24 Mayıs 2017 Çarşamba

Parçeyek Ji Tenûra Dê

Parçeyek Ji Tenûra Dê







   li şûşa singa xwe bide bi kûlma kezebê

berîya tu ji vî kavilî biçî hêla dî 
bibûrî qeraxa wî alî
bişo dest û rûyê dengê xwe
li pey xwe nenêre
nenêre li pişta kêzikan
bila morî û gêrik negirîn li pey te

















lênede Êma'yê lênede xwarzê
li wî hesinî nede bi çermê rûyê xwe
êdî te nabihîzin nefelên çarpel
têlan bi tilîyên xwe n'êşîne
heyfa şevê mixabina rojê
bi lîlîyan nakeve henasa heyatê


li hûndir ti kes nîne
ji stûnan çêtir ji spîndaran cê
biqasî şilbûna lêvên maçeke helesor
kesê ti kesî nîne li wir dengê te bibihîze
ji bilî çend tenûr nan
çend nan tenûr, çend teşt kevir
çengên çalên li binê sarincekê
jêrzemîna çend birînên qemitî
ji Kobanê heya herê qemûşkên şewtê
bikevî hinavê sûkeke Helebê...
    





Parçeyek ji tenûra dê, ev bîst sal in li xwelîya xwedîya xwe digere, li pêtîyên agirê hejikan, li rima xerîbîyê. Ew çefîya kalkê Ebduletîf a te çartew li enîyê xwe grêdida niha bûye şitla darhinarekê, li ber serê te bejin dide, aj dide dayê. Kengî serê te b'êşe, kengî lingên te bawî bibin ew ê hawara te bibihîze, bi baqek adarokên nîsanê vê ji nav ewran derkeve were pêşberê te. Biqasî bizotên êgir sor, biqasî kevza destên xerîbîyê hişk û sar. Diwazdeh çirk vê ji ezmên bikevin, berba bibe çardeh qonaxên demê li bêndera feqîrîyê, heke şaqola seeta te careke dî li dîwêr nealiqe dil nake çirkeçirk, najene weke çermê daholê.


Resim yazısı ekle

Bişkokên li ser singê, şaşika melatîyê, ma tu dîsa birçî vedigerê ji mizgeftê? Li ber gopalê xwe dikeve? Li ber qubeya goristana Seyda Şêx Salih?
Kobanê dişewite bavo, qubeya ezmên dişewite, xwedîyê qûbeyê dişewite qey tu nabînî, hestîyên te himbêz dike, maç dike bayê agirê xerbê, dengê me yê li qaxizên zer pêçayî û gotinên kakêşan di nav de veşartî, di navbera derzên dîwaran de, ji bîr neke, dernekeve ji şopên xewa wê hibirdankê. Nekeve xewê! Xwedê yek e bavo, xew û mirin yek e yabo, xew û mirin yek e...



Li ber kavilê pirtûkxaneya xwe, çok li erdê, xwînê dixwîne, şînê bi qepalekî sar dinixûmîne.

girîyê bi tena serê xwe
biqasî xwê li çavên kundê kor şor

Rûyê xwe bi ser de dirijîne ne 'b xêrê, behsa pelekê dike ji rûpelekê, li welatê elîfbayê ba naqeliqe, yabo xewn naşemitin ji navbera telîyan, lîlîyên şîngewez naqemitin, bi çiraya dil naşewitin...

Xirexira mobîlyeta cîranê malê Evdoyê Kosî ye vê carê berê xwe nedaye ti mewlîdan, nimêja înê, nimêja eydê, neçûye ti dawetan, neçûye binê ti qûbeyan, berê xwe daye bakûrê serxetê. Dikene: Bi kêf û eşqa şefaêtê, bi qedrê Qadirî dibêje;

-Me ti pere pê nedaye kûrê'm, em belaş hatine xerîbîyê 'w' xwurbetê, xirûcira lêvşerbetê.

Weke her sê mifteyên derîyê mala xwarzê li heman xelekê, di berîka qûl de diperpite, li benda fitara rojîyekê. Kavilên mala Hebeşê Zava, wêneyê pismam Şehîd Halîm reşada li perdê û spîndarên li erdê, biqasî rengê xwelîya çixarê li teyîsîna pelê sîso û tîtoyê poşman, li wextê kerengan re dereng mam dayê, tu nizane çiqas bêreng mam...
sûretê xefbûnekê ji xwe xef dike hinavê hinarekê
mistek ax û termê derabeyekê li wê rastê
tîbûna pazdeh salên çemekî zipziwa
li şaxên direhreşka bedenê diherike
hê nefela çarpel li derî neketî
ew odeya weke berxika dehrojî tê de kedî bûbûm
xewnxeyala bîrek tav kanîyek xûnav
çîroka çêlkeweke kedî
bi tiliyên xwe tev dide
tevnxeyalên sarinceke devheyv, zimanstêrk
çend hevok dabûn şewitandin
neqşên li ser balgihê bêxewîyê
hilfirîna perên çend devokan
di xew de ber avêtibû hibrê
çend xeyal ji kêr ketibûn

fêrî setrancê kiribû li wir
kurê dayê û bavê
şerma wezîrekî tavêt ser sûretê çerçowa neynike
biqasî morikeke rûkewandî li tûlbendê mehrkirî
biqasî mîrekî teyran bi serê heska zimên mohrkirî
bi dengê du marên bextreş li hev pêçayî li niviştê

Ebdilbasît bra, bavê Xanî Hisomin ê ji te bipirsîya heke min tu bidîta: 

li taxa Şerqî çend keser û axînên min
te ew bivir dît li kolanên me bê lask
mija çend rondikên mayî li hewayê




di destên çepê de pala kopalekî bineqş
çavan dinixûmînê weke lihêfekê
helwesta qamek pûşê gundê Til Şe'îrê
li erdê çavdirêjkirî weke termê pelbestekê
dişibin hev zarok û coyên avê
çi li Kobanê çi li Helepçê, çi sûrha Diyarbekirê
û çi li jerzemînekê apartimaneke bajarê Cizîrê
koçê berê xwe daye berîyê yadê, çok şkestin
berîyê berê xwe daye koçka camên pencereyekê







Berê lûleya tifingê didim dilê xwe, tifinga qontaxa arandinê. Heta biherife telîya xwe ranakim ji tetîka êşê, dikim nakim qayîşa tifingê nahidine. Bigrî dilo bigrî bi çar alî bigrî vê sêbera şevê nizanim kîjan ezman vê were bi hawara nalînên te ve vê grêbide cemedanîyekê. Bibûre gundo, li ber çavên min bibûre, ji min bibûre. Bigrîn çivîkno bigrîn sil û şil bigirîn, li dewsa me ya bê çembil, heya gupikên li ser nefelê biteqin bigrîn. Heya kor bibe hêlan, ker bibe klam, heya vizîn bikeve xefika qirikê bi zimanê silsilî, bi girîyê xwe yê herî şîn...







Li alîyê xetê nezî neqeba Sirûcê, kemaneke têlşkestî û mistek pora kulavî li navbera kavilê xerabmalekê, pirsa kevokên ji ezmanê Kobanê revîyayî ji min dikin. Nizamin bi kîjan mêlhebê berba bûne, çûne kîjan şikefteka ezmanê li her hêleke wê ayeteke xwedê lê mistî. Xwedavendê vî alî, tenîya kîjan barûdê li koçka ezmanê te wer dike. Ma ramanak dikare te binivîse Kobanê, ezqurbanê, ma romanek karê bi te bikene?




Ax Kobanê. Ji min bibûre, Li min bibûre...
Ey xwedayê ta xwiliqandî û ew ta xistî tayê
te çiraya me bi kîjan çirayê dada
te çira em dax dan bi zirbavê sarayê
te çima dada derîyê mala xwelîyê li enîyê
te ev zencîra stûr li derîyê pişta bêçimbil da
te stûyê me li vî wêrîsê donkirî bada
ma gopalê dinyayê bivir e zimanê biviran vir e
destê hêla xezebê çol û kevir ...






Pêtîyên weke hilma qetrana ziftê dibarin li ser rûyê telîyên vî bajarokî. Kolanên bi telîyekî tên hijmartin niha bi çend telîyan tên kuştin. Em li ber ekranê bi zindî temaşe dikin serên telîyên xwe ka çawa xwîn jê tê pijiqandin. Ew telîya ber bi ezmên ve bilind dibe niha li te diqelibe Kobanê, li min bibûre, ji min bibûre. Heya her deh telîyên min şeht bibin ji girîyan, şîn û reş bibin li min bibûre...

vê carê em ê xwe bikin qurtek qurban
xwe bikin qurbana kulmek xwê
ji bo kîjan cejnê
ji bo kîjan lûleya eynelîyê pesnê me bide
em ê kîjan berfê reş bikin bi tenîya barûda beyrûdê
em ê kîjan berfê rûreş bikin
ji bo kêfa kê ev das di destan de
em ê kengî ji xwe re bikin qûrban kulîlkan û bi ser de berdin şerbikek xwîn tasek av...






Gava bîranîn ji te ref bi ref çûn bi bayê bezê ber bi min de hatin, gir û hûr wendabûn, şikestek ketin navbera goşt û çermê laşê min û bi peyvan hatin arandin, kulîyên berfê vê li te bibin mêvan. Hingî, gazî min bike Kobanê, bangî min bike, bi her deh telîyên xwe, gilî û gazinên xwe ji min bike. Nebû, li fala bêxewîya min binêre, binêre li wan rojnivîskên min ên li lênivîska qebra dilê te bêkêl veşartî, bi çavên xwe yê şîn bixwîne, bi çavên xwe yên kil min binixwimîne...



tu yê du kitêbên şewitî û yeke nû
bi tilîyên min temaşe bikî
ez ê hingî bêm tu yê hevokên min li ezmên bibînî
perçeya tenûra dayika xwe li te vegerênim
bila hinavê te pê germ bibe Kobanê
û yê min jî bi maçeke te...

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder