24 Aralık 2015 Perşembe

DÖRT PARMAK UZAYINCA SAKALI TOPRAĞIN


ALIÇLANINCA AĞAÇLAR BURALARI GÖRMELİSİNİZ
BİR DE
DÖRT PARMAK UZAYINCA SAKALI TOPRAĞIN
GELİNCİKLERİNİ DİNLEMELİSİNİZ MELTEM-MELTEM
OLMADI
SARILMALISINIZ YÜZÜNÜZÜ YASLAYARAK
BOZKIR NERGİZLERİNİN SARI KOKUSUNA
BİR DE TAŞLARINA DOKUNUN TEREYAĞI AKAR YÜZLERİNDEN
KORKMAYIN
AÇ KALMAZ ŞİİRİNİZ BURADA
İÇİNİZDEN
KUYULARCA SU ÇEKEBİLİRSİNİZ


Her memlekete gidişimde, Cizre terminalinde, otobüsten indikten sonra "Mezarlıkla terminal arasında kalmıştık" diye şiire giren bariton iç sesimin şiiri bir sigara kağıdı ve bir tutam tütünü tutuşturur ciğerime.  "Duvarından çalınmış taşları, kendi  göğünden kovulmuş kuşların" derken soprano olur o ses ve alır süpürür kafandaki bütün tozları, Mem ile Zîn' in yanından geçerken Dörtyola doğru; dört nara dört çıra yakar dörtnala koşturan atlılarıma..



Serim su perisi çöllerde
yerim dağların en ağrısı
işte tam da burada bir çiçek öremezsiniz
nice sıcağı eritir karları ..

            İşte tam orada başlar koşmaya içimdeki tandırın kızarmış sert toprağında o baritona yakın tenor ses ve sadece  "taş" kalır  devamında şiirin. İdil e gidiş tam da burada başlar hıçkırmaya.
            Her taşın bir adı var buralarda. Buralar? Buralar işte. Haritada elinizi koyduğunuz en kuyu yer. Burada küme küme gördüğünüz bu  taşlar, rastgele gelmiş, buralara konmuş kuşlar değillerdir, bilemeyebilirsiniz. Eminim, Cizre'den çıkıştan  itibaren İdil'e doğru geçtiğiniz her rampada, siz de, "Taş ve toprak burada kavuşmuştur birbirlerine." diye içinizden geçirirsiniz ya da gocunmadan dersiniz.

Sazına yeni sızılar arıyorken
ellinci  cildin arasında saklanıyor ses
yıllıklarında Spinoza'nın
bu tütün var ya bu tütün
hepsini biliyor
dumanlarını bütün dilsiz kuşların

            En dik rampasının ardından, son iç çekiş ile  görünürdü gözlerine eskiden İdil. Kaya-gibi tok ve kara  bir ses heyecanla giriverirdi şiire, İçindeki diğer bütün seslerin karnı acıkıp;  susmadan önce.
Burada taşlar herkese konuşmazlar. Dillerini bilenleri bilirler. Yirmi sekiz  kilometreden bile tanırlar onların iç seslerinin silüetlerini..

Dünyadaki bütün kuşlar ve taşlar üzerine yemin ederim
Aragon sadece bir tutam sistir gözlerinde Elsa'nın..


            İçimin sesi tenore di forza*  değil artık. tenore di grazia dır.  İdile her gidişimde taşlar biraz daha kuşlaşır içimin dalları arasında. Annemin tandırı gibi, hep halis buğday ekmeği, hep pırpır..
"Kal-u beladan beridir." Ne olduğunu tam bilmiyorum ama ne zaman İdil'de Mexelêye insem; taşlar böyle fısıldıyor susuzluğumdaki sesin kulağına. Mağaralar en içlileridir, taşların, en dertlileri..
sormak isterdim o kayaların içini oyan kişilere, "orada ne gördünüz" ...
           


kırış- kırış yüzlerinde
bağların bağlama sesini duyarsınız
taşın ve toprağın evlendiği yerde
asmalar  Süryanice hıçkırır ağıtlarını
gözlerinin turnaları göç etmiş çocukların ağzında


            Ne zaman ayrılsam"toprağın ve taşın çocukları"ndan, içimin sesi hep Lirik ve Spinto kalır. Çiyayê sipi ye karşı kapkara kalır esmerliğim. Dışım zaten  "iki dükkan bir çarşı"..

Başımın üstü hep ıslak
altı bir dut ağacı gölgesi
çünkü ben
elli mezarda yaşadım.

(Ne olur, bu gün bana " Ayaklarının geçtiği o kaldırım taşlarının üstünde çocuklarların kanı ıslıkları kadar ıslakken sen kalkmış şiir yazıyorsun, taşlardan bahsediyorsun " demeyin...)

*Tenore di forza : lirik fakat güçlü tenor
*Tenore di grazia: zarif tenor, rossini tenor da denir
*Spinto:
parlak ama zorlanmış bir ton belirten


12 Aralık 2015 Cumartesi

Çİ HEYE Lİ DENGÊ SERABÊ?

Çİ HEYE Lİ DENGÊ SERABÊ?
Ji bo mijangên xwe neweşîne erdê, xetên enîya xelkekî hene yên hezar sal in li alîyê dûr dinêrin. Şemûgên du zimanî hene di dengê Serabê de, sibehan kesekî dî, êvaran xwebixwe. Ezmanek heye, quretîya êşên bingeha xwe a hezar sal in li ti deverê bi cih nebûyî. Şadîya zarokî ya jinên fêtok ên nûbinû dest bi bihîstina dengê xwe di nav dengên dî de dike. Destekî di nav du keviran de perçiqî heye li dengê Serabê. Mêrên ji bîrekê xerabtir. Tiştên gava Silêman çûyî bi xwe re birî an nebirî; Heskîfa tav li her devera wê bi giranî diçe ava; Wêneyên li camên zîndanan hatî xêzkirin; Dîjle heye ya fitlok xwe digihîne û diherike dilê Fatma Dîkmenê. Meraqa wî zaroyî ya li Xençepekê dixebite bi me re bi ingilîzî bipeyive, hewesa wê, berbiska li nav porê ya neqişî, dûrbûna me ya naye efûkirin heye ji wî zarokî .Hemû klamên Celal Güzelses yên nekarîye bi kurdî bixwîne hene di dengê Serabê de.Di dengê Serabê de ronîya heyvê heye, ewr heye, kund hene. Daristaneke keserkêş di ronîya heyvê de; mêrên nasname nîşe dikin bîst û çar seetan; Ji bilî çîyayan berfa li nivîne dibare...koçeberîyên xwar, dirêj ên ji xwelîya xwe bêtir ti bar neyî hene di dengê Serabê de. zarokên ji bavê xwe hê jixwebawer diaxivin; rika jîyînê a barê feqîrîyê siviktir dike; rupelên sansûrkirî ên  rojnameyekê; danezanên mirinê hene yên sor, yên kesk... Rû hene yên di dolmîşa bajarokekî, yên kîsên xwe veşartî li bin paldankê. Elîfbayeke nûbinû dest bi hevoksayîye dike heye di dengê Serabê de. Ew gazinc heye, a zimanê me nîşa me dike. Ç'îrokên bi xweşî dawî dibin, ên çekek tenê jî  tê de neyî. Barê dîrokê yê biêş; zivîrandina serê xwe; xweşkayîya xwe biqasî yê dî; rûmeta bi goşt û hestî bûyî; a mafdarîya me ya bêxeyalkirina me nîşa me dide; Du bedenên ji hev  dihelin; heza heqkirina  jîyînê; Pêşeroja wî mêrê li garaja Mêrdînê bi qepaxên gazozan xeyalan diefirîne  heye di dengê Serabê de...Fêl nîne. Dûrî nîne. Biçûkdîtin nîne. Ne qûfleye li derîyê ti kesî.  herîzêde naqoseke tenatîyê, a banga yê dî digihîne herkesan;girnûkek  li zêvîyên gênim; bêdengîya zarokên ji leşkerîyê  nû vegerîyayî heye li dengê Serabê mirîyên bêdemdîyar bi çengê xwe ve dike, çûyîna Erzîncanê a  rojekê bi ser Pilûmûrê re; Ji bilî sîyê ti ewr neyî, Rûyê biken heye  yê dibirûse di hinavê min de bi her çûyîna min a  Stenbolê. Xebata Tirkî ya dîya Kemal lê fêrkirî: Guhdarîya kurê min a Dergûş*ê ya bi fetilînê heye. erjenga tirsa dayika zaroyê xwe yê  sêheyvî  bi memikên xwe difetisîne heye; dîsa jî ne êş e xwedavenda wê; ne parezgeha tirsê. Dengê Serabê şîyarbûna xwezayê. Xemzevekirina  baranê ya  li tavê.... Çûyîna zarokên Surê ya dibistanê heye di dengê Serabê de.Ava tê vexwarin bi herareta xwîdanê heye. Tenê vekêşîna perdeyên di bin ronîya heyvê de destpêkirina bayê hênik; Ew efsûn heye ya me bi me bide hezkirin, ku destê me bi qencîyê li destên kesê dî bikeve... Ji fêmkirinê wêdetir.

17 Ekim 2015 Cumartesi

ZİMANÊ MALÊ, ZİMANÊ EDEBÎYATÊ û ŞEMBELOT



ZİMANÊ MALÊ,  ZİMANÊ  EDEBÎYATÊ û  ŞEMBELOT


Bi tirkî dinivîst;  Gotin; "Tu kurd î, çima bi tirkî dinivîse?"
Go: Zimanê kurdî têra edebîyateke baş nake. Hate rexnekirin.
Bi kurdî nivîst. Niha jî dibêjin; "Çima te bi kurdî nivîsîye?"

            Dara şembelotê 30 metroyan dirêj dibe û dikare 500 salan bijîye. Li pal û berwarên bi teht û axa biqûm  mezin dibe. darên wê hişk û qayîm in. Hewce ye  şembelot li ser êgir  heya biqelijê bipijin. Nexwe di qirika mirov de dimînin, naçin xwar.

            Berî niha min pirtûka  Suzan Samanci ya ji tirkî hatî wergerandin (Sîya Bêdengiyê.) xwendibû û gelekî ecibandibû. Nikarim "Ev jin û mêrê bi maskê"  ji hêla edebîyatê ve rexne bikim. Bi min ji milê hûnandin teşe, pevxistinê û vegotinê ve serkeftî ye.      
           
            Salixdana "Zimanê Malê" cihê xwe baş girtîye.


ZİMANÊ PERWEDEHÎYA WÊ NEYÎ DİBE ZİMANÊ EDEBÎYATÊ?

Dixwazim, em  ji bo gengêşîya vê pirsê li ser hin nîşeyên ji vê pirtûkê rawestin.


...,pêtiyên berfê wek pilpilokê li hawirdor dikirin.(12)
..û bi qîrînên xwe yê bêdeng re bi veşartokê dilîzim.(12)
bila dilê mirovan dil be, lihêva mirov bayê gur be! (13)
                                                             *bayê kur?
li rawestgeha tramwayê tu kesek tune bû(14)
Merdo kevirê xwe yên veşartî ji bin zimanê xwe derxistin*(16)
            kevirên
ez bêhnçiko bûm. xume xuma çemê Senê, bi êvarî re şer dikir(17)
Min di dil xwe de got(17)
emê hê pir li paş bimînin(18)
Bi dengê derî re ez veciniqîm(18)
Biqasî hilmek çixare me li hevdû pirsî(18)
Merdo çengên xwe dane ser çavê xwe(19)
cara ewil ku min ew dît zipî ziwa bû!(23)
çavên xwe kutan çavê baran(23)
û çivîkan xwe hawirdor dikirin(23)
bi pistînî nav û nûçikan hildidan(23)
, milê xwe hil kir (24)
ken ji min nedihat, min jî dil xwe de got, (24)
,tirsê em ji me distand.(25)
Baran ji derdora min nediqetiya, (25)
di siya gulên êvarê de du pilpilok havîrdor dikirin.(26)
kêzikên şevê dikirin çikînî, dara bindeqê dikir mişînî, (26)
Baranê ji nîşka ve ez hembêz kirim : (26) (*Baran nav e.)
Baran bi kenekî wekî yê zarokan; "De were em bi hev re bigrîn!" got.(26)

Xumîna qelebalixê di serê mirov de olan dida(27)
tiliya xwe li dora fincanê hawîrdor dikir û.. (28)
ji ber huzmê baranê çav bi çav nediket. Min bi çavine vala li barana delodîno û çarling mêze kir,(29)

Me êvarî komek hevalên vexwend xwarinê, li ber gola Lemanê restoraneke welatiyê xwe. Dema roj diçû ava em di qeraxê golê de meşîyan(30)
bi tevgera mêrekî nûjen alîkariya min dikir,(31)
lê Ferzende di bin kayê re av dibir. (31)
Min dixwest ji welêt re telefon bikim(39)
êvara ku bêdeng biketa hundir, min zanibû nava wî û Baran ne baş e(39)
Ez bêhtir hez ji qîzan dikim fena lawan, (43)
... em çûne ber çemê Rhonê, bi yek carê em di nava xumînê de winda bûn û xofê  xwe dirêjî dilê mirov dikir.
(46)
gelekî tê ser min (46)

got: "Xwedê bela min bide, ew roja reş!((47)
Bi rastî em mêr ji tiştek re nabin,(48)
"Tu zane her kes têkiliya we meraq dike û ji min dipirsin, dibêjin; "Nava wan çawa ye?"(48)
ku şansê min hebuya çima ez sêvî dimam!(49)
Xidiro awir ji Yadigarê dan û derket bexçe.(50)
Ez dizanim ji min nexweş e, ji ber ku ez tavîzan nadim lewma!(51)
got: "Ji te nexweş im!"(54)
lembê pêxist, hate ber serê Emîna hejand got: (60)
Emîna xwe binçiko dikir, bi lez û bez diçû malê dida hevdû, xwarin amade dikir, digot bila zimanê vî dînî li ser min dirêj nebe!(61)
Du hefte şûn de(70)
jinika berpirs (78)
jê re rojnameyên tirkî didan ser hev(78)
lazimatîyên xwe(78)
pêtiyê baranê diavêtin(79)
Ya rast a bixêr ew e ku te vê rêyê da ber xwe!(79)
Dilê Asya û Bektaş zîz bû(79)
Tu jineke qewîn î,(81)
Du re jineke ku navê wê Sara bû, (83)
,bela  xwe di min dide, (86)
di mêjîyê Tardo de ûr hebûye (87)
ku min motorsîklêt dît dilê min lêda,(88)
Çi rihekî jihevqetandî bû û her daîm, li ser tetîka ye, gava birayê xwe û xwîşkên xwe dibîne xwe yek car tiq dikir, bigiranî di cihê xwe de nedisekinî;(89)
min gelekî hez ji çavên wî yên kil dikir, (90)
li pîyan hişke ling disekinî û(94)
wele ez îşê xwe ji şens re nahêlim(100-101)
Min ji bo wî dev mamostetiyê berda,(106)


16 Nisan 2015 Perşembe

ŞÎVERA ŞKESTÎ



Bİ BEZEKÊ ÇÛME ROJÊN BERÊ Û HATİM

ŞÎVERA ŞKESTÎ

 Hê li hevîya zayîna payizê nemayî miribû  wê salê havîn. Dara gûzê beravêt ji xemgînîya xwe. Payîza dizê havînê jî şaşwaz bû. Hişê wî tevûlev bû. Rez xera kirin bêdem û bê'êman
(12)

GÛZA DÛRÎYAN

Kêtin êgir her sê zîpên sê zîpan jî wê biharê
Te xera kir rezên min bê'eman û bêdem
(99)

"Aş  ji dur ve dişibîya jineke porgewez a ciwan û bedew ya bi destên darên gûzê yên demsalan xwe lêpêçayî û lûleya tifinga ji bejna xwe mestir avêtî ser milan."
(112)

"Stirî nas in dawîyadawî
Heke gul biderizîne dijwar xwînî dike"



Bi xwelîyê re dikenî li êgir digirîya.


Bi qewlê min "Ağaç Kürtleri"



Aklı bir üzüm havada, bir salkım uzak duruyor benden. iki budanmış dalın ucu gibi akıyor gözlerinin beyazı. Üstlerinde bir boğum buğu ovallenmiş, çerçevelenmiş kırık cam kirliliğinin giriliği.

Ötesi kılcal düş atıkları, görülmüyor. Salya sümük ağlayan ağacın dilini dişleyen elmalarını temizliyordur içinden kimbilir? içimdeki ses dışımdaki sese "Ben bir ağaç kürdüyüm" diye seslendiğinde bakabildim adamın yüzüne.  Ceviz gibi sünmüştü dudaklarının üstü ıslak deri ölüsü, ceviz sarısı altı  örtülü vişne çürüğü. Geçenlerde bir markette gözüme ilişen o turuncu kahve kupası geldi aklıma. Üstünde "Daha çok sen" yazılı Cafe Crown kupası. dudaklarını yanlara büzerek gülümsedi bana. İçim bi hoş "Koş iki kupa kahve  kap gel diyor üzümsüyorum dudaklarımı. Ona bir ağaç kürdü olduğumu belli etmemeliyim.. Buğularında sisleri  kurumuş gözlerimin fitilleri yandı. Ben bir ağaç kürdüyüm, ayna olmadan da yüzümün yaprak yaprak düştüğünü görebilirim...

30 Mart 2015 Pazartesi

BEDİRHAN

BEDİRXAN

Niha jî hin Xelef in û hin "Ezdînşêr" in û Mîrê Botanê ne.
û li "Keleha Ewrexê" Bedirxanên ne bûne mîr....

Û Cizrespor bûye şampîyon! Qiyamet e li kolanên Cizîra Botîyan...

Gelo li Cizîrê BEDÎRHAN tê xwendin?
Çend pirtûkên kurdî tên xwendin?


Romana İlhami Sidar ya bi navê "BEDİRHAN"

Hewce ye hemû kurd, asûrî, keldanî  bixwînin. Kedeke mezin û hêja ye. Ji gelek klasîkên dinyayê ne kêmtir e.
"Gava tarî xwe bêdeng bi paş ve vedikêşa û cihê xwe ji ronakîya bersibehê re dihişt, Cizîr bi mexmûrîya jibermayîya şeveke tarî, mazûvanîya şkestekên xewnan dikir; li ezmanê ji rûpişta zîvî xermişî stêrk xwe vedikêşan tenatîyên xwe yên biserêxwemayî. Li hewayê svikîya xwenegirtina danûstandina henasêyan, di nav vê bêdengîya hûrik- hûrik de  belavbûna senfonîyeke bêheval... Dijle ji milekî ve sûrhên qesrê dialîse û bi xûmxûma xwe diherike, ji milê dî ve,  Çiyayê Cudî yê dişibe hûtê pala xwe dayî ezmên asoya Birca Belek werdigire."
(r.15-werger)


Min xwest vê helbestê û wergera wê nîşe bikim.

Ez çi bêjim çi beyan kim
Mexfeyetan ez eyan kim
Sirê dilê eşkere kim
Kes bi halê min nezan

Çendê bêjim sir û halan
Ah ji destê çavxezalan
Her dinalim mah û salan
Kes bi halê min nezan

Mah û salan ez dinalim
Şev û roj talib wisal im
Aşiqê bejna şepal im
Kes bi halê min nezan

Ne söylesem, ne diyem
Şol halim kime diyem
Gönül sırrım nere dökem
Halimden kimse bilmez

Halim daha nice diyem
Çeşm-i ahuzar elinden
Günbegün hep inlerim
Halimden kimse bilmez


Günbegün hep inlerim
Dün ü gün yâr dilerim
Bir selvi boya vurgunum
Halimden kimse bilmez

(261)



Gelo?
*Çavên min li qesra Elodîno gerîyan. (Nizanim çi elaqa "Ali" bi Elodîn re hebû)
* Niha jî "Xelef" hene, "Mîr" hene û  Bedirxan hene û helbet "Ezdînşêr"
*Di gelek stranên M.Arif de "Meryema file" dibûre, gelo elaqeya wê bi vê Meryemê re heye?
*Straneke M.Arif yeke dî heye, "Krîstîn"?



26 Şubat 2015 Perşembe

Bêcihbûn û bêwarbûna zimên

Rüyası bölünenler
Yavuz ekinci
DK yayınları

                                                 Bêcihbûn û bêwarbûna zimên


            "Kendimi bir an şehirlerarası terminalde unutulmuş, terk edilmiş bir bavul gibi hissettim."
RÜYASI BÖLÜNENLER(r.135)


"Kendimi sonradan diskotek haline getirilmiş bir huzurevinin tavanı arasında unutulan yaşlı bir adam gibi hissediyordum."ÖLÜ KELEBEKLERİN DANSI-HÜSNÜ ARKAN-s.14

            Roman bi vê hevokê diqede. " Min xwe  bi carekê  di hestîyara weke walîzekî li termînaleke nêvbajaran de dît." Roman bi hevekoke weke vê mînakê lê hê dirêjtir dest pê dike û bi dirûvandina "gibi" (weke) vegotin tê tîrkirin. Mînak:"kapıyı bir ölü gözü gibi açık bıraktı." (116)"Derî weke çavê miriyekî vekiri hişt."
            Bûyer û serpêhatîyên hestîyar yên balkêş û dilkêş yên ji bo ji  romanekê re bibin mijar gelek in. Tevdan û lêgerînên van mijaran ji bo romana kurdî kanîyeke mezin e. Raymond Queneau di pirtûka xwe ya bi navê "Banandinên teşeyê"(Exercises de Style) de  mînakên  çawa dikare çirokeke ji rêzê  bi not û neh teşeyê binivîse dide. Yavuz Ekincî jî  ji van karîbûnan teşeyeke nas ji xwe re hilbijartîye. Ez di vê pirtûkê de li bandor û şopên wêjeya  zanyarên postmodern û bêtir yên di teorîyê de wêjeya major lê di kirdarîyê de jî wêjeya mînor bi kar tînin(Wêjeya manor*) gerîyam.
            Major biwêjeke rengdêr e. Bêtir di wateya "mezin", "grîng" de tê pêşberê me. Bi kurtasî gava mirov b'bêje "wêjeya major" "Wêjeya erka kolonyalist","wêjeya postkolonyalîst" e.
            Ji hûnera muzîkê jî em dizanin: Her newayeke mînor xizmê newayeke major e. Ji ber vê jî her wêjeya major xwedîyê wêjeyên mînor in jî. Wêjeya mînor ne ji bo  wêjeya zimanekî, bêtir , kesên ji kêmcivakî yên  wêjeya xwe  bi zimanê major dikin tê gotin.
            Mînak: Kurdek bi tirkî romaneke binivîse ev kar "wêjeya mînor" e.
 Ji bo destûra bikaranîna zimanê wan nîne, gel û civakên zimanê wan asîmile dibin, serê xwe nizm dikin ji xala destpêka vê rêyê derdikevin rê. Ev teorîya  wateya wê "xwe bi  zimanekî din afirandin" a pêşkêşîya wê Kafka kirî di nav gelê kurd e firavan û sereke ye.
            Di bikaranîna vê teorîyê de her tişt sîyasîne û qîmeteke wan a hevpar heye.

Em li mînaka xwe vegerin:
            Yavuz Ekincî zanyarekî zanista zimên û wêjeya tirkî ye Batmanî ye û nivîskarekî serkeftî ye.

            Wagenbach gotîye: Peyv weke efendîyan bandora xwe didomîne û ji welidana nîgaşê re rasbirast jêderkîyê dike.   
Serkeftina kurdan a di wêjeya tirkî de ne bêsedem e. H. Vidal Sphiha, “Introduction à l’ètude de l’instensif”, Langages. (destpêka hûrnêrîna tîrkirinê) de dibêje: Zimanê mînor zimanê tîr bi pêş dixe û diperisîne. Di van mijarên li jêr de zimên tîr dike
1- Bikaranîna daçekan yên nerast
2- Bikaranîna cînavan yên pirole
3- Bikaranîna lêkerên li hemu deran kêrî karekî werin
4- Pirbûna hokeran û li pey hev rêxistin
5- Bikaranîna berwateyên êşê dihewênin
6- Grîngîya kirpandinê bi vekêşana navpeyvê kirin
7-Belavbûna di navahengîya dengdar û nedengdaran de

Perisandina zimanê tîr  ya di navbera zimanê kurdî û tirkî de ji mijarên jor cê ne û dive hûrnêrînek û lêkolîneke baş li wan were kirin.

Mînak: 1
            "Daha önce yaptığım gibi yine sustum, suskunluk yemini etmiş bir rahip gibi hep sustum. Ben sustukça içimdeki öfke ve kızgınlık, zamanla bir irinin eti çürütmesi gibi, ruhumu, bedenimi, beynimi, kalbimi çürüttü."(16)

Mînak: 2
            "Yatakta uyuyan birinin uykusunu izler gibi buzdolabının sesini ve titreyişini dinledim. Saatlerce uyuması seyredilen birinin yanına sokulur gibi yere oturup sırtımı buzdolabına dayadım. Biraz daha sokulunca önce buzdolabının sesini, sonra da titreyişini hissettim. Arkadan biri bana sıkı sıkı sarılmış gibi sırtımda kalp atışlarını, titreyişlerini ve sıcaklığını hisserderek uyuyakaldım."(19)

"Acı veren hatıraları uzaklaştırmaya çalışır gibi gözlerini bir iki kez açıp kapadı. Gözlerinden süzülen bir iki yaş damlasını kalın parmağıyla sildi. Ardından, azap dolu günlerin gölgesi düşmüş gibi sert, keskin ve hesap soran bakışlarını gözlerime dikti. kalbim titredi, zayıf gören gözleriyle içimden geçenleri okuyabileceğinden korktum. Hacı Zübeyir'in yüzü aniden çöken bir gece gibi karardı. Odaya ansızın çöken bu sessizlik kuşatmasını hiç beklemiyordum. Suskunluğundaki nefret ve öfke, ateşin alevleri gibi yüzümü yalıyordu. Hacı Zübeyir çoktan anı olmuş bir şeyi hatırlar gibi fotoğrafa baktı"(45)

"Terkedilmiş gibiydim. Kış güneşi bütün yorgunluğuyla bastonuna dayanan bir yaşlı gibi dizleri titreyerek dağların ardına çaresiz çekilirken, gece sırtında karanlık peleriniyle dörtnala koşan bir atlı gibi üzerime geliyordu. Gecenin sırtına attığı pelerin, kara bir çarşaf gibi başı gökyüzüne yükselen dağları bir ceset gibi yol kenarına atılan şehirleri, bir bıçak yarası gibi açılmış derin vadileri, başı ezilmiş bir yılan gibi kıvrılan daracık yolları, ölü ağzı gibi kapıları sıkı sıkı kapanan evleri ve bu topraklarda sonsuza dek kaybolmuş binlerce hayatın üstünü örtüyordu."(88)

"O gün kapıyı açmamla kardeşimin sırtlan gibi üzerime saldırmasını ve babamın sinek kovar gibi beni odadan kovmasını anımsadım. O günün kırgınlığı gırtlağıma saplanmış bir balık kılçığı  gibi beni rahatsız ediyordu.(131)

Hin balkêşîyên di nivîsara romanê de:
"Gerillalar televizyonun karşısında oturmuş, galatasaray-Fenerbahçe maçını izliyorlardı."(109)
"Hebun ve karakol komutanı anlaştılar ve maç boyunca kısmi atelkes ilan edildi."(110)

Hin peyvên kurdî di romanê de dibûrin. Balkêş e hin ji wan rast hatine nivîsîn "mala mêvanan", hin jî çewt hatine nivîsîn "Şehid namirin" û hin ji wan jî gelekî çewt hatine bikaranîn. ("hewal" ,"serxobun") Bi piranî peyva "Hewal" li gelek deveran dibûre. Mirov sedema wê  û çimaya wê ji xwe diperse; "Gelo sedema nivîskarekî kurdî dizane û berî niha pirtûka wî bi kurdî hatîye wergerandin çi ye? heval dike hewal?"

Öğretmen olmazsa kimse beni oynatmazdı, çünkü hemen yanıyordum.(79)

Lêkera şewitînê a li vir bi wateya kesekî di leyisekê de  ji leyistkê derdikevê tê bikaranîn
û ev bikaranîn li kurdîstanê  di cihê "ebelenme- sobelenme" ye.
           
*Ev nivîs ne rexne ye. Hin nîşe ne.


26 Ocak 2015 Pazartesi

LAWJE Lİ FARQÎNÊ-CENNET BİLEK





NE ROMAN... SERPÊHATÎ
HEZKİRİN Û DİLDARÎYEKE XWİRT  A JİNEKE TİRK 

            Piştî sala 1980 yî pirtûk dihatin veşartin û bi nepenî dihatin xwendin.. Li bajara Eskîşehîrê xortekî Nisêbînî Ji bo wan veşêre çend pirtûkan didiyê û grêk li  serê taya çîrokê dikeve. Kesê temenê wî ji 35 an biçûk ma dikare vê dema tarî û tevûlev  fêm bike û bizane? Ne bawer im. Navek lê dibe. "Gula Japonê." û bûyera dilketinê bi rê dikeve.
            Jin ji wê demê û pê de çi bûrandibin bi dilsozîyeke xwerû vedibêje.

ÇÎROKA SERKEFTİNA XORTEKÎ KURD

            Çîroka wî zarokê ji gundê Dalê, wî zarokê feqîr û di neyînîyê de dîsa ji devê wî dixwînin û serkarê gelhê "Fethî bey" jî  ji wî dinasin. Rewşa xwendekarên zanîngehan yên dema 1970-80 yî û rojeva wê demê jî.  Di çi şert û mercan de dixwendin niha bi me dide fêmkirin û nîşa me dide.

EŞQ Dİ COYA XWEZAYA XWE DE DİHERİKE

            Nivîsandina serpêhatîyên eşq û evînê li hemû derê dişibin hev. Hêst li her derê û her kesî  hêman hêst e. Û avakirina hêlînê....

REWŞ Û BÛYERÊN WÊ DEMÊ YÊN Bİ DU ÇAVÊN XWE YÊ ŞÎN DİBÎNİN Jİ PÊNİVÎSKÊ DİHERİKE

Lİ FARQÎNÊ...

ŞEHMUS AKİNCİ
            Di pirtûkê de navê ŞEHMUS AKİNCİ dibînim. Belê, ji berî herê Ferqînê min li Hezexê dîtibû û qederekê em li ser hal û rewşa dinyayê axifîbûn. Piştî kuştina wî ez jî weke gelek Hezexîyan li ber vî mirovê Nisêbînî yê canocanî û dilsoz ketibûm..

            "..İdil ilçesinden bir kaç ay önce Silvan'a tayin yaptıran sağlık memuru Şehmus, eşinin kolları arasında, kaymakamlık binasının karşısında, yüzlerce insanın gözü önünde beynine sıkılan tek kurşunla katledilmişti
            Şehmus sedyede cansız yatıyor, ensesinden su gibi kan akıyor, nabız, solunum alamıyordu."(208)

VEDAT AYDIN

            Wê demê min nû dest bi mamostetîyê kiribû. Nûçeyên wê demê li ber çavên min diçin û tên.
Mirov gelek tiştan çiqa zû  ji bîr dike.. pirtûk wan rojên dijwar bi çavên jineke tirk dipêlikîne û li bîra me vedigerîne. Wê deme ne li welêt bûm lê car cara diçûm û rewşeke nebaş li wir hebû. Min bixwe jî gelek caran hêsta sermaya lûleya demancan li stûyê xwe  hêstandiye.





CİHÊ AGİR PÊ DİKEVE NE BİQASÎ CİHÊ BERİKÊ BİÇÛK E


            Ceryan bi carekê hate birîn. Hemû tişt kete taristanê de. Xort dest bi bezînê kirin.  Bi kû de û ji bo çi bazdidin ev?

            "Emîn! Emîn! Zû b'be Emîn!"

            Emin li erdê dirêjkirî ye

            "Ma tu min nabihîze, ka rabe canê min! Emîn ka rabe! Çima tu bersivê nade!"

            Destên xwe lê dipêlînim. lept pê nakeve û deng û pêjinê nade. Reş e tiştekî jî nabînim.(278)
....


MİROV DİÇİN LÊ EVÎN Û DİLDARÎ Bİ TU DEVERAN VE NAÇE

            Ji rûpela 278 an pê ve êdî çav şil dibin.. Yên min şilopilo bûn..


            Nivîskar serpêhatîyên xwe, tiştên bi herdu çavên xwe yên şîn dîtin nivîstine. Em jî ji pênivîska wê nêrina miroveke tirk ya erdnîgarîya me, ya çanda me û kêmasî û zêdebûnên li derdora me qewimine li ber çavên xwe dibînin. Mîna neynikekê rûyên xwe lê temaşe dikin. Çi dîtibe ew... Bi zimanê xwe..
            Pirtûk nîşeyên pelike ne ...Ez bixwe li wê demê jîyîme û bi wan bûyeran dizanim. Divêtî ye kesên me yên temenê wan bin 35 an yên wê demê nizanin van serpêhatîyên qewimîn bixwînin.
            Ka jineke tirk a dildarîya kurdekî-kurdekî welatparêz, niştimanperwer- bi çi serpêhatîyan rûbirû bûye...

23 Ocak 2015 Cuma

JAR LÊ SERMEST


JAR LÊ SERMEST
Lokman Ayabe
Weşanxaneya Belkî

NE KÊM NE ZÊDE

Roman ne tenê  ji bo xwendinê ne.
            Bûyêra wê ji şemîyê heya çarşemê û nivîsandina wê di 13 rojan de, helbet xwendina wê jî di rojekê de vê biqede. Erê, di rojekê de hate xwendin. Bi her awayî romaneke ne kêm û ne zêde. Weke qehweya em vedixwin; qehweya wê, şekirê wê, şîrê wê û pijandina wê ne kêm û ne zêde. Hemû tişt di pîvoka hewce de.
            Hûnandina mijarê, pevgrêdana bûyerê û vegotin û teşe tev, ne kêm ne zêde ne. Nivîskar tenê bûyerê vêdibêje û weke xwe, bi zimanê xwe û dide xwendin. Pêşîya vê pirtûkê
min "Gramera Bêhizûr" xwendibû. Herdûyan didenim ber hev.
1-Nivîskar çiqas peyvên dizanê û icadkirî/bihîstî xistiye nava hevokan de û xwestîye kesê bixwîne bêje "Waweylê kurdîya nivîskar çiqa xwirt e." 2-Nivîskar kîjan peyv hewceyî mijare bûbe ew bi kar anîye.
1-Nivîskar devok û  zaravayên ji qafkasya heya behdînanê yên herderê dinyayê tevûlev kiriye. (di hevpeyvîna xwe de jî dibêje) Binasî/Mantelîya wî; ji ber ku hemû xwendekar, bila herema xwe tê de bibîne.(hevpeyvînê de dibêje) Mînak; Dolmiş ji Hezexê diçe gûndê asûrîyan, siwarên dolmişê bi devoka serhedê diaxive. 2- ji sêrî heya dawîye nivîskar devok û zeraveya herema xwe bi kar aniye(Dêrik) Mînak: raweyên fermanî hemû; biç,  her, wer, rab û hwd.

            Roman bi hemû awayan ne kêmî "Ezê yekî bikûjim" a Firat cewerî ye. Em dikarin bixin mêzînê de û bipîvin jî.
            Bi kurtasî min eciband. Çapa yekem ya 2004 a ye. Çawa ev roman di 10 salan de hê bi çapa yekem maye fêm nakim.
            Mijar xwerû ye. Weke hin nivîskarên me yê din welat, azadî, şoreş û nizamçi jî tevlî mijarê nekirîye. Dibe hê em kurd hê ji bo mijarên têkilîyên  hevzayendî ne amade bin jî mijar ne kiriye tirşik. (xweska têkilîya Jar û Sermest- bi texmîna min îronî ye- hê nepenîtir bihişta û xwendekar tenê texmîn bikira)
            Jixwe îronî, xaze,hema û venîgaşa di navê romanê de"Jar lê sermest" xwirtbûna zimanê wêjeya nivîskar dide me. 

1- Fêm nakim;  Gava kiryarker nedîyar be çima herdû zayenda bi kar tînin? Bikin pirjimar çêtir e. (ev rewş tenê di zimanê kurdî de tê bikaranîn û dijî xwezaya kurdî ye.)
            ew kesê/kesa pê re peyivîya yekî/a û nenas bûya aciztir dibû.(66)
2- Ez te nerehet nekim(18)
3- Min nikarîbû tu bikuşta(29)
4- Tu xweş raket?(32)
5- Li gel(36)
6- Garson: We yê çi bixwara, çi vexwara?(80)
                        (Çima dema borîya nizamçi tê bikaranîn fêm nakim/di tirkî de jî)
7- Gemardank(69)
8- Ji min re çi.(67)
9- Garson hat û piyalên vala ji ser maseya wan dan hev.(80)
10- hayê min jê heye(116)

11- Li ber deriyê meyxaneyekê hilma xwe vekirin(118)

13 Ocak 2015 Salı

KARMELEĞİ


Geçen ay cezaevindeki arkadaşlarıma üç ayrı kolide kitaplar yollamıştım. Bunlardan ikisi "İlgili adreste böyle bir kişi bulunamamıştır" gerekçesiyle geri geldi. Doğrusu daha fazla kitap yollayayım diye D&R mağazasıın indirimli reyonundan çokta özenerek seçmediğim; tamamiyle isimlerinin cazibesinden etkilenerek aldığım için kendime kızdım ve üzüldüm. Bir süre mutfaktaki masanın üzerinde kaldıktan sonra içlerinden en ince olanını içeriğine bakmak üzre elime aldığımda, bitirmeyene kadar elimden düşürmeyeceğimi hiç düşünmemiştim. Çıktığımdan beri, cezaevinde olduğum dönemdeki gibi kitap okuyamıyorum, hatta elime aldığım bir çok kitaptan birkaç sayfa okuduktan sonra sıkılıp rafa koyduğumu biliyorum. Bu gün son son öyküsünü okuduktan sonra, sıcağı sıcağına bu yazıyı yazmaya karar verdim ve yazıyorum. BİR ÖYKÜ KİTABI OKUMANIN ÖYKÜSÜ Eğer ki arkadaşlarım hükümlü olmazsa idiler; hatta hükümleri müebbet olmaya idi sevinçten uçacağım bu bilgi notuna hiç şaşırmadım. Cezaevlerini bilen, koğuşlardaki insanlar bir koliyi ve/veya bir mektubu nasıl zamanın boynuna ip çekerek beklediklerini; devletten maaaş alarak mesai yapanların da bu koliler ve mektuplara külfet diye nasıl ifrit olduklarını bilir. Bu yüzden ilk işim bu arkadaşlarımın ailelerini arayarak cezaevi değişikliği olup olmadığını öğrenmek oldu. Anladım ki bu kolileri vermemeleri tamamiyle keyfiyetten kaynaklanmış. Hayatın ta içinden ve en kıyısından kısa öyküler. Kiminde insanı yutkunduran, kiminde gözleri buğulandıran ve hatta kimi öyküde de insanın gözünün turnasına tuzlu ıslak inciler dolduran ondört kısa öykü. Eveleme-geveleme yok. Yorumu kendi ve okuya okuya yapıyor insan. Yazar üstene düşeni fazlasıyla yapmış; öykünmüş. Kelimeler seçilirken, cümleler inşa edilirken ve paragraflarda kurgulamalar hep dozajında. Söze patinaj yaptırıp ışığı kısmıyor ve insanı kasmıyor. Ne bileyim; sözü beyaz taklacı bir güvercine dönüştürüp havalandırmıyor ve dikkati öyküden o takla atan güvercinin üzerine çekmiyor. Kısaca ne kendini ne de okuru yoruyor. KARMELEĞİ
Özlem N. Yılmaz Ona türkçenin Angela Carter'ı deniyor. Hani 1941 yılında doğup; 1992 yılında veriminin doruğunda vefat eden çağdaş İngiliz kadın yazarlarının en önemlilerinden olan. . Ne feminist; ne de marksist ne de başka bir akımın içine konulmak istememiş olmasına rağmen, yine de akademisyenlerin bunu yapmasını engelleyemeyen.Marjinalliği postmoderniteye büründürerek merkezileştiren, fanteziden yola çıkarak kadın vücudunun ve kadın kimliğinin nasıl ‘öteki’ konumuna ve bir obje haline getirildiğini, kadın kimliğinin yine nasıl ‘öteki’ olarak görülüp gayri-meşru konumuna getirildiğini parodileşrirerek kullanan yazar" deniyor onun için. Bunları bilemiyorum. Doğrusu Angela Carter'ı okuduğumu da söyleyemem. Ancak; okuduğum kısa öykülere bakarak, yazarın bu öykü kitabında hem içeriğinde hem de bitişlerinde okuyucuya derin ufuklarda uzun parantezler açma fırsatı verdiğinin dikkatimi çektiğini söyleyebilirim. Bazı insanlar meyve sularını sulandırılmış, bazı insanlarda konsantresini tercih ederler. Türkçe de "kıvam" ben de ise karşılığ meyveyi posasıyla yerken ağızda oluşan sululuğun ta kendisi olan tadındalılıktaki başarıyı iyi yakaladığını duyumsattırıyor ve bunu oldukça doğal yolla yaptığı ilgimi çekiyor. Mesela "Tatvan'ın Bitlis'în ilçesi olduğunu öğrendim." diyor. "Nasıl yani?" diyorum. "Tatvan Van 'ın ilçesi değilmi?" Kesitler hayattan/gündemden Manolyalar çiçekçiden Her çıplaklıktan da bir öykü çıkarılabilir mi ya da her öyküden bir çıplaklık? Öykü: Yaşamdan bir kesiti şifreleyip kilitlemek ve açması için de okuyucuya birkaç ipucu veya bir maymuncuk vermek midir? Bu kitapta yazar "Evet!" dedirtiyor işte. "Bu kadar basit" -Bütün çığlıklar delidir? -Evet! Sadece yaralı çiçekler ağıt yakabilirler. -İdil? -İçten ve saf aşk. -Küçük ve şairane resim. -Aşkla ilgili köy ve kır yaşantısını anlatan kısa şiir türü. - Fazla rastlanmayan bir bayan ismi -Cennet'in kapisi anlaminda bir bayan adi. - Almanca, fransızca ve ingilizce gibi pek çok çeşitli batı dilinde ve bir takım bazı dünya dillerinde yer alan, çok anlamlı bir kelimedir... kimi dillerde sessiz sakin, ama her an eyleme hazır bir eylem insanı, hatta milis anlamına gelirken, bazı başka dillerde güzel kokulu, insanın unutamadığı anlamına gelmektedir... urdu dilinde teke olmakla birlikte anlamı, bu tamamı ile bir tesadüften ibarettir... slav dillerinde bir elf gibi yavaş çekim hareket eden, estetik demek iken rusçada idil sakar, hatta iki sol ayağı olan demektir... dilimizde bilinen anlamları arasında şiir gibi zevkle okunan, akıldan çıkmayan ile özlemini duyana cennetin kapılarını aralayan melek anlamlarını taşır... - dilimize yunanca'dan girmiştir. gerçek, samimi ve saf aşk anlamına da gelir. - Rusçası Volga olan bir akarsu - şırnakın bir ilçesi.. Oysa bana sorsalar; "öyküdeki çiçeklerin ağıdırır İdil" Yazar "Sabah güneşi sokulgan bir kedinin pembe dili gibi gezindi yanağında." gibi küçük bir çocuğun hayal gücüne dokunabilecek kıvamda imgelelemeler de yapıyor. Arka Kapakta " Uyarıyoruz: Ne keten ne de pamuk helva bu öyküler!" deniyor. Yazana katılmıyorum. Hem pamuk helvayı basite indirgeyemem ve hem de çokta sevdiğimi biliyorum. Ben uyarırsam "Kalem- kağıt alın yanınıza" derim. Her öyküyü okuduktan sonra yazacağınız bir cümle hayata bakışınızı ve/veya hayatınızın akışını değiştirebilir.

BÊHİZÛRÎYA ROMANÊ







HERRRRRREEE!

"__Dibê, xatûnê petêxek neqand ji nava petêxan û serê kêrê xiste zikê petêxê û ew kir anegorî
terikê qantirî bikaribe tê re derbas bike û qewart. Dibê, çû petêx di terikê qantirî re derbas kir, terik ji yê rep bûyî, ji bona gava ku ewkê bikin, terikê qantirî ewka wê neçirîne û nedirîne. Dibe, Xatûn çû ket binê qantir, dawa xwe hilda û xwe belot kir. De îda qantir e, heywanê xwedê dê çi ket?! Dibê, de bi çend derban çû hat, çû hat,çû hat..."( r.56)

PİRS: Kesekî terikê qantiran bi çavên xwe dîtî heye gelo?
            *Rêzimana li vir hatî bikaranîn jî balkêş e
            Di nav nivîskarên kurdên bakur de baweriya min bi Şener Ozmen gelekî heye(bû).
Min digo vê rojekê romaneke wilo binivîse îja vê dinyayê bihejîne. Di vê pirtûkê de li gelek deveran xwirtbûna zimanê xwe didê xwîyayî û edebîyatê bi dasa peyvan didirûye, lê li gelek deveran jî dasê li kêvir dixe û dihêle. Xwirtbûna xwe bêtir bi mantalîta "Ez çawa bixwazim dikarim wilo binivîsim." û hê bêtir " Ez dikarim binivîsim". Ev kitêb li gora zanistiyê
roman e an tişteke dî ye nizanim. Gelo dewlemendîya wêjeyîya nivîsarê bi xweşikbûn û xwirtbûna nivîskar û rêstina zimanê wî xwe didê xwîyayî an bi hestbariyên dil dibişkivînê?

NESÎM
 Di vê beşê de nivîskar ji bilî mijarê xwirtbûna zimên raxistîye. Bi gotineke dî; Derzî bi tê ve kiriye. Bikêf tê xwendin.(Mirov aciz nake.)
Pehnîyên solên wê yê spîsor ên ji çermê ajaleke neslê wê li ber nemanê(85)
cizdankê xwe yê keskî tarî yê ji çermê ajaleke neslê wê li ber nemanê(91)
*werger e?çend caran  tê barekirin?
1-
"Ji qatê duduyan"(87)
*qatê-qata?
2-
"xwedê bextê te spî bike."(97)
*Werger e?
3-
"Qîzikê got û ez keremî hundir kirim."(100)
*werger e? bi kurdî ye?(zimanê kurdî çiqasî oryantal e.)
4-
Qehweya min sikîsar bû.(103)
*sikîsar? sipûsar?
5-
Ji kerema xwe re (li gelek deveran dibûre-102)
*Ji kerema xwe?
6-
jinikeke ji wê komê li hev qelibîn(104)
*qelibîn?
7-
Hişkobiringo bûbûn(105)
*? hişkûhola
8-
Ez wiha hest pê dikim(113)
*werger e?
9-
"Hem ji bo ku ku di wan çend rojên cejnê de.."
*ku ku?
10
"Dotxal"(115-li gelek deverên dî)
*?
11-
Bosna û Besna(124)
*Di pirtûkê de mijara herî baş li vê de rê ye.
12-
"û çi xweliyê bi serê xwe dakim."(129)
*dakim?


Nin im(141)

ÖZCAN
1-
"bi dû re dîsa zîvirî ser min û got."(148)
* Rehma xwedê li Mele Xizo be:-) Kesekî nû li kurdî hîn bibe wiha dibêje.
2-
Got Sinco û zîvirî ser min.(159)
*:-)
3-
Her ku dûva xwe vehejand û bi vir û wir de vepengizî, wê bi têra du şevan xewn û berxewn dane ber destê min ...(165)
*dûva xwe an dûvê xwe(zayend)
4-
Got Nazim û vegerîya ser min.(172)
*:-)

arîkarî,alîkarî,harîkarî. her sê jî tên bikaranîn.

1- KU
            Gava ez pirtûkekê dixwînim pêşî li çend rûpelan bikaranîna "Ku" ya gihanek dihejmêrim. Ev pîvoka min a ji bo zanyarîya zimanê nivîskar ka çiqasî di xwezaya zimên de ye nîşa min dike ye.
            Di rûpeleke ji 26 rêzika pêkhatî de 16  caran "KU" ya gihanek dibûre.(r.10) di hin rûpelên dî de hin bêtir. Bi hejmareke nîvekî di rûpelekê de 10 "Ku" di 216 rûpelan de dike 2160 "ku" Bi hejmara min hewceyî bi nîvê van "ku"  ya  nîne.



1-
Bozo û Gulê gelek caran di paşila hev de radikevin û Gulê tim car ji berîya qewlê xwe di xew re diçe û di xewa xwe de jî ji pesnan xeber dide.(r.11)
*tim car? *ji pesnan xeber dide?
2-
Zilam, wekî ku berîya hingê bi kêlîkekê dîtî bawer nekiribe, berê fenerê, renge ku bo cara dawî dide hundirê bermîla ku, li gorî wî, divîya bêtir av tê de hebûya.(r.11)
*piştî gihaneka "ku" bihnok?
*Hevok gelekî tevûlev e.
3-
"...û ne îşe germ e."(11) (20)(27)
*û li gelek derên dî jî derbas dibe. divê wiha be"ne îşê germê ye." an "ne îş germ e."
4-
ZİLAM: (çerx dibe û berê xwe bi alîyê jina xwe  ve dike) (r.11)
*çerx bûn?
5-
Û şev, ji bo zarokekî kurîn î heft salî, ku ji binî ve naxwaze binive, ne danekî xweş e û pedivî jî pê nîye.(r.20)
*zarokekî kurîn î heft salî?
*
pedivî jî pê nîye.?
6-
__Etê, ma li gund jî stêrk henin?(r.24)
__Çi mirovnî qenc in.(r.24) Çi mirovnî henun in (r.25)
û heta tu bibêjî mêvanhebîn in.(r.25)
û tim car li keran siwar dibe (r.29)
nivînên wî top dike(r31)
*Ne devoka heremê ye.
*mêvanhebîn ?
7-
Dibêje dêya wî ji bavê wî re.(r.33)
hingê bavê wî ji dêya wî re dibêje bi zirzî;(r.33)
Hinek ji wan cara xwe caranî dikin û pev diçinin.(r.34)
tên dikevin hundiro.(r.35)
__Bêhna xwe fireh ke, çu nema, kûrê min. Ma tu birsî yî?
Dibêje bavê wî.(37)
Dibêje zilamê qetek loqim bi wî dayî.(37)
Şêl û tevgera bavê wî ne wek a berîya wê hingê ye, (r.38)
tê û alîkarîyê bi wî re dike(38)
"û ligel kel û melên xwe yên ku ji dikana Feqî Nûredînî kirrîne hêdî hêdî bi dîyar dikevin."(r.38)
*Bi dîyar kjetin?
solên wî yên lastîk î nû.(39)
Li ser rêya gundî dikeve, (39)
Dibêje jinik.(41)
Dibêje bavê wî(41)
___Qey ji bo solan in...
tibabek ewraq û kaxizk henin,(42)
pistepistên wî yên aramîbexş(43)
Dixe berîka şalê xwe yê teze (43)
Na, bi wî çendî xerab nîn e mala bavê wî!(43)

LEHDO: (di nerma xwe de dikene)(47) 
*Lehdo çi kurdîyeke pak û paqij diaxive?
__Va mixtar!
Dibêje bavê wî bi kelecoşî.(49)
destgerdenî hev bibin(49)
Silavan didin û silavan hildidin bi tevgerine lezgîn(49)
û gotinên wî bi şêwazake fermanane ducar dike wekî nesekinin û zû bên.(50)
Gotinê dike aris(50)
û dibêje jinik, hildide dibêje;(50)
Dibêje di pey re, tu jî li vir ranazê, dibêje paştirê.(51)
Textebendên wî henin(53)
Karebaya wan jî nîne(53)
*Li derên dî cê ye."nîn e" bi kar tîne
Jinika kofî grê dayî(53)
di ser serê min û ser her du çavên min î kor ra hatine!(54)
lepa wî ya vekirî(r.55)

Dibêje bavê wî bi kurtebirrî,(55)
Ez ê seriyekî biçime nav gund...(55)
tizbîya wî ya libgir(56)
*zayend
__Wa li ser girî. Sibehê ez ê te biherime wir...(58)
__Ez ditirsim dibêje ji bavê xwe re,(58)
Dibêje bavê wî.(59)

Taştêya xwe bike û em herin.(r.64)
*werger e?
û xwêdanê avêtiye di ser laşê wî yê bêpûrt re,(65)
Dibêje bavê wî û dengê xwe bilind dike.(66)
Dibêje ji bavê wî re û destê xwe dide ser serê wî,(67)
Yekî ji nava wan, ku ne îşê dirêj e,(67)
Dikarê ji bavê xwe re bibêje wekî ew jî dixwaze dûrbîne bavêje ser gundî.(68)
*werger e?
û bêyî rizadiliya xwe alîkarîyê bi wî re dike(70)
*werger e?
__Şurada bir sigara içsek mi len)?!
Dibêje jê re.(71)
Çima dilê wî li Özcanî spî nebû(872)

ENCAM
            Vegotin, vebêj,  teşe û nizamçi ne karê min e. Bûyer, dem, mekan, sereleheng jî.. Ez Hezexî me û Nivîskar dinasim, divê kesê bûyerê herî baş fêm bike ez bûma û min jî tu tişt safî nekiribe, kesê vê pirtûkê bixwîne û b'bêje wele bûyer ne "tevlîhevî" ye,   bi min vê xwe bixapîne.
            Gelek bandor li nivîsarê tên xwîyayî. Kurdîya herî zindî, pak û paqij LAHDOyê mesîhî diaxive.
            Gelekî dikeve fîravanê û  kîtekîteyî pê ve diçe.
            Pirtûka çarem  a nivîskêr divê hê serkeftîtir b'ba
            Li gelek deveran "zimanê estetîk"(Şener di vê mijarê de jî jêhatî ye.) li devirinan piç û pîjikekê ji delalîya estetizmê xwe nade xwîyayî û ziman gelekî tund (qebe) dibe.
            Hêstên min ên di germîya xwendinê de ev bûn. Naxwazim rexne bikim û ne karê min e jî. Hê jî bi bîr û bawerîya min  e, dîsa jî dikarim b'bêjim potansîyela Şener Özmen hê bêtir e û ew dikare romanên di standarda cîhanê de binivîse.