15 Nisan 2016 Cuma

REXNEYEKE LÎLÎSTANÊ





                                                ÇAR LÎLÎ Û TENDÛRA DÊ
     Nûdem Hezex vê carê bi pirtûkeke helbestê derdîkeve pêşberê me: Lîlîstan. (Em dîsa jî bînin bîra xwendevanan, bi navê Belalûk romanek derxistibû.) Ji weşanxaneya "Sınırsız" derketiye. 110 rûpel in û bi çar beşan hatiye avakirin.
     Ez dixwazim di pêşiyê de behsa anekdoteke di navbera N.Hîkmet û O.Kemal de derbasbûye bi we re parve bikim: Dibêjin di girtîgeha Bursayê de Orhanê naşî, helbestên nîşanê Hîkmet dike. N. Hîkmet dibêje, dev ji helbestê berde, divê tu pexşanê binivîsî. Êdî hûn encamê zanin. O.Kemal dibe romannûsekî namdar.
     Mamoste wexta Belalûk derxist, min cara ewil vegotina ku ji bilî helbestê tu carî nikare xwe ava bike dît. Ew vegotin weke muzîkekê , fîqekê di nav romanê de digeriya. Îcar ev deng-erok cihê xwe dît: Lîlî. Belê min dixwast navekê bidim vî dengê. Mamoste bixwe ev nav dîtiye. Ew lîlî jî di nav xwe de beş dibin: Lîlîyên şîn, ê viz, ê şil, ê sar.
     Lîlîyên şîn de helbestvan lîlîyên herkesî parve dike. Geh Geothe, geh Fatma Savci, geh Jan Dost, geh Gulîstan Talî, geh Ferhad Kemanger, geh dengê hemû kuştiyên me… Mamoste bi dileke mezin hemû lîlîyên me hembêz dike:(…) Mîrzayê Lîlîstanê yê biçûk/biqasî ezmên biçûk biqasî ezmên bi çûk… Ew çûk difire, tê pêşberî Geothe: (…)ez venagerim ji kerba avê, tî û hey tî/li kenê kanîya heyatê, ava şerbetê wek şetî/xwe tije bikin ji min; biqasî qantirekê zik biwerîmînin/bila tu kesî nekeve ev dil /tejî stran bikin gidî, bila li devê dengbêjekî bikewe(…)
     Nûdem, wek dengbêjeke modern bêyî bikeve nav siyaseta qirêj qala mêrxas û jinxasên vê demê dike. Êdî hêma dibe tenûr, tenûreke ji dê, ji yadê, ji dadê. Xurtbûna hemû hêmayên Nûdem, ji jidilbûnê, ji samîmîyetê tê. Nafîle negotiye: Ez ji zimanê tenûran hez dikim ji peyvên xweliya li binê wan dimîne… Lîlîyên şîn wexta ku têk diçe, şa’îr diqîre:(…) av bi çi tê şûştin li welatê te/kuştin bi çi tê kuştin!/kuştin bi çi tê kuştin!!/kuştin bi çi tê kuştin!!!!!!! Wekî selayekê, ev riste sê caran tê dubarekirin, hêvî û bendewarî têk diçe.
      Di lîlîyên viz de êdî dema kenogirîyê ye. Helbest kurt dibe, biçûk dibe, dadirive, hemû giraniya xwe davêje: sib/sisib/sêsib/çarsib/îja ti’ w nesîbê xwe. Ev sivikbûn didome: hinar liblibî li teştê/ payîz qelibî li deştê/neda êdî şîv û taştê/go:/ bajaro bi xatirê te. Carnan jî ken pê digire: ne min dît:/ne te dît/ ne jî Afrodît. Bistek şûn de hêjmar jî para xwe hildidin: 3va min ne4 bû/-banqe90ê sing 100efê canê. Lê ew ken zêde nadome nişkêva dibe gilêyek di gewriya me de: bîbikên çavên çîyê dengê xwe ditewînin. Piştre zarokek bi şekirê quloqulo di kolanên stewr de li bin lempekê bi me re dikene.
     Di lîlîyên şil de (ger)gerînek heye. Wexta me xwelî serê xwe kir, divê sedemek jî hebe. Lê bersiv, ne li ber sivê ye, dûrê sivê ye. Mamoste vê carê lîlîyên xwe ji gewriyeke şewîtî derdixe û : şerê pola û hevrîşîm.  Hevrîşîm diqurçife, diperite, parçe parçe dibe, lê bi tenê dengê polayê tê. Meşa vê hêmayê bi “Ez Xelefê mirî me-Tu mirina Xelef î” ve didome: birîn kirin dar: dar kirin birîn: birîn dar kirin…
Beşa lîlîyên sar, bi helbesta “Xanima Seyid”dest pê dike. Helbestvaniya Nûdem Hezex di vê şi’îrê de digêje asta herî bilind. Li gorî min bi tenê ji bo vê helbestê, mirov dikare vê pirtûkê bistîne:

Biqasî nîska li ser sobê kel dikete wê demê
Seqema li ber menqelê
Reva çokên pirça kevroşka xewê
Bahûşkên li bizotên perengan dixirxilî
Dibûn xwelî çîrok ji eşqa kezîyan


     Ev hest ancax bi samîmîyetê, bi eşqê dikare derkeve holê. Lê ev jî têrê nake. Divê bi zimanê xwe be. Mirov ancax bi zimanê xwe dikare diya xwe hezbike û binax bike. Mamoste dîsa hemû giraniya hevokê davêje heta ku hevok xwarû bimîne, di dawîyê de şeş peyv dimîne: herîya sor kilsa spî neh zaro.  Piştre hevalek tê bîra zarokê di dest de şekirê quloqulo hebû: M.Alî Yalçin û lehengek di romaneke Gorkî de derketî: Pavel. Pişt re Eyşo, xwerzeke bêmiraz, bavek. Hêdî hedî diya min dibe ciya min. Paluşkên xewê tên. Tenûr sar dibe, sar dibe, sar dibe. Pirtûk diqede, lê lîlî naqedin.
Min heta niha gelek helbestvanên vê demê(Piştî salên nodî) xwend. Hema hema exlebî, wek werger xuya dikirin. (Piçek Edîp Cansever, hindik Ece Ayhan, zêdetir Cemal Sureya falan bêvan)Ji bêhna tirkî nedihatin xwendin. Lîlîstan ne wusa ye. Têra xwe kurdiya kurmancî ye, têra xwe helbest e. Ez hêvîdar im, mamoste qet dev jî helbestê bernede.
R.OZKAPLAN

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder