25 Ekim 2020 Pazar

ROMANOKA BÎRÊ-Peyvîn

 

Hevpeyvîn-2                       Rênas Koçber

Bi Nûdem Hezex re li ser romana Bîr’ê... 

 - Ava vê bîrê çima şor e yadê?

 - Rondikên çavan jî şor in kurê’m

   (Demekê min serê xwe di ber xwe de tewandibû, bêdeng mabûm.)

   - Ava deryayê jî şor e.

    - Kurê’m ava rondikeke jinekê pêneketibe heye qey?

     - Ava çeman ne şor e yadê.

   - Çem nêr in kurê min, lêbelê bîr û behr mê ne.
 


         Mamoste pirtûka te di beşa romanê de xelateke girîng – Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî – stend, lê hê jî hîn kes dibêjin ma Bîr roman e! Bîr, roman e gelo?

 

        Min heya îro ti caran negotiye “pirtûka min” û hiletê min ji wan kesan diçe yên dibêjin “pirtûka min a çaremîn... “ û quzelqurt. Belê ezbenî, dibe navê Nûdemko li ser berga wê hebe, lêbelê BîR ne pirtûka Nûdemko ye, ew romaneke gelê kurd e û malê edebîyata kurdî ye. Piştî roman çap bû û çû nola keçika ji malbatê derketî ye û zava xwende ye êdî. Ji bo wê bila ti kes bi kitêba nivîsî pesnê xwe nede. Ew kitêb jî kesek e û xwediyê kesatîyekê ye êdî. (baş/nebaş)

       Ên pasîf(bêtevger) û ên aktîf(bitevger) du cure xwende hene û du beşên romanan. Ên xwendeyan bêaqil ferz dikin (bûyeran û xwîyangan tasvîr û şîrove dikin) û yên xwende biaqil ferz dikin. (şîrove û tasvîrê ji xwendeyan re dihêlin.) Romana Bîr’ê di vê beşê de ye. Behsa hîn xwîneran dikin dibêjin, ji bo Bîrê wê bibêjin, “Ka çîrok qala çi dike? “ Ez jî nizanim qala çi dike çîrok. Her kes dikare li stêrkan binêre û qala wan bike,lê bitenê şaîr û dengbiêş dikarin dengê wan bibihîzin û klama wan bihesînin.

“ Eger du kesan heman kitêb xwendibin, an ew kitêb bikêrî pîvazekê nayê an jî ew her du kes!.. “

Kesên hişê wî ji helbestên kubîk û ji romanên vegotineke kubîst nagire wê çawa fam bike romana vê demê?

Di vê dema nû ya her tişt minîmalbûyî de (helbestên minîmal, çîrokên minîmal, romanên minîmal) hê jî hin kes hene dibêjin Bîr ne roman e, ji bo rûpelên wê ne gelek in. Yaw carinan hişê xwe derxin ber tavê bila nefeseke paqij bistîne. Tiştên tavê nebînin efnikî dibin ha.

 

Em dizanin mijara Bîrê “zimanê kurdî” ye û zimanê kurdî xelata xwe stend. Lê em dîsa jî dikarin bibêjin zimanê Bîrê bêqisûr e?

 

          Belê ezbenî, zimanê Bîrê ne bêqisûr e; lêbelê ne bêhizûr e jî. Ji bo Bîrê reaksîyonên baş tên bikaranîn. Kêfxweş dibim. Gelek kesan Bîrê xwend, bitenê kesekî bi n’erênî tiştin gotine. Gotiye çima peyv di hin cîya de telî ye.

 

Ferqa Bîrê çî ye?

 

         Kitêbeke mutewazî û ji rêzê ye; aksîyon, ajîtasyon nîne tê de. Romanên mijara wê “ziman” ne herikbar in. Fortek baş /nebaş hebe bi cêbûnê ye. Rîsk e yanî.

Li hemberê bêhiş û bêrihkirina kurdî, soranîkirin û tirkmancîkirina kurmancî gavek e, serhildaneke biçûk e. Ji bo wê statûkoperestên hişgaranîst ne mimkun e jê hez bikin. Keda gelek kesan heye di vê romanê de. Keda Celadet Bedirxan, xwêdana Mam Cegerxwîn, eşqa dengê dengbêjên dilbêjan û dilbiêşan. Keda we jî tê de heye. Hûn? Kesên dildanka wan ziman kurdî.



Hevpeyvîn-1 Rênas Koçber

Bi Nûdem Hezex re li ser soranîkirina kurmancî

Li gorî gelek zimanzan û nivîsbêjên kurdî, soranîkirina kurmancî tiştekî normal e û dibêjin herdû jî zaravayên kurdî ne elbet wê danûstendinên bi vî rengî di navbera wan de çêbibin. Tu çi difikirî?


Dixwazin ji kurmancî û soranî zimanekî sentez / melez çêkin. Wê demê ji herdû zimanan wê zimanekî “qantir / hêstir” bize. Û hemû kes dizane zayendîya qantira / hêstiran nîne.

Kurmancî û soranî du zimanên ji hev cê ne. Gramera wan, dersên wan, ferhengên wan... Ne bitenê ez dibêjim, realîte dibêje, Michael Chyet dibêje. Ti zimanzan soranî û kurmancî zimanek qebûl nake. Zimanekî navê wê kurdî ê ji soranî û kurmancî pêk tê nîne. Polîtîkaya asîmîlasyonê ye; zazakî mirandin, kurmancî jî dimirînin, dikûjin... Tişta manîdar kurmanc, kurmancî dikûjin. Soran ne wisa ne ti tiştên kurmancî li zimanê xwe siwar nakin.

Kesatîya daran bi lûlkirinê vedigûhêze. Mînak; tu dara zeytûnê lûl dikî, dibe dara fisteqan. Ev demeke hin kes kurdî lûl dikin, dixwazin kurdî bimre. Jixwe hişmenda tirkî sazûmanî serobino kiriye îja em radibin boyax dikin. Hûn kûştina zimanê xwe (kurmancî) bi destên xwe dikin. Hûn dibêjin “wêj, wêjekar” çima “bêja” xwe dikin “wêj” eger hûn bibêjin “bêj“ gelê we, wê ji we fêm bike. Tirsa we ev e? Dibêje, “bêje”di wateya edebîyatê de nabe. Çima “wêje” dibe û “bêje” nabe? Bi kurmancî “bêj” bi soranî “wêj” e. A bi soranî dibe, ya bi kurmancî çima nabe, sebeb? Ê nexwe nebêjin dengbêj, biwêjin dengwêj! Tu bibêjî kurdînivîs nabe, lê bibêje kurdînûs dibe, çima? Ma bi soranî “nûs” ne “nivîs” e? Kurdînivîs çima absûrt dixwîyê? Weke mînaka “xwende û xwîner, wêje û bêje, nivîsbêj û nûser... “ yanî gava bi soranî be super e, li bi kupkurmancî be nabe. Mînak, kes nema êdî daçeka “bi........re” bi kar tîne. “ligel-digel” ketîye pênivîska hemû kesî. Ji dêvla bibêjin “bi brayê xwe Selîm re” bi kurdî(kurmancî) dibêjin; “li gel kak Selîm” bi soranî. Li cem min, li kêleka min, li hemberî min, li rex min, bi min re... kesên bi kurdî baş nizanin van daçekan nikarin bi kar bînin, ji hemûyan re dibêje “gel min.”

“Yekem car, yekemîn car, cara yekem, cara yekemîn.” Her çar form jî ne bi hişmenda kurdî ne. Bi ‘kurdîya sentetîk’ in. Di klam / straneke berîya 20 salan de formeke wiha nîne. “Cara pêşî, cara yekê, cara ewil, û hwd.” Hene di ‘kurdîya ekolojîk’ de. Û her wiha di klam û stranên xwe de em dibêjin, “gel / milet / xelk” lê di nivîsbêjîyê de wisa nabêjin, eyb e. Em dibêjin “netew” serê me bi vê peyvê mezin dibe û bedena me biçûk dimîne. Pişt re hengî serê me mezin dibe, bedena me êdî nikare wî serê mezin hilgire.

Werhasil; xwebûna zimên, hebûna zimên e. Ji hêlekê ve tirkîkirina hilmendê ji hêla dî ve soranîkirina rêzimên! Hûn kurdî bi destên xwe tune dikin, DIKÛJIN!..

Ji soranî hez dikim lê ji zimanê xwe bêtir hez dikim. Ez kurmancîperest im. NET û ZELAL! Li dijî soranîkirina kurmancî, bijî kurdîya kupkurmancî!

...........