13 Ocak 2015 Salı

BÊHİZÛRÎYA ROMANÊ







HERRRRRREEE!

"__Dibê, xatûnê petêxek neqand ji nava petêxan û serê kêrê xiste zikê petêxê û ew kir anegorî
terikê qantirî bikaribe tê re derbas bike û qewart. Dibê, çû petêx di terikê qantirî re derbas kir, terik ji yê rep bûyî, ji bona gava ku ewkê bikin, terikê qantirî ewka wê neçirîne û nedirîne. Dibe, Xatûn çû ket binê qantir, dawa xwe hilda û xwe belot kir. De îda qantir e, heywanê xwedê dê çi ket?! Dibê, de bi çend derban çû hat, çû hat,çû hat..."( r.56)

PİRS: Kesekî terikê qantiran bi çavên xwe dîtî heye gelo?
            *Rêzimana li vir hatî bikaranîn jî balkêş e
            Di nav nivîskarên kurdên bakur de baweriya min bi Şener Ozmen gelekî heye(bû).
Min digo vê rojekê romaneke wilo binivîse îja vê dinyayê bihejîne. Di vê pirtûkê de li gelek deveran xwirtbûna zimanê xwe didê xwîyayî û edebîyatê bi dasa peyvan didirûye, lê li gelek deveran jî dasê li kêvir dixe û dihêle. Xwirtbûna xwe bêtir bi mantalîta "Ez çawa bixwazim dikarim wilo binivîsim." û hê bêtir " Ez dikarim binivîsim". Ev kitêb li gora zanistiyê
roman e an tişteke dî ye nizanim. Gelo dewlemendîya wêjeyîya nivîsarê bi xweşikbûn û xwirtbûna nivîskar û rêstina zimanê wî xwe didê xwîyayî an bi hestbariyên dil dibişkivînê?

NESÎM
 Di vê beşê de nivîskar ji bilî mijarê xwirtbûna zimên raxistîye. Bi gotineke dî; Derzî bi tê ve kiriye. Bikêf tê xwendin.(Mirov aciz nake.)
Pehnîyên solên wê yê spîsor ên ji çermê ajaleke neslê wê li ber nemanê(85)
cizdankê xwe yê keskî tarî yê ji çermê ajaleke neslê wê li ber nemanê(91)
*werger e?çend caran  tê barekirin?
1-
"Ji qatê duduyan"(87)
*qatê-qata?
2-
"xwedê bextê te spî bike."(97)
*Werger e?
3-
"Qîzikê got û ez keremî hundir kirim."(100)
*werger e? bi kurdî ye?(zimanê kurdî çiqasî oryantal e.)
4-
Qehweya min sikîsar bû.(103)
*sikîsar? sipûsar?
5-
Ji kerema xwe re (li gelek deveran dibûre-102)
*Ji kerema xwe?
6-
jinikeke ji wê komê li hev qelibîn(104)
*qelibîn?
7-
Hişkobiringo bûbûn(105)
*? hişkûhola
8-
Ez wiha hest pê dikim(113)
*werger e?
9-
"Hem ji bo ku ku di wan çend rojên cejnê de.."
*ku ku?
10
"Dotxal"(115-li gelek deverên dî)
*?
11-
Bosna û Besna(124)
*Di pirtûkê de mijara herî baş li vê de rê ye.
12-
"û çi xweliyê bi serê xwe dakim."(129)
*dakim?


Nin im(141)

ÖZCAN
1-
"bi dû re dîsa zîvirî ser min û got."(148)
* Rehma xwedê li Mele Xizo be:-) Kesekî nû li kurdî hîn bibe wiha dibêje.
2-
Got Sinco û zîvirî ser min.(159)
*:-)
3-
Her ku dûva xwe vehejand û bi vir û wir de vepengizî, wê bi têra du şevan xewn û berxewn dane ber destê min ...(165)
*dûva xwe an dûvê xwe(zayend)
4-
Got Nazim û vegerîya ser min.(172)
*:-)

arîkarî,alîkarî,harîkarî. her sê jî tên bikaranîn.

1- KU
            Gava ez pirtûkekê dixwînim pêşî li çend rûpelan bikaranîna "Ku" ya gihanek dihejmêrim. Ev pîvoka min a ji bo zanyarîya zimanê nivîskar ka çiqasî di xwezaya zimên de ye nîşa min dike ye.
            Di rûpeleke ji 26 rêzika pêkhatî de 16  caran "KU" ya gihanek dibûre.(r.10) di hin rûpelên dî de hin bêtir. Bi hejmareke nîvekî di rûpelekê de 10 "Ku" di 216 rûpelan de dike 2160 "ku" Bi hejmara min hewceyî bi nîvê van "ku"  ya  nîne.



1-
Bozo û Gulê gelek caran di paşila hev de radikevin û Gulê tim car ji berîya qewlê xwe di xew re diçe û di xewa xwe de jî ji pesnan xeber dide.(r.11)
*tim car? *ji pesnan xeber dide?
2-
Zilam, wekî ku berîya hingê bi kêlîkekê dîtî bawer nekiribe, berê fenerê, renge ku bo cara dawî dide hundirê bermîla ku, li gorî wî, divîya bêtir av tê de hebûya.(r.11)
*piştî gihaneka "ku" bihnok?
*Hevok gelekî tevûlev e.
3-
"...û ne îşe germ e."(11) (20)(27)
*û li gelek derên dî jî derbas dibe. divê wiha be"ne îşê germê ye." an "ne îş germ e."
4-
ZİLAM: (çerx dibe û berê xwe bi alîyê jina xwe  ve dike) (r.11)
*çerx bûn?
5-
Û şev, ji bo zarokekî kurîn î heft salî, ku ji binî ve naxwaze binive, ne danekî xweş e û pedivî jî pê nîye.(r.20)
*zarokekî kurîn î heft salî?
*
pedivî jî pê nîye.?
6-
__Etê, ma li gund jî stêrk henin?(r.24)
__Çi mirovnî qenc in.(r.24) Çi mirovnî henun in (r.25)
û heta tu bibêjî mêvanhebîn in.(r.25)
û tim car li keran siwar dibe (r.29)
nivînên wî top dike(r31)
*Ne devoka heremê ye.
*mêvanhebîn ?
7-
Dibêje dêya wî ji bavê wî re.(r.33)
hingê bavê wî ji dêya wî re dibêje bi zirzî;(r.33)
Hinek ji wan cara xwe caranî dikin û pev diçinin.(r.34)
tên dikevin hundiro.(r.35)
__Bêhna xwe fireh ke, çu nema, kûrê min. Ma tu birsî yî?
Dibêje bavê wî.(37)
Dibêje zilamê qetek loqim bi wî dayî.(37)
Şêl û tevgera bavê wî ne wek a berîya wê hingê ye, (r.38)
tê û alîkarîyê bi wî re dike(38)
"û ligel kel û melên xwe yên ku ji dikana Feqî Nûredînî kirrîne hêdî hêdî bi dîyar dikevin."(r.38)
*Bi dîyar kjetin?
solên wî yên lastîk î nû.(39)
Li ser rêya gundî dikeve, (39)
Dibêje jinik.(41)
Dibêje bavê wî(41)
___Qey ji bo solan in...
tibabek ewraq û kaxizk henin,(42)
pistepistên wî yên aramîbexş(43)
Dixe berîka şalê xwe yê teze (43)
Na, bi wî çendî xerab nîn e mala bavê wî!(43)

LEHDO: (di nerma xwe de dikene)(47) 
*Lehdo çi kurdîyeke pak û paqij diaxive?
__Va mixtar!
Dibêje bavê wî bi kelecoşî.(49)
destgerdenî hev bibin(49)
Silavan didin û silavan hildidin bi tevgerine lezgîn(49)
û gotinên wî bi şêwazake fermanane ducar dike wekî nesekinin û zû bên.(50)
Gotinê dike aris(50)
û dibêje jinik, hildide dibêje;(50)
Dibêje di pey re, tu jî li vir ranazê, dibêje paştirê.(51)
Textebendên wî henin(53)
Karebaya wan jî nîne(53)
*Li derên dî cê ye."nîn e" bi kar tîne
Jinika kofî grê dayî(53)
di ser serê min û ser her du çavên min î kor ra hatine!(54)
lepa wî ya vekirî(r.55)

Dibêje bavê wî bi kurtebirrî,(55)
Ez ê seriyekî biçime nav gund...(55)
tizbîya wî ya libgir(56)
*zayend
__Wa li ser girî. Sibehê ez ê te biherime wir...(58)
__Ez ditirsim dibêje ji bavê xwe re,(58)
Dibêje bavê wî.(59)

Taştêya xwe bike û em herin.(r.64)
*werger e?
û xwêdanê avêtiye di ser laşê wî yê bêpûrt re,(65)
Dibêje bavê wî û dengê xwe bilind dike.(66)
Dibêje ji bavê wî re û destê xwe dide ser serê wî,(67)
Yekî ji nava wan, ku ne îşê dirêj e,(67)
Dikarê ji bavê xwe re bibêje wekî ew jî dixwaze dûrbîne bavêje ser gundî.(68)
*werger e?
û bêyî rizadiliya xwe alîkarîyê bi wî re dike(70)
*werger e?
__Şurada bir sigara içsek mi len)?!
Dibêje jê re.(71)
Çima dilê wî li Özcanî spî nebû(872)

ENCAM
            Vegotin, vebêj,  teşe û nizamçi ne karê min e. Bûyer, dem, mekan, sereleheng jî.. Ez Hezexî me û Nivîskar dinasim, divê kesê bûyerê herî baş fêm bike ez bûma û min jî tu tişt safî nekiribe, kesê vê pirtûkê bixwîne û b'bêje wele bûyer ne "tevlîhevî" ye,   bi min vê xwe bixapîne.
            Gelek bandor li nivîsarê tên xwîyayî. Kurdîya herî zindî, pak û paqij LAHDOyê mesîhî diaxive.
            Gelekî dikeve fîravanê û  kîtekîteyî pê ve diçe.
            Pirtûka çarem  a nivîskêr divê hê serkeftîtir b'ba
            Li gelek deveran "zimanê estetîk"(Şener di vê mijarê de jî jêhatî ye.) li devirinan piç û pîjikekê ji delalîya estetizmê xwe nade xwîyayî û ziman gelekî tund (qebe) dibe.
            Hêstên min ên di germîya xwendinê de ev bûn. Naxwazim rexne bikim û ne karê min e jî. Hê jî bi bîr û bawerîya min  e, dîsa jî dikarim b'bêjim potansîyela Şener Özmen hê bêtir e û ew dikare romanên di standarda cîhanê de binivîse.


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder