28 Nisan 2014 Pazartesi

BELALÛK


HIN ŞOP WINDA NABIN Destpêka Belalûkê kevin e. Lê mixabin heya wê roja kelepçe li destan ketî û dengê Kawîs Axa di guhan de çinçinî û gotî; "Destê min xistin kelepçê berê min dane rêke dûr e û ez nizanim bi ku de diçime." min nedizanî ji ku dest pê bikim û çi binivîsim. Erê, erê wê rojê min rûpelên rûyê hişmenda xwe yekbiyek vekirin û bîbikên çavên xwe yên reş bi ser de rijandin û dest avête pênivîskê. Rêçek li ber min vebû û ez gihandime wê asoya erd û ezmên peve didirûye û ez berdame newaleke di navbera du kendalan de û li wir asê hiştim. Pênivîsk heya dengê Mihemed Şêxo li wê newalê neolîya û negot " De were bi vir de azada şêrîn, çav westîyan, hengî li te dinêrin." ranewestîya û domî. Şeva 30/04/2013an ez derketî deriyê zindanê Belalûk di defterekê de, di bin çengên min de bû. Gava mirov li paş xwe dinihêre ji bilî çend xweşî û rûgeşîyan bêtir hestên bûne gir û grêk tên xwiyayî. Gelek tişt di bin granîya salan de wenda dibin û tu şopan li pey xwe nahêlin. Hin tişt jî hene Xwiyanga wan heya mirov sax e di hiş de zindî mayî û xwiyayî ne. Weke çîroka min û Belalûkê. Min cara yekem li wê newalê ew rengê bihûştî û ew tama temenekî dirêj naye jibîrkirin li belalûkên di nav direhreşkan de dîtibûn. Weke hevaltî û bratîya min û Ebdirehman. Gelek kes dikarin gelek gotinan ji bo wî bibêjin. Ji bo min hevaltîya wî weke tama belalûkan; ji wê sala min berê xwe dayî zanîgehê û ji bajêr derketî û wî jî berê xwe dayî çîyê û bûyî lehengekî bi nav û deng, li ser zimên e. Mirov ji bo hevaltîyeke sih sal ketine navberê de dikare çi dîyar bike û rûkeniyekî li ser de birijîne? Kare çi bike? Min ji bo vê sedemê ev pirtûk ji bo "wî" dîyarî kir. Wî hevalî.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder