12 Aralık 2015 Cumartesi

Çİ HEYE Lİ DENGÊ SERABÊ?

Çİ HEYE Lİ DENGÊ SERABÊ?
Ji bo mijangên xwe neweşîne erdê, xetên enîya xelkekî hene yên hezar sal in li alîyê dûr dinêrin. Şemûgên du zimanî hene di dengê Serabê de, sibehan kesekî dî, êvaran xwebixwe. Ezmanek heye, quretîya êşên bingeha xwe a hezar sal in li ti deverê bi cih nebûyî. Şadîya zarokî ya jinên fêtok ên nûbinû dest bi bihîstina dengê xwe di nav dengên dî de dike. Destekî di nav du keviran de perçiqî heye li dengê Serabê. Mêrên ji bîrekê xerabtir. Tiştên gava Silêman çûyî bi xwe re birî an nebirî; Heskîfa tav li her devera wê bi giranî diçe ava; Wêneyên li camên zîndanan hatî xêzkirin; Dîjle heye ya fitlok xwe digihîne û diherike dilê Fatma Dîkmenê. Meraqa wî zaroyî ya li Xençepekê dixebite bi me re bi ingilîzî bipeyive, hewesa wê, berbiska li nav porê ya neqişî, dûrbûna me ya naye efûkirin heye ji wî zarokî .Hemû klamên Celal Güzelses yên nekarîye bi kurdî bixwîne hene di dengê Serabê de.Di dengê Serabê de ronîya heyvê heye, ewr heye, kund hene. Daristaneke keserkêş di ronîya heyvê de; mêrên nasname nîşe dikin bîst û çar seetan; Ji bilî çîyayan berfa li nivîne dibare...koçeberîyên xwar, dirêj ên ji xwelîya xwe bêtir ti bar neyî hene di dengê Serabê de. zarokên ji bavê xwe hê jixwebawer diaxivin; rika jîyînê a barê feqîrîyê siviktir dike; rupelên sansûrkirî ên  rojnameyekê; danezanên mirinê hene yên sor, yên kesk... Rû hene yên di dolmîşa bajarokekî, yên kîsên xwe veşartî li bin paldankê. Elîfbayeke nûbinû dest bi hevoksayîye dike heye di dengê Serabê de. Ew gazinc heye, a zimanê me nîşa me dike. Ç'îrokên bi xweşî dawî dibin, ên çekek tenê jî  tê de neyî. Barê dîrokê yê biêş; zivîrandina serê xwe; xweşkayîya xwe biqasî yê dî; rûmeta bi goşt û hestî bûyî; a mafdarîya me ya bêxeyalkirina me nîşa me dide; Du bedenên ji hev  dihelin; heza heqkirina  jîyînê; Pêşeroja wî mêrê li garaja Mêrdînê bi qepaxên gazozan xeyalan diefirîne  heye di dengê Serabê de...Fêl nîne. Dûrî nîne. Biçûkdîtin nîne. Ne qûfleye li derîyê ti kesî.  herîzêde naqoseke tenatîyê, a banga yê dî digihîne herkesan;girnûkek  li zêvîyên gênim; bêdengîya zarokên ji leşkerîyê  nû vegerîyayî heye li dengê Serabê mirîyên bêdemdîyar bi çengê xwe ve dike, çûyîna Erzîncanê a  rojekê bi ser Pilûmûrê re; Ji bilî sîyê ti ewr neyî, Rûyê biken heye  yê dibirûse di hinavê min de bi her çûyîna min a  Stenbolê. Xebata Tirkî ya dîya Kemal lê fêrkirî: Guhdarîya kurê min a Dergûş*ê ya bi fetilînê heye. erjenga tirsa dayika zaroyê xwe yê  sêheyvî  bi memikên xwe difetisîne heye; dîsa jî ne êş e xwedavenda wê; ne parezgeha tirsê. Dengê Serabê şîyarbûna xwezayê. Xemzevekirina  baranê ya  li tavê.... Çûyîna zarokên Surê ya dibistanê heye di dengê Serabê de.Ava tê vexwarin bi herareta xwîdanê heye. Tenê vekêşîna perdeyên di bin ronîya heyvê de destpêkirina bayê hênik; Ew efsûn heye ya me bi me bide hezkirin, ku destê me bi qencîyê li destên kesê dî bikeve... Ji fêmkirinê wêdetir.

Aşîtîya li êgir hatî girtin heye di dengê Serabê de.



Şükrü Erbaş Cam ile Taş  2000)
12.12.2015.(Werger: Nûdem Hezex)

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder