14 Aralık 2014 Pazar

HEVPEYVÎNEK Bİ XWE RE

HESÛDÎ, ZEXELÎ Û HEVPEYVÎNEK Bİ XWE RE

11 Aralık 2014, 20:29
HevpeyvînHevpeyvîn

Hesûdî:           
       Hesûdî, hêsteke insanî ye. Heke dê û bav bêtir jê hez bikin, mirov diheside brayê/xwîşka  xwe jî an xweşîyek, serkeftinek an pêşveçûyîneke kesekî dî jî.  Ev hêst li ajalan  jî tê dîtin. Mînak: Gava xwedîyê malê psîkeke dî tîne malê tevgera psîka kevin vedûguheze û hesûdîya  xwe darîçav dike. Hesûdî heya deverekê tê famkirin û ne hêsteke nebaş e. Mînak: Xwendekarek  ji serkeftina xwendekarê di pola xwe de biheside hin bêtir li ezmûnên xwe dixebite û serkeftina xwe bi pêş  dixe. Mînak: Nivîskarek ji nivîskarekî dî biheside hin zêdetir dixebite û dixwaze ji wî kesê jê diheside tiştên baştir çêbike û ev hêst wî dixê reya xebatê. Heke hesûdî di pîvê de be ne nexweşî ye,  tenê tevgereke xerabe ye û heke neyê kontrolkirin di pêşerojê de kêsî dibe deprosyonên mezin. Hesûdî ji hêsta ewlehîya pûxtî der tê. Kesekî gelekî diheside hêsta bêçareyîyê, hêsta enirînê û  bêhêvîyiyê dijîye. Kesê ji xwe ewle be gelekî naheside.
Zexelî:
            Di ferhengan de gelekî şaş tê bikaranîn. Di ferhenga yekbûnê de dibêje;  "Tembellik, bilerek tembellik etme." Elaqa wê bi vî tiştî re nîne. Bawer im di tirkî de peyveke hevwateya vê peyvê bide nîne. Mirov nikare salixandinekê tenê bidiyê, peyveke berfereh e. Hêsta zexelîyê; ji hesûdîyê wêdetir e û nexweşîyeke zîyankar e. Kesên di vê hêstê de  naxwaze nas/ nenas tu kes bextewar be, serkeftî be an jî  tiştekî baş bike. Tenê li dûv parîyeke berjewendîya xwe ye û ji bo serkeftinekê alîkarîyekê nade tu kesî û heya jê were rê li ber wan digre û wan demoralîze dike. Kesekî zexel gava bibîne kesê nû vê xesarê bide cîyê wî yê di civakê de; di hêman demê de wî kesî bi tiştinên bêelaqa sucdar dike û dixwazê wî li ber çavê civakê asteng bike.            
        Dîya min(rehma xwedê lê be) Digo; "Xwedê mihafeza me ji kesê zexel bike." Nizanim sedema wê çiye-ka xwîna min dikêşîne çi ye- pêşîyên bajêr tim li ser serê min digerin û xwîna min dimijin. Ewqas kes di malê de ne lê tenê xwîna min bi wan şêrîn e.
Gava min xwest romana "Belalûk"ê çap bikim bi çend hevalên xwe şêwirîm. Min ji wan alîkarî xwest. Sax bin gelek bûne alîkar û tenê qala pereyan kirin û gotin evqas pere hewce ye û hew. Ez rabûm min berê xwe da kesên nasnakim lê têkiliya me li ser medyaya civakî heyî. sax bin ew bêtir pêwendî dan û wan jî tenê qala pereyan kirin û hew.(yek didoyan ji wan jî henekê xwe bi min kirin-weke bibêjin "va em tiştek in." û gotin tewangê te şaş in.  Min li tewangên wan nêrî û çi binêrim. çîyê mê ditewênin. Çi bikim min jî weke Seyda Cegerxwîn got; "Bila bihûşta bêminet be." û bi keda xwe çap kir.            
          Baş/nebaş romana belalûkê ji hemû romanên di dinyayê de û yê bi kurdî cê ye. Kesê objektîf lê binêre vê ev rewş xwe li çavan bixe. Bi teşe û forma xwe,bi mijara xwe, bi zimanê xwe û bi vegotina xwe na şibe tu romanan. weke min di sêrî de gotî: başiya wê/nebaşîya wê tê niqaşkirin/rexnekirin/şîrovekirin lê  kesekî serbixwetîya wê nebîne vê bêmafîyê lê bike. Mînak: Li hemû zimanê romanên kurdî de "ku" ya gihank  zêde-zêde tê bikaranîn û tu ravekên zincirîn bê we nayên rêstin û sazkirin. Lê di belalûkê de gelekî kêm tê bikaranîn.(îtiraf bikim çendekên nehewce min jî bi kar anîne.) Minak: Min gotiye; "Dara mezin a li serê çiyayê Cûdî." Min negotîye; "Dara mezin ku li serê çîyayê Cûdî ye." Ji ber vê jî dibêjin zimanê te ne wêjeyî ye.  Ka di kîjan stranên dengbêjî de gihaneka" ku" tê de bi futbolê dilîzin? Baş/nebaş çi hatibe kirin bi zanyarî hatiye kirin. Erê nivîskar ne zanistê wêjeya zanyarîyê ye lê wî ji gelek kesan wêjeya dinyayê  xwendiye û bi têra xwe heye. Ez vê hevpeyvînê bi xwe re dikim. Ji bo ku heya îro tu malper, rojname, kovar û rojname silavek jî nedane min. Ez wan fêm dikim. Gelek kes li kesekî xwe û bi armanceke xweperestî xwedî derdikeve û karê xwe wisa dike. Ez ê jî hevpeyvîna xwe, xwebixwe bikim. Mînakeke dî ya pevxistina wê weke "Romana belalûkê" nîne. Tukes nikare mînakekê bideû bibêje "Belalûk bi filan awayî dişibe filan romanê". Gotineke mezin dikim.Îro em li kîjan romana kurdî binêrin em ê bikaribin  lîsteyeke dirêj di romanên cîhanê de hevrengên wan, wekhevîyên wan binivîsin.
            Di romana Belalûkê de gelek teybedmendî hene. Mixabin  mirovên me hewisîne teşeyekê tenê û tiştên ne ji wê teşeyê napêrgînin. Mînak; kesên ez ji wan re dibêjim "Lamînorciler" li peyvên tevûlev û sergêj yên ji gengêşîyê pê ve tu hevok bala wan nakêşîne û kêsên ez ji wan re dibêjim "Xweperestçiler" ji xwe ev kes ji xwe pê ve tu kesî naxwînin û nabînin(navê kesên di cîhanê de navdar ji zimanên wan kêm nabe). Ha yekî bixwînin jî ji bo berjewendîyekê ye. Û hin kesên din hene. Ez ji wan re dibêjim "üçparçaciler/taociler"Ev kes; nivîskaran bi sê beşan jev cê dikin. Xwe ji sinifandina duyem dihesibînin û her tim li derdora "Kesên yekem" dibînin digerin û kesên dixine sinifandina sêyem de jî qet nabînin û wan weke xwendekarekî xwe dihesibînin. Min heya îro kesekî kirasê xweperestinê ji xwe kirî û weke Şivan Perwer, egoya wî têr nedît. Nizanim dibe ku li min  rast nehatibe.(Ez dibêjim qey egoya min ne birçî ye. Bi her awayî min xwe bextewar kiriye û egoya xwe têr kiriye  vê dizanim.)
            Rojekê gotin: Komeke xwendine vê Belalûkê bixwînin. Çiqa kêfa min hat. Min go min bêmafî kiriye, di nav gelê min de kesên objektîf jî hene.  Wêneyeka wê rojê jî parve  nekirin û wilo kirin(birastî tu tişt nekirin), gelekî li ber xwe ketim. Min ji mirovatîya xwe şerm kir. Bila tiştên nebaş gotibane. Bila rexneyen gran bikirana, mixabin, "netutişthesibandin"  tişteke dî ye.
          Min hinavê xwe li xwe  vala kir û oxweş.. Gelek tişt hene bên gotin lê bes e. Niha min henasa xwe fireh kir. Kemasîyên min, xeletîyên min jî pir in dizanim. Lê şikir ji xwedê re tu zexelîyên me nebûye. Xwedê me ji zexelîyan bipareze.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder