31 Aralık 2016 Cumartesi

Rexneya Helbestê-Xemzêm

XEMZÊM



Helbest

A.BEDİR


PEYVÊN SEREKE

HİBİR, HİBİRDANK, HESP, ŞÎR, XEM, XALÎ, EW ŞEV, KON, HÎVA DEVDAS, REMİL, ZİN, XWÎN, ŞÎN, ÇEVÊN ESMÎN

Taybetiyên helbestê yên wê ji beşên hunerên dî cê  dike (çîrok, roman û şano û hwd)   hin hewceyîyan derdixe pêşberê mirov. Raymond Queneau di pirtûka xwe ya bi navê "Banandinên teşeyê" (Exercises de Style) de  mînakên  “çawa mirov dikare çirokeke ji rêzê  bi not û neh teşeyê binivîse” dide. Vegotina her helbestê xwedîyê teşeyekê û gelek teybetmendîyan e. Helbest afirandina zimanekî teybet e. Helbestkar di zimanê heyî di gramera heyî de zimanekî dî diafirîne, estetîktir dike, reng û rû, ritim û herikbarîyê didîyê, peyvan bi xeml û xemildar dike, bideng dike û hevokên ji zimanê rojanê cêtir, balkêştir û nîgaşên parzinandî û hatî guvaştin saz dike û rihekî dide peyvan.
Tristan Tzara  li Zûrîhê  heştê sibata sala hezar û nehsed û şazdehan gava  korfelaqkî rûpeleke ansîklopedîyekê vedike peyva “Dada” dibine. Sala 1910 an êdî Tzara hûnermendekî navdar e. Ciwanên weke  Breton, Saupault û Aragon li dora wî kom dibin. Paşê hin ji vê tevgera Dadaîzmê vediqetin û li pey nîgaşên xewnên ji heyata darîçav dûrketî dikevin.

Di vê pirtûkê  avahîya helbestan li ser jêrzemîna peyvên ferhenga gûnd hatîye avakirin û bi nîgaşên bi zimanê helbestê hatî kemilandin û xemilandin bi hin cûreyên helbestê  derketine rûpelên kitêbê. Keda tê de xwe dide xwîyayî.
Ji hela helbestê ve em dikarin vê kitêbê jî  danin rex kitêbên Osman Mehmet, Lal Laleş, Roşeng Rojbir, Kawa Nemir, Rênas jîyan, Berken Bereh, Serhat Hemdem, Omer Dilsoz, Mem Bawer û gelek navên dî…

ERÊNÎYÊN VÊ KİTÊBÊ

1-
Ji hela ferhenga jîyana gundan, ferhenga dengbêjî û çîrokên peyvan ve kitêbeke dewlemend e. Di helbestan de hin hemanên dengbêjîyê, qalib û ritîmên dengbêjîyê û şopên teşeyên gramera dengbêjîyê darîçav dibin. Helbesta li rûpela 98 an bi formata dengbêjîyê mînakeke baş dihewîne.
2-
Ji alîyê teybetîyên helbestî, rêzik û rêçikên helbestê ve kitêbeke baş e.
3-
Hin ravekirinên orjînal, balkêş û baş hene di naveroka helbestan de.
4-
Teşeyên helbestê, lirik, pastoral, dramatik û didaktik di helbestên vê kitêbê de hene.(şopên dadaist û surrealîst jî )
5--
Helbesta min gelekî ecibandî:

Laçika diya min, kon e, li ser min vegirtîye.
Çevê wê xemzema li hêsîya dile min.
Ez û tu, em, kulîlkê wê zomê, nalen li bin simên kihêlan
kevirê li ber çeman, li ber dilovanîya avê…
Kê digo kêr bere deste xayê xwe jênakin-33

6-
di gelek ravekirinan de raveyên balkêş hene.

