Ev nivîsar ji yazdeh beşan pêk tê:
II- Cêbûna Edebîyata
Devkî Û Edebîyata Nivîskî
III- Di Pirtûkên Rêzimanê De Bikaranîna "Ku"Yê
IV- Di Zimanê Edebîyatê De Bikaranîna “Ku”Yê
V- Di Dengbêjîyê De
Bikaranîna “Ku”yê
VI- Di Ferhengan De
"Ku"
VII- "Ku" Çi Ye?
VIII- Di Zimanên Dî De
"Ku"
Cara ewil “KU”yên di kitêba "Erdên Bihûştê yên
Winda" de bala min kişandibûn. Hejmara wan ez şaşwaz kiribûm. Di heft
hevokên di rûpela yekê de 17 “KU” hebûn. Di rûpelên dî de jî kêmzêde 11-12 “KU”
dihatin hijmartin. Bi hejmareke kurt û kêmzêde “KU”yên di kitêbê de ji 5000an
dibûrin. Min heman kitêb, bi zimanê tirkî jî kirî û ez tê de li “Kİ”yên di
zimanê tirkî de ji bedêla “KU”yê tê bikaranîn gerîyam. Gelekî bi min balkêş
hat; “Kİ” tê de qet nebûn.
Ji bo rewş hê zelaltir bibe em ji her du kitêban,
hevokekê bidine ber hev:
"Kabaran öfkesi dinmeyince, bu evin rahmetli
dedesinden ona miras kaldığını ve ne kadar değerli olduğunu anlattı. Onun ilk
kez duygulandığını ve gözlerinde yaşlar belirdiğini görünce çok şaşırdım."
( Ekinci Y. 2012/s:32)
"Wexta
KU kela ya rabûyî danenî, qal kir KU ev xanî mîrate bû, KU ji rehmetiyê bapîrê
wî jê re mabû, û bê çi qasî granbuha bû . Gava KU ez çav pê ketim KU cara ewil bû ew dilzîz
dibû û kela girî lê radîbû, ez pir şaş mam." ( Ekinci Y./Werger:Nemir K.
2013/r:35)
II- CÊBÛNA EDEBÎYATA
DEVKÎ Û EDEBÎYATA NIVÎSKÎ
Piştî vê destpêkê de kerem
bikin em dest bi nivîsara xwe bikin. Ez serê pêşî bi vê pirsê ketime ser rê: “KU”ya
di edebîyata devkî de gelekî tê bikaranîn, gelo çima di dengbêjîyê de xwîya
nake?
Ji bo ez bersiva vê pirsê bi dest bixim, min du cildên “Antolojîya
Dengbêjan” yên Şaredarîya Diyarbekirê çapkirî bi dest xistin û di nav klamên
dengbêjîyê de li “KU”yan gerîyam. Gelekî balkêş bû; di kurteçîroka jîyana
dengbêjan de “KU” li hev diketin lê di klaman de yek ji bo dermên a bibe nimûne
xwîya nedikir.
Piştî wê rojê kengî min
pirtûkek an nivîsarek bixwenda, min binê “KU”yên tê de xêz kirin û hijmartin.
Min dît; ji Meleyê Cizîrî û Ehmedê Xanî ve ta bi Erebê Şemo, “KU”ya bi qewlê
Celadet Bedirxan “KO”, di edebîyata kurdî de bûye peyveke sereke û hin bi hin
weke vîrûsekê di zimên de cihê xwe xwirt kiriye û belav bûye. Kerem bikin em ji
Cizîrî û Xanî ji her yekî li mînakekê binêrin:
"Yaqûtifiroşan di
kêf elmas-i şikestin
Ev şefheya elmas-i KO neqqaşî reqem
da" (Cizîrî.M. 2004/r:27)
"Ew qulzimê rûm û behrê tacîk
Hindî KO bikin xurûc û tehrîk" (Xanî E.(2004/r:47)
III- DI PIRTÛKÊN RÊZIMANÊ
DE BIKARANÎNA "KU"YÊ
Ez li hemû pirtûkên di destê
xwe de gerîyam, lê mixabin min ji bo vê mijarê kêm nîşe bi dest xistin. Ji
Celadet Bedirxan û vir ve di hemû pirtûkên rêzimanî de tê bikaranîn, lê ti nav
lê nehatiye kirin û yên behsa “KU”yê kirin jî ne zelal in. Ez dixwazim çend
mînakan ji van kitêbên rêzimanê jî bidim ( Sê mînakên pêşî ji Kamuran
Bedir-Xan, mînakên çaran ji Çetîn Taş, mînakên pêncan ji Bahoz Baraz, mînakên
şeşan ji Samî Tan):
Mînak-1, ji Kamuran
Bedir-Xan:
Di pirtûka Kamuran Bedir-Xan
ya bi navê "Kolay Kürtçe"yê de, di beşa "Yan Cümle Öğelerinin
Söz Dizimi" ango “Rêzkirina Gotinên Rêgez ên Hevokên Pêve” de ji bo mijara
ev mînak bala me dikişînin:
1-Kirde
Heyfe ko kes banî min ne kir.
Yê ko qenc
dihebîne, qenc diêşîne.
Daxwaza min hemî ewe ko
hon bextiyar bin.
3- Pêveniştî
Ez hêvîdarim ko hûn poşman nebin.
Bawer dikin ko
hemî qenc in.
5-Biresera neyekser
Divê bifikirin ko wext dibore.
Ew şayeste ye ko
şabeşekê bidin te.
9-Biresera kirde
Ji we re ye ko ez dibêjim.
11-Biresera lêker a yekser
Ez dizanim ko hûn li wê bûn.
12- Biresera lêker a neyekser
Ez guman dikim ko
ew bê. (Bedir Xan K. 2011/r:248 werger)
Mînak 2, ji Kamuran
Bedir-Xan:
1-Hevoka bi grêdekekê li
hevoka resen grêdayî
Ez bawer dikim ko
ew nesax e.
2-Hevoka bi grêdekeke cînav
li hevoka resen grêdayî
Ew e mirovê ko min
duhî dît. (Bedir Xan K. 2011/r:241 werger)
Mînak-3, ji Kamuran
Bedir-Xan:
Hoker
1- Hokerên demkî
wextê ko
2- Hokerên şik û erêkirinê
Dibe ko, heye ko (Bedir
Xan K. 2011/r:222-224)
Raveka hokeran
"Xwendekara KU li jor rûniştîye
Çemê KU li aliyê rojava"
"Nîşe: Gelek gihanek jî bi gihaneka "ku" re tên bikaranîn û
dibine gihanekên din.
Berî ku, çawa ku, çima ku,
çîko, bi qasî ku, da ku, heta ku, hetanî ku, heyanî ku, ta ku, dema ku, eger
ku, ji ber ku, jibona ku, kenga ku, li şûna ku, wexta ku, wele ku..." (Taş Ç. 2013/r:69)
Bahoz Baran di nivîsara xwe
ya di derheqê “KU”yê de wiha dibêje:
"Di pirtûkên rêzimanê* de li ser KUyê pir nayê sekinandin. Di hinek
pirtûkan de tê gotin KU “KU” gihanek e, çend mînak tên dayîn û hew. Vê dawiyê
hinek pirtûk jî “KU”yê bêtir weke cînavkê nîşan didin û çewtiyekê dikin. Dema
KU em bala xwe baş bidinê, em ê bibînin KU “KU” di zimanê me de cihekî berfireh
û girîng digire û hinek peywirên cuda digire ser xwe. “KU” li gorî peywira xwe
ya bingehîn gihanek e, herî pir weke gihanekê derdikeve holê; dema KU beriya navdêrekê tê û pirsiyariyê çê
dike dibe rengdêr. Weke din, dema KU navdêra “der”ê dikeve “KU” ji ber KU ciyê
wê jî digire, tenê li wê derê peywira cînavkê digire ser xwe.”
KU bi piranî weke gihanekê
tê bikaranîn. Dema KU du hevok bi hev ve tên girêdan, beriya gotinê, dema KU em
hevoka yekê/a din vediguhezînin, di lêkernavên hokerî û rengdêrî de, di raweya
divêtiyê de, di qalibên gihanekan de, di qalibên daçekan de derdikeve holê.
1. Di hevokên hevedanî de:
Mînak:
Ez nehatibûm KU ez te
bibînim. Ew reviya KU wî negirin. Min jê stend KU ji me re nebe pirsgirêk.
2. Di axaftinan û hevokên
veguhestî de:
Mînak:
Diya min dibê je ku: “Ji
wan bawer nekin.” Ez dibêjim KU hûn wisa bikin nabe.
Berfînê got ku, mamoste
ji me xeyîdiye.
KU hûn bixwin ez ê ji we
re bistînim. KU ew bê, em nikarin biaxivin.
KU tu herî, dê pir baş
be.
4. Ji bo lêkernavên hokerî:
Mînak:
Dema KU em ji gund
dihatin, ew li ser rê bû. Piştî KU em çûn, baran bariya.
Berî KU ez bêm, min çar
pirtûk xwendin.
5. Ji bo lêkernavên rengdêrî:
Hevalê KU nan dixwe, ne
ji me ye. Pirtûka KU çap bû, ya min bû. Nanê KU şewitiye tu bixwe.
6. Bi raweya divêtiyê re:
Divê KU ew jî bên mala
me. Lazim e KU em xwe bigihînin wan. Divê KU tu wisa nekî.
Dibe KU em jî bên
dibistanê. Dixwest KU bi me re were malê. Dikir KU bihata.
8. Bi qalibên gihanekan re:
Mînak:
Ji bo KU em nan bixwin em
çûn. Ji ber KU tu nehatî, bername betal bû.
Em hatin da KU te
bibînin.
9. Bi qalibên daçekan re:
Mînak:
Heta KU ji te tê baş be.
Weke KU min got, dengê xwe neke.
Qasî KU ez dizanim, ew ne yekî baş e.
Ev, KU der e? Ew çû KU
derê? Ku der warê me ye?
Ew çû ku? Tu ji KU têyî?
Ew bi KU ve çû?
"Weke KU em dibînin,
“KU” pişt û stûna kurdî ye, divê em li “KU” yê xwedî derkevin, kurdî û “KU” pir
li hev dikin; KU “KU” tune be kurdî nikare li ser piyan bisekine."
Samî Tan di pirtûka Rêzimanê
Kurmancî de wiha dibêje:
"Her wekî ji navê wê jî diyar e, gihanek bi serê
xwe ne xwediyê tu wateyê ne, lê bêjeyan, komek û hevokan bi hev ve grê didin,
an jî peyvekê, komekê bi hevokekê ve grê
didin." (Tan S. 2011/r:195)
Di nav gihanekên di hejmêrê de "ku" bi tena
serê xwe nabûrîne lê bi hin peyvên dî re bi kar tîne; "Dibe ku, Dema
ku, heta ku, ji ber ku,"
Di nav mînakên dayî de ;
"Tu herte dibe ku ew jî li pey te were.",
"Dema ku tu çûyî, ji min re nameyan bişîne."
"Dayika min ji ber ku karê wê hebû, nehat."
"Çima ku min
alîkariya wî kir, ji min xeyidî."
"Çer ku hat, pirsa te kir."
"Hate malê, da ku
karê xwe bike."
"Heta ku tu neyêyî, ez dev ji te
naqerim."
"Ku zû were, dê bigihêje min.) (Tan S. 2011/r:196)
Nîşe: Li ser malpera
Nefelê nivîseke Arif Zêrevan a bi navê “Ferqa di nêvbera ko, ku û kû de” heye.
Di wê nivîsê de li ser bingeh û sedemên guherîna dengan tê sekinandin. Arif
Zêrevan ji Mem û Zînê jî mînakan dide, qala Hawarê dike û “ko”, “ku” û “kû”yê
di wateyên cuda de rave dike." (Malper 2)
IV- DI ZIMANÊ EDEBÎYATÊ
DE BIKARANÎNA “KU”YÊ
Ez dixwazim li vir hin
mînakan ji edebîyata me ya nivîskî bidim bi hin şîrovekirinên xwe re.
"Dibe KU li Baroyê be,
an jî dibe KU çûbe dadgehê.." (DİLSOZ O. 2012: 11)
* Dibe li Baroyê be,
an jî dibe çûbe dadgehê.
"got KU gelek
nexweş hene, ew tenê ye û ew ê nikaribe di wextê KU texmîn dikir de bê
malê." (DEMİR S. 2013: 10)
*"got gelek
nexweş hene, ew tenê ye û ew ê nikaribe di wextê texmîn dikir de bê
malê."
"Ne KU min nevêt
Simkocan, nizanim bê ji KU dest pê bikim, jê wêdetir ev nediyariya KU bêhn li
me çikandiye rê nadê KU ez li ser peymanê..." (OZMEN Ş. 2008: 19)
*(Ne ku) KU li vir
hewce ye. (ji ku) (kû)Cînavk e ...rê nade ez li ser peymanê...
"Demek dirêj bû KU
neçûbû derekê."... "Bi derbekê re li xwe hay bû KU vê carê hîsek
xerîb, KU naşibe hîsên heta niha, lê peyda bûye." ( WAR R. 2013:
17/18)
*Demek dirêj bû neçûbû derekê.
*(Hevoka didoyan tevûlev e.)
"Şagirtan, me hemûyan,
dizanibû KU ji bo wî Nacî Efendî êdî di vê navberê de li odeya resimkirinê, KU
ji bo wî odeya vexwarina eraqê bû, mijûlî vexwarina eraqê ye!"
(PÎRBAL F. 2013: 13)
*Hevok bi raveka zincîrîn saz bibe KU ji holê derdikeve.
"Tena tiştê KU ez û
meleyê îranî bi hev grêdidan, dilsafîbûn û kawikiyeke wî ya wiha bû KU dihişt
ez li bîra xwe bêm." (PÎRBAL F. 2012: 10)
*Hevok ne safî ye."tişta
ku" bibe "tiştê" wate xera nabe.
"Hemû rengên KU çavan
hildidan li ser te bûn, hemû bihnên KU dilan hildidan ji te
difûriyan." (DİLDAR R. 2012: 7)
* Pirjimarî him li rengdêrê û him jî li lêkerê heye. balkêş e.
*Hemû rengên çav hildidan li ser te bûn, hemû bihnên dil hildidan ji te
difûriyan.
"Lê mixabin KU min ji
milletê xwe re tu xebat nekiriye." (SABRÎ O. 2011: 15)
*Ku" ya li vir gihanek e. Hevok bêgihanek jî bêwate nabe.
*Lê mixabin, min ji
milletê xwe re tu xebat nekiriye.
"ji rêvîngên KU ji gelî
derbas dibin haydar in." (SAİDPOUR N. 2002: 9)
*Ji rêvîngên ji gelî derbas dibin haydar in.
"Bayekî wisan KU tu
dibe qey ne ji bo KU bêhna min bîne ber min, lê ji bo KU min bifetisînê
tê." (ZERAQ D. 2014: 69)
*Wateya hevokê bê "ku" bi rawekdanê hê safîtir dibe.
*Bayekî wisan, tu dibe qey ne ji bo bêhna min bîne ber min, lê ji bo min
bifetisînê tê.
"Ev cenga KU
giyanên hezarê kesan li ber lingan biribû.", "Ji kêfa re ez
difiriyam, gava min didît KU wê û xwîşka xwe ya mezin bi gokê dilizîn. Min qet
nizanîbû KU ev hezkirin e, ev gayê KU ez di nav herdu qiloçên xwe de
hilgirtime.", "ez dihatim KU ez biteqim,", "Vê bêhna KU
berê wî da nexweşhaneya dînan, piştî KU herî bi xeter di dîrokê de anî
ziman.", "KU dîk para genimê wan tev de tar û mar dike" (YÛSİV
H. 1998: 12-13-31)
*Gava min didît ew û xwîşka xwe ya mezin bi gokê dilizîn ji
kêfê ez frîyam.
*"Digel ku" cara yekê min ev peyv dît.
"Heya KU tizbîyên min
yên kehreban ne kevin destê we, bizanibin KU ez sax û silamet im. Li benda
nêçîra xwe me. Dema KU tizbîyên min bo we hatin, bizanin ez nazîvirim ba hewe.
hêvî ji min bibirin." (COLEMERGÎ Î. 2001: 17)
*Heya tizbîyên min yên
kehreban ne kevin destê we, bizanibin ez sax û silamet im. Li benda nêçîra xwe
me. Dema tizbîyên min bo we hatin, bizanin ez nazîvirim ba hewe. hêvî ji
min bibirin."
"Dibe KU di ber xwe de
gotibe.", "Dikir KU ji hiş bikeve" (NEHAYÎ E. 2012: 11-12)
*Dibe di ber xwe de gotibe. Dikir ji hiş
bikeve.
"Li payizê, gelek caran
gur dihatin heya nêzîkî gundê me, xwe davêtin nêv kerî a pez dibirin. Dadê a
bavo ji bo selarneta pezê KU me diçêrand, gelek ditirsiyan. Tirsa wan a mezin,
nemaze, ji bo min ba; ewan dizanîn KU zarokekî wek min nikare xwe ji guran
biparêze. Her êvar gava min kerî tanî mal, bêrî KU tu pez jê kêm be, dê a bavê
min bi dengekî bilind, ser hev: «Şikir ji Xwedê! Şikir ji Xwedê KU roj bê xisar
derbaz ba!... », digotin."
(ŞEMO E. 1989: 26)
* "Li payizê, gelek caran gur dihatin heya nêzîkî gundê me, xwe
davêtin nêv kerî a pez dibirin. Dadê a bavo ji bo selarneta pezê me
diçêrand, gelek ditirsiyan. Tirsa wan a mezin, nemaze, ji bo min ba; ewan
dizanîn zarokekî wek min nikare xwe ji guran biparêze. Her êvar gava min kerî
tanî mal, bêrî KU tu pez jê kêm be, dê a bavê min bi dengekî bilind, ser
hev: «Şikir ji Xwedê! Şikir ji Xwedê KU roj bê xisar derbaz ba!... »,
digotin."
*Me du "ku" derxistin yên din dernexistin.
"Dizanim KU mirin bi
hêz e, dizanim KU kes li derveyî jiyaneke bi mirinê sînorkirî najî, lewra
dixwazim jiyana xwe ji bendên mirinê rizgar bikim, dixwazim bi nivîsandinê
hinekî mirina xwe dereng bixînim, hinekî di rûpelan de bijîm, kî zora mirinê
dibe? Nivîskar! Çi zora mirinê dibe? zevîyên sipî yên KU hêdî hêdî tilûrên
tîpan ref bi ref li ser datînin."
(DOST J. 2012: 3)
*Dizanim; mirin bi hêz e, dizanim; kes li derveyî jiyaneke bi
mirinê sînorkirî najî, lewra dixwazim jiyana xwe ji bendên mirinê rizgar bikim,
dixwazim bi nivîsandinê hinekî mirina xwe dereng bixînim, hinekî di rûpelan de
bijîm, kî zora mirinê dibe? Nivîskar! Çi zora mirinê dibe? zevîyên sipî yên
hêdî hêdî tilûrên tîpan ref bi ref li ser datînin.
"1958 model bir
Ford'umuz vardı.", "Bu inancı gülünç bulanların da başka türlü
görünmeyen daireler içinde olduğunu ve bunun dışına
çıkamadığını çok sonra anlayacaktım."
"Taxsiyek me ya Ford
hebû, KO modelê wê 1958 bû.", "Gellek salên din pişt re,
ez têgihiştim, yên KO vê çemberê wek pêkenî dibînin, ew bi xwe
jî di nav hin çemberên KO nayên dîtin de ne û nikarin derkevin
dervayî vê çemberê."
(MUNGAN M. 2008: 17-19), (MUNGAN M. 2014: 14-16 )
*Mînakeke gelekî balkêş e.
*Fordeke me ya 1958 model hebû.
"Wexta KU kela ya
rabûyî danenî, qal kir KU ev xanî mîrate bû, KU ji rehmetiyê bapîrê wî jê re
mabû, û bê çi qasî granbuha bû . Gava KU
ez çav pê ketim KU cara ewil bû ew dilzîz dibû û kela girî lê radîbû, ez
pir şaş mam." (EKİNCİ Y. 2013: 35)
*Ku" ya li pişt wexta, gava, dema tu wateyê nadiyê. Mînak: Gava KU
ez çav pê ketim/ Gava ez çav pê ketim/ Gava çav pê ketim.
"Gava em edebiyata
klasîk beramberî ya îro dikin, em dibînin KU em îro gelekî jar û li paş mane.
Ev jarî û lipaşmayîna me, mixabin KU bi sedemên siyasî ve girêdayî ne."
(CEWERÎ F. 1994: 4)
*Mixabin bi sedemên siyasî ve girêdayî ne.
"Saman xwe li deriyê
camîn ê KU cihê Trîskê lê ye bada û kete hundir, weke her roj danê sibe, çavên
wî yê kilmişkî KU xew hê jî li ser bû, rûyê wî yê KU zor dida xwe KU kenekî
rêveberek li hember karmenda xwe lê pist dikir û pozbilindîyeke bêhemdî pê re
peyda dikir, silaveke bi serlêvkî li Trîskê veda, piştî wê dengê xwe piçekî dî
kiz kir û jê xwest KU wan der û beran hinekî bide hev. (DİLSOZ O. 2014 49)
"Hinga KU weke zarokekî
li bende bû KU wéneyé KU jî bin xarîfa duyem KU Cemşîd Xeyalî Heman karzanî û
micidiyé dadigirt bibîne, Xeyalî seré xwe jî ber dumana KU jî devé çaydan
difûriya li ser kéleké kirî got: " Tu rahije a Proust, bila vé caré Çehov
jî min re be." ..."Ji nîşkê ve pê wiha bû KU ne mîna yekî KU van
tiştan dike -yan jî yekî KU jixwe van tiştan dike-lê mîna yekî KU wan xeyal
dike û...." (KULEK C. 2014: 49-31)
"Gelî mêvanan, min
bibexşînin, KU ez giriyame."... "Lijneya KU Dara pê re bû jî bi
maşînê nêzîkî kolana teng ya KU mala dayê Nesîma tê de bûbûn." (OZDEMÎR M.
2011: 72-104)
"Ez dibêm de ka KU ez
vegeriyam em ê li ser biaxivin. Mamoste û Rojnamegerê hevalên min jî têra xwe
şîretan li min dikin, KU ez hay ji xwe hebim û dibêjin: me bê agahî nehêle. Ez
dilê wan dikim cî KU ez ê wan agahdar bikim û em xatir ji hev dixwazin."
(SAVCI F. 2013: 21)
"Di welêt de çiqas
bijîşk hebûn, tev şandibûn qada şerr, kitkitên KU mabûn jî ne dikarîn li pêş
tirpana mirinê KU nexweşiya tîfo bê dilovanî dişixuland rawestin."
(SEBRÎ O. (Dij) 12)
"Ji ber Ku em baş
dizanin Ku ziman, tenê tiştên KU hene ji me re dibêje" (CİZÎRÎ Ş. 2011:
25)
"Edebîbyeta welatî, ew
edebiyet e, KU ji jîna miletî, ji hiş û dilê wî, ji dîrok û çîrçîrokên wî, ji
stran û lajyên wî hiltêt. Kaniya wî, dilê milet, hiş û heyata wî ye. Tinê ev
edebiyet e, KU germ rengîn, bibin û xwedan ronahî ye."(Kamiran
Bedirxan-Hawar 1)
Vêca ka bi giştî em li ber
van mînakên jor li van mînakên dawî jî binêrin bê ka bêyî bikaranîna “KU”yê
wate tê veguhestin an na.
1-Taxsiyek me ya Ford
hebû, KO modelê wê 1958 bû.
2-Gava KU ez çav pê ketim KU cara ewil
bû ew dilzîz dibû û kela girî lê radîbû, ez pir şaş mam.
3-Demek dirêj bû KU neçûbû derekê.
4-Rê nadê KU ez li ser peymanê...
5-zevîyên sipî yên KU hêdî hêdî tilûrên tîpan ref bi ref li ser datînin.
De ka em ji van hevokan “KU”yan
rakin bê gelo wê wate were vegûheztin.
1-Taxsiyek me ya Ford
a modelê wê 1958 hebû.
2- Gava ez çav pê ketim,cara ewil bû ew dilzîz dibû û kela girî lê radîbû, ez
pir şaş mam.
3-Demeke dirêj bû, neçûbû derekê.
4- Rê nadê ez li ser peymanê ....
5- Zevîyên sipî yên hêdî hêdî tilûrên tîpan ref bi ref li ser datînin.
Vegûhestin çêdibe?
V- DI DENGBÊJÎYÊ DE BIKARANÎNA
“KU”YÊ
Ez dixwazim li vir hin
mînakan ji edebîyata me ya devkî (dengbêjî) bidim bi hin şîrovekirinên xwe re.
*Di pirtûka X. Ç. MÛRADOV ya
bi navê "Klamêd Cimaeta Kurda"
de di nav 56 klamên li 53 rûpelan de 2 KU
hene. Di klama "Rizgano" de
dibûrin.
1-"Ew dara sipindarê KU
hêşîn bûye hewşa mala bavê teda, bejna min merûma xwedêye,"
2- "Lê ew teyrê
qereqûşî KU hatibû serê kewê gozel lêdabû," (MALPER 5)
*Min ji Şeroyê Biro û çend
dengbêjên dî gûhdar kir KU tê de
nabûrin.
Mînak 2
*Di du cildên Antolojîya Dengbêjan ya Şaredarîya Amedê çapkirî de, di
vegotina kurtejîyana dengbêjan de (vegotina amadekaran e) KU gelek in lê di nav gotinên klamên
dengbêjîyê de KU yek tenê jî nîne.
*Di pirtûka Yaqob Tilermenî
ya bi navê KITIM de transkripsiyona klama
Fatim Axa û Mihemedê Hoska heye.
15-16 rûpel in. Di nav wan gotinan de du caran KU dibûre.
Ev KU yên li serê hevokê bi wateya
"eger" in." KU karê te van gotin û galgala hanê bê" KU karê
te ev gotin û galgala hanê bin" (TİLERMENÎ Y. 2005: 132)
Mînak 4
*Nivîskar ji dengê Rifatê Darî
nivîsîye. Min ji Rifatê Darî gûhdar kir.
Li wir dibêje "GO(T)" Ew
"GO" di nivîsê de bûne KU (MALPER
6)
Mînak 5
*Di Pirtûka Ahmet Aras a bi navê "Evdalê Zeynikê" de di nav
transkripsiyonkirina
gotinên klamên Evdalê Zeynikê de gelek KU hene.
*Gava mirov wan stranan gûhdar dike KU tê de nayên bihîstin/dîtin; Ew KU Ahmet Aras ji ber xwe
kirine navberan de. Di klamen de nînin. Transkripsiyoneke
xerabe hatiye kirin.
*Di pirtûka Heciyê Cindî ya
bi navê "Klamên Cimeta Kurda" (240 rûpel in),
di 14 rûpelên nivîsara pêşgotinê de 46
"KU" hene, rûpelên mayî tev transkripsiyonkirina gotinên klaman e û di wan gotinên 330 klaman de KU yek tenê
jî nîne.
*Di herdu cildên Pirtûkên
"Klam û Stranên Kurdî" yên Cewad Merwanî amadekirin de
di nav 1567 stranên kurmancî û soranî de
KU naye dîtin. Di stranên soranî
de "ke" kêm tên xwîyayî.
*Di Pirtûka "Strana
Kurmancî" a Cankurd berhevkirî de
tenê di klama Derwêşê Ebdî de "KU" tên xwîyakirin.
"Xwe berda bû serê
riya, KU Derwêşê here ser Çîl Osman e,"
"Wextê KU şêx Evdî
salixê Cee’ferê Gêsan, bi herdu zilama ra"
"Wexta KU ew zilama
rûnişt li ser doşekan e,"
"Haza KU mêrkê bi sed
mêran e,"
"Gava KU bikeve şerê
hîmê binê berriyê leheng û hûtan e,"
"Bînanî nerê, KU têkeve
pêşiya heft qenter devê di kerwan e,"
"Kî yê KU here bîne
cewaba eskerê Çîl Osman e,"
"Ku ro tê dengê kose û
Misriyan e,"
"Go: Lawo! ew êla KU tu
dibêjî, êla axayê mîrê Milan e,"
"Gava KU van zilama hev
ra xeberdan e,"
*Min ji Şakiro û gelek dengbêjê dî guhdar
kir; "KU" tê de nabûrin. Jêderka Cankurd kîjan dengbêjî (yê em pê
nizanin) nivîsîye. (MALPER 7)
Mînak 9
*Lokman Turgut di teza xwe de ya bo
zaningeha Gotteburgê (Cembelî fils du prince de Hekkarî)
Ji dengê;
Bedranê Mala Sivûk “KU”yek
jî nîne. (2 “Kû”yên cînavk hene.)
Reşîdê Omerî 2 KU hene.
1-"Erê heke ti dixwazî KU ti ji mêhvana re bikê taştêyo"
2- "weke mişkê KU ti bi
melkes bikujê, halê wî ti nîne."
*Peyvên weke "Heta, heçî, gava, wextê,
roja" nêzî sedî di klamê de dibûrin lê li pişt wan KU nînin.
* Di nav gotinên stranên M.
Arif Cizîrî , Hesen Cizrawî, Seîdê Hemo (Seyid Axayê Cizîrî), klamên Meryemxan, yên Kawîs Axa dixwînin de KU nînin.
Mînak 11
Di pirtûka "Sedsala Qêrînekê-Karapatê Xaço" a Salih Kevirbirî
nivîsandî de 37 klamên
Karapatê Xaço de, tenê KU yek heye.
Di klama ez ê kal bûm de dibûre;
"Qisûra wê KU heye"
*Bo KU di vê hevokê de bêwate ye an bi wateya
"eger" e dibêm qey bi şaşî hatiye nivîsîn.
* Di du bantên dengbêj Bêmal
Rajanî de (1937-1988) KU nayê bikaranîn.
Li gora agahîya Mecîd Cinîkanlo li herema Serhedê û rojhilata Kurdîstanê bajarê Ûrmîyê jîyîye. Bo wê mijara me
mînakeke baş û balkêş e. (MALPER 9), (MALPER 10)
Mînak 13
* Di nav gotinên 29 klam û
stranên Huseynê Farê yên Ayhan Meretov nivîsî
de di 69 rûpelan de 8 KU tên xwîyakirin.
"Keçikê KU da derî wey dolabê
dolabê"
"Xweşikê KU da derî
can dolabê dolabê"
Ayhan MERETOV Dengbêj Huseynê Farê
(MALPER 11: KOVARABÎR)
*Min klam ji çend jêderkan gûhdar
kir, wiha dibêje.
keçikê bi kû da diherî wey dolabê dolabê
Xweşikê bi kû da diherî can dolabê dolabê
Mînak 14
* Di nav klamên di pirtûka "Şakarên Muzîka Kurdî" a Şaredarîya
Bajarê Mezin a Amedê derxistî de klamên qeydên wan di navbera 1803-1930 an de
hati kirin de KU nînin.
(YAŞ Z.2015)
Mînak 15
* Di pirtûka Cegerxwîn a bi navê "Folklora Kurdî" de di nav
vegotina wî de KO hene lê di nav gotinên klam û stranan de KU nabûrin.
* Di kitêba Memê Alan ya
Roger Lescot nivîsî de gelek KO dibûrin. Roger Lescot transkipîsyona destanê ji dengê dengbêj Miço û bi alîkarîya
Celadet Bedirxan nivîsîye.
Lescot ji bo Miço wiha dibeje:
“Mişo Memê Alan ji bavê xwe
girtibû, bavê wî jî ji kurdekî Behdînanî fêr bûbû. Ev dengbêj hê jî li Meqtelê
(suriye) dijî. Ew ji eşîra Berazî ya li Başûr e. Kêmasiyeke Mişo jî sistbûn û
xwarbûna zimanê wî ye. Kurmanciya wî ew çend di bin tesîra erebî û tirkî maye
ku hem ji aliyê şêwe, hem jî ji aliyê zelaliya xwe ve ji kurdî bêtir dişibe zimanekî
din." ( LESCON. R 2010: 9)
* Gava destana Mem û Zîn ji
Aşiq Selîmê Cizerî were guhdarkirin neyînîya "Ku" yan wê bê dîtin.
(MALPER: 15) (MALPER: 16)
Mînak 17
* Di kitêba Kaniya Stranan ya Yaşar Kaplan amadekirî de nêzî 700 stranên kurdî yên
di 700 rûpelan de KU qet nehatine
bikaranîn. Yek jî bo nimûne naye xwîyakirin.
Ev kitêb çavkanîyeke bi zanistî hatî
amadekirin e û gelekî ewle ye.
* Di kitêba mehmet Gultekin
ya bi navê zargotina kurdên Serhedê de, di nav 110 klamên li 290 rûpelan de; li
7 klaman KU dibûrin. Balkêş e; ev klam li destpêka kitêbê ne û di piranîya wan
de yek an du KU tê de dibûrin, lê tenê li
"Kerr û Kulik" ê de bi hejmareke zêde (11) KU hene. Bi qalibên "Em KU, nizanim KU, wexta KU,
wekî KU" hatine bikaranîn. Gava mirov li naverokê dinêre gelek vegotin û
peyvên bîyanî jî di vê vegotinê de tên xwîyakirin.
"Efendim",
"halbûdir", "yaşamiş
dibin". Tişteke dî ya balkêş di nav klamên Şakiro xwendî de tenê di nav 2
klaman de KU hene û li piranîya wan nînin. Di heman klamê de di heman hevokê de
carinan dibêje "dema KU" carinan jî dibêje "dema".
"Dema KU xwe pê ra
digihîne." ,"Dema xwe pê ra digihîne. " (Gultekin M. (2013):
149)
*Weke tê dîtin; KU pişt re
ketiye zimanê Dengbêj Şakiro.
"te yê wez kirime
şehrekî ji şehrên hema,
rîşikên dorê weşyane
gulik pê ve neman,
te yê wez kirime pepûkek
ji pepûkên serê daran û keleman,
te yê wez kirime kalekî
ji kalên zeman,
ji sîh û sê diranî
diranekî di devê min de nema,
te yê wez kirime masiyekî
ji masiyê gola Xelîl û Evdilrehman,
kerbavê dînê te yê wez
girtime berê min daye sûra Bedena Diyerbekira şewitî
çarşiaya Mêrgehmedê çiqas
çeqal û beqalên li dora Bedenê hene,"
* Stran heya dawîyê bi hevokên dirêj û ravekên dirêj in û “KU” tê de nabûre. (MALPER 4)
Milyaketê wan li ezmana
ji hev du hezkirine bi destê hev
girtine bi welatê xerib û qurbetê da hev
du revandin e. Ewê bibêjin keremkin, heqê mehra we li ser min e.
Were delal; Hatiye mala etarê
darê xelk û elem kişyane ser bazarê
xelkê ji delalê dilê xwe ra kirî bû kil û neynik min ji delalê dilê xwe ra kirî
bû derbê mîrata enextarê.
…
Ez dizê şeva nîvê şevê mêvanê hemez mezin 33 ê biskê zerî qurbana çavê reş û belek, deqa bin qirikê, taximê
sîng û beran, mubareke cotê memika.
...
De kula dilê min kekê serê segmanê enexdar
Reisê xortan e.
…
Were delal; Bêbexto bi te
ra geriyam salekê sal û wext, dilê xelkê ket mal û dewletê, dilê min ket bejna ta zirav girêdana rexta...
Tê dengê pêxvasa, welîna
lawê bava, qîrîna goştê kebabê ez terka
bejna zirav, xelkê têlî nakim, hetanî xwê şîn ne be, qantir nezê, gawûr najo
ser îslam e.
...
Ez nizanim te di pê xwe ra, Temya min kara xezala li kê kir.
Were delal; Mala delalê
dilê min dike barke,
…
Min dî berfa dabû ser
baranê,
...
Dor bedenê hatim
Qerejdaxa şewitî, Textê Mamdalê, temam cîw û meqamê min û te ne.
Tu were destê xwe di nav bera destê min ke, em hev du birevînin, xwe berdin
welatê xerib û qurbetê, dawiya me Gazî enteb e, pêşiya me germa Edene.
*Evdilhadî Mihemed- Kovara
Roja Nû
Berbang - Ay Delal ( Delalê
Qerecdaxê) (MALPER 13)
Ca dilê min dayê dînê
rebenê nebûye kûreka ji kûrêd van hedada
Îro şerekî giranê li me
hatiye kirinê xîveta Şerefxana wêran
Li mabeyna herdu giran
herdu milan lo herdu cada
Îro dê bilanê serê min
biba qurbanî serê kekê minê Nadir Begê delal
çawanê li serê meydanê li
binê meydanê li nava komêd siwarêd neyaran da
hat û qevda simbêlên zerî
zer sosinî girt û her bada
Îro gulêd sêtîran û
mawîzeran û eyneliyan
Li serê meydanê li binê
meydanê têne kekê minê Nadir Begê bi elbika wa bi serada
Dê bilanê sala di ber vê
salê kuleke ji kulêd xezebê bikevîte
nav mala Îsivê Ebdal Begê
û Mala Zoro
Çawa derbeka risasî dane
bejn û bala kekê minê Nadir Begê delal
Belê heyfa min dihête li
wê heyfê îro ji xwe ra negehişte çi meqsed û çi mirada
Were de lay lo siwaro
heyran
Ca dilê min dayê dînê
rebenê nebûye kûreka ji kûrêd van ciqsiyan
Îro şerekî giranê li me
hatiye kirinê xîveta Şerefxana şewitî
Li mabeyna herdu giran
herdu cadan lo herdu siyan
Îro dê bilanê serê min
biba qurbanî serê kekê minê Nadir Begê delal
çawanê li serê meydanê li
binê meydanê li nava komêd
siwarêd neyaran û
dijminan hat û kire qêrîn û van gaziyan
Belê ser serê kekê minê
Nadir Begê delal bûye gijêna
gulêd sêtîran û mawîzeran
û eyneliyan
Dê bilanê sala di ber vê
salê kuleke ji kulêd xezebê bikevîte
nav mala Îsivê Ebdal Begê
û Mala Zoro
Çawanê bi xafil qeda
derbeka dane bejn û bala kekê mine Nadir Begê delal
belê heyfa min dihête li
wê heyfê termê egîdê mala
babê min mabû meydanê li
nav komêd van neyar û xweyiyan
(Nêrweyî, Fezledîn.
(2011). xiregul, Straned Kock û Dîwanan (laswje).
Dihok: Çapxana Spîrêz.r.
321. (bnr: KAPLAN Y. 2015:23)
Ez ebdala Xudê nazêd xwe
bo kê kem
Teresê teresbabê mêran
j’wê ve hat û qutegopalek zenda min dayî
Ez ebdala Xudê neşiyabûm
lîfika qerepoşiya xwe çêkem
Qebeheta darê dinyayê min
kirî çi bû çi nebû
Şevê dî
sêbara şevê mayî kurelawikê delal hate pişt konî
Tewafa xal û nîşanêd
gerdenê
Min ebdala xudê neşiya
bêxatir rêkem
Hun, min ebdala Xudê
nenazînin
Çengekî mêwîjan biken
koşa min gwîzan ber min bixişînin
Eger ez hayîş nebûm min
bikene pişta dadokekê
Malêd der û cîranan hun
bigerînin
Eger qetûqet ez hayîş
nebûm
Hun min mabeyna bûk û
zavayêd salê binivînin
Şengenazdaroka malêd
baban nazandî
Kuriko dîno evî teresê
teresbabê mêran destê xwe êxiste gopalekî wergerandî
Zend û bazinêd min ebdala
Xudê şkandî
Xizêma kepê min ebdala
Xudê livandî
Guhara heyderî guhê min
bizdandî
Destekî minê şkandî yê
dîtir yê xilandî
Qebeheta darê dinyayê min
kirî çi bû çi nebû
Şevê dî sêbara şevê mayî
kurelawikê delal hate pişt konî
Min ebdala Xudê bêhnekê
ber xwe da nivandî
Hun, min ebdala Xudê
nenazînin
Çengekî mêwîjan biken
koşa min gwîzan ber min bixişînin
Eger ez hayîş nebûm min
bikene pişta dadokekê
Malêd der û cîranan hun
bigerînin
Eger qetûqet ez hayîş
nebûm
Hun min mabeyna bûk û
zavayêd salê binivînin
Ji çendek klamên di kitêba Şakarên Muzîka kurdî de
"Ser çav bikme tok û
ser hefsarê Gênc Xelîl bînim siwar bikim li kimêtekî tal e.
Belê bila dişa bin me li Usmaniya da pê da pê da xware bila kes lava li kurmamê
min nekin belê nebêjin siwarekî kur be çendî bê kar û bar e."
"Nefes nefes qelûnê xwe hilda dibe Ewsa, dibe yar bi xwidê rabim qelûnekê
bo kurmamê xwe têkim qelûna tirkî kîşane baskê Stenbole modînek bi kale mal
e."
Kawîs Axa-Mîvano
"Keçik dibe milê min ê selatî bilêlim şewqa dikevim nav livînê dilê
min ji malî dinyayê ji min tê di kurteka li ser mi bixe şansê me xarî nîşane
keve ber deynekî mizgînî belê leşew
bidete min bi demê bazidî li dest de kemerek li piştê xizêmeke Aramî tevî
taseke cerba li serî guhêreka heyderî xenî bikeve malî dinyayê yanî
mîvano."
Tahir Se'îdê Ebo Zaxoy(l)
î- Çeto Lo Lawo
"Bila xwide daxwaza lawê mi tasekî ava kanya Belesîmo zozanê jorê
nemayê xatînê.."
Seîdê Hemo-Derwêşî Evdî
"Nebêje Derwêşê Evdî kilikîna sebebeka çavê cemidî li min bixwesta'w û
min ê dest bavêta
cot^we zer memika xwe rebenê biqewarta.."
Resoyê Gopala-Nêçîrvano
"Nêçîrvanêm sibe li bozekî kûmî çar salî siwar bi rojde berjêrî reşî
kevnî melezî egîto xezala te berê xwe da vî hemberî."
Ferhenga Yekbûnê: Kurdî-Tirkî KU:
2- nere, neresi, nerde,
nerede,
Ferhenga Zana Farqînî Kurdî-Tirkî KU:
I- 1-:ki, 2-ise, 3-eğer,
4-se-sa -dilek şart eki
peyvek e du hevokan bi hev
ve girê dide lê ti wateyê lê zêde nake: Ez dizanim KU tu nayê. Dizanim tu nayê.
Hevwate go (1) ko (2)
3. Çi peyvek devokî ye li
şûna çi: Te KU got? Te çi got?
"Ku tu werî li civaka
Kurdistanê binêrî bi taybetî li ya gundan tê bibîni KU kur hîn dema nû ji
dayika xwe dibe li malê desthilatdarê keçê ye."
( http://www.pen-kurd.org/kurdi/hesen-deniz/nameyeke-hest-u-ramani-ji-jine-re.html)
ji îranî, hevreha soranî
(ke), (ki), pehlewî ki, pazendî
Piştî van mînakan niha em dîse li mijara xwe vegerin.
Bahoz Baran gotibû: “ ‘KU’ pişt û stûna kurdî ye. KU ‘KU’ tune be kurdî
nikare li ser piyan bisekine." Heke rast e wilo ye nexwe; çima “KU”, di
van gotinên klamên gelerî û di dengbêjîyê de nînin? Ka em vê pirsê bibersivênin
û em lê binêrin bikaranîna "dema ku"ya di nivîsara Bahoz Baran de,
çima di zimanê gel de (Zimanê dengbêjîyê ye.) "dema" ye? De ka em lê
binêrin.
"ê, a û ên" di
zimanê kurdî de çi ne? Bi serê xwe cînavkên xwedîtîyê ne û ne bi serê xwe pêvekên xwedîtîyê ne (qertafên veqetandek in).
Bi peyva pişt xwe re dibine gelek tiştên dî jî.
Di zimanê farisî û di soranî de zayend nîne. Ji ber wê di
wan zimanan de di her sê rewşan de tenê cînavek heye û tê bikaranîn. Ji bo
zimanê kurdî xwedîzayend e, di zimanê kurdî de sê cînavên xwedîtîyê hene:
ê (yê)- nêr/yekjimar, a (ya)--mê/yekjimar û en (yên)-pirjimar
Ji bo ev pêvek û cînavên
xwedîtîyê peyva li pey xwe bi xwe ve grê didin, grêdek in, ango bi qewlê wan
"gihanek" in jî. Vêca li vir em dîse li nivîsên xwe yên li jor
vegerin.
Bahoz Baran li gelek deveran gotîye: "Dema ku..."
Kamran Bedir Xan dibêje:
"Stêrin yên ko dibiriqin."
Çetîn Taş gotîye: "Xwendekara
KU li jor rûniştîye. Çemê KU li aliyê rojava."
(Nimûneyên di pirtûkên dî de jî dişibin van mînakan)
Çima em KE ya farisan an jî
soranîyan ya cinavk û pêveka xwedîtîyê di pişt cinavk û pêveka xwedîtîyê yên bi
kurdî bi kar tînin û dubare dikin? Ma di klamên dengbêjîyê de KU li pişt a, ê û ên tên bikaranîn?
Helbet bersiv NA ye. Lê heke
em werine li ser sedemê em ê bibînin sedema vê yekê klasîkvanên me yên weke Ehmedê Xanî û Meleyê
Cizîrî ne. Ez dixwazim mijarê bêhtir zelal bikim bê çima sedem ew in.
Wan li
medreseyan karê zanistîyê kirine. Zanistî û îlm bi zimanê erebî û farisî
xwendine. Ji ber vê ji zimanê gel dûr ketine û zimanekî tevlîhev bi kar anîne.
Kesên karê edebîyata nivîskî dikin jî ew ji zimanê xwe re kirine bingeh û bi
gelek awayan ew şopandine. Lê belê edebîyata dengbêjîyê (devkî) li ser koka
xwe, li ser zimanê gel şîn bûye û jîyana xwe domandîye. Dengbêjîyê ziman
sosyalîze kirîye û gihandîye vê demê.
Gava Celadet Bedirxan
rêzikên zimanê kurdî nivîsî ji klam û gotinên berê (gotinên pêşîyan) bi rê
ketîye û bi wî awayî zayend, tewang,
daçek, hoker, lêker, ravek û yên dî kifş kirine. Ka li mînakên li jor binêrin
em “KU”yan jê biavêjin çi ji wan kêm dibe?
"Stêrin yên KO
dibiriqin." (Stêr in yên dibiriqin)
"Xwendekara KU li jor
rûniştîye." (Xwendekara li jor rûniştî)
"Çemê KU li aliyê rojava." (Çemê
li aliyê rojava.)
Ma gelo dema bi vî rengî
“KU” ji van hevokan were derxistin tiştek kêm dibe? Ma qey “a, ê û ên” karên xwe nakin?
a- "KU"ya
Gihanek/Grêdek:
Gava mirov peyvekê ji hevokê
derxbixe û wate venegûheze mirov fêm dike hewceyî bi wê peyvê nîne. Ka em bi
hev re li çend mînakan binêrin.
Mînak:
- Diya min dibêje KU: “Ji wan bawer nekin. “Diya min dibêje: “Ji wan bawer
nekin.”
- Ez dibêjim KU hûn wisa bikin nabe. "Ez
dibêjim; hûn wisa bikin nabe.”
- Berfînê got ku, mamoste ji me xeyîdiye. "Berfînê got, mamoste ji me
xeyîdiye."
b- "KU"ya Cînava Gihanek /Grêdek:
Tercîhek e. Dibe di van
hevokan de bi gihanekê hevoka hoker û lêker bi hev re were grêdan. Ev form
mantalîteya farisî ye. Ketiye zimanê tirkî jî. Lê niha di zimanê tirkî de
nivîskarên modern û postmodern vê rêzikê tercîh nakin û bi kar na'ynin.
Mînak:
- Ez nehatibûm KU ez te bibînim. (Ez nehatibûm te bibînim. / Ji bo dîtina
te ez nehatibûm.)
- Daxwaza min ew e KU hûn bextiyar bin. (Daxwaza min ew e hûn
bextiyar bin. / Daxwaza min bextîyarîya we ye.)
c- “KU”ya Cînava
Xwedîtîyê/Rengdêra Xwedîtîyê:
Di edebîyata nivîskî de Di
edebîyata devkî de(dengbêjî)
"Ê ku" "Yê
ku" "Ê" "Yê"
"A ku" "Ya ku" "A" "Ya"
"Ên ku" "Yên
ku" "Ên" "Yên"
Yên KU xwarinê dixwin. Yên xwarinê dixwin.
“KU” ne cînava xwedîtîyê ye.
Cinavên xwedîtîyê "ê, a û ên"
in. Bikevine pêşîya lêkerê; wan dikine rengdêr: “Ê mayî, A revî, Ên girtî”
Mînak:
-Keçika min a xwarinê naxwe. Kurê min ê çûyî çîyê.
Rengdêrên Xwedîtîyê Cînavên
Xwedîtîyê
(Possessive Adjectives) (Possesive Pronouns)
a/ê/ên min My Mine
a/ê/ên te Your Yours
a/ê/ên wî His His
a/ê/ên wê Her Hers
a/ê/ên wî İts İts
a/ê/ên me Our Ours
a/ê/ên wan Their Theirs
Mînak:
This is my car. Ev erebeya min e. It is mine.
Ev a min e.
She is my mader. Ew dîya min e. She is mine. Ew a min e.
He is my father. Ew bavê min e. He is mine.
Ew ê min e.
Ev, “a/ê/ên” him "rengdêrên xwedîtîyê" him jî "cînavên
xwedîtîyê" ne.
*Qertaf (pêvek) be rengdêr e, cê be cînav e.
Mînak: ji tirkî
Bu araba benimdir. “Ev erebe ya min
e.”
Bu benim arabamdır. “Ev erebeya min e.”
Bu elma benimdir. “Ev sêv a min e.”
Bu benim elmamdır. “Ev sêva min e.”
d- "KU"ya Şert
û Mercê (ing. "if")
Ev “KU” navdêr e. Di serê hevokê de ye. Bi
wateya "Eger, heke, şayet" dide.
Mînak:
KU tu biçî ez ê jî biçim.
e- “KU”ya bi Lêkerên
Alîkar re:
Mînak:
Em dixwazin KU tu li vir bî. “Em dixwazin, tu li vir bî.”
Divê KU ez bixebitim. “Divê ez bixebitim.”
f- “KU”ya Lêkera Rengdêr:
Lêkera rengdêr, "î"ya li dawîya koka
lêkerê demê nîşe dide.
Mînak:
Ê mayî, A revî, Ên girtî
Di edebîyata nivîskî de Di edebîyata
devkî de(dengbêjî)
ê KU pere dîtî ê
pere dîtî
a KU sêv xwarî a sêv xwarî
ên KU ketin erdê ên ketin erdê
Mînak:
Çikû, çimku, neku, weku, taku, daku..
Nîşe:
Ji bilî van bikaranînên
jorîn, gelek kes "kû"ya cînav a pirsîyarîyê jî dikin "KU" û
bi vî awayî dinivîsin.Çewtîyeke rastnivî ye.
Mînak:
- Li kû yî?
- Bi kû de çûyî?
- Ji kû bizanim?
Ango, “KÛ” cînava pirsîyarîyê ye ya pirsa cihî dike. (kîjan cih: kû)
VIII- DI ZIMANÊN DÎ DE
"KU"
a- Di zimanê farisî de
“KU” di farisî de "KE" ye, cînava xwedîtîyê jî “Î”
ye.
Di soranî de çar wateyên "KE"yê hene:
Ke: ku
Ke: dema (ku) Gava (ku) Wexta (ku)
Ke: madem, pa madem: Ke wa ye, bo nayê “Madem wa ye çima naye?”
Ke : ger, eger, heke, heger, heko heku
"E'zîzim beyanî, KE
gul e tirê derêjê
Ke bulbul denalê, KE sofî dête niwêjê
Le kûncî qefez da, be sed nale dexwênim
Henawim nemawe, LEBER çi naye şînim
Le hîciranî wîsalît, le dewirî xet û xalit
Heta hem dexwênim denalênim
Heta newgulî xom we dest dênim
Xezêmî gîyan, LEBER çî nayê şînim
LEBER çawî ciwanit, leber cergî be xwênim
Gul u lale pişkût, dewir dewirî gulane
Gulî min depişkwê,beharî du dîlane
KE bulbul denalê, delê kwa gulî sûrim
Henewim nemawe, demêke le to dûrim
Delên ewro behare, beharî dû dîlane
KE bulbul deka razî dildarî
DEGEL kone yarî cefakarî
LEBER ehare e'zizim, beharî du dîlane
Ke bulbul dexwênê, LESER pelikî gulane
Le baxî gulan da, her toy taqe gulî min"
Ev “KU” di tirkî de weke
“Kİ” tê bikaranîn û sê cureyên wê hene.
Mînak:
- Ali'nin arabası, Ayşe'ninkinden daha güzeldir. “Erebeya Elî ji ya eyşê
xweşiktir e.” (seninki / a te)
Mînak:
- Duvardaki resmi ben yaptım. “Wêneyê li dîwêr min çêkir.”
- Akşamki yemeği çok beğendim. “Min xwarina êvarê pir eciband.”
- Penceredeki çiçek, soğuktan dondu. “Kulîlka li pencerê ji serma hişk bû.”
Mînak:
- Nasıl ki “Bê çawa”
- Demek ki “Naxwe”
- Bilmem ki “Nizanim ma”
- Diyorlar ki “Dibêjin…”
- Olur ki “Dibe”
- Benim ki “Ez im ê…”
Ev mînak jî yên qalibgirtî
ne:
- Halbuki, “Helbikî/lêbelê”
- Belki, “Belkî/dibe”
- Sanki, “Tu dibêjî qey”
- Çünkü, “Ji ber”
- Oysaki “Helbikî/lêbelê”
Ev “Kİ”ya di tirkî de, ya
farisî ye û ahenga wê bi dengan re nabe. Nivîskar û zanyarên tirk ji vê peyvê
hez nakin. Bêtir kesên nû fêrî zimanê tirkî bûne bi kar tînin. Di zimanê rojane
û zimanê malê de bêtir ji alîyê kesên nû fêrî tirkî bûne tê bikaranîn.
c- Di zimanê Fransî de "que", "qui" (İng. that; Alm.
dass.)
Di franskî de li hembera "ê,a,ên" ên kurdî (
Cinavkên Xwedîtîyê) "que", "qui" weke "ku" yê an "kî" ya
tirkî tên bikaranîn. (qui ji bo tiştên
zindî que ji bo tiştên nezindî.)
Cînavka rêje ( Tr. nispet
zamiri) (Fr.pronom relatif)
Mînak:
Des cadeaux qui me plaisent beaucoup. “Dîyarîyên (ku) kêfa min ji wan re
tên.”
L’homme qui vient. “Zilamê
(ku) tê.”
Un petit chien qui se
promène. “Küçikê biçûk ê (ku)digere.”
Les gens qui mentent. “Mirovên
(ku) derewan dikin.”
Min gelek dengbêj û stranbêj
gûhdar kirin. Li rastî gelek şaşîtî û çewtîyên
transkrîpsîyona klam û strana hatim. Min dît; kesên ev kar kirin ew “KU”
xistine navberan de. Weke mînak pirtûka Ahmed Aras, di hin klaman de di
gûhdarkirinê de “KU” nînin lê di nav gotinên klamê yên hatin
transkrîpsîyon de hene.
DÎLBER / Dengbêj Reso
"Ê lê Dîlberê xwezila min îro bi ci û meqam û meskenê KU niha tu
lê...
De ha yar ha yar ha yar ha yar ha yar de ha yar yar yar yar ha yar yar,
ha yar yar de yar yar ya ha yar.. yar yar yar yar dîlbera min yar... yar.
Dîlberê xwezila min bi ci û meqam û meskenê KU* anha tu lê.."( MALPER 14)
Gotin û Awaz: Şaîr-Dengbêj Reso Berhevkar: Salihê Îdirê Redaksiyon: Ebdurehîmê Mûşî *Min ev klam
gûhdar kir KU di nav gotinan de nabûre.
Bi piranî kesên karê transkrîpsîyonê kirine karê xwe baş
nekirine. Gelek caran jêderk û çavkanîya wan ne kifş e. Gelek caran peyvên
dengbêj negotî xistine navberan de an kêm nivîsîne an jî dengê tîpan veguhestine.
Hewce ye di karê transkrîpsîyonê de mîna di çavkanîyên kitêban de çawa rûpela
çavkanîyê tê dan divê di deng de jî dema qeydê (mînak 00.18.30) kifş be. Yên
karê xwe baş kirine jî hene. Mînak: Yaşar Kaplan. Hewce ye transkrîpsîyoneke baş
li qeydên dengbêjîyê bibe û li navendekê were arşîvkirin. Lê carinan hin
dengbêj “KU”yê di heman stran an jî
klamê de bi kar tînin û carinan jî nayênin. Mînak: Mradê Kinê.
Nivîskarên
“KU”yê gelekî bi kar tînin yên sereke
Kawa Nemir, Şener Ozmen, Ciwanmerd Kulek, Silêman Demir, Helîm Yusiv in. (di
rûpelekê de kêmzêde 8-11 KU)
Di hin romanên kurdî de “KÛ”ya
cînavk jî weke “KU”ya gihanek hatine nivîsîn. Hin nivîskar jî Mîna
Celadet Bedirxan ji bo “KU”yê “KO”yê
bi kar tînin.
3- "Li gel" ,
"Di gel" û Forma "-em/-emin”:
Di hemû
xwendin û gûhdarkirinên gotinên klaman de li rastî peyvên "Li gel" ,
"Di gel" nehatim. Mijara “KU”yê jî ne dûrî ya van mînakan e. Mentiq
yek e. Bê çawa ev ne bi mentiqa kurmancî ne her wiha “KU” jî ne bi mentiqa
kurmancî ye.
Leber, leser, legel: Bi soranî
Li ber, li ser, bi.... re: Bi kurmancî
* Di edebîyata nivîskî de,
li şûna daçeka bi...re "Li
gel" û "De gel" tê bikaranîn.
* Rengdêrên hejmara
rêzgirtî: Forma "em/emin- (yekem/în)" "em/emîn (duyem/in)":
Di hemû xwendin û
gûhdarkirinên gotinên klaman de, rastî forma
peyvên "yekem (yekemîn) ", "duyem (duyemin)"
nehatim. Bi "ê, a, ên" ê ev form heye.
Di klama Derwêşê Ebdî de dibûre:
“Birano! Perda yekê cîhê
rûnistina mêran û hût û lehengan e.
Perda dûyê cîhê rûnistina
anima û canikan e.
Perda sêyê cîhê kebanî û
serkarê di malan e.
Perda çarê cîhê kalê li
ber sêlan e.
Perda pêncê cîhê
tewinkeran, belê dikin neqs û nemûsan e.
Perda Şesê dibêjim hoza
mîyan e.
Perda heftê koza berxan
e, li pist perdê da cîhê tewla meinegîyan e.
Di klama Erebê ya Hisênê
Farê de dibûre:
“Min ê digo ew a mezin bi
kêr nayê,
Ez ê bînim ji bona şivan
û gavanên gundiyan,
A diduyan ji min ra nabe,
Ez ê bînim ji bona kuftik
û şamboyrekê
A sisiyan kineka orte bû,
di çax û benga min lawikê xelkê ra
Ziman mîna mirovan bi xwîn, bi
goşt û rih û can in. Di dîroka mirovatîyê de, li erdnîgarîya xwe, li xwezaya xwe dizên û li wir dijîyin. Zayîna
zimanan, pêkhatineke ne hesan e. Zayîna wan bi hezar salan domîye. Hin ziman di demê de hê geştir dibin û bi pêş
ve diçin, xwirtir dibin. Hin ziman jî
xwe nûjen nakin, kevin dibin û
tenê di rûpelên dîrokê de navên wan dimînin. Weke mirovan, carinan tendurestîya
wan xera dibe, nexweş dikevin. Heke
nexweşîya xwe çareser nekin, derman nekin, dimirin jî. Hin ziman hene di şert û
mercên zor de, li ber xwe didin û ji bo bijîyîn, berxwedana xwe didomînin. Bi
demê re şer dikin. Zimanê kurdî di nav wan zimanên li ber xwe didin de zimanekî
herî sereke ye keleporeke dewlemend û mînakeke bi serê xwe ye.
Dengbêjîyê û ziman hevdû
xwedî kirine, jîyandine, sosyalîzasyona zimên pêk anîne, gihandine vê demê.
Rola dengbêjîyê, di jîyîn û berxwedana zimanê kurdî de, gelekî grîng e. Bi saya
vî karî ev zimanê hevpar di nav rûpelên dîrokê de cihê xwe girtîye, civaka xwe
pê xwedî kirîye û bi kedên wê civak mezin bûye. Ji ber vê sosyalîzasyonê ye,
dengbêj ji kîjan heremê be jî, vegotina wê qenc tê fêmkirin. Heke ev
sosyalîzasyona civakî nebûya kesekî Botî wê çawa ji klameke dengbêjê Serhedê an
kesekî ji Serhedê vê çawa klameke yekî Botî fêm bikara? Ji bilî fêmkirinê wê
çawa klamên hev bigotana?
Şerefxan Cizîrî dibêje: "Sosyalîzasyona
mirovan çiqasî kûr û berfireh be, ew ziman jî bandora xwe li ser xelkê ewqasî
fireh dike." (CİZÎRÎ Ş. 2011: 27)
Sosyalîzasyona mirovan bi bi sosyalîzasyona zimên bi mefer e. Zimanekî
ji bingeha xwe dûr weke kelemperên li ber bê bê cih û bêwar berba dibe, digere,
ji ber vê yekê jî sosyalîze nabe.
Ji bo edebîyata nivîsandî zanebûnên zanyarî, teorî û
gelek formalîte û tiştên dî hewce ne lê ji bo edebîyata devkî ev tişt ne hewce
ne. Dengbêj tiştên dîtî û bihîstî û serpêhatîyan vedibêje. Hewceyîya wî bi
zanyarîyan nîne. "Zimanê edebiyata nivîsandî û yê edebiyata devkî di gelek
xalan de ji hevdu cihê dibin. Ev rastiyek gelekî eşkere ye û di gelek waran de
jî xwe dide der." (CİZÎRÎ Ş. 2011: 25)
Heke bi kurahî mirov li mijarê binêre, wê bê dîtin; ji
Êrîvanê heya Bexdayê, ji wir jî heya
Enqereyê di vê erdnîgarîya berfireh de, bi zimanekî hevpar, bi zimanêkî civakî
klam hatine gotin û gelên vê civakê dengê hev gihandine hev. Her çiqasî devokên
hereman jev cê bin jî, zimanê dengbêjîyê ew nêzî hev kirine û zimanekî hevpar
efirandîye. Di dema radyoya Êrîvanê û
radyoya Bexdayê de rola dengbêjîyê berfirehtir bûye. Ji ber vê; "Zimanê
dengbêjîyê" ji "zimanê malê" xwirtir bûye. Em dikarin bi xêra
stranê li ser gelek bîr û boçûnên kurdan yên derheqê; siruşt, jin û mêr, zarok,
diyardayên siruştî, çînên civakê, mirovahî, şer û lêkdan, aştî û pêkhevîn jîn û
mirinê helkevin.(KAPLAN Y.2015:21)
Mîna hemû zimanên cîhanê hin nexweşî û vîrûs bi zimanê me
jî ketine; lê zimanê me dest ji lebatî û jena xwe bernedaye. Di vê sedsala dawî
de li şûna edebîyata devkî edebîyata nivîskî cih girtîye û rojbiroj cihê xwe
geştir û finda dengbêjîyê kêmtir kirîye.
Zimanê edebîyata kurdî ya
nivîskî ji destpêkê heya îro rêya xwe ji
zimanê dengbêjîyê, ji zimanê gel, ji zimanê malê dûr xistîye. Gelek sedemên vê
encamê hene.
Helbet zimanê edebîyatê ji zimanê dengbêjîyê geştir, dewlemendtir û
xwirtir e. Zimanê edebîyata nivîskî ji ya devkî berfirehtir e lê dogmatîk e.
Çikû dîyalektîka edebîyat nivîskî
efirandinên kûr, derûnîyên nedarîçav, teşeyên xwemalî û vegotinên afirîner dixwaze û derdixe. Ev kar
jî zimanê mirov, ji qada zimanê rojane, bi gotineke dî; zimanê malê digihînê
qada zimanê hûnerî ya edebîyat pê tê kirin. Ev rewş di edebîyata kurdî de berevajî hatîye bikaranîn. Dîyalektîka zimên
ber bi zimanê dîyalekt ve çûye. Gava mirov zimanê edebîyata devkî (dengbêjî) û
zimanê edebîyata nivîskî li ber hev radixe, ev kêmasî bi zelalî
Di zimanê dengbêjîyê de mirov nikarê ji qazê re bibêje berx e lê di zimanê edebîya
nivîskî de ji qantiran re hesp bê gotin xwe li çavan û hişmendê naxe. Zimanê
nivîskî zimanekî dagirker e lê zimanê dengbêjî zimanekî serbixwe ye zimanê edebîyata
nivîskî zimanekî artifisiyel e weke
kulîlkên ji naylonan çêkirî ye û gramera wê (rêzimanê wê) ne bi bingeh e,
xweşik e lê bêtam û bêbêhn e. Zimanê edebîyata nivîskî xwe ji civatê îzole dike, zimanê dengbêjîyê civat
bixwe ye. "Ji ber norm û gramatîka xwe ya formel, ji bo gotinên xwe yên
çêkirî û ji rastîyê dûr, ev hinekî zêde* otorîter dibe û di civatan de jî dibe
zimanên serdestan." (CİZÎRÎ Ş. 2011: 27)
Zimanê ji bingeha xwe dûr bikeve ji xwezaya xwe û gel jî dûr dikeve. Her du ziman;
zimanê devkî û zimanê nivîskî dive weke du rûyên camekê bin. Ji alîyekî mirov dikare alîyê dî bibîne.
Heke gotinên klamên
dengbêjîyê ji gelek alî û hêlên rêzimên ve werine analîzkirin; xwirtbûna
bikaranîna zimên/rêzimanê û hevoksazîya edebî (hevokên dirêj, ravekên zincirîn
û hemayên weke wan) wê bê dîtin.
Di zimanê edebîyata nivîskî de; di zimanê li ser masê
hatî çêkirî de rastî, "Realîte" ye.
Zimanê edebîyata devkî zimanê malê ye,
zimanê gel bixwe ye, zimanê hêstan e, û
bi vî zimanî rastî her tim "zêrê zer" e. Ji ber vê yekê her çiqasî “KU” bûba realîteya me jî hê bi zimanê me re ne levhatî
ye û fantazîyeke ne estetîk e. Weke gelek tiştên dî....
TAN S.(2011) Rêzimana
Kurmancî: İstanbul: Weşanên Enstîtuya kurdî ya Stenbolê
EKİNCİ Y. (2012) Cennetin
Kayıp Toprakları: İstanbul: DK Yayınları.
EKİNCİ Y. (2013)Erdên
Bihûştê Yên Winda / W:Kawa Nemir: İstanbul: DK Yayınları.
CİZÎRÎ. M (2004)
Dîwan:Stockholm: Weşanxaneya Nefel.
XANÎ E. (2004) Memozîn: Stockholm:
Weşanxaneya Nefel.
BEDİR XAN K. (2011) Kolay
Kürtçe: İstanbul: Doz Yayınları.
TAŞ Ç. (2013) Kurmancî:
İstanbul: Dîwan yayıevi.
DİLSOZ O. (2012) Berbiska
Zer: Stenbol Weşanxaneya Awesta.
DİLSOZ O. (2014) Hevrazên
Çîya: Stenbol Weşanxaneya J&J.
KULEK C. (2014) Defterén Perrîdankan: Stenbol
Weşanxaneya Awesta.
OZDEMÎR M. (2011) Sê Tilîlî:
İstanbul: Weşanxaneya Ronahî.
DEMİR S. (2013) Li parka
bajêr: İstanbul: Weşanxaneya Do.
OZMEN Ş. (2008) Rojnivîska
Spînoza:İstanbul : Weşanxaneya Lîsê.
WAR R. (2013) Feqiyê Teyran:
İstanbul : Weşanxaneya Ava.
SAVCI F. (2013) Ber Bi Binxetê: Stenbol Weşanxaneya Awesta.
PÎRBAL F. (2013) Santiago De Compestela: Stenbol: Weşanxaneya
Awesta.
PÎRBAL F. (2012) Hotel
Europa: Stenbol: Weşanxaneya Awesta.
DİLDAR R. (2012) Li Dû Xezalekê: İstanbul : Weşanxaneya Ava.
SABRÎ O. (2011) Hevalê Çak:
Ankara: Weşanxaneya Lîsê.
SAİDPOUR N. (2002) Viyan: İstanbul:
Weşanxaneya Sî.
ZERAQ D. (2014) Nexşên Li
Gîyan: Ankara: Weşanxaneya Lîsê.
YÛSİV H. (1998) Jinên Qatên Bilind: Stenbol: Weşanxaneya
Awesta.
COLEMERGÎ Î. (2001) Cembelî:
Stenbol Weşanxaneya Awesta.
NEHAYÎ E. (2012) Gulên
Şoran: W:Besam Mistefa Stenbol: Weşanxaneya Awesta.
ŞEMO E. (1989) Şivanê kurd:
Parîs: Enstitut kurde de Parîs.
DOST J. (2012) Mijabad:
Stenbol: Weşanxaneya Awesta.
SEBRÎ O. (..) Bîranîn. Çapa
dijîtal: Weşanên Malpera Amûdê.
MUNGAN M. (2008) Cinên
Pereyan, /W:FeratDilgeş: İstanbul Weşanxaneya Doz.
MUNGAN M. (2014) Paranın Cinleri: İstanbul: Metis Yayınları
BEDİRXAN K. (1932) Hawar 1:
Çapa Dijîtal
CEWERÎ F. (1994) Kovara Nûdem hejmara 10.
X. Ç. MÛRADOV ya bi
navê "Klamêd Cimaeta Kurda".
ANTOLOJÎYA DENGBÊJAN (2011)
C/I/II Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Kültür.
TİLERMENÎ Y. (2005) Kitim: Amed: Weşanxaneya Lîsê.
ARAS A.
(2004) Evdalê Zeynikê: İstanbul:
Evrensel Basım Yayın.
CİNDÎ H. (2008) Klamên Cimeta Kurda: Yêrean: Weşanxaneya
Lîmûş
MERWANÎ C. (2010) Klam û Stranên Kurdî: /C/I-II: Stenbol:
Weşanxaneya Awesta.
CANKURD (2001) Strana
Kurmancî: Kovara Mehname: 7
LOKMAN TURGUT Cembelî fils
du prince de Hekkarî.
HASAN A./HESENÊ M. Dengbêj û Stranên me C/I-II. e-Pirtûk
KEVİRBİRÎ S. (2009) Sedsala
Qêrînekê-Karapatê Xaço: İstanbul; Weşenxaneya Do
KEVİRBİRÎ S. (2002) Filîtê Quto: Stockholm: Weşanxaneya Nefel
KAPLAN Y. (2015) Kaniya
Stranan: Stenbol: Weşanxaneya Nûbihar
MALPER (1) Nivîskar: Xurşîd
Mîrzengî Dîrok: 2006 Amadekar: Ayhan Meretowar
(http://www.serhed.org/modules.php/modules.php?name=News&file=article&sid=477)
MALPER (2) BARAN B: KU ( http://www.amidakurd.net/qunciknivis/ku)
MALPER (3) VİDEO (https://www.youtube.com/watch?v=Xwor1JXp1dw)
MALPER (4) VİDEO (https://www.youtube.com/watch?v=hwYLkT470w8)
MALPER (5) VİDEO
(https://www.youtube.com/watch?v=tWzGGA4Qe84)
MALPER(6) VİDEO (https://www.youtube.com/watch?v=FF2gB0uJhP8)
MALPER (7) VİDEO (https://www.youtube.com/watch?v=2tY_KJwPCe8)
MALPER (8) VİDEO
(https://www.youtube.com/watch?v=Q5G-00FnkTI)
MALPER (9) DENG (https://soundcloud.com/eliriza-sipahi/kaseta-1e-piska-2e)
MALPER (10) VİDEO (https://www.youtube.com/watch?v=5KN4Yt4Bt9s)
MALPER (11) KOVARABÎR:
(http://www.kovarabir.com/2010/04/a-meretowar-dengbej-huseyne-fare/)
MALPER (12) VİDEO (https://www.youtube.com/watch?v=Kxv9fPyOSCI)
MALPER (13) VİDEO (https://www.youtube.com/watch?v=dDYXLhbzat4)
MALPER (14) VİDEO (https://www.youtube.com/watch?v=J3ud-691OL8)
YAŞ Z.(2015) Şakarên Muzîka
Kurdî: Amed: Şaredarîya Bajarê Mezin A Amedê.
CEGERXWÎN (1988) Folklora
Kurdî: Stockholm: Weşanên Roja nû
SADINÎ M.X (2010) Feqîyê Teyran: Stenbol: Weşanxaneya Nûbihar
SADINÎ M.X (2010) Mele
Huseynê Bateyî: Stenbol: Weşanxaneya Nûbihar
LESCOT R. (2010) Memê Alan:
Stenbol: Weşanxaneya Avesta
MALPER (15) VİDEO:
https://www.youtube.com/watch?v=T75M9pKFIUU
MALPER (15) VİDEO:
https://www.youtube.com/watch?v=vxV9RzzXdZU
GÜLTEKİN M. (2013) Zargotina Kurdên Serhedê: Stenbol: Weşanxaneya Avesta
CİZÎRÎ Ş. (2011) Edebîyata
Devkî û Sosyalîzasyon: Stenbol:
Weşanxaneya Aram