ROMANÊN BEXTÎYAR ELÎ Û KEN (GİRNİJÎN, BİŞİRÎN, BEŞİŞÎN)
Ken, her çi qasî refleks û
reaksîyoneke mirovan a bedenî be jî, li edebîyatê gelek bar li vê peyvê hatine
barkirin. Çikû li edêbîyatê ken ne bi tenê refleks û
reaksîyoneke bedenî ye, hêla wê ya psikolojik û rewşa rih, hêleke dîyarkerîya
atmosferê jî heye.
Ken, carinan bêdeng carinan jî
bideng, bi vezilîna çermerû û levan xwe dide xwîyayî lêbelê em dizanin carcaran
jî xwe nadê xwîyayî, li ser ronîya çavan dimîne an li serê levan. Gelek cûreyên
kenînê hene yên bi bişirîn, girnijîn û pixîn û hwd têne binavkirin.
Dijwateya kenînê, girîn e. Yani
di rewşên xweşî, kêfxweşî û bextewarîyê de diqewime an jî li piştî henekan pêk
tê.
mirov gelekî bikene li dawiya ken gelek caran hêsir ji çavên mirov tên.
“Jin, dema derfetê bibînin, dikenin lêbelê
kengî bixwazin wê deme digrîn.”
Gotineke
Venezuellayî
“Eynik hevalê min ê herî baş e. Çikû dema ez digirîm ew
nakene.”
Charlie Chaplin
“ken, her caran ne ji bo
bextewarîyê ye, hin caran hin ken hene ji bo nixwimandina êşan e”.
Bob Marley
“Heyat nola eynikekê ye. Hûn li
ber bikenin ew ji li we bikene.”
Peace Pilgrim
Hûn bikenin dinya jî wê bikene. Hun bigirîn hû ê bi tenê bigirîn.
Elia W. Witcox
Ken, li edebiyata cîhanê heye, li taswîrkirinên lehengan, li bûyeran lêbelê li edebiyata kurdî bi awayekî din û zêde heye. Bi teybetî li nav helbestan, peyveke sereke ye.
Li vê nivîsê em ê li naverokên romanên Bextîyar Elî, li ser peyva kenînê rawestin û bikaranînên wî analiz bikin.
Bextîyar Elî, li hemû romanên xwe bi hejmareke zaf zêde rengdêrên çawanîyê bi kar tîne. (Li beşeke din em ê li vê mijarê rawestin) Li hemû romanên wî heman rengdêr li gelek rûpelan hene.
Tiştek an mezine, an spî ye, an ecêb e, an aloz e an…
Kêm navdêr hene yên nebûyî rengdêr. her tim rengekî dide peyvan. Kenîn, girnijîn û bişirîn jî her tim bi peyveke din re dibe rengdêreke çawanîyê. Hin ji wan sifatan gelekî absûrt in, hin ji wan jî maqûl in. Mînak girnijîneke xemgîn mirov dikare bibêje zimanê helbestê ye, metaforek e lêbelê li romanê Bextîyar Elî gelek tişt “xemgîn” in. (Li mijara xemgînîya li romanê Bextîyar Elî em ê zaf mînakan bidin) Mînak: kenekî mezin bi teknîkî normal e lêbelê çawanîyêkê nade peyva kenînê loma absûrt dimîne.
ÊVARA PERWANEYÊ
girnijîneke xemgîn 149
girnijîneke şermîn 150
girnijîneke piçuk 155-173
girnijîneke pak 173
girnijîna ecêb 211
girnijînên xerab 211
girnijîna ecêb 215-216,
girnijîna şeytanî 215
girnijîna geş 242
girnijîna seyr 244
kedikirina girnijînan 211
girnijînên jehrawî 211
girnijînên pak û aram 211,
girnijînên kurt û tije şerm 211
girnijînên min mirin 256
çavên wî bi girnijînan tije bû 263
girnijîneke weke ya jinan 270
girnijînên rasteqînê 322
HİNARA DAWÎ YA
DİNYAYÊ
girnijîneke
mezin 111
girnijîneke îronîk 36
kenekî geş 43
kenekî bilind 142
bişirîneke tal 56
bişirîneke matmayî 167
bişirîneke mezin 189
bi kotekî girnijî 152
ew dibeşişî, beşişîna kalemêrekî ku(…)314
QESRA
BALÎNDEYÊN XEMGÎN
bişirîneke aloz 302
girnijîneke hêmîn
bişirîneke geş 302
bişirîneke sivik 139
bişirîneke mezin 140-167
bişirîneke rasteqîn 303
girnijîneke pir mezin 303-305
em hemû bi rastî keniyan 306
bişirînek kir 306
bişirîneke tal kir 312
bi bişirîneke nazik û kenekî nerm wergirtin 192
BAJARÊ MUSÎQARÊN SPÎ
girnijîneke ciwan 117
girnijîneke gêjane 120
girnijîna şêrîn 105
girnijîneke xemgîn 187
girnijînên xemgîn 345
Girnijîneke kevn 285
Girnijîna tal 289
girnijîneke şermokane 309
girnijîneke şeranî 418-419
girnijîneke kujek 420
girnijîneke piçûk 20
girnijîneke sêhrawî 322
girnijîneke hîlebazane 434
girnijîneke pîs 434,
girnijîneke zelal 442
girnijîneke şeytanî 469
girnijîneke zarokane 495-579,
girnijîneke mezin 550
girnijîneke westiyayî 582
girnijîneke lerzok 574
girnijîneke piçûk 575
girnijîneke xemgîn 627
pêkenîneke jînanî 606
pêkenîneke şermokane 606
bi girnijîn got 23,
bi keniyeke eyar keniya 86,
bi awayekî seyr keniya û got: 91,
bi bêdengî dikeniyan 114,
girnijîneke wiha li ser levan bû, wek di şerekî mezin de serkeftin bi dest xistibe
618
hevalê wî pêkenîneke dirêj kir 606
bi awayekî kiret dikeniyan 607
carinan jî keniya wî stûr dibû, weke pêkenîna ekterên kurd 607
bi dengekî bilind keniya 597
keniya wî dişibiya keniya dêwekî ku kêmekê keniya xwe zirav
kiribe 606
wek ve ku proveya keniyê bike 607
kîjan pêkenîn baş e 607
bi girnijîna wek a mirovekî pîr got. 596,
Celîlê Baran girnijînek dikir 350,
Li vê romanê peyva ken gelekî nehatîye bikaranîn. Çend mînak:
kenekî kelevajî 64
kenê kaviktiyê 64
girnijîneke aloz 81
girnijîneke teybet
ENCAM
Weke mînakên bikaranînên li jor tê dîtin, Bextîyar Elî di taswîrên xwe de peyva ken bi gelek rengan bi kar anîye û weke gelek bikaranînê din bi piranî bi sifatekî bi kar anîye. Ev bikaranînê wî him hela wî ya “zimanê helbestî” nîşa me dide him jî alîyê wî yê xemilandinên bêwate û gotinên afakî jî… Mînak: “girnijîneke westiyayî” rengdêreke bi zimanê edebîyatê ye lêbelê “girnijîneke mezin” bi zimanekî absûrt e. Mînakeke din : li romana BAJARÊ MUSÎQARÊN SPÎ Girnijîneke kevn
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder