stranên albûme û qeydên muzîkan û xwendinê gelek ked daye .Ez bi xwe kêfxweş im ku edî hin hunermendên me albumên ‘’troviro’ naderxin. Stranên bi gotin û muzîkên orjînal pir kêm bûbûn lê di albuma Jan Arslan de jî û ya Murat Yapıştıran jî de min dît ku edî hunermendên kurd yên xwirt derdikevin.

Çiqa di bingihan de gengêşî hebê jî arenjeyên strana û di derverê sazvaniyê de westa albumê ne kêm e û mirov dikare bêje pir baş e jî. Afêrinderi û keda Alaattin Aykoç jî cî girtî ye.

Murat Yapıştıran min nû naskir, ji ber wê; ji bo kesayetiya wî û jîyana wî nikarim tiştinan bêjim. Bi tenê Dikarim pîroz bikim û bêjim ‘’ez guhdarvanekî te û heyranê hunera te me’’.


1- ZAROK:. sibe derew e , ez dizanim
Straneke pir xweş e. Gotin û awaz levhatî ne. Tenê ritîm li deverinan herikîna stranê xera dike. Gava gotin û melodî nerm be û ritim hişk bê ahenga guhdariyê xera dike.

2- BİHUŞT: Ez bang dikim ma tu hew tê.
melodiya stranê gotin û estrumanên û dengê Murat hemû levhatî ne.

3- BERF: esmer bes e..
Dengê hunermend li paş muzîkê maye ji ber wê gotin baş nayên fêmkirin . heke miksa strane baş çêbûba vê straneke xweş ba..li deqîkeye 4.20 de stran ‘’xweştir’’ dibe lê dawiyê gava elektro diqerînê deng wenda dibe. Mirov grîngîya mîksê li vê stranê baş fêm
dike.
4- ZORDAR: tu nezîkî min ez te nabînim…
destpêka stranê û melodî pir balkêşe lê ritim pir hişk tê.

5- HAVÎN: Li havîna te me.. ew ez im..
Ji bilindbûna estrûmanan mirov li deverinan fêm nake ko hunermend çi dibeje. Ya rastî estruman hemû jî bi wesp in lê nizam çima deng û awaz wiha jev cuda dibin.

6- NA: gulîzar…
Straneke pir xweş e û Murat tiştekî baş kiriye ev stran kiriye nav repertuara xwe de. Di destpêkê de dengê M. Şêxo mirov dikê hesta stranê de lê mixabin ahenga ritimê pir fîşalî ye. Aranjeya strane pir baş e û estruman hemû li gora stranê cî girtine..

7- MA TU HEW TÊ: çola li ezman..zarokek digirî…
. Muzîk , ritim, gotin û estruman ,aranje, vokal û gotin hemû 24 eyar in . stran mirov dikê rêyan de û dibe zarokatîya durketî. Mirov ji guhdariya stranê têr nabe. di nav stranên min pir ecibandin de -2- numro ya min e.

8-YEK CARAN: ez dipirsim ji hemî gulan vê çûyîna te…

Di nav stranên di albumê de strana herî jê hezdikim û xweş ev e -1-numroya min e.. Mirov nizane Tarza hunerî û tembur bi zimanê kurdî evqas lev tên. Xwendina hunermend jî bê kêmasî ye.min ev stran avêtiye telefona xwe jî.

9- PİRS : Berf dibare xeyalên te li bal e

Stranek bi tarza popê ye . mirov aciz nake. Ya rastî piştî strana ‘’yek caran’’ mirov pir nakişîne nava xwe . nizanim Rêzimanzan bêtir dizanin ‘’xeyalên te’’ an ‘’xeyala te’’ rast e.
‘’hayallerin’’

10- GULÎZAR : Ne bêje na na..

Bi melodî û gotina xwe strana di albumê de ya herî kêm werê hezkirin e.. hêsta stranê min fêm nekir... Çiqa stran li mirov xweş werê jî ku hestekê nedê mirov; germayîyekê neberdê dil
Mirov tiştekî jê fêm nake.


Nûdem Hezex