17 Ekim 2015 Cumartesi

ZİMANÊ MALÊ, ZİMANÊ EDEBÎYATÊ û ŞEMBELOT



ZİMANÊ MALÊ,  ZİMANÊ  EDEBÎYATÊ û  ŞEMBELOT


Bi tirkî dinivîst;  Gotin; "Tu kurd î, çima bi tirkî dinivîse?"
Go: Zimanê kurdî têra edebîyateke baş nake. Hate rexnekirin.
Bi kurdî nivîst. Niha jî dibêjin; "Çima te bi kurdî nivîsîye?"

            Dara şembelotê 30 metroyan dirêj dibe û dikare 500 salan bijîye. Li pal û berwarên bi teht û axa biqûm  mezin dibe. darên wê hişk û qayîm in. Hewce ye  şembelot li ser êgir  heya biqelijê bipijin. Nexwe di qirika mirov de dimînin, naçin xwar.

            Berî niha min pirtûka  Suzan Samanci ya ji tirkî hatî wergerandin (Sîya Bêdengiyê.) xwendibû û gelekî ecibandibû. Nikarim "Ev jin û mêrê bi maskê"  ji hêla edebîyatê ve rexne bikim. Bi min ji milê hûnandin teşe, pevxistinê û vegotinê ve serkeftî ye.      
           
            Salixdana "Zimanê Malê" cihê xwe baş girtîye.


ZİMANÊ PERWEDEHÎYA WÊ NEYÎ DİBE ZİMANÊ EDEBÎYATÊ?

Dixwazim, em  ji bo gengêşîya vê pirsê li ser hin nîşeyên ji vê pirtûkê rawestin.


...,pêtiyên berfê wek pilpilokê li hawirdor dikirin.(12)
..û bi qîrînên xwe yê bêdeng re bi veşartokê dilîzim.(12)
bila dilê mirovan dil be, lihêva mirov bayê gur be! (13)
                                                             *bayê kur?
li rawestgeha tramwayê tu kesek tune bû(14)
Merdo kevirê xwe yên veşartî ji bin zimanê xwe derxistin*(16)
            kevirên
ez bêhnçiko bûm. xume xuma çemê Senê, bi êvarî re şer dikir(17)
Min di dil xwe de got(17)
emê hê pir li paş bimînin(18)
Bi dengê derî re ez veciniqîm(18)
Biqasî hilmek çixare me li hevdû pirsî(18)
Merdo çengên xwe dane ser çavê xwe(19)
cara ewil ku min ew dît zipî ziwa bû!(23)
çavên xwe kutan çavê baran(23)
û çivîkan xwe hawirdor dikirin(23)
bi pistînî nav û nûçikan hildidan(23)
, milê xwe hil kir (24)
ken ji min nedihat, min jî dil xwe de got, (24)
,tirsê em ji me distand.(25)
Baran ji derdora min nediqetiya, (25)
di siya gulên êvarê de du pilpilok havîrdor dikirin.(26)
kêzikên şevê dikirin çikînî, dara bindeqê dikir mişînî, (26)
Baranê ji nîşka ve ez hembêz kirim : (26) (*Baran nav e.)
Baran bi kenekî wekî yê zarokan; "De were em bi hev re bigrîn!" got.(26)

Xumîna qelebalixê di serê mirov de olan dida(27)
tiliya xwe li dora fincanê hawîrdor dikir û.. (28)
ji ber huzmê baranê çav bi çav nediket. Min bi çavine vala li barana delodîno û çarling mêze kir,(29)

Me êvarî komek hevalên vexwend xwarinê, li ber gola Lemanê restoraneke welatiyê xwe. Dema roj diçû ava em di qeraxê golê de meşîyan(30)
bi tevgera mêrekî nûjen alîkariya min dikir,(31)
lê Ferzende di bin kayê re av dibir. (31)
Min dixwest ji welêt re telefon bikim(39)
êvara ku bêdeng biketa hundir, min zanibû nava wî û Baran ne baş e(39)
Ez bêhtir hez ji qîzan dikim fena lawan, (43)
... em çûne ber çemê Rhonê, bi yek carê em di nava xumînê de winda bûn û xofê  xwe dirêjî dilê mirov dikir.
(46)
gelekî tê ser min (46)

got: "Xwedê bela min bide, ew roja reş!((47)
Bi rastî em mêr ji tiştek re nabin,(48)
"Tu zane her kes têkiliya we meraq dike û ji min dipirsin, dibêjin; "Nava wan çawa ye?"(48)
ku şansê min hebuya çima ez sêvî dimam!(49)
Xidiro awir ji Yadigarê dan û derket bexçe.(50)
Ez dizanim ji min nexweş e, ji ber ku ez tavîzan nadim lewma!(51)
got: "Ji te nexweş im!"(54)
lembê pêxist, hate ber serê Emîna hejand got: (60)
Emîna xwe binçiko dikir, bi lez û bez diçû malê dida hevdû, xwarin amade dikir, digot bila zimanê vî dînî li ser min dirêj nebe!(61)
Du hefte şûn de(70)
jinika berpirs (78)
jê re rojnameyên tirkî didan ser hev(78)
lazimatîyên xwe(78)
pêtiyê baranê diavêtin(79)
Ya rast a bixêr ew e ku te vê rêyê da ber xwe!(79)
Dilê Asya û Bektaş zîz bû(79)
Tu jineke qewîn î,(81)
Du re jineke ku navê wê Sara bû, (83)
,bela  xwe di min dide, (86)
di mêjîyê Tardo de ûr hebûye (87)
ku min motorsîklêt dît dilê min lêda,(88)
Çi rihekî jihevqetandî bû û her daîm, li ser tetîka ye, gava birayê xwe û xwîşkên xwe dibîne xwe yek car tiq dikir, bigiranî di cihê xwe de nedisekinî;(89)
min gelekî hez ji çavên wî yên kil dikir, (90)
li pîyan hişke ling disekinî û(94)
wele ez îşê xwe ji şens re nahêlim(100-101)
Min ji bo wî dev mamostetiyê berda,(106)


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder