27 Mart 2019 Çarşamba

ÇİMA DİNİVÎSİM?



ÇİMA DİNİVÎSİM?


Berîya du salan min dixwest li ser mijara "psîkolojî  û nivîsandin"ê nivîsarekê binivîsim. Min gelek kitêb jî xwendin lêbelê, derfet pê neket dosyayê amade bikim. Min dev ji  nivîsa wê berda, loma  van bersivan li vir weke nîşeyeyan/jêrenotan qeyd dikim.

Min ji  gelek nivîskaran  pirsî, bersiva pirsa "çima dinivîsim?" 25 kesan bersivandin.
   



1-Atilla Barişer
Nizanim. Çewa ku zarokek sê salî nizane çima dipeyîve ez jî nizanim min çima dest bi nivîsandinê kiriye. Têkiliya min û nivîsê dişibe birêveçûyînê. Ez nenivîsim ez ê xwe seqet hîs bikim. Pêwîstiyek însan ya girîng jî xweîfadekirin e. Ji ber vê dinivîsim lê min dixwast ez dengbêjek bûyama.
Çima dinivîsim?
Nizanim. Çewa ku zarokek sê salî nizane çima dipeyîve ez jî nizanim min çima dest bi nivîsandinê kiriye. Têkiliya min û nivîsê dişibe birêveçûyînê. Ez nenivîsim ez ê xwe seqet hîs bikim. Pêwîstiyek însan ya girîng jî xweîfadekirin e. Ji ber vê dinivîsim. Nivîs, li hember neheqî û xirabiyên dinyayê, li hember lawaziyên însan û mirinê kozîka nivîskaran e.  Kilîta têgihîştin û şîrovekirina hemû pirsên di mejiyê me de ye. Pireya di navbera xeyalên me û rastiyê de ye. Amûra zelalkirina şêlûtiya jiyanê ye.
Min xwe bi nivîsê nas kir, qirêja kesayetî û giyanê xwe pê paqij kir, ez bi nivîsê rabûm ser xwe û kemilîm. Ez bi nivîsê bi xwe re li hev hatim û min bi nivîsê xwe efû kir. Piştî xwe min hemû însanan efû kir. Di dilê min de kîn û rikên şexsî nema. Ez bi nivîsê xwe azad hîs dikim. Nivîs hêzeke efsûnî dide min. Xwe wek xwedawendekî hîs dikim. Dema dinivîsim afirandin nebe jî - nivîskarî ne afirandin e, dîtin, diyarkirin û bi awayekî estetîk lihevanîn e-  diyarkirin û qontrolkirina tiştên wek zeman, mekan, fikir, hest, leheng, bûyer hwd. tev di destê min de ye. Hewla min ew e ku ez bi nivîsê berê ji xwe re, paşê ji gelê xwe re û pê re jî ji mirovatiyê re cîhanek gulanzêrîn ava bikim. Ez dixwazim hemû însanan ji xerabî û xezeba dile wan bişom, hemûyan bikemilînim, azad bikim û dizanim ev rêwîtiya ber bi çiyayê qaf de ye. Dibe xwe negihînim wir lê derketina ser vê riyê jî xweş e.
Hebûna netewekî bi hebûna ziman ve girêdayî ye. Ziman kesayetiya netewan e, bingeha çand û kelepora wan e. Yekem şerta netewbûnê ziman e. Konfuçyus gotiye hûn dixwazin miletekî tune bikin ji zimanê wî dest pê bikin. Ji ber van sedeman wateya nivîskariya bi kurdî kûrtir e. Nivîskariya me ji aliyekî de jî perçekî tekoşîna mayîn û nemanê ye. Her çiqas nivîskarî xebateke şexsî be jî hişmendiyeke kolektif derdixe holê û ev encam hêzeke mezin dide civakê. Û gotina dawîn; Xweda gotiye bixwîne lê xwe ji bîr kiriye bêje binivîsin jî. Tenê yên hay ji vê rastiyê hene dinivîsin. Ez jî yek ji wan im.

2-Newaf Mîro
Nivisandin li xwe mikurhatine. Li dunya yê, dunya xwe nexşandin e. Şopek ji dîrok, ji îro ji bo sibe. Şopek ji êşê yek ji evîna dil ji bo evîna bêmirin. Nivîs û nivisandin yek ji grîngtirîn heyiyê pêşkeftina medeniyeta dunya yê ye. Bi qasî nivisandinê em hene, bi qasî nivisandinê ziman û netewe dewlemend e.

3-Îrfan Amîda
A rast nema dizanim bê cima dinivîsim. Dinivîsim. Tisteke ku pêdiviya min bi vegotina wê hebe vedibêjim. Bi nivîskî vedibêjim.  Ev tist jî jixweber dibe nivîs.

4-H.Kovan Baki
Ez çima dinivîsînim? Pirseke xweş e. "Ez dijîm, ji bo ez binivîsînim." Eré. "Ji bo ez binivîsînim dijîm." Yan na ez é bibelqitim. Ez dikarim ji bo nivîsé xwe û xwedé û hezar welatî feda bikim. Yané ez kûçik û yaweré edebiyaté me. Belkî jî ji bo ez pir tirsonek im, yané diqutifim ku bibim tiştek. Lewma ji bo nebim tiştek dinivîsînim. Ez ji hebûné ditirsim, û gava dinivîsînim qinyeta min dikeve cih ku nîn im, netutiştek im. Dinivîsînim û îktîdara xwe hildiweşînim, dawiyé li serdestiya xwe tînim. Lewra ku tu hebî, yan tu yé doza xwedatiyé bikî, yan jî tu qîma xwe bi koletiyé tîne.

5-Zeynelabidîn Zinar
Ev pirs pirseke bargiran e û hêja ye li ser bête rawestin.
Bêguman ziman ji bo her neteweyî rihê nijadî ye. Eger meriv bi zimanê xw nenivîse, nivşên meriv di nava demê de lal dibe û ji koka xwe averê dibe, wê nivîseke dî ji xwe re peyda bike.
Rewşenbîr suxrevanên gelê xwe ne, divê hertim di nava lêkolîn û êgerînê de bin, hertim bi zimanê xwe binivîsin û binivîsin…

6-Tengezar Marini
Pirsa Tu çima dinivîsî? An jî ez çima dinivîsim? Pirseke pir zor û çetin e
Bersiva wê jî dikare li ser çend beşan be. Ya rast di vê labîrentê de, nivîs bi xwe çi ye?
Lê ji bo em di bersivê de dirêj neçin, ez ê, vê pirsê ji xwe bikim.. Sedem ên nivîsînê û kewdan ên wê çi bûn?
Dema min dest bi nivîsînê kir- dibe daxwazeke derûnî be, ji naxê min derketibe, pêdiviya giyanê min û bi rengekî  ji reng ên debirînê bû. Nivîsîn, derxistina hizir, raman û hestan bi şeweyê tîp û peyv ên abstrakt e, ko bi demê re, di hişemndiyê de, ravekirina  pey wî wêneyî  re, wateyên xwe wergirtin e.
Min xwe nivîsî, ji ber daxwaziyeke giyanî bû, li def min peyda bûbû û hin bi hin, kela min hildida û didanî. Lê nivîsîna kurdî, ko min ji xwe dest pê kir, bêyî ko bi zimanê dagîrkeran binivîsim, wek erkekî û pêdiviyeke niştîmanî bû. Di pey bîreweriya min re, ya ko min ew êş û derdeseriya dihate li ser xak, nîştîman, welat û mirov ên me, ez han dam, ko bi erkê xwe rabim. Rengek ji rengê protestoya li dijî qedexeya zimanê min yê dayîkê bû, rengek ji dagirtina valabûnekê , di laşê bizava rewşenbîrî û ferhengiya kurdî de bû. Niha jî, berdewamiya min di nivîsandinê de,  lixwegeryan û xwenaskirin e.

7-Mihemed Ronahî
Çima dinivîsim?
Hema

8-Meral Varışlı
Helbestan xwe da nivîsîn.

9-Ömer Dilsoz
ez çima dinivîsim, wekî tu ji darkukekî bipirsî, tu çima heta êvarî qurmê darê dikeritînî; heçkû tu ji bilbilekî bipirsî bê tu ji bo çi heta êvarî li ser gulê dizarî; ez jî, weha têdigihêjim vê pirsê, çimkî, min ti biryar nîn bûye da ku binivîsim, tenê, min hew xwe dîtiye ku ez wa dinivîsim.
ez welê difikirim, mirov berî her tiştî ji bo xwe dinivîse, paşî ji bo xwe temamkirin û xwe derbirînê, ji bo vegotina êş û derdên xwe, ji bo berz û bilindkirina peyv û qewlê xwe... bi ya min, dema mirov dinivîse, berî her tiştî qewlê xwe vi jiyanê re girêdide, deqa xwe li dema xwe dineqişîne, mohra xwe li bîra xwe dinikulîne... Mirov, her rista bi dû benê hizra xwe dike, hemanwext mirov dîwarekî ji qesr û birca ramana xwe re lêdike; wekî Xanî gotî "her kes mîmarê dîwarê xwe ye" di behra ristina peyvan de, çimkî, tu; ji parçeyên giyanê xwe dinyayeke xweristî ava dikî û tînî kerb û kîn, eşq û evîna xwe tê de saz dikî...

10-Firat Ceweri
Ez çima dinivîsim?
- Ez nizanim bê ez çima dinivîsim. Ez nizanim bê ez çawa bûm nivîskar jî. Hê di salên naşîtiyê de hew min dît qelem di destê min de ye û ez dinivîsim. Belkî jî min guh dabe dengekî, an jî bangeke hundirê xwe û ez ketibim cîhana gotinê. Ji ber ku ”Berê gotin hebû ” lê gotina me li me qedexe bûbû û di qirika me de mabû. Gava min bi gotinên qedexe acizî û bêhntengiya me nivîsand, ez li bêhnfirehiya xwe hay bûm. Lê kesî halan di min hilnedan, kesî negot eferim, kesî xelat bi min venekirin. Deriyên ku min digot wê vebin, yek bi yek li ber min hatin girtin. Piştî demekê, bi salên xwe ên zaro ez bi çol û çepelan ketim û pengizîm welatê xerîbiyê. Min hemû xweşî û nexweşiyên xwe bi riya nivîsê zindî hiştin, min êşa xwe û êşa we bi nivîsê vegot. Gava li xerîbiyê min nivîs û edebiyat ji xwe re kir gopalê hêviyê û xwe da ser, ez hingî tê gihiştim ku nivîs li min bûye vîrusek, di hemû laşê min de geriyaye û heta mirinê wê dev ji min bernede. Lê vîruseke ku min ji hemû kirêtî û xerabiyan diparêze…Evîneke ku hertim hemêza wê ji min re vekirîye...

11-Helim Yusiv
Ez dinîvisînim, ji ber ku ez nikarim nenîvisînim.
Nîvisandin ji bo min mîna oksejinê ye. Eger nenîvisînim ezê mirar herim.
Herwisa roja ku nema pêjna peyvên min bê, divê tu biçî goristanê û li wir li min bipirsî.

12-Silêman Demir
Min ji temenê pir zû ve ji xwendinê hez kir û dixwend…. min di dema zaroktî û xortaniya xwe de gelekî dixwend… min dixwend, ji ber ku pirtûkan tiştin ji min re digotin, rêya min ronahî dikirin û girêk û astengiyên di baweriyên min vedikirin … min bi wî awayî karîbû biryar ji bo xwe û pêşeroja xwe bigirtina bê divabû min çi, çawa bikira…
Bi wê yekê re, ango bi xwendinê re, ez gihiştim baweriya ku hin tiştên ez jî dixwazim bibêjim hene… bibêjim, da ku him baweriyên xwe li ber çavan raxim û ragihînim û him jî bikaribim hin tiştan ji hinan re hêsantir bikim…bibêjim, da ku di heman demê de hin norm û hestên civatê xurt bikim û hinan jî pûç bikim…dibe ku mirov tu serketina xwe di vê derbarê nebîne, lê hêleke mebast û armanca nivîsandinê ev e… Ev yek bi helbestan dibe, bi makale, çîrok û romanan jî dibe… min bi helbestan dest pê kir… bi dû re bû pexşan û roman…
Bêguman hin ji bo armancên din jî dinivîsin, lê li gora min, bingehê xwestina nivîsandina edebiyata bedew, wek ku min li jor rave kir e.

13-M.Çiya Mazî
Gelo ez çima dinivîsim? Belkî ji bo wê liva ku di rehên min de rahiştibûn destmalê û li ba dikirin. Dema destmal li ba dibû bayek radibû di ciwaniya min de an jî 25 sal berê. Û wî bayî bandor li hişê min li çavê min û dev û lêvên min kirin û pênûs da destê min û birin ser kaxezê.
Belkî jî giyanê nivîsandina min 25 sal berê ku bi ser piyan ket, hêza xwê ji ciwanê ku di salên 90î de li bin darberûyekê xwe feda kiribû stend. Belkî min nikarîbû wekî wî/wê govend bigirta li bin deviyên çolê û wê yekê valahiyek di bedena min de, kêmaniyek di hiş û hebûna min de çêkiribû loma min nivîsand û bi wê nivîsê hinekî min xwe temam kir an xwest xwe temam bikim ji bo ez pir li paş nemînim di dîlana dilxweşiya mirovên derdora xwe de.
Belkî jî kevir diavêtin min wan mirovên ku di tarîstanên bin erdê de riziyan û nifir li min dikirin ku ez çima li ser rûkalê erdê rehet dijîyam. Belkî jî deynê wan li ser min bûbe ferz ku hê jî dinivîsim welew ku bedena min di gellek operasyonan de derbas bûbe jî. Ez dibêjim ev sedem hemî ne ji bo min nivîsand û binivîsim Tevlî ku hindik be jî nivîsandina min, tevlî ku qet têrê neke jî ez dê binivîsim ji bo wan û ji bo xwe û ji bo me.   

14-Hesenê Metê
Ez nikanim bersiveke rast bidim bê ez çima dinivîsim. Lê dizanim,
ku ez ne yekî dudilî bûyama (ji pirsa herî mezin heta pirsa herî piçûk),
 ku ez ji hertiştî xweş û kêfxweş bûyama (ji çêbûna kaînatê heta çêbûna xwe),
belbî jî min nenivîsiya.”

15- Abdurrahman Bedir
Ji bo ku ez ji xwekuştine bifilitim.  Ji bo xwe nekujim...Ango intixar nekim.

16-Welat Dilken
-çima dinivîsim?
-dema peyvên bi deng û bi wateyên cihê bi ahengekê li pey hev rêz dibin û ku ew li pey hev rêzbûna wan peyvan dibe temambûneke bêqusûr, dema dibînim ew temambûna bêqusûr dirûvê hunerê digre, zêde zêde kêfxweş dibim, ji loma jî, bi daxwaza bidestxistina kêfxweşiyeke nû, dîsa dest pê dikim peyvan li pey hev rêz dikim û dinivîsim.

17-Ömer Faruk Baran
Daku kerba dil û mejiyê xwe di hevokan re derxînim dinivsînim. Daku xwe nas bikim dinivsînim. Daku ji bîr nekim dinivsînim û daku xwe ji bîr bikim.

18-Mitan Şareza
Çima dinivîsim ya rastî gelek tişt bangî min dike lê niha divê kîlîyê de ez dikarim  vana bibêjim. Car carina dikarim ji zûhatîya bav û kalan bi dengekî derengmayî di awêneyeke  şikestî de rûyê xwe weke sitraneke ji bîrbûyî derxim ji gorê.
Û ji ber ku dikarim xwe bi vî zimanî ji hezê re birijînim. Herhal ji ber wê ye.

19-Berfo Barî
Çima dinivisîn im?
Ji bo min zimanê nivisê ew zimana ku pê hilm û gulmê distînim. Her mirov pêwistiyek bi zimanekê taybet heye ku xwe derbirîn bike , ji bo  in mesele ev e . Bi nivîsê re tu rasterast bi binhiş û serhişê xwe re dipeyivî, ev dime sedem piştî qedandina nivisekê  xwîna tamarê xwe nû bikî û ev nûkirin îksîra cîwantiyê li laşê te belav dike.

20-Fêrgîn Melîk Akkoç
"Di lêkolînên xwe yê li ser ziman yên salên heftê û heştêyî de têgihîştim ku em bi bişaftineke bêbav re rû bi rû ne. Kurdi (xwerû kurmanciya jor û kirmanckî/dimilî) di nava lîsteya sor de ye. Heke bi kurdî neyê nivisandin, wê kurdî têk biçe.  Hem ji bo li gor hêza xwe û têgîhîştina xwe li pêş vê têkçûnê rawestim, hem li hawîr dora xwe bidim zanîn ku bi kurdî nivisandin erkeke pîroz û pareke tekoşînê ya herî girîng e, hem jî ji bo pêşketina ziman divêtiyekê ye.  Lê divîbû ne tenê bi gotinê de, di jiyana xwe de jî pêk bînim ku bibim mînak. Bi vê mabestê min giraniya xwe da lêkolînên ziman û nivisandina bi ziman.


21-Dîlawer Zeraq

Ez dinivîsim;
Ji bo ku pirsan li pirsên xwe zêde bikim; pirsên ku bi afirîna xwe jiyanê li min dike warê çitrix û kaosan
Ji bo ku di hêlîna xwe a banzimên de hêsa bijîm; zimanê ku bi dexesiya xwe a bêhevta tu banek dî li ser xwe qebûl nake
Ji bo ku hest bi hebûniya xwe bikim; hebûniya ku her û her min diavêje wêdeyî hebûniyên dîtir û êşê li min ferz dike.

22-Ali Gurdili
Rastî keyfa min ji mijarên felsefî û civakî re tê û ji ber ku xwendina min li ser civaknasiyê ye, min xwest ez bi zimanê xwe û li gor têgihiştina xwe bixebitim û binivîsinim.  Lêbelê sebebê min ê esasî hezkirin e, hezkirina ji xwendin û nivîsandinê. Ez xwe wiha îfade dikim.


23-Ciwanmerd Kulek
Xebata te ji niha de li ser xêrê be, xwedê qawetê bide û miradê te bike. Bibexşîne, vê pêlê naxwazim tiştekî bêjim, binivîsim. Hêvîdar im tu li min negirî.

24-Abdulkadir Bingöl
Eger tu wê pirsa xwe ji yekî ku bersiva wî hêjayîtir û bikêrtir be bikî wê çêtir be.

25-  X
Li ser vê mijara tu behs dikî gengeşiyek hatibû kirin sê çar roj berê. Hinek tiştên ber çavê min ket, pir keyfa min jê re nehat. Jixwe ji her gotineke xwe derbê mezin dixwûm. Bo vê yekê ji te lêborîna xwe dixwazim ta ku naxwazim bikevim nava vê mijarê. Ev 6 mehê ji ber rojeva kurdistanê ji xwe bi têra xwe ketim nava gengeşiyan. Ji bo çi dinivîsim- bersivê min jî bila vê wextê canê min aciz neke. Ligel silavan. Û mala te ava be bo ku te jî hêjayi vê xebatî dîye. Dubare sipas.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder