20 Haziran 2011 Pazartesi

ALBUMEKE NÛ /HUNERMENDEKÎ NÛ--MURAT YAPIŞTIRAN-Lîlav



Ev demek e ez li vê albûmê guhdar im.berî vê albumê min nivîsek ji bo albuma Jan Arslan nivisîbû û min xwest , hêst û nêrîna xwe , ji bo albuma Murat YAPIŞTIRAN ya yekem ,ya bi navê Lîlavê ji binivîsim..
Ji dur ve Murat Yapıştıran wekî hunermendekî nû xwiya dike lê gava mirov albumê guhdar dike fêm dike ku ne şagirt e û gelek ked di vê rê de daye. Berî niha min behna vê tarzê di albuma FERQÎN AZAD de jî kiribû lê di vê albumê de min xweş fêm kir ku muzîkên nerm û hunerî bi zimanê kurdî pir xweş çêdibin.

Gelek album derdikevin lê kêm ji wan stranên nû di wan de ne. Murat Yapıştıran repertuara xwe ji neh stranên nû û stranek Mehmet şêxo neqandiye. Di nav van stranan de strana ku em jê re bêjin ‘’ısqarta’ nînin. Bawer im gelek ji wan vê di muzîka kurdî de cî bigrin. Dibe ku îro pir neyê hezkirin . ji ber ku guhdarvanên muzîka kurdî îro bê ser û ber in û hê hêl û hindav û rê negirtine. Balên Mirovên di malperên parvekirinên internetê de îro tevlîhev e û bi baweriya min guhdarvan jî gelek kêm in.Lê ev gengêşî gelekî berdewam nake..

Murat YAPIŞTIRAN bi neqandina stranên albûme û qeydên muzîkan û xwendinê gelek ked daye .Ez bi xwe kêfxweş im ku edî hin hunermendên me albumên ‘’troviro’ naderxin. Stranên bi gotin û muzîkên orjînal pir kêm bûbûn lê di albuma Jan Arslan de jî û ya Murat Yapıştıran jî de min dît ku edî hunermendên kurd yên xwirt derdikevin.

Çiqa di bingihan de gengêşî hebê jî arenjeyên strana û di derverê sazvaniyê de westa albumê ne kêm e û mirov dikare bêje pir baş e jî. Afêrinderi û keda Alaattin Aykoç jî cî girtî ye.

Murat Yapıştıran min nû naskir, ji ber wê; ji bo kesayetiya wî û jîyana wî nikarim tiştinan bêjim. Bi tenê Dikarim pîroz bikim û bêjim ‘’ez guhdarvanekî te û heyranê hunera te me’’.


1- ZAROK:. sibe derew e , ez dizanim
Straneke pir xweş e. Gotin û awaz levhatî ne. Tenê ritîm li deverinan herikîna stranê xera dike. Gava gotin û melodî nerm be û ritim hişk bê ahenga guhdariyê xera dike.

2- BİHUŞT: Ez bang dikim ma tu hew tê.
melodiya stranê gotin û estrumanên û dengê Murat hemû levhatî ne.

3- BERF: esmer bes e..
Dengê hunermend li paş muzîkê maye ji ber wê gotin baş nayên fêmkirin . heke miksa strane baş çêbûba vê straneke xweş ba..li deqîkeye 4.20 de stran ‘’xweştir’’ dibe lê dawiyê gava elektro diqerînê deng wenda dibe. Mirov grîngîya mîksê li vê stranê baş fêm
dike.
4- ZORDAR: tu nezîkî min ez te nabînim…
destpêka stranê û melodî pir balkêşe lê ritim pir hişk tê.

5- HAVÎN: Li havîna te me.. ew ez im..
Ji bilindbûna estrûmanan mirov li deverinan fêm nake ko hunermend çi dibeje. Ya rastî estruman hemû jî bi wesp in lê nizam çima deng û awaz wiha jev cuda dibin.

6- NA: gulîzar…
Straneke pir xweş e û Murat tiştekî baş kiriye ev stran kiriye nav repertuara xwe de. Di destpêkê de dengê M. Şêxo mirov dikê hesta stranê de lê mixabin ahenga ritimê pir fîşalî ye. Aranjeya strane pir baş e û estruman hemû li gora stranê cî girtine..

7- MA TU HEW TÊ: çola li ezman..zarokek digirî…
. Muzîk , ritim, gotin û estruman ,aranje, vokal û gotin hemû 24 eyar in . stran mirov dikê rêyan de û dibe zarokatîya durketî. Mirov ji guhdariya stranê têr nabe. di nav stranên min pir ecibandin de -2- numro ya min e.

8-YEK CARAN: ez dipirsim ji hemî gulan vê çûyîna te…

Di nav stranên di albumê de strana herî jê hezdikim û xweş ev e -1-numroya min e.. Mirov nizane Tarza hunerî û tembur bi zimanê kurdî evqas lev tên. Xwendina hunermend jî bê kêmasî ye.min ev stran avêtiye telefona xwe jî.

9- PİRS : Berf dibare xeyalên te li bal e

Stranek bi tarza popê ye . mirov aciz nake. Ya rastî piştî strana ‘’yek caran’’ mirov pir nakişîne nava xwe . nizanim Rêzimanzan bêtir dizanin ‘’xeyalên te’’ an ‘’xeyala te’’ rast e.
‘’hayallerin’’

10- GULÎZAR : Ne bêje na na..

Bi melodî û gotina xwe strana di albumê de ya herî kêm werê hezkirin e.. hêsta stranê min fêm nekir... Çiqa stran li mirov xweş werê jî ku hestekê nedê mirov; germayîyekê neberdê dil
Mirov tiştekî jê fêm nake.


Nûdem Hezex

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder