21 Eylül 2023 Perşembe

RÊZENİVÎS: ANALÎZÊN ROMANÊN BEXTÎYAR ELÎ -2-

 ROMANÊN BEXTÎYAR ELÎ Û KEN (GİRNİJÎN, BİŞİRÎN, BEŞİŞÎN)

 

       
        Ken, her çi qasî refleks û reaksîyoneke mirovan a bedenî be jî, li edebîyatê gelek bar li vê peyvê hatine barkirin. Çikû li edêbîyatê ken ne bi tenê refleks û reaksîyoneke bedenî ye, hêla wê ya psikolojik û rewşa rih, hêleke dîyarkerîya atmosferê jî heye.
        Ken, carinan bêdeng carinan jî bideng, bi vezilîna çermerû û levan xwe dide xwîyayî lêbelê em dizanin carcaran jî xwe nadê xwîyayî, li ser ronîya çavan dimîne an li serê levan. Gelek cûreyên kenînê hene yên bi bişirîn, girnijîn û pixîn û hwd têne binavkirin.
        Dijwateya kenînê, girîn e. Yani di rewşên xweşî, kêfxweşî û bextewarîyê de diqewime an jî li piştî henekan pêk tê.  
mirov gelekî bikene li dawiya ken gelek caran hêsir ji çavên mirov tên.

“Jin, dema derfetê bibînin, dikenin lêbelê kengî bixwazin wê deme digrîn.”
Gotineke Venezuellayî
“Eynik hevalê min ê herî baş e. Çikû dema ez digirîm ew nakene.”
Charlie Chaplin
“ken, her caran  ne ji bo bextewarîyê ye, hin  caran hin ken hene ji bo nixwimandina êşan e”.
Bob Marley

“Heyat nola eynikekê ye. Hûn  li ber bikenin ew ji li we bikene.”
Peace Pilgrim

Hûn bikenin dinya jî wê bikene. Hun bigirîn hû ê bi tenê bigirîn.
Elia W. Witcox


      
  Ken, li edebiyata cîhanê heye, li taswîrkirinên lehengan, li bûyeran lêbelê li edebiyata kurdî bi awayekî din û zêde heye. Bi teybetî li nav helbestan,  peyveke sereke ye.
         Li vê nivîsê em ê li naverokên romanên Bextîyar Elî, li ser peyva kenînê rawestin û bikaranînên wî analiz bikin.
         Bextîyar Elî, li hemû romanên xwe bi hejmareke zaf zêde rengdêrên çawanîyê bi kar tîne. (Li beşeke din em ê li vê mijarê rawestin) Li hemû romanên wî heman rengdêr li gelek rûpelan hene.
Tiştek an mezine, an spî ye, an ecêb e, an aloz e an…
Kêm navdêr hene yên  nebûyî rengdêr. her tim rengekî dide peyvan. Kenîn, girnijîn  û bişirîn jî her tim bi peyveke din re dibe rengdêreke çawanîyê. Hin ji wan sifatan gelekî absûrt in, hin ji wan jî maqûl in. Mînak girnijîneke xemgîn mirov dikare bibêje zimanê helbestê ye, metaforek e lêbelê li romanê Bextîyar Elî gelek tişt “xemgîn” in. (Li mijara xemgînîya li romanê Bextîyar Elî em ê zaf mînakan bidin) Mînak: kenekî mezin bi teknîkî normal e lêbelê çawanîyêkê nade peyva kenînê loma absûrt dimîne.

ÊVARA PERWANEYÊ

girnijîneke xemgîn 149
girnijîneke şermîn 150
girnijîneke piçuk 155-173
girnijîneke pak 173
girnijîna ecêb 211
girnijînên xerab 211
girnijîna ecêb 215-216, 
girnijîna şeytanî 215
girnijîna geş 242
girnijîna seyr 244
kedikirina girnijînan 211
girnijînên jehrawî 211
girnijînên pak û aram 211,
girnijînên kurt û tije şerm 211
girnijînên min mirin 256
çavên wî bi girnijînan tije bû 263
girnijîneke weke ya jinan 270
girnijînên rasteqînê 322

HİNARA DAWÎ YA DİNYAYÊ

girnijîneke mezin
 111
girnijîneke îronîk 36
kenekî geş 43
kenekî bilind 142
bişirîneke tal 56
bişirîneke matmayî 167
bişirîneke mezin 189
bi kotekî girnijî 152
ew dibeşişî, beşişîna kalemêrekî ku(…)314

 

QESRA BALÎNDEYÊN XEMGÎN

bişirîneke aloz 302
girnijîneke hêmîn
bişirîneke geş 302  
bişirîneke sivik 139
bişirîneke mezin 140-167
bişirîneke rasteqîn 303
girnijîneke pir mezin 303-305
em hemû bi rastî keniyan 306
bişirînek kir 306
bişirîneke tal kir 312
bi bişirîneke nazik û kenekî nerm wergirtin 192

BAJARÊ MUSÎQARÊN SPÎ

girnijîneke ciwan 117
girnijîneke gêjane 120
girnijîna şêrîn 105
girnijîneke xemgîn 187
girnijînên xemgîn 345
Girnijîneke kevn 285
Girnijîna tal 289
girnijîneke şermokane 309
girnijîneke şeranî 418-419
girnijîneke kujek 420
girnijîneke piçûk 20 
girnijîneke sêhrawî 322
girnijîneke hîlebazane 434
girnijîneke pîs 434,
girnijîneke zelal 442
girnijîneke şeytanî 469
girnijîneke zarokane 495-579,
girnijîneke mezin 550
girnijîneke westiyayî 582
girnijîneke lerzok 574
girnijîneke piçûk 575
girnijîneke xemgîn 627
pêkenîneke jînanî 606
pêkenîneke şermokane 606
bi girnijîn got 23,
bi keniyeke eyar keniya 86,
bi awayekî seyr keniya û got: 91,
bi bêdengî dikeniyan 114,
girnijîneke wiha li ser levan bû, wek di şerekî mezin de serkeftin bi dest xistibe 618
hevalê wî pêkenîneke dirêj kir 606
bi awayekî kiret dikeniyan 607
carinan jî keniya wî stûr dibû, weke pêkenîna ekterên kurd 607
bi dengekî bilind keniya 597
keniya wî dişibiya keniya dêwekî ku kêmekê keniya xwe zirav kiribe 606
wek ve ku proveya keniyê bike 607
kîjan pêkenîn baş e 607
bi girnijîna wek a mirovekî pîr got. 596,
Celîlê Baran girnijînek dikir 350,

APÊ MİN CEMŞÎD XAN KU HER TİM BÊ EW Lİ BER XWE DİBİR
        
Li vê romanê peyva ken gelekî nehatîye bikaranîn. Çend mînak:
kenekî kelevajî 64
kenê kaviktiyê 64
girnijîneke aloz 81
girnijîneke teybet



ENCAM
          Li ber
 mînakên li jor em dikarin wiha bibêin; Bextîyar Elî di taswîrên xwe de peyva  ken bi gelek rengan  û weke gelek bikaranînê din bi piranî bi sifatekî bi kar anîye. Ev bikaranînê wî him hela wî ya “zimanê helbestî” nîşa me dide him jî alîyê wî yê xemilandinên bêwate û gotinên afakî jî… Mînak: “girnijîneke westiyayî”  rengdêreke  bi zimanê edebîyatê ye lêbelê “girnijîneke mezin” bi zimanekî absûrt e. Mînakeke din : li romana BAJARÊ MUSÎQARÊN SPΠGirnijîneke kevn 





 

13 Eylül 2023 Çarşamba

RÊZENİVÎSÊN ANALÎZÊN ROMANÊN BEXTÎYAR ELÎ -I-

ROMANÊN BEXTÎYAR ELÎ û QÛN

 




                Traditiona zimanê kurmancî li jîyana rojane hin peyvên  bi rewşa zayendê re eleqedar-nola qûn, kîr-  sansûr nake. Li nav civakê, li nav malbatê bi rehetî tên bikaranîn û  bikaranîna van peyvan eyb nayêne hesibandin.
Li qada edebîyata devkî, li klaman û stranan ev peyv nayên  nixwimandin.

Mînak:

Revîm çûme nav keçikan
Bu teqiniya şimikan
Dest avête w memikan
Gayê qûn da lotikan
Revîm ketime ber tepikan
Wîşt hiho malê min

(strana Kavir)
                Li qada nivîsbêjîyê/edebîyatê, kêm caran hin nivîskar van peyvan bi peyvên nola ewk, çîk binixwimînin jî, piranî van peyvan bi bi rehetî bi kar tînin û dinivîsin.

Mînak: 1
"__Dibê, xatûnê petêxek neqand ji nava petêxan û serê kêrê xiste zikê petêxê û ew kir anegorî terikê qantirî bikaribe tê re derbas bike û qewart. Dibê, çû petêx di terikê qantirî re derbas kir, terik ji yê rep bûyî, ji bona gava ku ewkê bikin, terikê qantirî ewka wê neçirîne û nedirîne. Dibe, Xatûn çû ket binê qantir, dawa xwe hilda û xwe belot kir. De îda qantir e, heywanê xwedê dê çi ket?! Dibê, de bi çend derban çû hat, çû hat,çû hat..."
( Şener Ozmen,
Gramera Behizur, r-56)
Mînak: 2
Handayê qûn dabû ser textê xwe-64
(Handa, Sîdar Jîr, r-64)
Mînak: 3
“Ji wê bejne jî ew kulemekên grover û ew qûna efsaneyî bû agirê ku perik di hêlîna hişê min de kizirand. Wê qûnê xwe ji xeyalê min nema berda. Min çavên xwe digirtin, ew bû. Vedikirin, ew bû. Hişê min biribû edî.”
Jan Dost, Martînê Bextewar (r. 108)
Mînak: 4
Min qûn wek qûna wê xweşik nedîtiye. Qûneke reş û qetranî ku bêhna gula patonyayê jê dihat.”
(Bextîyar Elî
Hinara Dawî Ya Dinyayê, r-252)


                Li romanên Bextîyar Elî  bêtir li du romana peyva qûnê bi awayekî zaf hatîye bikaranîn. Li vê nivîsarê em ê li wan binerin û li ser wan biponijin.

1- QESRA BALÎNDEYÊN XEMGÎN^





                Li romanên Bextiyar Elî piranîya karekteran bi heman awayî diaxivin, mirov nikare wan ji hev cê bike. Hemû bê îstisna gotinên xwe dubare, sêbare û carinan jî çarbare dikin. (Mijara beşeke din e) 
                Gelekî balkêş e; Li romana Qesra Balîndeyên Xemgîn karekterekî bi navê  Mengurê Babegewre heye, li her axaftina xwe miheqeq gotinên xwe bi peyva qûnê ve girêdide. Gotinên xwe dubare û sêbare nake. Ev rewş, kesayîyeke bi xweserî, marjînalî û orjînalî dide vî karekterî.

, rika min li her tiştî ye jî ku ji qûna derewînan derdikeve 49
, niha nizanim Sewsen Fîkret ku te weha ji bo wê quna xwe şîn û mor kiriye 53
ew jî ji wan kesan bû ku ji bo yarê dilop dilop hêsir ji quna wî dirijiyan…54
Mirovên wan ên zehf şerker hene ku tiliya xwe dixin qûna keçikan de jî, 87
divê em neçin girtina masiyan da qûna me şil nebe 87
divê em bi zîrekî qûna xwe ji êgir nêzîk bikin… 89
her kes bi qûna xwe diçe gorê
vêce rahişt qûna xwe û çû îranê 161
memleketekê bibine ku qûna te tê de vehese, 162
ez dinyayê ji bo qûna te li pey xwe nahêlim 162
, her kesek û tenê bi qasî qûna xwe bîra dinyayê dibe 162
, tiştek wek dîrokê xapînok nîne, tu nizanî ew çawa qûna xwe dihejîne. 166
…ji qûna xwe bêhtir tiştekî dî nabîne 178
… piraniye kesên ku ez wan nas dikim qûna xwe nalivînin  178
ez sond dixwim bi qûna heçî firîşteyê esman e ku (…) 186
Min qûna xwe perpitand da navekî baş ji xwe re dirust bikim. 187
“Kurik gerokekî eyar bîst û çar e, qûna xwe baş dilivîne” , 198
Destên wan ji qûnên wan bêhtir dilerizin 210
dinyayê berê qûna xwe daye min 266
îşev şeva wê yekê ye ku em berê qûna xwe bidin dinyayê 266
ez sond dixwim bi qûna hemû mêrên pîroz 296
hin eşîrên me hene seriyekî nû xistine şuna seriyên xwe yê kevn û qûneke nû bi xwe ve kirine… 296
mistefa Hejar miroveke ku şaîr bi qûna wî sond dixwin. 297
ez qûna mezin a din ava mesele de me…369
ez sond dixwim bi qûna heçî şeytan 369
ez naxwazim weha zû qûna xwe di cehnemê de bibînim 370
li cihekî nêzîkî qûna dinyayê 400
Gava ku ez rabûm min dît*** her du balînde li ser qûna wî lûsiyane. 402
were bêhna deste min bike, bêhna qûna min bike 402Piştî deh salan di êvareke îlona sala 2006an de wek kalemêrekî pîr û nexweş ku wek wî bi xwe digot, “bi kotekî henase di qûna wî de mabû”… vegeriya û ji me re got ku ew hatiye li vir bimre. 386

2- BAJARÊ MOSÎQARÊN SPÎ

       Li romana Bajarê Mosîqarên Spî jî  nola Qesra Balîndeyên Xemgîn lehengekî romanê-Samîrê Babilî- peyva qûnê gelekî bi kar tîne.  

“Min diviya ku
boriyeke nazik a şîreyên avê ji qûna wî re bibim jor, boriyeke taze dayîzkirî, min diviya bi kodikeke hesin ew polen hûr ên agir xistibûna nav qûna wî û çend dilopên benzînê jî rijandibûna ser. Careke din dîsa divê min polen agir xistibûna nav qûna wî û dîsa benzin rijandibûna ser. Min diviya her carê hindekê zêdetir boriya dayîskirî pal bidaya nav qûna wî. Bi dirustî nizanim kengî mir, lê dema ku mir dûkel ji gewrî û guhên wî re derdiket” 381
* Daçekên “ji…re”  dive “di…re” bin.
** Bextiyar Elî li her 6 romanan jî hin gotinan miheqeq sêbare dike. Li vê hevokê çar bare kirine; (Bi tenê carekê gihaneka KUyê hatiye bikaranîn, li yên din nînin. Sê caran “min diviya” û  carekê “divê min” hatine bikaranîn. )
Min diviya ku
min diviya
divê min
Min diviya
*** “xistibûna nav qûna wî” “nav”, lêkerê absûrt dike.
**** ravekên zincirin bi kar anîne: boriyeke nazik a şîreyên avê

“… lê dema ku tu boriyê ji qûna min radikî, cenabê neqîb! Min neçar dikî ku ez jî bîr bi wê bikim ku boriye ji qûna te rakim.” 382
* 3 ku
** lêkera “rakirin”?
Heman boriya dayîskirî bi benzînê di qûna te de bibînim. 382
Ez dê lûleya çekê bikim qûna te 387
min lûleya çekê kirî qûna wî 387
qûna xwe li ba dida 308
* li ba dan ?


NÎŞE: Li dawîya rêzenivîse encamên nîvîsê vê ji bo gelemperî bê parvekirin.

25 Ekim 2020 Pazar

ROMANOKA BÎRÊ-Peyvîn

 

Hevpeyvîn-2                       Rênas Koçber

Bi Nûdem Hezex re li ser romana Bîr’ê... 

 - Ava vê bîrê çima şor e yadê?

 - Rondikên çavan jî şor in kurê’m

   (Demekê min serê xwe di ber xwe de tewandibû, bêdeng mabûm.)

   - Ava deryayê jî şor e.

    - Kurê’m ava rondikeke jinekê pêneketibe heye qey?

     - Ava çeman ne şor e yadê.

   - Çem nêr in kurê min, lêbelê bîr û behr mê ne.
 


         Mamoste pirtûka te di beşa romanê de xelateke girîng – Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî – stend, lê hê jî hîn kes dibêjin ma Bîr roman e! Bîr, roman e gelo?

 

        Min heya îro ti caran negotiye “pirtûka min” û hiletê min ji wan kesan diçe yên dibêjin “pirtûka min a çaremîn... “ û quzelqurt. Belê ezbenî, dibe navê Nûdemko li ser berga wê hebe, lêbelê BîR ne pirtûka Nûdemko ye, ew romaneke gelê kurd e û malê edebîyata kurdî ye. Piştî roman çap bû û çû nola keçika ji malbatê derketî ye û zava xwende ye êdî. Ji bo wê bila ti kes bi kitêba nivîsî pesnê xwe nede. Ew kitêb jî kesek e û xwediyê kesatîyekê ye êdî. (baş/nebaş)

       Ên pasîf(bêtevger) û ên aktîf(bitevger) du cure xwende hene û du beşên romanan. Ên xwendeyan bêaqil ferz dikin (bûyeran û xwîyangan tasvîr û şîrove dikin) û yên xwende biaqil ferz dikin. (şîrove û tasvîrê ji xwendeyan re dihêlin.) Romana Bîr’ê di vê beşê de ye. Behsa hîn xwîneran dikin dibêjin, ji bo Bîrê wê bibêjin, “Ka çîrok qala çi dike? “ Ez jî nizanim qala çi dike çîrok. Her kes dikare li stêrkan binêre û qala wan bike,lê bitenê şaîr û dengbiêş dikarin dengê wan bibihîzin û klama wan bihesînin.

“ Eger du kesan heman kitêb xwendibin, an ew kitêb bikêrî pîvazekê nayê an jî ew her du kes!.. “

Kesên hişê wî ji helbestên kubîk û ji romanên vegotineke kubîst nagire wê çawa fam bike romana vê demê?

Di vê dema nû ya her tişt minîmalbûyî de (helbestên minîmal, çîrokên minîmal, romanên minîmal) hê jî hin kes hene dibêjin Bîr ne roman e, ji bo rûpelên wê ne gelek in. Yaw carinan hişê xwe derxin ber tavê bila nefeseke paqij bistîne. Tiştên tavê nebînin efnikî dibin ha.

 

Em dizanin mijara Bîrê “zimanê kurdî” ye û zimanê kurdî xelata xwe stend. Lê em dîsa jî dikarin bibêjin zimanê Bîrê bêqisûr e?

 

          Belê ezbenî, zimanê Bîrê ne bêqisûr e; lêbelê ne bêhizûr e jî. Ji bo Bîrê reaksîyonên baş tên bikaranîn. Kêfxweş dibim. Gelek kesan Bîrê xwend, bitenê kesekî bi n’erênî tiştin gotine. Gotiye çima peyv di hin cîya de telî ye.

 

Ferqa Bîrê çî ye?

 

         Kitêbeke mutewazî û ji rêzê ye; aksîyon, ajîtasyon nîne tê de. Romanên mijara wê “ziman” ne herikbar in. Fortek baş /nebaş hebe bi cêbûnê ye. Rîsk e yanî.

Li hemberê bêhiş û bêrihkirina kurdî, soranîkirin û tirkmancîkirina kurmancî gavek e, serhildaneke biçûk e. Ji bo wê statûkoperestên hişgaranîst ne mimkun e jê hez bikin. Keda gelek kesan heye di vê romanê de. Keda Celadet Bedirxan, xwêdana Mam Cegerxwîn, eşqa dengê dengbêjên dilbêjan û dilbiêşan. Keda we jî tê de heye. Hûn? Kesên dildanka wan ziman kurdî.



Hevpeyvîn-1 Rênas Koçber

Bi Nûdem Hezex re li ser soranîkirina kurmancî

Li gorî gelek zimanzan û nivîsbêjên kurdî, soranîkirina kurmancî tiştekî normal e û dibêjin herdû jî zaravayên kurdî ne elbet wê danûstendinên bi vî rengî di navbera wan de çêbibin. Tu çi difikirî?


Dixwazin ji kurmancî û soranî zimanekî sentez / melez çêkin. Wê demê ji herdû zimanan wê zimanekî “qantir / hêstir” bize. Û hemû kes dizane zayendîya qantira / hêstiran nîne.

Kurmancî û soranî du zimanên ji hev cê ne. Gramera wan, dersên wan, ferhengên wan... Ne bitenê ez dibêjim, realîte dibêje, Michael Chyet dibêje. Ti zimanzan soranî û kurmancî zimanek qebûl nake. Zimanekî navê wê kurdî ê ji soranî û kurmancî pêk tê nîne. Polîtîkaya asîmîlasyonê ye; zazakî mirandin, kurmancî jî dimirînin, dikûjin... Tişta manîdar kurmanc, kurmancî dikûjin. Soran ne wisa ne ti tiştên kurmancî li zimanê xwe siwar nakin.

Kesatîya daran bi lûlkirinê vedigûhêze. Mînak; tu dara zeytûnê lûl dikî, dibe dara fisteqan. Ev demeke hin kes kurdî lûl dikin, dixwazin kurdî bimre. Jixwe hişmenda tirkî sazûmanî serobino kiriye îja em radibin boyax dikin. Hûn kûştina zimanê xwe (kurmancî) bi destên xwe dikin. Hûn dibêjin “wêj, wêjekar” çima “bêja” xwe dikin “wêj” eger hûn bibêjin “bêj“ gelê we, wê ji we fêm bike. Tirsa we ev e? Dibêje, “bêje”di wateya edebîyatê de nabe. Çima “wêje” dibe û “bêje” nabe? Bi kurmancî “bêj” bi soranî “wêj” e. A bi soranî dibe, ya bi kurmancî çima nabe, sebeb? Ê nexwe nebêjin dengbêj, biwêjin dengwêj! Tu bibêjî kurdînivîs nabe, lê bibêje kurdînûs dibe, çima? Ma bi soranî “nûs” ne “nivîs” e? Kurdînivîs çima absûrt dixwîyê? Weke mînaka “xwende û xwîner, wêje û bêje, nivîsbêj û nûser... “ yanî gava bi soranî be super e, li bi kupkurmancî be nabe. Mînak, kes nema êdî daçeka “bi........re” bi kar tîne. “ligel-digel” ketîye pênivîska hemû kesî. Ji dêvla bibêjin “bi brayê xwe Selîm re” bi kurdî(kurmancî) dibêjin; “li gel kak Selîm” bi soranî. Li cem min, li kêleka min, li hemberî min, li rex min, bi min re... kesên bi kurdî baş nizanin van daçekan nikarin bi kar bînin, ji hemûyan re dibêje “gel min.”

“Yekem car, yekemîn car, cara yekem, cara yekemîn.” Her çar form jî ne bi hişmenda kurdî ne. Bi ‘kurdîya sentetîk’ in. Di klam / straneke berîya 20 salan de formeke wiha nîne. “Cara pêşî, cara yekê, cara ewil, û hwd.” Hene di ‘kurdîya ekolojîk’ de. Û her wiha di klam û stranên xwe de em dibêjin, “gel / milet / xelk” lê di nivîsbêjîyê de wisa nabêjin, eyb e. Em dibêjin “netew” serê me bi vê peyvê mezin dibe û bedena me biçûk dimîne. Pişt re hengî serê me mezin dibe, bedena me êdî nikare wî serê mezin hilgire.

Werhasil; xwebûna zimên, hebûna zimên e. Ji hêlekê ve tirkîkirina hilmendê ji hêla dî ve soranîkirina rêzimên! Hûn kurdî bi destên xwe tune dikin, DIKÛJIN!..

Ji soranî hez dikim lê ji zimanê xwe bêtir hez dikim. Ez kurmancîperest im. NET û ZELAL! Li dijî soranîkirina kurmancî, bijî kurdîya kupkurmancî!

...........

19 Şubat 2020 Çarşamba

HESÛDÎ Û ZEXELÎ

Hesûdî:   
       
                Hesûdî,hêsteke insanî ye. Heke dê û bav bêtir jê hez bikin, mirov diheside brayê xwe an xwîşka xwe jî, an xweşîyek, serkeftinek an pêşveçûneke kesekî dî jî. Ev hêst li ajalan jî tê dîtin. Mînak: Gava xwedîyê malê psîkeke dî tîne malê tevgera psîka malê vedûguheze û hesûdîya xwe darîçav dike.Hesûdî heya deverekê tê famkirin û ne hêsteke nebaş e. Mînak: Xwendekarek ji serkeftina xwendekarekî dî biheside hin bêtir li ezmûnên xwe dixebite û serkeftina xwe bi pêş ve dixe. Mînak: Nivîskarek ji nivîskarekî dî biheside, hin zêdetir dixebite û dixwaze ji wî kesê jê diheside tiştên baştir binivîse û ev hêst wî dixê reya xebatê. Heke hesûdî di pîvokekê de be ne nexweşî ye, tenê tevgereke xerabe ye û heke neyê kontrolkirin di pêşerojê de kêsî dibe deprosyonên mezin. Hesûdî ji hêsta ewlehîya pûxtî der dikeve. Kesekî gelekî diheside hêsta bêçareyî yê, hêsta enirînê û bêhêvîyê dijîye. Kesê ji xwe ewle be gelekî naheside.

Zexelî:
               Di ferhengan de gelekî şaş tê bikaranîn. Di ferhenga yekbûnê de dibêje;  "Tembellik, bilerek tembellik etme." Elaqa wê bi vî tiştî re nîne. Bawer im di Tirkî de peyveke hemwateya vê peyvê bide jî nîne. Mirov nikare salixandinekê tenê bidiyê, peyveke berfireh e. Hêsta zexelîyê; ji hesûdîyê wêdetir e û nexweşîyeke zîyankar e. Kesên di vê hêstê de naxwazin nas/ nenas tu kes bextewar bin, serkeftî bin an jî tiştekî baş bikin. Tenê li dûv parîyeke berjewendîya xwe ye û ji bo serkeftinekê alîkarîyekê nade tu kesî û heya jê were rê li ber wan digre û wan demoralîze dike. Kesekî zexel gava bibîne kesek vê xesarê bide cîyê wî yê di civakê de; di wê demê de wî kesî bi tiştinên bê'elaqa sucdar dike û dixwaze wî li ber çavê civakê rûreş bike. Dîya min (rehma xwedê lê be) Digo;"Xwedê  me ji kesê zexel bistire." Nizanim sedema wê çiye-ka xwîna min dikêşîne çi ye- pêşîyên bajêr tim li ser serê min digerin û xwîna min dimijin. Ew qas kes di malê de ne lê tenê xwîna min bi wan şêrîn tê.

22 Ocak 2020 Çarşamba

XİZÊMOK




Şİ’ÎRPÊJEK ( HELBEST) ŞOPGER,ÇAVDER Û DOZGER...!!!

Xizêmok Şopger e;
Xeta cotê hûner û rêsandina xwe dûbare na ke,her li pey şopên nû ye û nûjen e.
“her roj tiştekî nû bibêje,tu çi qasî kevin bibî jî...”
 “ Xwe“ ye,
„xwenas“ e û „xweser“ e...
ne destê ji „derve“de ye,ji „xwe“ ye, xwe bi xwe ye...!
Di navbera „xwe“ û „xwe“ de ye,gah „xwe“ diafirîn î û geh „xwe“ „dikujî!“...
„naxwe ez xéza di navbera her duyan de me...“
 Bahra wî;
dewlemendîya zimané wî(Kurdî) ye,hêş û bala wî ber bi nûjenîyê ve ye...berê wî her bi pêş de ye...
„û çar derya
yek li ezmên û li ser erdê
yek li ser erdê di bin ezmên de
yek li binê erdê
ya çaran zimanê te ye...“
û evîndarê jîyanê ye...
„hûnera herî hûner
hezkirin û hezkirin...“
„...yek dialêse kakilê dil,
yek gez dike ji nav mil...“
„wan bi destên hev digirtin dibûn destgirtî,
me devên hev ji devên hev dadigirt....
hey hey hey tî ne em,
hoy hoy hoy tî ne em...“
Şi’îrfroş...
“ew li benda mamikan,
ez li benda memikan...”
Gotinan carnan şilfî tazî di ke,her li ber serê gotin û şêrînîya Kurdî „xew“ û „seyran“é di ke, destnîşan e û divê kerem bikin;
„ biryar ya we ye“
„...herkes kûrê bavé xwe bû,
ez kurdê bavé xwe...“
„...heya sax bim li waré xwe béwar im,
gava bimrim ez é bibim nivîskar...“
“şi’îrpéj hebûn li wî bajarî
li wî waré béwar nan nedihate pétin...
şi’îrén şéran didotin ji sînga méran...“
mî major;
em didane xwendin,
kesén em ne dixwendin“
Di nava gotinan de,carnan „fesadî“yé di ke,wan berahev di de,paşî bi hakîmîya xwe li ser “ziman” mîna rî-porspîyek dikeve navberan wan û wan her yekî; bi cîh û wate star di ke,dihefidîn e....
Di vê gerê de,carnan jî heftê û heft kirasan li gotinan dike û xwendevanan ber bi „fîlozofî“ (raman) dikşîn e, bi ya min;
„...encam dibû cam,
cam dibû encam...!“
Her,gotin , ziman û çanda Kurdî di aşê hûnera xwe de,dihêre,lé li gel vî yeké balê dikşîn e ser civakê û rewşa li ber destan jî;
Ji ber kû aş’é wî ne yek reng e(kevir e),raman-dîrok-zanistî- civak-rexnegirî û tevna dewlemendîyén „xwe“ bûn é her li ber „dor û dewra“ xwe ne....!
„...piştî şeveke dî
îro wê bibe diho
siba jî wê bibe îro...“
„...bila hévîyén te ji destén te diréjtir bin..“
“...berî béserûber,
bêrî bêdawî,
derî girtî bû...“
Lewma bi xwe bawer e û ji gotina xwe yé pirsan wekî çavderîyek dîyar di ke.
Bi govend û şerén hevokan çavdêr e û heman demê dozgerê „doza“ xwe ye...
„...beré zimané te hebû devé te nebû..
niha, devé te he ye li zimané te wenda!“
„çîroka herî mezin,çîroka te ye,
te divê bixwîn e,te divê binixwîmîn e“
Ji gotin û qêrînên wî darizandina “rastî” û xeletîyan jî he ye;“derwêş”ê êş’a “xwe” ye,dengê gulîstana dîrok û „xweza“ û „xwezîyên“ xwe ye...
„parsek li ber serîyan
dengbéj li ber derîyan dimrin“
„...xwebûn , destpéke serxwebûné ye“
„vé miné ez xwarin
vé miné ez xwarin...“
„..çar xweh û brayén neçar
ne dibûne yek
ne jî dibûne çar..”
encam;
ekolojîk
dîsa psîk
dîsa psîk
dîsa psîkolojîk“
bê av dibe
bê nan dibe
bé nav nabe lo“
Ji ber van baldarîyan;
Xizêmok(Nûdem Hezex)
şopger û çavderîya nîvîs-helbestçîrok û çanda “xwe” Kurdî ye,li gel vî yeké „dozger“é li himber „mirin“ û „sekna“ civakî/hûnerî ye jî...
„xeletîyan“ dajo nava lêpirsîna „hûnerî!“
gotina xwe texsîr ne ke...
Ew; balkêş e di ramanîya xwe de “cam” (xwe dîtin-rexne kirin-xwe nasîn-xwe „xwendin“ ) û
„ bîr” (hizr û hişyarî ya çand û dîrokî-zanistî) xweş bikâr tînî û di kârgeha hûnera xwe de bi cebilxana hûnerî de dirêsînî....
cam;
weke du alîyên camekê,
bi hev ve û ji hev dûr...“
bîr;
bîrek xwe dixitîmîne bi serê lêvê,
gava xwe ji bîr dike,
av tê bîrê
dimire ji bo bijîyê“...
XİZÉMOK (NÛDEM HEZEX)
BER‘ê te ...:
bila ,her bi ber bî û ji ber te bî...
ta kû herdem ;
bîr‘a te....!
li ber seré te bî.....!!!