18 Aralık 2018 Salı

BÎR Û BAWERÎ





- Lî?
- Ezbenî!
- Ez gorî, gelo rihê romanê jî heye?
- Çawa tuneye La! Hela guhê çavên xwe bidê, li xemla gerdeniya edebiyatê bimêyzîne, wê bê te dengê rengan, tê bibîhîzî sewta di hembêza bayê tenik de veşarî, tê bi serê tiliyên xwe ve binirxînî bêjî vaye li wir hêviya xwînêr e nepeniya wê di asoya binê BÎRê de ye!
Ev çende paşîva min mêjî yê Bîr a Nûdemko ye!
Hin romanên sereke henin mirov xwe di nav melodiya wan de berdide, dibe karakterek ji wê heya dawiye.
Tu tiştek tuneye em bêjin bê hempa ye lê gorî wejeya nûjen di nav romanên postmodern de berhemek heja ye!
Ew ji arvanê malê ye jê vexwin ji şiîra şîrê dê ye!
Mala te ava be Nûdem hezex.
Güner Hatay

Ziman: zimanê romanê di hinek cihan da herikbar e, di hinek cihan da jî bi zimanek herêmî giranîyek nîşan dide. Lê bi saya biwêjan ev giranî jî meriv naêşîne.
Dem: piraniya dema leheng di rêwîtîyê da derbas bûye, dema di rê de ye dibêje ku dema me wek 
bayê felekê zû diherikî, ev jî çîrokên bi nav û deng tîne bîra meriv.
Di rêwîtîyê da temaşe û hezkirina xwezayê bi dilekî germîtî tîne dest.Minak ji pirtûkê gotinên nivîskar:“Bayê bêbavŞiîr didotin ji kevirên bewşBagerên daristana xeyîdînÇemê hê negiştîye deryayêBi ezmên ra rûbirû bûTuwaleke bi heft firçeyan hatîye mistinDengê keviran ê dibihîzî, bi çavên xwe nalîna wan temaşe dikîXweza ji dil û can mirov hembêz dikeKes nikare bi şûran her du çeman ji hevdu veqetîneTarî dibin sî li ber sîyanMij jî bi deng e, dengê rengekî jê tê, şerman vedişêre, eyban dinixumîne. Gûr ji mijê hezdikin.”
Armanc: Leheng, Arasê evîndarê Sarayê, dixwaze cenazeyê bavê xwe, Elîyê (Lî) evîndarê Aylayê (La), bibe welatê xwe Hezexê. Di wê demê da çûndin û hatina Hezexê ji ber qedexeyan gelek bi zehmet e. Ez
Di rê da bi temaşekirina xwezayê digihîje gundê bavê xwe. Leheng li welat rûmeta bavê xwe hîs dike. Bavê wî mamostekî ye ku di nava gel da tê hezkirinê. Kî ye mamosteyê resen? Berî her tiştî rêveber e. Carînan agahdar, carînan jî seydayê bi rûmet.Difikire, mirov ne di welatê bavê xwe da be sêwî ye. Dilê wî dixwaze her tim li welatê xwe konê vede.
Li welat ziman nezanîn jan dide dilê wî yê şermî û bêyî nasîna derdora bavê xwe cardin difetile. Bi xwe ra soz dide ew ê zimanê bavê xwe cardin fêr bibe. Di çar salan da bi alîkarîya mamosteyek fêrî ziman dibe û vedigere Hezexê.
Hezkirina welat jî bê ziman qet çênabe. Reng û dengên stran û çîrokan peyam dişînin dilê wî yê balkêş û bi jan.Çîrok û stran bê ziman deng û rengê xwe yê girîng bi çi rewşê dê bigîyanda erd û ezmên.Helbestkarekî bê ziman, sulavê bê ziman bike xewê, gotinên watedar in.Stran amûra heft nota ye ger ku nemeyîya bi çi awayî dê bibîya nemir di nava dilê gelan da.Ew çîrokên bi bandor di bîran da bi hezar salan e ku veşartîne. Li ser evîndarîyê şax dane, bi alîyê zulmê bi dawî bûne.
Şahmaran û Camsab di bîra kûranî da dengê xwe bilind kiribûn.Mah û Zend ji ber zulma Tîmûr Leng revîyabûn, dawîyê wan di bîrê da pal veda bûn.Kurikê Bigulî û Keçika Bikezî jî di bîrê da fena kurdan bidizî mabûn.Warên çîrokan Girê Elîm nav gel da pîrozmayî bû.
Bi serê Girê Elîm sond xwaribûn. Girê Elîm di nava erd û ezmên da ji efsaneyeka mezin ra mazûvanî kiribû.Çîrokên ku bi ava qutsîyetê hatinê şûştin di bîran da tu carî vaşartî nemînin.Her tim ji bo ku di demê da werin bîranîn, pêşîya her tiştî gere werin nivîsandin.Di pirtûkê da wateyeka balkeş jî ew e ku zarokê Kurdan ji alîyê malbatê ve fêrî ziman nayêne kirin. Sedemekî jê nezanîna dayîka wan a bi ziman be jî sedemê esasî ew ew e ku tu rûmet nedane zimanê xwe. Ewên ku bi zimanê xwe nikaribin biaxivin dê xwendin û nivîsandin di jîyana wan da cihê xwe qet negire û dê bîra wan a neteweyî her lewaz bimîne.
Ji boyî xwendewanan her pirtûk nameyeka cuda ye. Ji bo nameya nivîskar gelek spas dikim û dilê wî yê li ser nivîsê herikî ye gelek sax be. Her tim serkeftin ji berhemên wî yên ku werin weşandin re dixwazim.


Kaynak: ZIMAN û BÎR - Rojnameya Kurdistan


Semiha Ülgen

Bîr li/ji xwe bawer e..
Her deriyê girtî bi mifteha jixwebawerbûn vedibe. Di qada nivîs û pirtûkê de heke ew Jixwebawerbûn bi tijebûneke wêjeyî nînbe dibe çenebazî .
Pirtûka Bîrê demeke dirêj e li ser tora civakî geh bi destê nivîskar geh jî bi destê xwînerekî ve tê belavkirin. Gava meriv dikeve meraqê û çapemeniya Kurdî mêze dike dibine di derheqê romana ku Xelata Ehmedê Xanî ya 2018an girtî de tu tiştek , agahiyek tune ye. Mixabin heke çapeminiya civakê qala pirtûkê neke, ew bar dimîne li ser pişta nivîskar .
Edebiyata Kurdî di bin siya problemên netewî de berhemên xwe dide. Ew siya netewî him dibe rihê edebiyatê him jî dibe barê edebiyatê. Di tûrikê Bîrê de jî kêm-zêde ew bar bi bandor e.Lê di honandina romanê de bi qasî çîroka civata Kurdan çîroka kesayeta Kurdekî jî heye. Aras kesayetekî di arafê de mayi ye . Bavekî Kurd , dayikeke Tirk û trajediya kesekî nîvcomayî ye.Nîvcomayin bi zimên û nasnameyê ve têkel e . Aras dema qala zarokatiya xwe û têkiliya bav û malbata xwe dike dibêje bavê min her tim li ser kompitirê dersên Kurdî didan, ji ber wê û ji ber hin sedemên din qet kêfa wî ji Kurdî re naye û xwe dûrî wî zimanî digre. Ew dûrbûn leheng ji kok û welêtê bav jî dûr digire heta rojekê xebera mirina bavê xwe dibihîse û diçe ser cinazê bavê
xwe. Ew mirin û hesta wundakirinê li wî dide hestpêkirin ku bav û kur hev nasnekirine. Roman li ser rêwitiya Aras û daxwaza naskirina Aras dikude. Di matematîka romanê de bûyerên rêzkirî
tüne ne, xwîner û Aras di nav demên pirqatmanî de diçin dema zarokatiya Aras û tên roja îro, carina jî diçin Hezexê û bi şivan û bi dînên welêt re diçin demên qedîm, çîrokên Bîran guhdar dikin . Ew bîra bi bîranînên Enkî tije dibe, dibe bilûra Lî. Vereşandina Enkî di demeke din de xwe dide der (bîranînên bav û kalan dibe dengê zarokan ). Lêgerina bîra Aras bi awayekî xeyalî
digêhêje wan bîran : Digêhêje Bîra Zend û Mayê , Bîra La û Lîyê û di dawiya dawiyê de jî dibe Bîra Aras û Sarayê .
Bîr ferqa xwe ya wêjeyi ji mijara xwe zêdetir bi teknîka xwe diafirîne. Nivîskar du vegotinên li navhevketi vê romana postmodern li ser rêbaza "metafictionê " ava dike. Xwîner di nav romanê de ji sedema çîroka romanê agahtar dibe. Aras piştî mirina bavê xwe li pey nivîsên bave xwe dikeve û nîvcobûyina xwe bi saya wan nivîs û çîrokên bavê xwe temam dike . Haya me jê çêdibe ku hin rûpelên destpêka romanê nivîsên bavê Aras in . Gava meriv dikeve nav
germahiya romanê wan her du vegotina (vegotina Aras û bavê Aras ) li hev derdixe Dubareyên romanê jî dinav wan vegotinan de çêbûye . Hin helbestên Elî / Lî bûne dubareya beşa Lî û Layê. Her çiqas helbest bibin sedema dubareyan jî nivîskar helbestên xwe ne weke xemlekê lê weke
materyaleke romanê bi kar aniye.
Metafora herî berbiçav metafora camê ye . Aras dema li ber paceya otobosê rûdinê cam dibe zimanê hestên Aras .Têkiliya wî û bavê wî weke cameke çend tebeqe ye. Di navberê de
dîwarek/camek heye. Li ser cama mijgirtî ,risma li ser hilma camê xêzkirî û tiştên xwuya dikin gelekî nêzîk lê bi eslê xwe gelekî dûr in. Lê nivîskar tiştê bi metafor û peyvên girtî vedibêje dixwaze
em zelal bikin û hin valahiyên taybet dihêle ji femkirina me re. Leheng bi devekî dîdaktîk xeber nadin nakevin derdê agahîdayinê. Gotina Valery ya li ser helbestê ji bo romanê jî tesbîteke xurt e :" di berhemekê de divê fikir weke gidaya di nav sêvekê de veşartî bimîne ". Divê kesayeta lehengan, azadiya xetakirina wan, mafê wan yê axaftinê, yê şaşîkirinê jî hebe û rastiya leheng û rastiya jiyanê di ciyekî de li hev bê.
Monologên Aras yên navxwe hin caran di rêwitiyeke rast de , hin caran jî di rêwîtiyeke xeyalî de qala hestên kesekî / merivekî dikin. Ew tişt ji ber şert û mercên rewşa Kurdan hinekî di wêjeya Kurdî de kêm e. Hertim pirsgirekên gel, girîngtir e ji pirsgirekên kesan. Romana Bîrê di nav 118
rûpelî de him cî daye Aras him jî cî daye problemên civaka Aras.
Romana Bîrê bi Kurmanciyeke mû ji mû qusandî hatiye nivîsandin. Diyar e li ser her peyv û hevoka romanê nivîskar fikiriye,xebitiye û xwestiye tiştekî nû biceribîne . Ez wekî xwînerekê
dikarim bibêjim di ceribandina xwe de serketî ye jî. Tama Kurdî û wêjeyî daye me xwîneran.
Nivîsandina hin peyvan de bêbiryarî çêbûye ,weke : Telî û tilî , çerçove û çarçowe , tuj û tûj.
Xecê / 2018

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder