14 Mart 2019 Perşembe

KU





KU

Ev nivîsar ji yazdeh beşan pêk tê:

I- Destpêk

II- Cêbûna Edebîyata Devkî Û Edebîyata Nivîskî 
III- Di Pirtûkên Rêzimanê De Bikaranîna "Ku"Yê
IV- Di Zimanê Edebîyatê De Bikaranîna “Ku”Yê
V- Di Dengbêjîyê De Bikaranîna “Ku”yê

VI- Di Ferhengan De "Ku"
VII- "Ku" Çi  Ye?
VIII- Di Zimanên Dî De "Ku"
IX- Hin Nîşe
X- Encam
XI- Çavkanî


I- DESTPÊK

            Cara ewil “KU”yên di kitêba "Erdên Bihûştê yên Winda" de bala min kişandibûn. Hejmara wan ez şaşwaz kiribûm. Di heft hevokên di rûpela yekê de 17 “KU” hebûn. Di rûpelên dî de jî kêmzêde 11-12 “KU” dihatin hijmartin. Bi hejmareke kurt û kêmzêde “KU”yên di kitêbê de ji 5000an dibûrin. Min heman kitêb, bi zimanê tirkî jî kirî û ez tê de li “Kİ”yên di zimanê tirkî de ji bedêla “KU”yê tê bikaranîn gerîyam. Gelekî bi min balkêş hat; “Kİ” tê de qet nebûn.

            Ji bo rewş hê zelaltir bibe em ji her du kitêban, hevokekê bidine ber hev:
       
            "Kabaran öfkesi dinmeyince, bu evin rahmetli dedesinden ona miras kaldığını ve ne kadar değerli olduğunu anlattı. Onun ilk kez duygulandığını ve gözlerinde yaşlar belirdiğini görünce çok şaşırdım." ( Ekinci Y. 2012/s:32)
             
"Wexta KU kela ya rabûyî danenî, qal kir KU ev xanî mîrate bû, KU ji rehmetiyê bapîrê wî jê re mabû, û bê çi qasî granbuha bû . Gava KU  ez çav pê ketim KU cara ewil bû ew dilzîz dibû û kela girî lê radîbû, ez pir şaş mam." ( Ekinci Y./Werger:Nemir K. 2013/r:35)



II- CÊBÛNA EDEBÎYATA DEVKÎ Û EDEBÎYATA NIVÎSKΠ
 
Piştî vê destpêkê de kerem bikin em dest bi nivîsara xwe bikin. Ez serê pêşî bi vê pirsê ketime ser rê: “KU”ya di edebîyata devkî de gelekî tê bikaranîn, gelo çima di dengbêjîyê de xwîya nake?

            Ji bo ez bersiva vê pirsê bi dest bixim, min du cildên “Antolojîya Dengbêjan” yên Şaredarîya Diyarbekirê çapkirî bi dest xistin û di nav klamên dengbêjîyê de li “KU”yan gerîyam. Gelekî balkêş bû; di kurteçîroka jîyana dengbêjan de “KU” li hev diketin lê di klaman de yek ji bo dermên a bibe nimûne xwîya nedikir.

            Piştî wê rojê kengî min pirtûkek an nivîsarek bixwenda, min binê “KU”yên tê de xêz kirin û hijmartin. Min dît; ji Meleyê Cizîrî û Ehmedê Xanî ve ta bi Erebê Şemo, “KU”ya bi qewlê Celadet Bedirxan “KO”, di edebîyata kurdî de bûye peyveke sereke û hin bi hin weke vîrûsekê di zimên de cihê xwe xwirt kiriye û belav bûye. Kerem bikin em ji Cizîrî û Xanî ji her yekî li mînakekê binêrin:

Mînak 1

"Yaqûtifiroşan di kêf elmas-i şikestin
Ev şefheya elmas-i KO  neqqaşî reqem da" (Cizîrî.M. 2004/r:27)

Mînak 2

"Ew  qulzimê rûm û behrê tacîk
Hindî KO bikin xurûc û tehrîk" (Xanî E.(2004/r:47)


III- DI PIRTÛKÊN RÊZIMANÊ DE BIKARANÎNA "KU"YÊ
            Ez li hemû pirtûkên di destê xwe de gerîyam, lê mixabin min ji bo vê mijarê kêm nîşe bi dest xistin. Ji Celadet Bedirxan û vir ve di hemû pirtûkên rêzimanî de tê bikaranîn, lê ti nav lê nehatiye kirin û yên behsa “KU”yê kirin jî ne zelal in. Ez dixwazim çend mînakan ji van kitêbên rêzimanê jî bidim ( Sê mînakên pêşî ji Kamuran Bedir-Xan, mînakên çaran ji Çetîn Taş, mînakên pêncan ji Bahoz Baraz, mînakên şeşan ji Samî Tan):

Mînak-1, ji Kamuran Bedir-Xan:

             Di pirtûka Kamuran Bedir-Xan ya bi navê "Kolay Kürtçe"yê de, di beşa "Yan Cümle Öğelerinin Söz Dizimi" ango “Rêzkirina Gotinên Rêgez ên Hevokên Pêve” de ji bo mijara ev mînak bala me dikişînin:

1-Kirde
                           Heyfe ko kes banî min ne kir.                                   
ko qenc dihebîne, qenc diêşîne.
                                  
2-Lêker
Daxwaza min hemî ewe ko hon bextiyar bin.
           
3- Pêveniştî
Ez hêvîdarim ko hûn poşman nebin. 
                       
4-Bireser
Bawer dikin ko hemî qenc in.
                                  
5-Biresera neyekser
Divê bifikirin ko wext dibore.
                                  
6-…

7- Biresera navdêr
Stêrin yên ko dibiriqin.
                                              
8-Biresera rengdêr 
Ew şayeste ye ko şabeşekê bidin te.
                                  
9-Biresera kirde
Ji we re ye ko ez dibêjim.
                                              
11-Biresera lêker a  yekser
Ez dizanim ko  hûn li wê bûn.
                                  
12- Biresera lêker a  neyekser
Ez guman dikim ko ew bê.   (Bedir Xan K. 2011/r:248 werger)


Mînak 2, ji Kamuran Bedir-Xan:

Hevoka pêve
1-Hevoka bi grêdekekê li hevoka resen grêdayî
Ez bawer dikim ko ew nesax e.                                

2-Hevoka bi grêdekeke  cînav  li hevoka resen grêdayî
Ew e mirovê ko min duhî dît. (Bedir Xan K. 2011/r:241 werger)


Mînak-3, ji Kamuran Bedir-Xan:

Hoker
1- Hokerên demkî
wextê ko

2- Hokerên şik û erêkirinê
Dibe ko, heye ko  (Bedir Xan K. 2011/r:222-224)


Mînak-4, ji Çetîn Taş:

Raveka hokeran

"Xwendekara KU li jor rûniştîye 
Çemê KU li aliyê rojava"

"Nîşe: Gelek gihanek jî bi gihaneka "ku" re tên bikaranîn û dibine gihanekên din.
Berî ku, çawa ku, çima ku, çîko, bi qasî ku, da ku, heta ku, hetanî ku, heyanî ku, ta ku, dema ku, eger ku, ji ber ku, jibona ku, kenga ku, li şûna ku, wexta ku, wele ku..."   (Taş Ç. 2013/r:69)


Mînak-5, ji Bahoz Baran:

Bahoz Baran di nivîsara xwe ya di derheqê  “KU”yê de wiha dibêje:

            "Di pirtûkên rêzimanê* de  li ser KUyê pir nayê sekinandin. Di hinek pirtûkan de tê gotin KU “KU” gihanek e, çend mînak tên dayîn û hew. Vê dawiyê hinek pirtûk jî “KU”yê bêtir weke cînavkê nîşan didin û çewtiyekê dikin. Dema KU em bala xwe baş bidinê, em ê bibînin KU “KU” di zimanê me de cihekî berfireh û girîng digire û hinek peywirên cuda digire ser xwe. “KU” li gorî peywira xwe ya bingehîn gihanek e, herî pir weke gihanekê derdikeve holê;  dema KU beriya navdêrekê tê û pirsiyariyê çê dike dibe rengdêr. Weke din, dema KU navdêra “der”ê dikeve “KU” ji ber KU ciyê wê jî digire, tenê li wê derê peywira cînavkê digire ser xwe.”

A. KUya gihanek

KU bi piranî weke gihanekê tê bikaranîn. Dema KU du hevok bi hev ve tên girêdan, beriya gotinê, dema KU em hevoka yekê/a din vediguhezînin, di lêkernavên hokerî û rengdêrî de, di raweya divêtiyê de, di qalibên gihanekan de, di qalibên daçekan de derdikeve holê.

1. Di hevokên hevedanî de:  
Mînak:
Ez nehatibûm KU ez te bibînim. Ew reviya KU wî negirin. Min jê stend KU ji me re nebe pirsgirêk.

2. Di axaftinan û hevokên veguhestî de:
Mînak:
Diya min dibê je ku: “Ji wan bawer nekin.” Ez dibêjim KU hûn wisa bikin nabe.
Berfînê got ku, mamoste ji me xeyîdiye.

3. Ji bo raweya şertê:
Mînak:
KU hûn bixwin ez ê ji we re bistînim. KU ew bê, em nikarin biaxivin.
KU tu herî, dê pir baş be.

4. Ji bo lêkernavên hokerî:
Mînak:
Dema KU em ji gund dihatin, ew li ser rê bû. Piştî KU em çûn, baran bariya.
Berî KU ez bêm, min çar pirtûk xwendin.

5. Ji bo lêkernavên rengdêrî:
Mînak:
Hevalê KU nan dixwe, ne ji me ye. Pirtûka KU çap bû, ya min bû. Nanê KU şewitiye tu bixwe.

6. Bi raweya divêtiyê re:
Mînak:
Divê KU ew jî bên mala me. Lazim e KU em xwe bigihînin wan. Divê KU tu wisa nekî.

7. Bi lêkerên alîkar re:
Mînak:
Dibe KU em jî bên dibistanê. Dixwest KU bi me re were malê. Dikir KU bihata.

8. Bi qalibên gihanekan re:
Mînak:
Ji bo KU em nan bixwin em çûn. Ji ber KU tu nehatî, bername betal bû.
Em hatin da KU te bibînin.

9. Bi qalibên daçekan re:
Mînak:

Heta KU ji te tê baş be. Weke KU min got, dengê xwe neke. 
Qasî KU ez dizanim, ew ne yekî baş e.


B. KUya rengdêr
Mînak:
Ev, KU der e? Ew çû KU derê? Ku der warê me ye?


C. KUya cînavk
Mînak:

Ew çû ku? Tu ji KU têyî? Ew bi KU ve çû?

...

"Weke KU em dibînin, “KU” pişt û stûna kurdî ye, divê em li “KU” yê xwedî derkevin, kurdî û “KU” pir li hev dikin; KU “KU” tune be kurdî nikare li ser piyan bisekine."


Mînak-6, ji Samî Tan:

Samî Tan di pirtûka Rêzimanê Kurmancî de wiha dibêje:

            "Her wekî ji navê wê jî diyar e, gihanek bi serê xwe ne xwediyê tu wateyê ne, lê bêjeyan, komek û hevokan bi hev ve grê didin, an jî  peyvekê, komekê bi hevokekê ve grê didin." (Tan S. 2011/r:195)
                                           
            Di nav gihanekên di hejmêrê de "ku" bi tena serê xwe nabûrîne lê bi hin peyvên dî re bi kar tîne; "Dibe ku, Dema ku, heta ku, ji ber ku,"

Di nav mînakên dayî de ;

"Tu herte dibe ku ew jî li pey te were.", 
"Dema ku tu çûyî, ji min re nameyan bişîne."
"Dayika min ji ber ku karê wê hebû, nehat."

"Çima ku min alîkariya wî kir, ji min xeyidî."
"Çer ku hat, pirsa te kir."

"Hate malê, da ku karê xwe bike."
"Heta ku tu neyêyî, ez  dev ji te naqerim."
"Ku zû were, dê bigihêje min.) (Tan S. 2011/r:196)

Nîşe: Li ser malpera Nefelê nivîseke Arif Zêrevan a bi navê “Ferqa di nêvbera ko, ku û kû de” heye. Di wê nivîsê de li ser bingeh û sedemên guherîna dengan tê sekinandin. Arif Zêrevan ji Mem û Zînê jî mînakan dide, qala Hawarê dike û “ko”, “ku” û “kû”yê di wateyên cuda de rave dike." (Malper 2)


IV- DI ZIMANÊ EDEBÎYATÊ DE BIKARANÎNA “KU”YÊ

Ez dixwazim li vir hin mînakan ji edebîyata me ya nivîskî bidim bi hin şîrovekirinên xwe re.

Mînak 1
"Dibe KU li Baroyê be, an jî dibe KU çûbe dadgehê.." (DİLSOZ O. 2012: 11)
* Dibe li Baroyê be, an jî dibe çûbe dadgehê.

Mînak 2
"got KU  gelek nexweş hene, ew tenê ye û ew ê nikaribe di wextê KU texmîn dikir de bê malê." (DEMİR S. 2013: 10)
*"got gelek nexweş hene, ew tenê ye û ew ê nikaribe di wextê texmîn dikir de bê malê."

Mînak 3
"Ne KU min nevêt Simkocan, nizanim bê ji KU dest pê bikim, jê wêdetir ev nediyariya KU bêhn li me çikandiye rê nadê KU ez li ser peymanê..."  (OZMEN Ş. 2008: 19)
*(Ne ku) KU li vir hewce ye. (ji ku) (kû)Cînavk e ...rê nade ez li ser peymanê...

Mînak 4
"Demek dirêj bû KU neçûbû derekê."... "Bi derbekê re li xwe hay bû KU vê carê hîsek xerîb, KU naşibe hîsên heta niha, lê peyda bûye." ( WAR R. 2013: 17/18)       

*Demek dirêj bû neçûbû derekê.
*(Hevoka didoyan tevûlev e.)

Mînak 5
"Şagirtan, me hemûyan, dizanibû KU ji bo wî Nacî Efendî êdî di vê navberê de li odeya resimkirinê, KU ji bo wî odeya vexwarina eraqê bû, mijûlî vexwarina eraqê ye!"
(PÎRBAL F. 2013:  13)
*Hevok bi raveka zincîrîn saz bibe KU ji holê derdikeve.

Mînak 6
"Tena tiştê KU ez û meleyê îranî bi hev grêdidan, dilsafîbûn û kawikiyeke wî ya wiha bû KU dihişt ez li bîra xwe bêm." (PÎRBAL F. 2012: 10)
*Hevok ne safî ye."tişta ku" bibe "tiştê" wate xera nabe.

Mînak 7
"Hemû rengên KU çavan hildidan li ser te bûn, hemû bihnên KU dilan hildidan ji te difûriyan." (DİLDAR R. 2012: 7)

* Pirjimarî him li rengdêrê û him jî li lêkerê heye. balkêş e.
*Hemû rengên çav hildidan li ser te bûn, hemû bihnên dil hildidan ji te difûriyan.

Mînak 8
"Lê mixabin KU min ji milletê xwe re tu xebat nekiriye." (SABRÎ O. 2011: 15)
*Ku" ya li vir gihanek e. Hevok bêgihanek jî bêwate nabe.
*Lê mixabin, min ji milletê xwe re tu xebat nekiriye.

Mînak 9
"ji rêvîngên KU ji gelî derbas dibin haydar in." (SAİDPOUR N. 2002: 9)
*Ji rêvîngên ji gelî derbas dibin haydar in.

Mînak 10
"Bayekî wisan KU tu dibe qey ne ji bo KU bêhna min bîne ber min, lê ji bo KU min bifetisînê tê." (ZERAQ D. 2014: 69)

*Wateya hevokê bê "ku"  bi rawekdanê hê safîtir dibe.
*Bayekî wisan, tu dibe qey ne ji bo bêhna min bîne ber min, lê ji bo min bifetisînê tê.

Mînak 11
"Ev cenga KU giyanên hezarê kesan li ber lingan biribû.", "Ji kêfa re ez difiriyam, gava min didît KU wê û xwîşka xwe ya mezin bi gokê dilizîn. Min qet nizanîbû KU ev hezkirin e, ev gayê KU ez di nav herdu qiloçên xwe de hilgirtime.", "ez dihatim KU ez biteqim,", "Vê bêhna KU berê wî da nexweşhaneya dînan, piştî KU herî bi xeter di dîrokê de anî ziman.", "KU dîk para genimê wan tev de tar û mar dike" (YÛSİV H. 1998: 12-13-31)

*Gava min didît ew û xwîşka xwe ya mezin bi gokê dilizîn ji kêfê ez frîyam.
*"Digel ku" cara yekê min ev peyv dît.

Mînak 12
"Heya KU tizbîyên min yên kehreban ne kevin destê we, bizanibin KU ez sax û silamet im. Li benda nêçîra xwe me. Dema KU tizbîyên min bo we hatin, bizanin ez nazîvirim ba hewe. hêvî ji min bibirin." (COLEMERGÎ Î. 2001: 17)
*Heya tizbîyên min yên kehreban ne kevin destê we, bizanibin ez sax û silamet im. Li benda nêçîra xwe me. Dema tizbîyên min bo we hatin, bizanin ez nazîvirim ba hewe. hêvî ji min bibirin."

Mînak 12
"Dibe KU di ber xwe de gotibe.", "Dikir KU ji hiş bikeve" (NEHAYÎ E. 2012: 11-12)
*Dibe di ber xwe de gotibe. Dikir  ji hiş bikeve.    

Mînak 13
"Li payizê, gelek caran gur dihatin heya nêzîkî gundê me, xwe davêtin nêv kerî a pez dibirin. Dadê a bavo ji bo selarneta pezê KU me diçêrand, gelek ditirsiyan. Tirsa wan a mezin, nemaze, ji bo min ba; ewan dizanîn KU zarokekî wek min nikare xwe ji guran biparêze. Her êvar gava min kerî tanî mal, bêrî KU tu pez jê kêm be, dê a bavê min bi dengekî bilind, ser hev: «Şikir ji Xwedê! Şikir ji Xwedê KU roj bê xisar derbaz ba!... », digotin."
(ŞEMO E. 1989: 26)

* "Li payizê, gelek caran gur dihatin heya nêzîkî gundê me, xwe davêtin nêv kerî a pez dibirin. Dadê a bavo ji bo selarneta pezê  me diçêrand, gelek ditirsiyan. Tirsa wan a mezin, nemaze, ji bo min ba; ewan dizanîn zarokekî wek min nikare xwe ji guran biparêze. Her êvar gava min kerî tanî mal, bêrî KU  tu pez jê kêm be, dê a bavê min bi dengekî bilind, ser hev: «Şikir ji Xwedê! Şikir ji Xwedê KU roj bê xisar derbaz ba!... », digotin."
*Me du "ku" derxistin yên din dernexistin.

