30 Mart 2015 Pazartesi

BEDİRHAN

BEDİRXAN

Niha jî hin Xelef in û hin "Ezdînşêr" in û Mîrê Botanê ne.
û li "Keleha Ewrexê" Bedirxanên ne bûne mîr....

Û Cizrespor bûye şampîyon! Qiyamet e li kolanên Cizîra Botîyan...

Gelo li Cizîrê BEDÎRHAN tê xwendin?
Çend pirtûkên kurdî tên xwendin?


Romana İlhami Sidar ya bi navê "BEDİRHAN"

Hewce ye hemû kurd, asûrî, keldanî  bixwînin. Kedeke mezin û hêja ye. Ji gelek klasîkên dinyayê ne kêmtir e.
"Gava tarî xwe bêdeng bi paş ve vedikêşa û cihê xwe ji ronakîya bersibehê re dihişt, Cizîr bi mexmûrîya jibermayîya şeveke tarî, mazûvanîya şkestekên xewnan dikir; li ezmanê ji rûpişta zîvî xermişî stêrk xwe vedikêşan tenatîyên xwe yên biserêxwemayî. Li hewayê svikîya xwenegirtina danûstandina henasêyan, di nav vê bêdengîya hûrik- hûrik de  belavbûna senfonîyeke bêheval... Dijle ji milekî ve sûrhên qesrê dialîse û bi xûmxûma xwe diherike, ji milê dî ve,  Çiyayê Cudî yê dişibe hûtê pala xwe dayî ezmên asoya Birca Belek werdigire."
(r.15-werger)


Min xwest vê helbestê û wergera wê nîşe bikim.

Ez çi bêjim çi beyan kim
Mexfeyetan ez eyan kim
Sirê dilê eşkere kim
Kes bi halê min nezan

Çendê bêjim sir û halan
Ah ji destê çavxezalan
Her dinalim mah û salan
Kes bi halê min nezan

Mah û salan ez dinalim
Şev û roj talib wisal im
Aşiqê bejna şepal im
Kes bi halê min nezan

Ne söylesem, ne diyem
Şol halim kime diyem
Gönül sırrım nere dökem
Halimden kimse bilmez

Halim daha nice diyem
Çeşm-i ahuzar elinden
Günbegün hep inlerim
Halimden kimse bilmez


Günbegün hep inlerim
Dün ü gün yâr dilerim
Bir selvi boya vurgunum
Halimden kimse bilmez

(261)



Gelo?
*Çavên min li qesra Elodîno gerîyan. (Nizanim çi elaqa "Ali" bi Elodîn re hebû)
* Niha jî "Xelef" hene, "Mîr" hene û  Bedirxan hene û helbet "Ezdînşêr"
*Di gelek stranên M.Arif de "Meryema file" dibûre, gelo elaqeya wê bi vê Meryemê re heye?
*Straneke M.Arif yeke dî heye, "Krîstîn"?



Hiç yorum yok:

Yorum Gönder