25 Eylül 2023 Pazartesi

RÊZENİVÎS: ANALÎZÊN ROMANÊN BEXTÎYAR ELÎ -3-

 






Lİ ROMANÊN BEXTÎYAR ELÎ BİKARANÎNA
RENGDÊRÊN ÇAWANÎYÊ - 1



                                              MEZİN









           
Ji bo em karibin tişta behsa wê dibe, darîçav bikin, hin sifetan li pişt navan dinivîsin û bi vî awayî ew tişta em behs dikin bi reng, şikil, rewş, hejmar û hwd dikin. rengdêrên çawanîyê bi vî awayî pêk tên.
Mînak:
Keçika devliken, xortê bêmal, derîyê mezin, destmala sor.
            Li romanan, di nav hevokan de em rastî gelek rengdêran tên ên çawanîya tiştan dîyarî me dikin. çikû bi saya rengdêran tişt têne taswîrkirin û darîçavkirin. Dema em bikaranîna rêngdêrên çawanîyê ên li romanekê, analiz bikin (helbet, bi hin analîzên din re), bi encamên wê em dikarin behsa xwirtbûna zimanê romanê bikin an nekin.
            Eger romanek ji hêla rengdêrên çawanîyê ve dewlemend be, cûreyên wan zêde bin û bi awayekî birêkûpêk hatibine bikaranîn, zimênê wê romanê xweştir û geştir dibe. Rengdêrên çawanîyê li nav hevokên romanê de xwedîyê roleke mûhîm in.


Mînak:
Li romana “Jina Porsor” a Orhan Pamuk 1156 cûreyên rengdêrên çawanîyê hene û 3896 caran hatine bikaranîn. Ev hejmar di nav hemû peyvên romanê de % 8.7 e.
(Teza lisansa bilind: “Di romana ”Jina Porsor”a Orhan Pamuk de rengdêrên çawanîyê.” Amedekar: Nihat Biçak)


Mînak:
Di romana “Yusivê Kuyucakî” a Sabahattin Ali de 1622 rengdêrên çawanîyê hatine tesbîtkirin.
(Teza lisansa bilind: “Di romana “Yusivê Kuyucakî” a Sabahattin Ali de rengdêrên çawanîyê.” Amedekar: Ridvan Yilmaz)

 

            Nola li van her du mînakên tezên li derheqê zimanê romanan de jî tê dîtin, di romanan de rengdêrên çawanîyê di ravekirinê û hevoksazîyê de xwedîyê roleke mûhîm in.
            Li vê nivîsarê ji bo tesbîtkirina hemû rengdêrên çawanîyê derfet nebû(nivîs ne tezeke lisansa bilind bû) me bi tenê çend rengdêrên herî zêde hatine bikaranîn tesbît kirin û bi awayekî seresere hejmartin.
            Li romanên Bextîyar Elî hejmareke zêde rengdêrên çawanîyê hene lêbelê hejmara cûreyên wan ne gelek in. Em dikarin bi mînaka rengdêra mezinê her du romanên bi tirkî û romanên Bextîyar Elî miqayese bikin.
Mînak:
Li romana Bextîyar Elî ya bi navê Bajarê Mosîqarên Spî rengdêra mezin ji rengdêra biçûk gelekî zêdetir in. (bi hejmartineke seresere/kêmzêde 400 caran rengdêra mezin hatiye bikaranîn rengdêra biçûk enceq bîst-sih hene.)


Mînak: rengdêrên BİÇÛK/MEZİN

                                                          
     BİÇUK     MEZİN
“Jina Porzor” /Orhan Pamuk                   
69               66
“Yusivê Kuyucakî”/Sabahattin Ali       
      38                28
Bajarê Mosîqarên Spî/Bextîyar Elî            ?            400 +-      
Qesra Balîndeyên Xemgîn/Bextîyar Elî    
?             500 +-     

 

            Li gorî van mînakên li jor û rengdêrên li jêr, mirov dikare xwe bigihînê hin encaman û bi rehetî bibêje:

            Bextîyar Elî li romanên xwe rengdêrên çawanîyê bi hejmareke gelekî zêde (bi afakî)  bi kar tîne. Li romanên wî navên bê rengdêr di asta neyînê de ne, yanî, navan sade nahêle, an mezin dike an ecêb, an spî, an... Lêbelê cûreyên wan rengdêran zaf kêm in. Li romanên tirkî hejmara cûreyên rengdêran li ser hezarî ne, li romanên Bextîyar Elî ji sedî nabûrin. Sedemên vê realîteyê divê were vekolan, gelo ziman têrê nake an ev tercîheke wî ye?
            Li her du romanên tirkî hejmarên rengdêra biçûk ji rengdêra mezin zêdetir in. Li romanên Bextîyar Elî rengdêra biçûk zaf kêm in  (Li sed rûpelan min 5 dîtin) lêbelê rengdêra mezin bi awayekî afakî ji rengdêra piçûk zêdetir in.
            Li romanên Bextîyar Elî gelek rengdêrên çawanîyê taswîrekê nade mirov, loma bêwate dimînin.

Mînak:
Dema bibêjî “qûna mezin”  tu sifatekê didî qûnê loma bi wate ye, lêbelê dema tu bibêjî “orgazmeke mezin” (Hinara Dawî ya dinyayê r.290), taswîra wê naye kirin, loma bêwate ye. (Mirov diponije, gelo orgazmên mezin û piçûk çawa ne?)  bişirîneke mezin, berfeke mezin, xewnên mezin”… Lîste duvdirêj dibe. Mezinkirina her tiştî ji hêla psîkoanalîza metnan ve mijareke balkêş e.
            Em werin mijara xwe ya esil; Li romanên Bextîyar Elî rengdêra mezin (gewre) bi çi awayî hatiye bikaranîn, em li wan binerin:


1- QESRA BALÎNDEYÊN XEMGÎN


durbîniyeke mezin 8, bihayekî mezin 8, derd û belayên mezin 9, dozeke mezin 9, serbilindiyeke mezin 10,berfeke mezin 11, embareke mezin 13, şensekî mezin 18, xetên mezin 20, lawaziyeke mezin 20, embarên mezin 21 navê pir mezin 24, kumê zivistanî yê mezin 24, kêmasiya herî mezin 25, baskên mezin 25, embarên mezin 29, rêzeke mezin 29, çîrokên gerokên mezin 30, kitêbeke mezin 30, bajarên mezin 30, çewtiyên mezin 30, hoyeke mezin 31, xwedayê mezin 31, faktorên mezin 32, şokeke mezin 33, şerekî mezin 33, bextreşiyeke mezin 33, baxekî mezin 34, efserekî mezin 34, çemên mezin 34, bi awayekî mezin 34, kitêb û etlasên mezin 35, çavên mezin 38, hêzeke mezintir 39, pirsgirêka herî mezin 39,bêdengiyeke mezin 39, pencereke mezin 40, xwedayê mezin 40,lawaziyeke mezin 40,maleke mezin 44, tirseke mezin 44,metirsiyeke mezin 45, efserên mezin 45, behane û sedemên mezin 45, gerdûneke mezin 46, arûzeya xwendina jiyana gerokên mezin 46, gamêşên mezin 46, rojeke mezin 47, bobelata herî mezin 49, têkçûneke mezin 51, hevsoziyeke mezin 51, valahiya mezin 52, dijminekî mezin 52, xwedayê mezin 53, birayê mezin 53, behremendekî mezin 54, sedemeke mezin 54, mezintirîn aşiq 54, Yusif Kewyarê gewre 55, dildariyên mezin 56, serpêhatiyên mezin 56, şarezayekî mezin 56, meraqeke mezin 57,çayxaneyeke mezin 58,belayeke mezin 58, metirsiya herî mezin 60, derdeseriyeke mezin 60, gêçkarekî mezin 60,  bihêziyeke mezin 60, dilovaniyeke mezin  61, kitêbxana mezin 62, şunvarên mezin 62, girîngiyeke mezin 62, dereweke mezin 62, curekî mezin 63, rêberên mezin 63, sihrbaziya mezin 63, şûnwarên mezin 63, kitêbên mezin 63, çildeki mezin 63, daristana mezin 63, Bexdaya mezin 63, kovaneke mezin 63, sirgûneke mezin 64, meraqeke mezin 65, hewldaneke mezin 65, xwazgînkerên mezin 66, Xwedayê mezin 67, coşeke mezin 69, hêzeke mezin 69, lawaziyeke mezin 71, malbateke mezin 72, guldanên  mezin 72, tabloyeke mezin 72, beroşên mezin 73, qalibek kêkî mezin 73, aşiqekî ji min mezintir 73, hurmetek û rêzeke mezin 74 tiştekî mezin 74, aşiqekî mezin 74, mezintirîn çekfiroşê bajêr 75, mirovên herî mezin 76, sobeyeke pir mezin 76, eşîreke mezin 76, seren eşîrê yên mezin 77, xwanên mezin 77, piştrastbûneke mezin 77, sitargeheke mezin 77, hokarekî mezin 77, miqatebûneke mezin 77, zêdegaviyeke mezin 77, hewldaneke mezin 77, xeyalkirineke mezin 79, sarbûneke mezin 80, ramana mezinahiya dinyayê 81, dilsoziyeke mezin 81, eşîreke bihêz û mezin 86, Yûsif Kewyarê gewre 88, kêşeyeke mezin 89, metirsiyeke mezin 89, cengeke mezin 93, azareke mezin 93, kîna mezin 93, piştevaniya mezin 94, odeyên mezin 96, pîrikên mezin 96, balîndeyên mezin 96, guldankên mezin 96, kenepeyên mezin 97, hevsoziyeke mezin98, çekên mezin 98, çavqayîmiyeke mezin 100, îradeyeke mezin 100, kîtapxaneke pir mezin 104, hevdîtinên mezin 104, bişirîneke mezin sêwirand 104, edebeke mezin 104, xweşiyeke mezin 105, kîneke mezin 107, pirsiyarên mezin 108, dudiliyeke mezin 109, kitêbên pir mezin112, kitêbeke mezin 113, behren mezin 113, coşek mezin 114, rêzeke mezin 117, çaxê mezin 118, beşekî mezin 119, şerê mezin 119, xoşewîstiya mezin 119 qurbaniyên mezin 121, şerekî mezin 121, bendewariyeke mezin 125, nexşên mezin 126, ansîklopediyên mezin 126, roleke mezin 126, tilismeke mezin 126, girinkiyeke mezin 127-131, xeyala herî mezin 127,  aşiqê mezin 130, pirsiyarên mezintir 130, mîrêkek mezin 131, kitêbeke mezin 131, sindaneke mezin 131, mezadxana mezin 133, oda mezin 134, desteyên mezin 135, mezintirîn ferhengên teybet 135, şîveke mezin 135, çewtiyeke mezin 136, parezvanê mezin 136, masa hola mezin 136, xirecireke mezin 137, maseyeke mezin 138, behitîneke mezin 138, xemginiyeke mezin 139, bişirîneke mezin 140, şermazariyeke mezin 144, dinya mezin 144, heykeke mezin 145, xirecirek mezin 146, hêzeke mezin 148, rêjeya mezin 151, rûmeteke mezin 153, birîndarkirineke mezin 154, arezûyeke mezin 155, kêşeya mezin 159, mezintirîn neheqî 161, xwedayê gewre 161, tiştekî mezin 163, rêzeke mezin 167, guhdaneke mezin167, bişirîneke mezin 167, fermanberekî mezin 169, niyazek mezin 169, dîmenekî mezin 170, kitêbên mezin 171, dîwarbendên gewre 171, sedemên mezin 173, qîrêna mezin 174, zarokên mezin 175, kêrbazên mezin 175, bêhntengiyeke mezin 175, gewrebûna dinyayê 177, nihêniyên mezin 177, siyasetmedarekî mezin 180, xwedayê gewre 181, hurmeteke mezin 181, rehetiyêke mezin 183, fetleke mezin 183, terzeke mezin 186, xirecireke mezin 186, xaleke mezin 187, doşekeke mezin 187, agirên mezin 187, rengekî mezin 188, kemaneke mezin 189, zincîreke mezin 189, bûyerên mezin 190,şandeke mezin 191, civîneke mezin 192, şaşîtiya mezin 192, gotegoteke mezin 193, diziyên mezin 194, guherîna mezin 194,  şewqeke mezin 196, guherîneke mezin 197, meraqa mezin 198, bêçareyeke mezin 201, nerêkiyeke mezin 201, kêfxweşiyeke mezin 202, rikeke gewre 202, behaneyên mezin 202, hejînên mezin 202, keşeya herî mezin 203, şerê mezin 203, artêşên mezin 205, navenda mezin 208, cengên mezin 208,  talankariyên mezin 209,  mexzenên mezin 209, hesreteke mezin 210, muçeyên gelekî mezin 210, agirên mezin 211, mezintirîn qesabxane 211, bûyereke mezin 212, xewnên mezin 212 komên mezin 213, kuştara mezin 216, fetleke mezin 216, pencerên mezin 217, dojeheke gewre 217, guherînên mezin 219 wêneyên nû û mezin 220, bêdengiyeke mezin 220, guherînên mezin 220, şerên mezin 220,  partiyên mezin 220, mezintirîn serkeftin 220, cejneke mezin 220, tîneke mezin 221, bandoreke mezin 221, eywana mezin 221, qaseyeke mezin 222, hêza mezin 222, dorpêça borî ya gewre225, hêjariyeke gewre 225, qefeseke mezin 229,  tûtiyeke mezin 234, etleseke mezin 234, civînên mezin 234, roleke mezin 234, bone û civînên mezin 234, berpirsê askerî yê mezin 236, qaçaqçiyên mezin 237, qampanyayên mezin 237, hêzên herî mezin 238, rêzeke mezin 241, bêzimaniyeke mezin 242, tarîtiya mezin 242, tiştekî mezin243, ferhenga gewre 243, etlesa mezin a dinyayê 243, sîyasetmedarekî gewre 244, partiyên mezin 245, bandoreke mezin 246, kaerwanekî mezin 250, gerîneke mezin a payizê 251, qerevanekî mezin 252, efsaneyên gewre 253, heybeteke mezin 253, biryara dawî ya mezin 254, ahenga herî mezin 257, belayên mezin 257, qefesên mezin 259, rêz û hurmeta mezin 261, kilîtên mezin 261, zaneyeke mezin 263, çewtiyeke mezin 263,  zaneyeke mezin 263, kêşeyeke pir mezin 264, peyama sereke û gewre 266, qesreke pir mezin 267, cihana mezin 267, şarezabûneke mezin 267, tirsa herî mezin 268, balîndeyên gewre 271, mexsenek mezin 271, şerên mezin 272, bîranîneke mezin 274, tiştekî mezin 174, awrûçûneke mezin 175, xeletiyeke mezin 276, rêyên mezin ên dinyayê 277, sergêjiyeke mezin 279, sergerên mezin 282,  kundên curbicur û mezin 282, xemgîniyeke gewre 283, pêşwazîyeke mezin 283,hêwldaneke mezin 284, mirovên sermezin û qerase û keçel 284, birûskeke mezin 285, mirûziyeke gewre 285, tirseke mezin 288, dîmena mezin 289, şerekî mezin 289, kuştara mezin 290,  hesreteke mezin 290, tenêtiyeke mezin 292, xebîneteke mezin 292, îbreta mezin 293, qedeheke mezin 296, kîneke mezin 297, karekî hunerî yê gewre 302, girnijîneke pir mezin 303, holeke gewre 304, xirecira gewre 304, çepikeke mezin 307, Balîndeyên gewre 309, embara mezin 309, sizayekî mezin 311, xoşewîstiya gewre 311, cezayekî gewre 311, kovanên pir mezin 311, dijwariyeke mezin 311, baxekî gewre 311, bextewariyeke mezin 312, şiyaneke gewre 312, şiyaneke mezin 312, dinyaya gewre 314, hêsireke gewre315, kîna gewre 315, sehweke mezin 316, sariyeke mezin 318, şerekî gewre 318, tevzînokeke gewre û nihênî û tirsnak 318, çavpêketina gewre 319, xerîbiyeke mezin 320, gewretirîn diyarî 320, mekîneyeke gewre 321, diyariyeke gewre yên dinyayê322, xeyalên gewre 324, albûmeke gewre 324, cîhaneke gewre 324, xemeke mezin 326, şerên mezin 326, rêbiwarê mezin 326, qehreke gewre 327, sivikatiyeke mezin 327, arezûyeke mezin 327, kelemeke gewre 329, mijeke mezin 329, fermanberekî pir gewre 329, tirseke mezin 330, rêzeke mezin 331, serketinên mezin 331, gewretirîn bîranîn 331, şerekî mezin 332, yekemîn karvedana mezin a namê 333,xoşewîstiyeke gewre 333, seferên mezin 333, peymana gewre 334, karesatên gewre 334, tirşen gewre 334, nexweşiya gewre 335, fetleke mezin 335, oda gewre 336, piştrastbûneke mezin 338, rojeke pir gewre 339, dilşikandina gewre 340, sefereke gewre 340, rojeke gewre 340, bişirîneke gewre 340, albûmên gewre 340, şermeke gewre 342, serê gewre 342, geşteke wiha mezin 343, serhişkiyeke gewre 343, maleke pir gewre 343, qesreke pir mezin 343, înadeke gewre 343,  şahiyên germ û gewre 343, maleke gewre 344, doşekên mezin 345, kamyonên mezin 347, odên gewre 348, salonên mezin 348, kundên gewre 349, sermiyanekî mezin 349, gewretirîn şepola koçê 350, nirxekî gewre 351, baskên gewre 353, beşekî gewre 353, mala mezin 354, kîneke gewre 355, agirekî gewre 356, bikêrên gewre 358, civîna mezin 358, lezgîniyeke gewre 358, simbêlên gewre 359, hewşa gewre 360, xweziyeke mezin 360, xemeke mezin 361, erkekî mezin 363, hêza gewre 363, bêsebriyeke gewre 364, bêhêvîtiyên gewre 365, tirseke mezin 367, darstanên gewre 368, şirîneke gewre 368, tirsa mezin 368, mêrên mezin 368, serê herî mezin 369, qûna mezin 369, metirsiyeke gewre  369, hurmeteke mezin 370, lîsta gewre 374, ronahiyeke gewre 378,nerehetiyeke mezin 378, mandîtî û serêşî û sistiyeke mezin 378, sonda gewre 380, famkorekî gewre 380, bêhişekî gewre 380, meraqeke gewre 380, êşeke mezin 380, şansekî mezin 381, mizgefta gewre 382,
textekî gewre 382, deqa gewre 383, şaneşîna gewre 384, diltengiyeke mezin 385, wesiyet û tibabeke pir mezin a pereyan 385, xemeke gewre 386, bêzariyeke gewre 386, dinyaya gewre 389, gewriyeke xemgîn 390, gewre dibe 391, xirecireke gewre 392, nexweşiyeke gewre 392, labortuareke gewre 397, fetleke gewre 401, cûrekî gewre 401, koşka gewre 401, etlesên gewre 404, hokarê gewre 405, bandoreke gewre 405, gewrebûna avê 406, cihana gewre 406, qertelekî gewre 406, deftereke gewre 408, garaja mezin 408, firmêskên gewre 409, sersamiyeke pir mezin 410,

Çendek Mînak ji hevokan:
vê yekê li cem Sewsen tirs û pirsyareke gewre dirust kir 362
her ku diçû gewretir dibû 234,  şerên herî gewre 229,

            Li romanê rengdêrên çawanîyê bi peyva piçûk zaf-zaf kêm in. (Li sed rûpelî me 5 tesbît kirin.) “taştêyeke piçûk 201, bi pengavên piçûk ber bi aliye odan diçû 217, helbest û şiîrên piçûk235,  fantaziyên xwe dixist ser her çîrokeke piçûk 236, dûşekê piçûk 286,”

           
Li van rengdêrên çawanîyê gelek bikaranînên absûrtî hene.
Mînak:
Piçûkbûn û mezinbûna dûşê(serşokê) tê famkirin lêbelê ya taştê? bi çi awayî taştê biçûk e an mezin e? Pengav? Helbest? Çirok?
           
Besam Mistefa, roman ji soranî wergerandîye kurmancî. Li gorî felsefeya wî soranî û kurmancî zimanek in, loma gava em li mînakan binerin li sêpara romanê bi piranî mezin bi kar anîye, li dupara romanê mezin kêm dibin û gewre zêde dibin, li sêpara romanê bi piranî peyva gewre bi kar tîne.
Belkî gewrekirina mezinê bi zaneyî kirîye ji bo kurmancî bi ser soranî de here bibe sormancî belkî jî westîyaya, loma…
            Li vê romanê peyvên gewre û mezin li heman hevokê bi hev re cih girtine.
Mînak:
, balîndeyên mezin birin mexzena gewre 282
, heta radeyeke mezin hemû gumanên gewre ji xwe dûr xistin 299
Me bawer dikir tevî ku çîrok serpehatiya xoşewîstiyeke gewre ye û bi çend seferên mezin dest pê kiriye. 333
Xwedayê mezin 18,  Xwedayê gewre 18
           
Besam Mistefa li wergerê him rêzikên soranî him jî yên kurmancî bi hev re bi kar anîne. Bi vî awayî-bi pirsîstemîyê-anarşi û kaos xistiye nav zimanê romanê.
Mînak:
kêmasiya herî mezin 25,
pirsgirêka herî mezin 39
mezintirîn çekfiroşê bajêr 75
mezintirîn neheqî 161
            Nakokîyek e, him di navbera du ziman an zaravayan de  karê wergerê dikî him jî wan yek dihesibînî. Li encamê em bi zimanekî fantastik û zimanekî sentez re rûbirû dimînin.


2- HİNARA DAWÎ YA DİNYAYÊ


pirsgirêka herî mezin 12, lehiyeke mezin 22, bişirîneke mezin 23, wateyên mezin 29, şiyaneke mezin 34, birîneke mezin 35, baweriyeke mezin 42, baronên mezin 44, janeke mezin 46, malavaniyeke mezin 63, navdariyeke mezin 65 ereboka mezin 93, meydaneke mezin 93, bêzarên mezin 112, tevlîheviyeke mezin 112, şikestina mezin 121, bextewariya mezin 130 herêmeke mezin û beyar 134 kîneke mezin 134, nihêniyên mezin 140, xizmetkarekî mezin 149,tiroziyekî mezin 142, rastgoyîyeke pir mezin 143, xweşbextiyeke mezin 143, mirovekî mezin 143, tiştekî mezin 144, mirovê mezin 144, xemgîniyeke mezin146, karbidestekî mezin 146, baweriyeke mezin 148, kesekî mezin 153, zehmetiyeke mezin 153, xwedayê mezin 157 asoya berfireh û mezin 160, mecalekî herî mezin 160, zêmînê sosret û mezin 162, meydaneke mezin 169, meraqeke mezin 175, tiştekî mezintir 176, kitêbeke mezin 176, ristekeke mezin 177, musîbeta mezin 177, deynekî mezin 179, şahidên mezin 180, meseleyên mezin 188, ava mezin 189, eşiqê mezin 189, bişirîneke mezin 189, mezintirîn çûkê dinyayê 190, xweşiyeke mezin 192, jiyana mezin 193, metirsiyeke mezin 193, tirseke mezin 195, ruhberekî mezin 196, keleheke mezin 196-197, dîwarekî glover û mezin197, tirseke mezin197, temaşekirina meziniya cîhanê 197, gerdûna mezin 197, wateya mezin 198, Seryasê mezin 203, lawaziyeke mezin 204, xemeke mezin 204, girseya mezin 207, keraseteke mezin 207, kelevajiyeke mezin 208, hurmeta mezin 211, meraqeke mezin 213, xemeke mezin 213, şiyaneke mezin 215, nihêniyeke mezin 218, hurmeteke mezin 219, Xwedayê mezin 220, sêhrbazên mezin 221, wêneyeke mezin 213, dilaramiyeke mezin 224, sêniyeke mezin 214, zulmeke mezin 227, azadiyeke mezin231, dewlemendiyeke mezin 231, mirovekî mezin 233, bezirganên mezin 234, biratiyeke mezin 237-239 peymaneke mezin 237, nihêniyeke mezin 241,tiştekî mezin 243, dereweke mezin 246, bêhêvîtiyeke mezin 248, nihêniyeke mezin 241, sîyasetmedarên mezin 253, karesateke mezin 254-255, hêzeke mezin 255, kemîneke mezin 255, mirovekî mezin 259, kamerayên mezin 261, tîmeke mezin 261, firişteyekî mezin 266, laşe mezin û nenormal 267, kêliyeke bedewî û meziniyê 267, baweriya mezin 268, guşiyên mezin 268, baxekî mezin 268, şûşeyeke mezin a şerabê 269, sîbera sahrayên mezin 269, biyabaneke mezin 269, mêzerekî spî yê mezin 270, qumeke mezin 270, rêça meyvexwerên mezin ên vî memleketî 271, sêniyeke mezin 277, lêborîneke mezin 280, xembariyeke mezin 281, fêdeyeke mezin 282, ofîseke mezin 286, qaseyeke mezin 286, xaniyêkî mezin 287, tiştekî mezin 288, solên pir mezin 288, tizbiyê mezin 292, lepeke mezin 292, lehiyeke mezin 295, gunehpêhatinên mezintir 295, ji hev veqetînên mezin 295, ew çavê wî yê mezin 296, hawareke mezin 296, rêwîtiya mezin 308, zivîrîneke mezin 308, fetleke mezin 308, keskesoreke mezin 310, gunehkariyên mezin 312, textekî mezin û nîv şehane 313, hesabekî mezin 314, wateyên mezin 315, sêhreke mezin 317, qesabxaneyeke mezin 320, êşeke mezin 321, nihêniyên mezin 321, dereweke mezin 325, dîwarê mezin 327, hurmeteke mezin 330, xweşiyeke mezin 330, şerefeke mezin 330, henekpêkirineke mezin 311, mafên mezin 333, sizayên mezin 333, xweşiyeke mezin 333, azareke mezin 333, hewşa koşkeke mezin 334, hewşeke mezin 334, tirseke mezin 334, peymaneke mezin 336, deryaya mezin 338, gunehkarekî mezin 338, şiyaneke mezin 339, xemên mezin 339, firişteyên mezin 340, sîbereke mezin 341, penaya mezin 341, îkramê mezin 342, tirseke mezin 342,

 

Çendek mînakên bi hevokên bi rengdêra mezin hatine sazkirin:

Lê dilsoziya însan bi însan re ji hemû tiştî mezintir e. 337
, gopalekî mezin di destê wî de ye û bi girnijîneke mezin li kamerayê dinihêre.111
Awir û hawar û matmayîna wî ewqasî mezin bûn ku nayê gotin. Tiştek ji tirşe di çavên wî de hebû ku li nexweşxaneyê nedîtibû, 299

            Besam Mistefa li wergerandina vê romanê jî nola wergerên romanên din zimanekî sentez û fantazîk bi kar anîye.;

Mînak:
mezintirîn çûkê dinyayê 190,
pirsgirêka herî mezin 12

 

3- BAJARÊN MOSÎQARÊN SPÎ


Tekstên mezin 14, dikaneke mezin 20, dartûyeke mezin20, trajediyeke mezin 21, bêdengiya mezin 22, sedemên mezin 27, rêwîtiyên mezin 29, çaydanekî mezin 34, efsûneke mezin 41, pêngavên mezin 45, şiyaneke mezin 53, heremên mezin 53, toreke mezin 53, masiyekî mezin 53, hebeke mezin 54, hewareke mezintir 55, pişka herî mezin 55, peyamnêrekî mezin 56, gerduna mezin 57, hêzeke mezin 57, şerekî mezintir 57, giravên mezin mezin ji dukelê 59, eniyeke mezin 59, kevirekî mezin 60, mergeke mezin 60, bazineyeke mezin 60, awazake mezin 60, erdhejên mezin 61, bêdawiya mezin 62, mosîqarekî mezin 62, kêşeya herî mezin 62, rûbarekî mezin 63, guhekî mezin 69, rubarekî mezin 72, şûnwarekî mezin 74, kêfxweşiyeke mezin 74, êşeke mezin 76, teşteke mezin 76, trombêleke mezin 77, tirseke mezin 83, derewkerê mezin 86, bajarên mezin 100, qeraxa rûbarên mezin 102, kitêbxaneyeke mezin 103, heremên mezin mezin 105, serkirdeyên mezin 106, mêrê mezin 120, dilê mezin 120, bêwateyiya mezin 129, nihêniya herî mezin 130, galeriyeke mezin 133, galeriya herî mezin 133, komeke şahkarên mezin 139, toreke dinyayê ya mezin 139, hêviyên mezin 143, okyanûsên mezin 143, keraseteke mezin 145, diyariyeke mezin 146, fermaneke mezin 146, şanoxaneyeke mezin 150, odeyeke mezin 151, karesateke mezin 153, boneyeke mezin 146, mosîqayeke mezin 159, Xwedayê mezin 159, cehenneme mezin 160, tevneke mezin 161,  bajarekî mezin 162, şiyaneke mezin 163, çavên gelek reş ên mezin 163, karekî mezin 164, beroşên mezin 167, şajinên herî mezin 169, derewên mezin 170, ekterekî mezin 183, tolhildaneke mezin 184, guharên hesin ên mezin 185,balîndeyeke mezin 189, çavên reş ên mezin 189, şerkerekî mezin 190, xaleke mezin 191, metirsiyeke wiha mezin 192, metirsîya mezin 192, kurekî mezin 192, nihêniyên gelek mezintir 192, tiştekî mezin 192, derbeyeke mezin 192, xwedayê mezin 193, dorandiyê mezim 193, bostandarekî mezin 196, zercamên mezin 196, bûyekere pêşin a mezin 198, seyên mezin 198, xwedayê mezin 207, gûnehên mezin 213, kevirekî mezin 214, pêxemberekî mezin 216,  cudahiyeke mezin 217, kareseteke mezin 217, nihêniyên mezin 220, belgeta mezin 221, bajarekî mezin mezin 222, derdên mezin 223, mêrkujên mezin 225,  tola herî mezin226,  dadperwerên mezin 228, helbesteke mezin 228,  zirarên mezin229, bajarekî mezin 231, hêzeke mezin 235, baxekî mezin 235, windabûneke mezin 241, şîpeleke mezin 245, wêneyên mezin 250, pirkirina mezin 250,  tişteke mezin 251, efserên piçûk û mezin 251,  gorên mezin 253, mekîneyên mezin 253, hêviyên mezin255, xeyaleke mezin 255, nexşeyeke mezin 255,  kitapxaneyeke mezin 259, hewşeke mezin 261, tirseke mezin 264, mêşên mezin 266, qedeheke mezin 270, mêşkujeke gelek mezin 271, karasetên mezin 274,  golmeka mezin 274, kevirên mezin mezin 274, keleha mezin 276, nihênîyên mezin 276,  nihênîyên mezin mezin 276-277, helahelaya mezin 281, baxekî mezin 281,merasîmên mezin 281,pisporekî mezin 283, bahozên mezin mezin 284, rûbarên mezin 285, galeriyeke mezin 293, pêşangehên mezin mezin 298, muzexaneya mezin 298, gemiyeke mezin 300, imparatorîyên mezin 301,  kêşeya herî mezin 301, stêrkên mezin 302, orkestrayeke mezin 303, guherînkariyeke mezin 311, hêjariyeke mezin 313, zîncîreyeke mezin 314, gorîstanên mezin 314, banekî mezin 315, deriyekî mezin 315, awaza komeke senfoniyên mezin mezin 315, bazineyên mezin mezin 316, masiyên mezin mezin 317, çavên mezin319, maleke mezin 321, hewşeke mezin 322, kunên mezin 322, piyanoyeke mezin 322-323, şerê herî mezin 326, şikesta herî mezin 326, xatirxwestineke mezin 328 binkeyên mezin 328, piletên mezin 328,  pengavên mezin 329, desteyên mezin mezin 329, mizgeftên mezin 331, çekûçeke mezin 332, zirmîneke mezin 333, hêza mezin 333, alozîyeke mezin 336, nihênîyeke mezin 336, metirsîya herî mezin 336, agirekî mezin 334, şîpelên seyr û mezin 338, mexzenên mezin 339, retlên mezin 339, deryaya mezin 339, piyanoyeke mezin 341, komên mezin mezin 345, aşekî mezin 345 mosîqarekî mezin 347, qehbeyên mezin 351, berxwedaneke mezin 351, giryaneke mezin 351, komên mezin 352, mûşeka mezin 355, stargeheke mezin 356, wêraneyeke mezin 356, emaneteke mezin 358, çolistaneke mezin 359, agirekî mezin 359, bajarên mezin 359, bazirganên mezin 365, bizmarên mezin 366-367, birînên mezin 367, cudahiyeke mezin 367, hezkirineke mezin 367, mosîqqarekî mezin 369, heqîqetên mezin 369,stêrkên mezin 369, mirovê mezin 371, zeviyeke mezin 373, reva mezin 374, yeknegirtineke mezin 375, ewareyiyeke mezin 376, rêyeke mezin 378, azareke mezin 380,  tiştekî tirsnaktir û mezintir 381, kevirekî mezin 386, mirovekî serkeçel û hûrmezin 387, avahiyên mezin (4) 390, hola mezin 391, kêfxweşiyeke mezin 391, şehîdekî mezin 392, Xwedayê mezin 393, heqîqeteke mezin 395, derbendeke mezin 396, kevirekî mezin 397,astengeke mezin 397, guherîneke mezin 398, mamosteyekî mezin 402, xerabxaliyeke mezin 403, tirseke mezin 403, avên mezin 403, şaşiya mezin 404, okyanosên mezin 404, darên mezin 405, kumekî mezin 406, çekuçên mezin 406, pilêta mezin 408-416, tabloyeke mezin 408, gemiyeke mezin 408, berpirsekî mezin 409, merasîmeke mezin 409, hunereke mezin 410, mosîqayeke mezin 411, milkdarên mezin 415, helbestvanekî mezin 416, şangeheke mezin 419, holeke mezin 419, masiyê mezin 422, peykerekî mezin 422, wêneyekî mezin 423, paksaziyên mezin 425, çerqûfeleka mezin 431, agirekî mezin 431, tankêreke mezin 431, tirseke mezin 435, keşeyeke mezin 437,mexzena mezin 438, enbara mezin 440, îdareyên mezin 441, nihêniya herî mezin 442, koşkeke mezin 443, tabloyeke mezin 445, durêyeke mezin 444, qerebalikeke mezin 444, çargoşeya mezin 448, nihêniyên mezin 448,cudahiya herî mezin 448, tayên mezin 449, mosîqarên mezin 452-454, tiştekî mezintir 454, koşkên mezin mezin 457, bajarên mezin 459, kolanên mezin 459, destekî mezin 461, mosîqayên mezin 461, tabloyeke mezin 463, kêşeya herî mezin 465, tirseke mezin 472, azareke mezin 472, dadgeha mezin 474, tiştekî mezin 475, mucîzeyeke mezin 476, jinên mezin 485,dilekî mezin 486, pirsa mezin 494, baxekî mezin 497, meraqeke mezin 498, azarên mezin 500, xewnên mezin 500, hevalên mezin 500, karen mezin 505, hêzên mezin 508, meraqeke mezin 508, çavên kal û gelek mezin 510, xwaringeheke mezin 512, tiştekî mezin 512, zêcameke gelek mezin 514, pêkenîneke mezin, 515, Xwedayê mezin 516, çavên mezin 516, maleke mezin 516, nîharkêşekî mezin 518, tabloyeke zeytî ya mezin 518, agahdariyeke mezin 520, serpêhatiyên herî mezin 522, windabûnên mezin 523, wêneyê mezin 523, kartoneke mezin 525, ehmeqê mezin 528, kartona mezin 528, nihîniyeke mezin 528, holên mezin mezin 529, holeke mezin 529, xerîteyeke mezin 532, beşek ji dinyayeke mezintir 531, tunêleke çîrançap a mezin 533, dîwarekî mezin 533, memleketekî nexuya û mezin 534, maleke mezin 536, mexzenên mezin 536, hêzeke mezintir 538, toreke mezin 539, nihêniya herî mezin 540, xweşiyeke mezin 541, serdabeke mezin 542, bajarekî mezin 543, miayenexaneyeke mezin 545, peykerekî mezin 545, nexweşxaneyeke mezin 545, mîrateya mezin 547, xizîneyeke mezin 547, karen mezin 547, okyanuseke mezin 548, otobusên mezin 548,  guldankên mezin mezin 550, girnijîneke mezin 550, kitêbên mezin mezin 551, karen mezin 551, rêwîtiya mezin 551, rûbarekî mezin 551, peykerên mezin mezin 551, okyanosa mezin 552, deryaya mezin 552, holeke mezin 557, nihêniyeke mezin 559, serkirdeyên mezin 559, siyasiyekî pozmezin 559, nihêniyên mezin 561,  belayên mezin 564, dadgeheke mezin 566, demjimêrên mezin mezin 567 demjimêrên mezin 567, şermeke mezin 574, serokên mezin 575, rehmeteke mezin 582, tiştê mezin 589, mamosteyên mezin 593, serkeftineke mezin 595, bostaneke mezin 595, rondikên gelek mezin 596, nexweşxaneyên mezin 600, buyereke mezin 601, amûra mezin 601, kutkekî mezin 602, pozekî mezin 603, efserên mezin 605, hawarhawareke mezin 610, alîkareke mezin 611, destekî mezin 613, kevirê mezin 614, darmaziyeke mezin 614, serekî mezin 615, agirekî herî mezin 622,coşeke mezin 626, mamosteyên mezin 627, odeyeke mezin 627, êş û azarên mezin 629, tora mezin 630, şerekî mezin 630, dîroka mezin 633,  karen mezin 636, dareke mezin 637, kurên mezin 638, standeke mezin 638, kalîskeyeke mezin 638, dara mezin 639, kolana mezin 640, frişteyên mezin 642, bazineyeke mezin 642, dolên mezin mezin 642, bazineyên zêrîn ên mezin mezin 642, goleke mezin 642, aramiyeke mezin 644, toreke mezin 644, bedewiya mezin 644, çavên mezin 645, tilismeke mezintir 646, şerekî mezin 648, kavşlbûneke mezin 648, karwanekî mezin 648, holên mezin 648, qabeke mezin 649, dosyaya mezin 650, barekî gelek mezin û metirsîdar 649, dewreke mezin 62, taqên mezin mezin 653, okyanosa mezin 654, muzexaneyên mezin 654, xizîneya mezin 655, bajarê mezin 656, bazineya mezin 656, destbidestbûna mezin 656, nihêniyên mezin 656, bajarekî mezin mezin 656, gemiyeke mezin 658 zivirîneke mezin û kujek 659, kumekî mezin 662, otobuseke mezin 662, stûneke mezin 663, karekterên mezin 665, awazên mezin 666, ofîsên mezin 669, kartonên mezin mezin 670, parçeyekî mezin 673, kuştarên mezin 677, gorên bikom ên mezin 676, nihêniya mezin 679, hêzeke mezin 679, mosîqarên mezin 680, bajarê mezin 681,tabloyeke mezin 684, bajarên mezin 685, hêzeke mezin 686, koroyeke mezin 686-687, hêza mezin 686, konsertên mezin 686, bajarên mezin 686, şîpelên mezin 687, bangawazeke mezin 688, hesreta herî mezin 691, nihêniya herî mezin a dinyayê 691, dosyeya mezin 692, dosyeyên mezin 692, sindoqên mezin mezin 692, tîrêja mezin 695, diyariyeke mezin 695, hikayeteke mezin 695, hezkirina mezin 696, sindoqeke mezin 699, gola mezin 701, bazineyên mezin mezin 701, bajarê mezin 702, mezintirîn diyarî 702, rastiyeke mezin 702, okyanoseke mezin 703, destnivîseke mezin 703, peymanşikêniyeke mezin 704, semboleke mezin 704, wêneyekî mezin 704, wêneyên mezin 705, xeyala kûr û mezin 705, hotêla mezin 705, hotêleke nû, biçirûsk û mezin 705, Pîleteke mezin 705,  çirayên mezin705, xeteke gelek mezin 705,

            Em li vê paragrafeka li jêr  binerin: Gelo dergdêrên çawanîyê bi çi awayî hatine bikaranîn?


Mînak:
Min ji wir ve bo yekem car deryayeke spî ya mezin dît, bajarekî bêsînor hindî ku çavê mirov bibire, di nav mij û duman û tozeke cawîdan de niqum bûbû, bajarekî ku mijeke gran û spî li ser rûniştibû. Rengê nehengekî razayî yê mezin dida ku derya nekare wî nehengî* ragire. Celîlê Baran lê nihêrî û got: “Xwedayê mezin! Ger tu hemû bajarên dinyayê bixî ser hev, bi qasî vî bajarê mezin nabin.” Rewşen Mistefa Seqizî jî got: “Ew qas mezin e ku heta di xewnê de jî cihê wî nabe.”702


Hin mînakên din:
Erk û wezîfeyên mezin ên mirovan ti carî temam nabin lê niha ez rengê masiyekî didim li rex deryayeke mezin, masiyekî ku tenê hestiyên wê mane.” 700
û edebiyat bajarekî mezin e. 680
, di navbera du kûnên mezin ên derbûn û fûrana avê de standeke mezin a nîgarkêşandinê danîbû û bi aramî û bi sebreke mezin ve ew tablo dirûst dikir. 638
Êvarekê li ser kevirekî mezin ku nêzî mergeke mezin bû rûniştim. 60
stêrkên piçûk 53, mefrezeya piçuk 62
, ez li pêşberî hotêla mezin sekinim, hotêleke nû, biçirûsk û mezin ku mêvan ji raserî dinyayê ve berê xwe didanê. Pîleteke mezin li ser bû ku bi çirayên mezin dibiriqî 705

            Li vê romane rengdêra mezin gelek caran hatîye dublekirin, ”mezin mezin” hatîye bikaranîn. Hêja ye mirov li vê mijarê rawestê, dema mirov bibêje “bajarekî mezin” û bibêje bajarekî mezin mezin” çi dibe?
            Li zimanê Tirkî jî dubarekirnên bi vî awayî hene, ji bo pirjimarîyan tên bikaranîn.
"Büyük büyük evler", "kocaman kocaman kapılar" lêbelê  dubarekirina rengdêrê li yekjimarî nîne. Loma li romanê: "bajarekî mezin mezin 656" absûrt maye û bêwate  ye.

Mînak:.
kartonên mezin mezin 670
bazineyên mezin mezin 701
bajarekî mezin mezin 656
taqên mezin mezin 653
bazineyên zêrîn ên mezin mezin 642
demjimêrên mezin mezin 567
kitêbên mezin mezin 551
guldankên mezin mezin 550
minareyên piçuk piçuk 338

           
Li romanê carinan rengdêra mezin li ravekekê du caran hatîye bikaranîn:
Mînak:
sindoqeke mezin a kolayên îranî yên mezin 699

            Li romanê carinan rengdêra mezin bûye “yekcar yekcar mezin”
Mînak:
çavên ter û seyr ên yekcar yekcar mezin 191

Wergera vê romanê ne Besam Mistefa kirîye, Şahab Xalidî wergerandiye. Pirsîstemî li vê romanê jî hatîye domandin lêbelê granîya soranî bêtir dixwîye.

Mînak:
,keraseta herî mezin 505,
mezintirîn bela 505, Mezintirîn keraset 505, mezintirîn ceza 505, Mezintirîn heramîya dinyayê 201, mezintirîn hîkayetvan, 212, mezintirîn bextewarî 515

 

4- ÊVARA PERWANEYÊ

Me li vê romanê hemû rengdêrên çawanîyê yên mezin nenivîsîn. Beşek ji wan.



Lezgîniyeke mezin 49
, xireciriyeke mezin 49, Xweziya mezin, şiyana mezin 58, Belayeke mezin 79, Bêxewiyeke mezin31, bextreşîyeke mezin 101, baweriyeke mezin 101, Sozeke mezin78, cudahiyên mezin 81, xema mezin-59, Xweşiyeke mezin 62, awayekî mezin 116, cîhanên mezin 135, Ahengeke mezin 118, kenekî mezin 139, baweriyeke mezin 139, dorpêça mezin 140, mêrên mezin 162, sergerdeniyeke mezin 148, qebristaneke mezin 148, Qesebxaneyên mezin 150, Bavên mezin 151, Keşkûla mezin 151, tirseke mezin 197, Pirsgirêka mezin 152, gunehekî mezin 154, gûmaneke mezin195, hevcûdabûnên mezin 199, civatên mezin 204,  Baxekî mezin 73 civînên mezin 227, cîhadeke mezin 227, nimêjen mezin 227 rêberekî ruhî yê mezin 228,  tevlîheviyên mezin232,  kambaxiya mezin233, bablîsokeke mezin 260 orgazmeke mezin 290

Wî guh li xewnên pir mezin girtibû 73


5-APÊ MİN CEMŞÎD XAN KU HER TİM BÊ Lİ BER XWE DİBİR

Me hemû rengdêrên li romanê nenivîsîn, beşek ji wan:

metirsiyên mezin 28-34, nexweşiyên mezin 46, mêvanxaneyeke mezin 54, çirisandineke mezin 54, hîlebaziya mezin 54, dudiliyeke mezin 58, hejmareke mezin 62, evîndariyeke mezin 65 serhişkiyeke mezin 69, ronahiyeke mezin 70, bermaleke mezin 70, belayeke mezin 79, pirsgirêkên mezin 82, dilsoziyeke mezin 90, piştoyekî mezin 94, wêrekiyeke mezin 102, bêhişiyeke mezin 104
bêdengiyeke mezin 106-118, pûçbûneke mezin 116, azareke mezin 118, rezîliya mezin 123, kexezeke mezin 123, histeriyeke mezin 119

 

 

 

ENCAM
            Her çi qasî ev analiz, ne vekolaneke  zêde patolojîk be jî; dema hemû beş biqedin wê gelek fikaran bide mirov û em ê “zimanê li romanên Bextîyar Elî” ji nêz ve nas bikin.
            Em ê li beşa pişt vê beşê li hin “rengdêrên çawanîyê” yên din jî binerin wê demê em ê hê zelaltir û baştir fam bikin.
           

Wê bidome…