Dêlegura li benda keriyan-73
xişrê stûyê seyê li pey pezê beranan-73
Li ser pişta keça zoma zer-14
Ji zozanê wargezerê, bêhna piltanê, ji şîrê koçeran dihat.-73
(pêçiyên di bin kevirê dîwarê xemê de şikestî)-77



NERÊNÎYÊN KİTÊBÊ


1-

peyvên sereke di hemû helbestan de hengî gelekî  tên barekirin mirov ji wan aciz dibe. Mînak. Ew şev,
2-
Di vê pirtûkê de hemû xalbend zêde-zêde hatine bikaranîn. Min di heyata xwe de, heya îro helbestên evqasî xal û bend tê de nedîtibûn.
Mînak:
Digo, qîzê destgirtî, xwe diavêtine wê golê.-67

Dem û  ravekên rengdêr yên bi ravekên zincîrîn tev bi bêhnokan hatîya birin. Hevokên bê xalbend gelekî kêm in. Bikaranîna xalbendan a di helbestê de mijareke tercîhkirinê ye. Di vê kitêbê de zimanê kurmancî li hin deveran bi wergera zimanê tirkî hatiye afirandin. Bi vê rêya bikaranîna xalbendan, pirsgrêkên gramerîk hatine baypaskirin.
Mînak:

Ew sal, konekî me hebû-17
wê, ew şev, kêr xiste berdêla xwînê.-44
ew şev, mal barkiribûn.-51
Şêx, ew şev, kezîyên Zînê hûna-27

Mînakên weke van mînakan di kitêbê de gelek hene.
“ew sal” weke “o yıl” a  zimanê tirkî hatîye şixulandin. Eger mirov bi tirkî bifikire hevok şaş naxwîyê.
Ew sal, konekî me hebû-17
o yıl, bir çadırımız vardı.
Lê em dizanin di kurdî de tewang heye û hewce ye “ew sal” tewandî be.
Wê salê konekî me hebû-17
Dibê helbestvan bi vê tercîhê xwestibe wateyeke bêwateyî bide hevokê û derûnîyeke nû darîçav bike. Helbestvan ji bîr dike: Helbest  tenê ne xwîyang e û ne dîmen e. Helbest deng e. Mirov bi deng dixwîne.Wê gavê jî  çewtîyên gramerîk û rastnivîsê daxwaza helbestvan a zimanekî teybet,  zimanekî çewt derdixê holê.
3-
Ji hela rêzikên  rêzimên û rastnivîsê û ji gelek alîyan  dî ve çewtîyên nayên daqurtandin û tolerekirin hene.
Bikaranîna daçekan:
Deverên daçek hewce nehatîne bikaranîn an daçeka li pêş kêm e an jî paşdaçek kêm in. (Di devoka Serhedê de ji bilî dengbêjîyê di zimanê rojane de ev rewş  gelekî belavbûyî ye.)
Mînak:
xistibû di nav kevirên xanê-55
xwe ber bi deng girtibû.-55
Em ketine çile…36
Stranê de denge xemê dikete erban-43

Daçekên çewt hatine bikaranîn

Mem di hespê de ket-28
Xencera Lİ ber Cembelî DE kişand;-56
ÇEV; Lİ ÇEVAN NEDİDÎT.-85 (göz gözü görmüyordu)

Daçekên ne hewce yên wateyê vediguhezin û bêwate dikin hatine bikaranîn

Siha du tirban kete Lİ SER rûyê erde-28
Xençer hate li ser germa xwînê-41
Kete li ser xencerê-42

Hin hevokên ji alîyê rêzimên ve  gengêşîyan  dihewînin:

mîtanî hespekî erd pêkol dikir-11
li dile hespê hat-18
KÊJAN çivîkê helûn şelandibû?-18
Govendeke Cizîrî pêgirt-27
Mem xema Zîn xwar-27
li benda wijdanê merivên spî bûn-86 (li hin deran sipî li hin deran spî-beyaz adam)

4- Di tewangan de pirsgrêk hene.

di şevên zozan de stêrkên asîmanan-17
gul bi sîha kelem birîndar bû-28
Ew û jinik ketin xew;-41
Xaliya erd hate zimên, esman hate ziman, pepûk, bi xwîn hate ziman!-94
(div ê hevokê de zeman li dereke hatîye tewandin paşê nehatîye tewandin)

5- Peyvên balkêş û absûrt hene.

porê hespê nehewand-20
li zozîn-33
(bar, li esmîn rast dibe!)
’Mêr KÊ ye?’-42
Xencer, sor bû; Memê sipî bû.-42

6-Bikaranîna zayendan yên çewt û hevnegirtina wan hene.

Min kila çevê xwe nexist xetan ji simbêla wî re.-57
kezîya dêyekÎ…-65 (dê nêr hatiye tewandin)
Di nava kevana bayê-106
-Rebeno ka wer baranekî li ser min de bigirî-98

7-Xwe (cînavka xwedîtîyê) çewt hatîye bikaranîn.

WÊ EZ NEDAME HEZKİRİYÊ XWE-84
8-Di yekjimarî û pirjimarîyan de pirsgrêk hene.
Hîva devdas li esmanan bû.-103
(Ezman di kurdî de yekjimar e.)

9-Ji hela rastnîvê ve gelek çewtî hene.
hîva çarde rojî biçuktir.-111(R)
Tê kedî kirin-112  (R)

Mînakên weke van û gelek mijarên ji hela rêzimên ve gengêşî û çewtîyên nayên daqurtandin  darîçav bikin zaf in di vê kitêbê de. Hin ji wan:

bi şev-30
Geme hespê-39
dê xewê de…-43
Dê sibe zû rabû,-43
Çevê dê-43
li çevê Smaîl hesikî-45
Digo ew şev;
bav, bû kûndê kor,-46
Xewna min a pêşin-50
Ew çax,
Li vir;…. digerîne-50
bizinkûvî-52
Dêr, tijî MİRÎBÛ, mizgeft tijî guneh…/53
kezîyA din-54

Min tasek şîr li ser kuçik, min şekirê paşika xwe li tev nekir.-57
di bin kendalê Sîpan,-58
Li eynika şûr de sûretê Xece nihêrî.-61
Dirûve sûrewêtkê lê dide-61
Dile wî zivirîbû li ser dirûvê kendal-61
kulavê artêşekî./-64-(zayend hev nagirin)
xwîna artêşa jorîn.-64
nane nîvro anîye-65
tirpan li ser mile wan e-65
Wî çaxî dergistî bû-66
Ew, bavkuştîyê wê bûn.
Mêrkuştîyê wê…kurkuştîyê…Cemse bi cemse…-66
HespAN tewla xwe qetandibûn.-66
Ta ketibû baskê wan.-66
mabûn li wir. Devê wê golê.-66
Digo, qîzê destgirtî, xwe diavêtine wê golê.-67
dewat dikirin,-67
Diponijîn li ser xêlîya hev de-67
Kile xwînê ketibû ax û esmîn,-68
Xem bibû xetan li simbêlan.-68
payîzeke dergûş-68
Bi gewr re gewre, bi xewê re xewle,-69
Ji gêl re gêle-69
bi hemayla pêç û pêçeka tivinga demdereng, çaxderbas…69
(sê zîn)  li ser xwe avêtibûn-69
bi zengê kiraskiribûn-69
wextê sere Geliyê Zîlan jêkirin-69
şîn kirine-69
bo ku barkin-70
Xem vegerîya li ser mexelê xwe-70
xewn jî vegerîn li ser warê xew.-70
Ew şeyên xemê di por de dişikestin.-71
li ser rûyê erd û esman.-71
awirên xemkumêd-73
Vê siba dilmeyî-73
Sîha kindirekî kete li ser kulavê şivanî.-73
Malan de tê dardakirin.-73
paşê diçûne li ba heskiriyên xwe.-73
Diya wî ji bo zarA wê jî neye kuştin…Cercîs, kurrÊ min-74
Tu ciyî de neçû. Pê xwe neavête dere dêrê-74
roj li pey rojan çûn;74
herdû çevÊn diya xwe anî li ber çevên xwe-74
Hingî sal ji ser salan re derbasbûn,-74
Mija wan salên derbasbûyî dihate li ber çevên Wî. Perda sal û zeman dihate li ber çevê Cercîs.-74
Cercis êdî kal bibû.-75
Dengê diya wî di guhê wî de lêdida: Zengil bû-75
Heta ez werim tu cihekî de nece.-75
Heftê şeş berf, li ser wî kevirî de barîn
dile wî…meyabû.-75
çevên wê dianî li ber çevên xwe-75
di bin sîha eteğe Sîpanê Xelatê,-76
Li hêsîya Sîpan darda kir.76
Konekî, bi tewna xem li dardixe-77
Evdal kor bibû-77
EVDAL DİL KİRİBÛ HÊLÛN-77
basko! Tu xeyîdoka kêjan bayî?-78
ji kî esmanî?-78
Delalo mirî hemû dibû, delalo kuştî hemû dibû,..-79
Delalo Dîbû KU şîr, hê jî ji pêsîrên jinan dikişin.-79
Dibû ku hê zarrên nemirî dev davêjin pêsîra diya xwe,-79
sa, xwîna xayê xwe dialastin-79
Delalo pars dikir-80
Delalo hê zar bû. Çevê wê bi xwînê hatibû şûştin.-80
Ewên esmîn bînin ji me re-
lê tu, esman ji bîr neke!-81
deve min de bêhna şîrê jineke penaber-81
marekî xozanan li pey wê dihatin.-82
Kavir zivirîbûn li ser mexelê hogeçan-82
ew heçheçka hêlûna wê kavilbûyî  jî ez im
Kê dibêje xem nabe kil.-82
xwe berdane din ava qedera wê-82
çevê wê bi çevan, awirên wê bi awiran-83
Bavê Haydo ew neda wî xortî; GİRT DA YEKÎ DİN.-83
kete nava cî-83
Hê ku Haydo dewat nekiriye, bav û diya wê gotin:-83
ez qayilim-84
Hûn heta dikarin xaliyê bavêjine ser min.-84
Haydo herdu deste xwe girêdabû bi kezî û guliyên xwe-84
çevên xwe kil kir bi kila xemê
kevir, bû belgiye dêyekî, li ser erde xezebê, xem-87
li tirbekî digeriya-87
çevên xwe kuta esmîn.-87
Deqa li ser sûretê jinan-88
Dianîn li ber çevên xwe-88
Çevên wan reş ve dihat.-88
Çevên wan, li hespê xemê siyar dibû, diçû li bine erde, li wan tirban digeriyan-88
Qeda payîzeke şêh li me hat-90
Me li ser belgên şêh de xwend:90
li darxistî-90
tewna kon, dile jinekê de, bi axîniyê lidardiket.91
(kirşek kêmbû)
kirşek ji hêlûnê kêm bû.-91
helûna xwe li ser dara payizê  çê dikir.-91
erd ji esmîn re esmîn ji erd re pesnê zariniya pepûka Zîlanê DA.-91
li deşta zozanî-92
liv î derî liv î dorî.-93
Dêyekî zarrek di tendûrê de veşartîye! Dêyekî ..-93
din av bêhna xwînê,-94
Kirasê dê li zarr dihate kirin. Şîrê pêşin, pêşiya her tiştî ji gewriyê re derbas dibû:-97
Li te helal e ew şîrê pêsîr-98
Digo hatibûn li sînor rastbibin-99
tu derguşa li milanî-102
Li ser derguşa te re firî…-102
Wî qewmî KON AVÊT û bar kir.-104
Hê hevrîng neketibû di nava kerîyan-104
Hê teşîrês neketibûn krasê bayê.-104
Ew şev, qesasê sere wan li dora wan girt.-105
xefirmakîne-105
Ew çem, sor kişiya!-105
Kejbû zarr.-, kûvîbû zengila şînê, kuvîbû zengil-106
moriyên di stûyê keçikan-106
Teşî  ji bayê xeyidî-107
jinebîyekî nifir kir-107
barêteyên esmanan-107
çavên esmîn-108
Ku zarra me mîste çire,- ku çevê me de xewn û şev herimîn-108

Naveroksazî û zimansazîya kitêbê Ülkü Bingol kirîye. Bi texmîna min sererastkirinên wî formûlekirinên wî li gelek deveran kêr hatine lê li hin deveran wî jî çareserî nedîtine. Zimanê A. Bedir di “Mîtos û ferhenga Xemzemê” de tê xwîyayî, dîsa bi texmîna min Ülkü Bingol ew der sererast nekirine.
Ji bo  perwerdehîya vî zimanî hê nîne û gramereke hevpar û yekber cih negirtîye di helbestan de jî gengêşîyên rêzimanî vê hebin û bibin. Bi hêvî me ev keda min kêrî zelalkirin û paqşijkirina gramera kurdî were.
Min di rûpela wî de dîtibû. A. Bedir gotibû:
“kendi şiir ve roman tarzımda kürt edebiyatında ‘DENGBÊJESK’ bir akım olarak niteledik.”
“min helbest û roman nivîsa xwe, wek; ´Di wéja Kurd de şéwazeke DENGBÉJESK' binav kir.”

A rast hemanên dengbêjîyê di helbestê de tên xwîyayî lê bi timî ne”Dengbêjesk” e. Nexwe çima helbestvan Abdurrahman  Bedir vê îronîyê bike û hê ti roman çap nekirî xwe di qada romanê de jî xwedîyê şêwazeke nû ya wî bixwe navekî bêwatê lêkirî bide danezanînê.

Rexneya helbestê beşeke zor û nû ye. Cara  yekê ye diceribînim. Kêmasîyên min pir in li min bibûrim. :-)


Nûdem Hezex-31-12-2016 Mersîn.

15 Nisan 2016 Cuma

REXNEYEKE LÎLÎSTANÊ





                                                ÇAR LÎLÎ Û TENDÛRA DÊ
     Nûdem Hezex vê carê bi pirtûkeke helbestê derdîkeve pêşberê me: Lîlîstan. (Em dîsa jî bînin bîra xwendevanan, bi navê Belalûk romanek derxistibû.) Ji weşanxaneya "Sınırsız" derketiye. 110 rûpel in û bi çar beşan hatiye avakirin.
     Ez dixwazim di pêşiyê de behsa anekdoteke di navbera N.Hîkmet û O.Kemal de derbasbûye bi we re parve bikim: Dibêjin di girtîgeha Bursayê de Orhanê naşî, helbestên nîşanê Hîkmet dike. N. Hîkmet dibêje, dev ji helbestê berde, divê tu pexşanê binivîsî. Êdî hûn encamê zanin. O.Kemal dibe romannûsekî namdar.
     Mamoste wexta Belalûk derxist, min cara ewil vegotina ku ji bilî helbestê tu carî nikare xwe ava bike dît. Ew vegotin weke muzîkekê , fîqekê di nav romanê de digeriya. Îcar ev deng-erok cihê xwe dît: Lîlî. Belê min dixwast navekê bidim vî dengê. Mamoste bixwe ev nav dîtiye. Ew lîlî jî di nav xwe de beş dibin: Lîlîyên şîn, ê viz, ê şil, ê sar.
     Lîlîyên şîn de helbestvan lîlîyên herkesî parve dike. Geh Geothe, geh Fatma Savci, geh Jan Dost, geh Gulîstan Talî, geh Ferhad Kemanger, geh dengê hemû kuştiyên me… Mamoste bi dileke mezin hemû lîlîyên me hembêz dike:(…) Mîrzayê Lîlîstanê yê biçûk/biqasî ezmên biçûk biqasî ezmên bi çûk… Ew çûk difire, tê pêşberî Geothe: (…)ez venagerim ji kerba avê, tî û hey tî/li kenê kanîya heyatê, ava şerbetê wek şetî/xwe tije bikin ji min; biqasî qantirekê zik biwerîmînin/bila tu kesî nekeve ev dil /tejî stran bikin gidî, bila li devê dengbêjekî bikewe(…)
     Nûdem, wek dengbêjeke modern bêyî bikeve nav siyaseta qirêj qala mêrxas û jinxasên vê demê dike. Êdî hêma dibe tenûr, tenûreke ji dê, ji yadê, ji dadê. Xurtbûna hemû hêmayên Nûdem, ji jidilbûnê, ji samîmîyetê tê. Nafîle negotiye: Ez ji zimanê tenûran hez dikim ji peyvên xweliya li binê wan dimîne… Lîlîyên şîn wexta ku têk diçe, şa’îr diqîre:(…) av bi çi tê şûştin li welatê te/kuştin bi çi tê kuştin!/kuştin bi çi tê kuştin!!/kuştin bi çi tê kuştin!!!!!!! Wekî selayekê, ev riste sê caran tê dubarekirin, hêvî û bendewarî têk diçe.
      Di lîlîyên viz de êdî dema kenogirîyê ye. Helbest kurt dibe, biçûk dibe, dadirive, hemû giraniya xwe davêje: sib/sisib/sêsib/çarsib/îja ti’ w nesîbê xwe. Ev sivikbûn didome: hinar liblibî li teştê/ payîz qelibî li deştê/neda êdî şîv û taştê/go:/ bajaro bi xatirê te. Carnan jî ken pê digire: ne min dît:/ne te dît/ ne jî Afrodît. Bistek şûn de hêjmar jî para xwe hildidin: 3va min ne4 bû/-banqe90ê sing 100efê canê. Lê ew ken zêde nadome nişkêva dibe gilêyek di gewriya me de: bîbikên çavên çîyê dengê xwe ditewînin. Piştre zarokek bi şekirê quloqulo di kolanên stewr de li bin lempekê bi me re dikene.
     Di lîlîyên şil de (ger)gerînek heye. Wexta me xwelî serê xwe kir, divê sedemek jî hebe. Lê bersiv, ne li ber sivê ye, dûrê sivê ye. Mamoste vê carê lîlîyên xwe ji gewriyeke şewîtî derdixe û : şerê pola û hevrîşîm.  Hevrîşîm diqurçife, diperite, parçe parçe dibe, lê bi tenê dengê polayê tê. Meşa vê hêmayê bi “Ez Xelefê mirî me-Tu mirina Xelef î” ve didome: birîn kirin dar: dar kirin birîn: birîn dar kirin…
Beşa lîlîyên sar, bi helbesta “Xanima Seyid”dest pê dike. Helbestvaniya Nûdem Hezex di vê şi’îrê de digêje asta herî bilind. Li gorî min bi tenê ji bo vê helbestê, mirov dikare vê pirtûkê bistîne:

Biqasî nîska li ser sobê kel dikete wê demê
Seqema li ber menqelê
Reva çokên pirça kevroşka xewê
Bahûşkên li bizotên perengan dixirxilî
Dibûn xwelî çîrok ji eşqa kezîyan


     Ev hest ancax bi samîmîyetê, bi eşqê dikare derkeve holê. Lê ev jî têrê nake. Divê bi zimanê xwe be. Mirov ancax bi zimanê xwe dikare diya xwe hezbike û binax bike. Mamoste dîsa hemû giraniya hevokê davêje heta ku hevok xwarû bimîne, di dawîyê de şeş peyv dimîne: herîya sor kilsa spî neh zaro.  Piştre hevalek tê bîra zarokê di dest de şekirê quloqulo hebû: M.Alî Yalçin û lehengek di romaneke Gorkî de derketî: Pavel. Pişt re Eyşo, xwerzeke bêmiraz, bavek. Hêdî hedî diya min dibe ciya min. Paluşkên xewê tên. Tenûr sar dibe, sar dibe, sar dibe. Pirtûk diqede, lê lîlî naqedin.
Min heta niha gelek helbestvanên vê demê(Piştî salên nodî) xwend. Hema hema exlebî, wek werger xuya dikirin. (Piçek Edîp Cansever, hindik Ece Ayhan, zêdetir Cemal Sureya falan bêvan)Ji bêhna tirkî nedihatin xwendin. Lîlîstan ne wusa ye. Têra xwe kurdiya kurmancî ye, têra xwe helbest e. Ez hêvîdar im, mamoste qet dev jî helbestê bernede.
R.OZKAPLAN

6 Şubat 2016 Cumartesi

ZAYENDA KÎ Û KÊ

                                               KÎ - KÊ



     
 Hin dibêjin kî û  ne ji bo cînav û navdêrên mê û nêr in.
       Bi dem û cureyên lêkeran ve girêdayî ne.
     

ZAYENDA KÎ-KÊ HEYE AN NÎNE?
Dibêjin: 
Cînava Pirsa Kesane:
Kî xwerû ye          KÊ tewang e

Ez dibêjim:
KÎ xwerû ye          KÎ-KÊ  tewangên wê ne
weke

EW                     WÎ-WÊ

Çikû; Di kurdî tewang ne bêzayend in..

Ka em binêrin rast e gelo?




a) Cinavên xwerû
                     Pirs    (KÎ)
b) Cinavên tewandî
          pirs (KÎ-KÊ)
Ez diçim dibistanê.
Min sêv xwar.
Tu diçî dibistanê
Te sêv xwar.
Ew diçe dibistanê.  ()      
Wî/wê sêv xwar. (KÎ-KÊ)
Em diçin dibistanê.
Me sêv xwar.
Hûn diçin dibistanê.
We sêv xwar.
Ew diçin dibistanê.
Wan sêv xwar.

Kî? çû dibistanê?                                                       Kî-Kê sêv xwar?
Ew çû dibistanê                                             Wî-wê sêv xwar
Zayend ne dîyar e.                                        Zayend dîyar in.
        
Di dema niha de

bikaranîna ‘’kê’’ nîne.
Çima nîne?
çikû  di dema niha de qertafên kesanî yên xweru  hene û  EW (qertafa kesên sisêyan) bêzayend e . (di pirsê de zayend neyê zanîn kêsê sêyem  nêr tê ferzkirin  û pirs bi ‘’kî’’ tê pirsîn lê di bersivê de zayend divê hebe)

Kî ji kî re dibeje?                         Ehmed ji Elîyî re dibeje
Ew ji wî re dibêje

Kî ji kê re dibêje?                        fatim ji Zeynebê re dibeje
Ew ji wê re dibêje

Kî ji kî re dibeje?
ew ji wan re dibêjin                     zayenda herdû qertafên kesanî nînin.

Bersiva kirdeyê tu caran di vê demê de nabe cinavkên xweru ji ber wê pirs bi "kî"  tê pirsîn.

Tu kî yî?                        
Em nikarin bibêjin tu kê yî?

  (tewang)
Keça ye?                              Bav tê pirsîn 
keça ye.
Keça ye?                             Dê tê pirsîn
keça ye.
Kî xwarinê dixwe?
(mirov nizanê nêr e an mê ye)  
mirov di pirsê de nikarê bêje
--î/ê xarinê dixwê  
ji ber vê yekê;                
Zayenda KÎ-KÊ di dema niha de heye. 
*(Cînava pirsê tenê ye di vê demê de)

******
di dema borî de zayenda Kî-Kê heye.  

Di Pirs û bersivê qertafên kesanî yên tewandî WÎ-WÊ de (Cinavên kesê sêyan) hebe;
zayenda KÎ-KÊ heye.

Ka em binêrin çima heye.
  
ji re got?                    Fatimê ji Remezên re got.
ji re got.

ji re got?                 Osmên ji fatimê re got.
ji re got.

ji re got?                fatimê ji Eyşê re got.
ji re got.

ji re got?                  Şerzên  ji Osmên re got.
ji re got.


ji bona  di dema borî de (pirs û bersiv) qertafên kesanî yên tewandî wî û wê (qertafên kesên sêyem) bi zayend in .wî ‘’nêr’’ e û wê ‘’mê’’ ye.



Heke "kê" tewanga "kî" ba hewce bû wiha biba.
Ez kê me?
Em kê ne?
xwerûye+ tewang

Ez me-Kî me ez
Em kî ne-Kî ne em
Ma Cegerxwîn bi kurdî nizane Cînavên pirsê kî/kê  
 ji bo rewşa xwerû (netewandî)        Kî - jî ji bo rewşa tewandî 

Xwerû            Tewandî

ew                   wî/wê

kî                     kî/
kîjan Kî ji wan / Kê ji wan   (Kîjan)
kîjan                
kîjanî (nêr) kîjanê (mê)
kîjanan (pirjimar)
 diçe?             sêv xwaribû?
Ezme?          tu keça  yî?
ne em?      Destê kî şkestîye?
Qelema yekî                      Qelema kîjanî?
Qelema yekê                     Qelema kîjanê?
Qelemên hin kesan  Qelema  kîjanan?