Mînak 14
"Dizanim KU mirin bi hêz e, dizanim KU kes li derveyî jiyaneke bi mirinê sînorkirî najî, lewra dixwazim jiyana xwe ji bendên mirinê rizgar bikim, dixwazim bi nivîsandinê hinekî mirina xwe dereng bixînim, hinekî di rûpelan de bijîm, kî zora mirinê dibe? Nivîskar! Çi zora mirinê dibe? zevîyên sipî yên KU hêdî hêdî tilûrên tîpan ref bi ref li ser datînin."
(DOST J. 2012: 3)
*Dizanim;  mirin bi hêz e, dizanim;  kes li derveyî jiyaneke bi mirinê sînorkirî najî, lewra dixwazim jiyana xwe ji bendên mirinê rizgar bikim, dixwazim bi nivîsandinê hinekî mirina xwe dereng bixînim, hinekî di rûpelan de bijîm, kî zora mirinê dibe? Nivîskar! Çi zora mirinê dibe? zevîyên sipî yên  hêdî hêdî tilûrên tîpan ref bi ref li ser datînin.

Mînak 15
"1958 model bir Ford'umuz vardı.", "Bu inancı gülünç bulanların da başka türlü görünmeyen daireler içinde olduğunu ve bunun dışına çıkamadığını çok sonra anlayacaktım."
"Taxsiyek me ya Ford hebû, KO modelê wê 1958 bû.", "Gellek salên din pişt re, ez têgihiştim, yên KO vê çemberê wek pêkenî dibînin, ew bi xwe jî di nav hin çemberên KO nayên dîtin de ne û nikarin derkevin dervayî vê çemberê."
(MUNGAN M. 2008: 17-19), (MUNGAN M. 2014: 14-16 )

*Mînakeke gelekî balkêş e.
*Fordeke me ya  1958 model hebû.

Mînak 16
"Wexta KU kela ya rabûyî danenî, qal kir KU ev xanî mîrate bû, KU ji rehmetiyê bapîrê wî jê re mabû, û bê çi qasî granbuha bû . Gava KU  ez çav pê ketim KU cara ewil bû ew dilzîz dibû û kela girî lê radîbû, ez pir şaş mam." (EKİNCİ Y. 2013: 35)
*Ku" ya li pişt wexta, gava, dema tu wateyê nadiyê. Mînak: Gava KU ez çav pê ketim/ Gava ez çav pê ketim/ Gava çav pê ketim. 

Mînak 17
"Gava em edebiyata klasîk beramberî ya îro dikin, em dibînin KU em îro gelekî jar û li paş mane. Ev jarî û lipaşmayîna me, mixabin KU bi sedemên siyasî ve girêdayî ne."
 (CEWERÎ F.  1994: 4)
*Mixabin bi sedemên siyasî ve girêdayî ne.

Mînak 18
"Saman xwe li deriyê camîn ê KU cihê Trîskê lê ye bada û kete hundir, weke her roj danê sibe, çavên wî yê kilmişkî KU xew hê jî li ser bû, rûyê wî yê KU zor dida xwe KU kenekî rêveberek li hember karmenda xwe lê pist dikir û pozbilindîyeke bêhemdî pê re peyda dikir, silaveke bi serlêvkî li Trîskê veda, piştî wê dengê xwe piçekî dî kiz kir û jê xwest KU wan der û beran hinekî bide hev. (DİLSOZ O. 2014 49)

Mînak 19
"Hinga KU weke zarokekî li bende bû KU wéneyé KU jî bin xarîfa duyem KU Cemşîd Xeyalî Heman karzanî û micidiyé dadigirt bibîne, Xeyalî seré xwe jî ber dumana KU jî devé çaydan difûriya li ser kéleké kirî got: " Tu rahije a Proust, bila vé caré Çehov jî min re be." ..."Ji nîşkê ve pê wiha bû KU ne mîna yekî KU van tiştan dike -yan jî yekî KU jixwe van tiştan dike-lê mîna yekî KU wan xeyal dike û...." (KULEK C. 2014: 49-31)

Mînak 20      
"Gelî mêvanan, min bibexşînin, KU ez giriyame."... "Lijneya KU Dara pê re bû jî bi maşînê nêzîkî kolana teng ya KU mala dayê Nesîma tê de bûbûn." (OZDEMÎR M. 2011: 72-104)

Mînak 21
"Ez dibêm de ka KU ez vegeriyam em ê li ser biaxivin. Mamoste û Rojnamegerê hevalên min jî têra xwe şîretan li min dikin, KU ez hay ji xwe hebim û dibêjin: me bê agahî nehêle. Ez dilê wan dikim cî KU ez ê wan agahdar bikim û em xatir ji hev dixwazin." (SAVCI F. 2013: 21)

Mînak 22
"Di welêt de çiqas bijîşk hebûn, tev şandibûn qada şerr, kitkitên KU mabûn jî ne dikarîn li pêş tirpana mirinê KU nexweşiya tîfo bê dilovanî dişixuland rawestin."
(SEBRÎ O. (Dij) 12)
           
Mînak 23
"Ji ber Ku em baş dizanin Ku ziman, tenê tiştên KU hene ji me re dibêje" (CİZÎRÎ Ş. 2011: 25)

Mînak 24
"Edebîbyeta welatî, ew edebiyet e, KU ji jîna miletî, ji hiş û dilê wî, ji dîrok û çîrçîrokên wî, ji stran û lajyên wî hiltêt. Kaniya wî, dilê milet, hiş û heyata wî ye. Tinê ev edebiyet e, KU germ rengîn, bibin û xwedan ronahî ye."(Kamiran  Bedirxan-Hawar 1)

Mînak 25
Vêca ka bi giştî em li ber van mînakên jor li van mînakên dawî jî binêrin bê ka bêyî bikaranîna “KU”yê wate tê veguhestin an na.       

1-Taxsiyek me ya Ford hebû, KO modelê wê 1958 bû.
2-Gava KU  ez çav pê ketim KU cara ewil bû ew dilzîz dibû û kela girî lê radîbû, ez pir şaş mam.
3-Demek dirêj bû KU neçûbû derekê.
4-Rê nadê KU ez li ser peymanê...
5-zevîyên sipî yên KU hêdî hêdî tilûrên tîpan ref bi ref li ser datînin.

De ka em ji van hevokan “KU”yan rakin bê gelo wê wate were vegûheztin.


1-Taxsiyek me ya Ford a modelê wê 1958 hebû.
2- Gava ez çav pê ketim,cara ewil bû ew dilzîz dibû û kela girî lê radîbû, ez pir şaş mam.
3-Demeke dirêj bû, neçûbû derekê.
4- Rê nadê ez li ser peymanê ....
5- Zevîyên sipî yên hêdî hêdî tilûrên tîpan ref bi ref li ser datînin.

Vegûhestin çêdibe?



V- DI DENGBÊJÎYÊ DE BIKARANÎNA “KU”YÊ

Ez dixwazim li vir hin mînakan ji edebîyata me ya devkî (dengbêjî) bidim bi hin şîrovekirinên xwe re.

Mînak  1
*Di pirtûka X. Ç. MÛRADOV ya bi navê  "Klamêd Cimaeta Kurda" de di nav 56 klamên li 53 rûpelan de  2 KU  hene. Di klama "Rizgano" de dibûrin.
1-"Ew dara sipindarê KU hêşîn bûye hewşa mala bavê teda, bejna min merûma xwedêye,"
2- "Lê ew teyrê qereqûşî KU hatibû serê kewê gozel lêdabû," (MALPER 5)

*Min ji Şeroyê Biro û çend dengbêjên dî  gûhdar kir KU tê de nabûrin.


Mînak  2
*Di du cildên Antolojîya Dengbêjan ya Şaredarîya Amedê çapkirî de, di vegotina kurtejîyana dengbêjan de (vegotina amadekaran e)  KU gelek in lê di nav gotinên klamên dengbêjîyê de KU yek tenê jî nîne.

Mînak  3
*Di pirtûka Yaqob Tilermenî ya bi navê KITIM de transkripsiyona klama  Fatim Axa û Mihemedê Hoska  heye. 15-16 rûpel in. Di nav wan gotinan de du caran KU  dibûre.
Ev  KU yên li serê hevokê bi wateya "eger" in." KU karê te van gotin û galgala hanê bê" KU karê te ev gotin û galgala hanê bin" (TİLERMENÎ Y. 2005: 132)


Mînak  4
*Nivîskar ji dengê  Rifatê Darî nivîsîye. Min  ji Rifatê Darî gûhdar kir. Li wir dibêje "GO(T)"  Ew "GO" di nivîsê de bûne  KU (MALPER 6)



Mînak  5
*Di Pirtûka Ahmet Aras a bi navê "Evdalê Zeynikê" de di nav transkripsiyonkirina
gotinên  klamên Evdalê Zeynikê de  gelek KU hene.

*Gava mirov  wan  stranan gûhdar dike  KU tê de nayên  bihîstin/dîtin; Ew KU Ahmet Aras ji ber xwe kirine navberan de. Di klamen de  nînin. Transkripsiyoneke xerabe hatiye kirin.

Mînak  6
*Di pirtûka Heciyê Cindî ya bi navê "Klamên Cimeta Kurda" (240 rûpel in),
di 14 rûpelên  nivîsara pêşgotinê de 46 "KU" hene, rûpelên mayî tev transkripsiyonkirina gotinên  klaman e û di wan  gotinên 330 klaman de KU  yek tenê  jî nîne.

Mînak  7
*Di herdu cildên Pirtûkên "Klam û Stranên Kurdî" yên Cewad Merwanî amadekirin de
di nav 1567 stranên kurmancî û soranî de  KU   naye dîtin. Di stranên soranî de "ke" kêm tên xwîyayî.

Mînak 8
*Di Pirtûka "Strana Kurmancî" a  Cankurd berhevkirî de tenê di klama Derwêşê Ebdî de "KU" tên xwîyakirin.

"Xwe berda bû serê riya, KU Derwêşê here ser Çîl Osman e,"
"Wextê KU şêx Evdî salixê Cee’ferê Gêsan, bi herdu zilama ra"
"Wexta KU ew zilama rûnişt li ser doşekan e,"
"Haza KU mêrkê bi sed mêran e,"
"Gava KU bikeve şerê hîmê binê berriyê leheng û hûtan e,"
"Bînanî nerê, KU têkeve pêşiya heft qenter devê di kerwan e,"
"Kî yê KU here bîne cewaba eskerê Çîl Osman e,"
"Ku ro tê dengê kose û Misriyan e,"
"Go: Lawo! ew êla KU tu dibêjî, êla axayê mîrê Milan e,"
"Gava KU van zilama hev ra xeberdan e,"

*Min ji Şakiro û gelek dengbêjê dî  guhdar kir; "KU" tê de nabûrin. Jêderka Cankurd kîjan dengbêjî (yê em pê nizanin) nivîsîye. (MALPER 7)


Mînak 9
*Lokman Turgut di teza xwe de  ya bo zaningeha Gotteburgê (Cembelî fils du prince de Hekkarî)

Ji dengê;
Bedranê Mala Sivûk “KU”yek jî nîne. (2 “Kû”yên cînavk hene.)
Reşîdê Omerî 2  KU hene.

1-"Erê heke ti dixwazî KU ti ji mêhvana re bikê taştêyo"
2- "weke mişkê KU ti bi melkes bikujê, halê wî ti nîne."
*Peyvên  weke "Heta, heçî, gava, wextê, roja"  nêzî sedî  di klamê de dibûrin lê li pişt wan KU nînin.

Mînak  10
* Di nav gotinên stranên M. Arif Cizîrî , Hesen Cizrawî, Seîdê Hemo (Seyid Axayê Cizîrî),  klamên Meryemxan, yên Kawîs Axa  dixwînin de  KU nînin.
Mînak; (MALPER 8)


Mînak 11
Di pirtûka "Sedsala Qêrînekê-Karapatê Xaço" a Salih Kevirbirî nivîsandî de 37 klamên
Karapatê Xaço de, tenê  KU yek heye.  Di klama ez ê kal bûm de dibûre; 
"Qisûra wê KU heye"

*Bo  KU  di vê hevokê de bêwate ye an bi wateya "eger" e dibêm qey bi şaşî hatiye nivîsîn.

Mînak 12
* Di du bantên dengbêj Bêmal Rajanî de (1937-1988)  KU nayê bikaranîn. Li gora agahîya Mecîd Cinîkanlo li herema Serhedê  û rojhilata Kurdîstanê  bajarê Ûrmîyê jîyîye. Bo wê mijara me mînakeke baş û balkêş e. (MALPER 9), (MALPER 10)

Mînak 13
* Di nav gotinên 29 klam û stranên  Huseynê Farê yên Ayhan Meretov nivîsî de di 69 rûpelan de 8 KU tên xwîyakirin.
"Keçikê KU da derî  wey dolabê dolabê"
"Xweşikê  KU da derî  can dolabê dolabê"
Ayhan MERETOV Dengbêj Huseynê Farê   
(MALPER 11: KOVARABÎR)

*Min klam ji çend jêderkan gûhdar kir, wiha dibêje.
keçikê bi kû da diherî wey dolabê dolabê
Xweşikê bi kû da diherî  can dolabê dolabê
(MALPER 12)


Mînak 14
* Di nav klamên di pirtûka "Şakarên Muzîka Kurdî" a Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê derxistî de klamên qeydên wan di navbera 1803-1930 an de hati kirin de KU nînin.

(YAŞ Z.2015)


Mînak 15
* Di pirtûka Cegerxwîn a bi navê "Folklora Kurdî" de di nav vegotina wî de KO hene lê di nav gotinên klam û stranan de KU nabûrin.

Mînak 16
* Di kitêba Memê Alan ya Roger Lescot nivîsî de gelek KO dibûrin. Roger Lescot transkipîsyona  destanê ji dengê dengbêj Miço û bi alîkarîya Celadet Bedirxan  nivîsîye.
Lescot ji bo Miço wiha dibeje: 
“Mişo Memê Alan ji bavê xwe girtibû, bavê wî jî ji kurdekî Behdînanî fêr bûbû. Ev dengbêj hê jî li Meqtelê (suriye) dijî. Ew ji eşîra Berazî ya li Başûr e. Kêmasiyeke Mişo jî sistbûn û xwarbûna zimanê wî ye. Kurmanciya wî ew çend di bin tesîra erebî û tirkî maye ku hem ji aliyê şêwe, hem jî ji aliyê zelaliya xwe ve ji kurdî bêtir dişibe zimanekî din." ( LESCON. R 2010: 9)

* Gava destana Mem û Zîn ji Aşiq Selîmê Cizerî were guhdarkirin neyînîya "Ku" yan wê bê dîtin. (MALPER: 15) (MALPER: 16)


Mînak 17
* Di kitêba Kaniya Stranan ya Yaşar Kaplan amadekirî de nêzî 700 stranên kurdî  yên

di 700 rûpelan de  KU qet nehatine bikaranîn. Yek jî bo nimûne naye  xwîyakirin. Ev kitêb çavkanîyeke bi zanistî  hatî amadekirin e û gelekî ewle ye.

Mînak 18
* Di kitêba mehmet Gultekin ya bi navê zargotina kurdên Serhedê de, di nav 110 klamên li 290 rûpelan de; li 7 klaman KU dibûrin. Balkêş e; ev klam li destpêka kitêbê ne û di piranîya wan de yek an du KU tê de dibûrin, lê tenê li  "Kerr û Kulik" ê de bi hejmareke zêde (11) KU hene.  Bi qalibên "Em KU, nizanim KU, wexta KU, wekî KU" hatine bikaranîn. Gava mirov li naverokê dinêre gelek vegotin û peyvên bîyanî jî di vê vegotinê de tên xwîyakirin.

Mînak:
"Efendim", "halbûdir",  "yaşamiş dibin". Tişteke dî ya balkêş di nav klamên Şakiro xwendî de tenê di nav 2 klaman de KU hene û li piranîya wan nînin. Di heman klamê de di heman hevokê de carinan dibêje "dema KU" carinan jî dibêje "dema".

Mînak:
"Dema KU xwe pê ra digihîne." ,"Dema xwe pê ra digihîne. " (Gultekin M. (2013): 149)

*Weke tê dîtin; KU pişt re ketiye zimanê Dengbêj Şakiro.

Mînak 19

Erebê / Hisênê Farê 
....
"te yê wez kirime şehrekî ji şehrên hema,
rîşikên dorê weşyane gulik pê ve neman,
te yê wez kirime pepûkek ji pepûkên serê daran û keleman,
te yê wez kirime kalekî ji kalên zeman,
ji sîh û sê diranî diranekî di devê min de nema,
te yê wez kirime masiyekî ji masiyê gola Xelîl û Evdilrehman,
kerbavê dînê te yê wez girtime berê min daye sûra Bedena Diyerbekira şewitî
çarşiaya Mêrgehmedê çiqas çeqal û beqalên li dora Bedenê hene,"
* Stran heya dawîyê bi hevokên dirêj û ravekên dirêj in û “KU” tê de  nabûre. (MALPER 4)

Mînak 20

Delalê Qerecdaxê 
Milyaketê wan li ezmana ji hev du hezkirine  bi destê hev girtine  bi welatê xerib û qurbetê da hev du revandin e. Ewê bibêjin keremkin, heqê mehra we li ser min e.
 
Were delal; Hatiye mala etarê darê  xelk û elem kişyane ser bazarê xelkê ji delalê dilê xwe ra kirî bû kil û neynik min ji delalê dilê xwe ra kirî bû  derbê mîrata enextarê.

Ez dizê şeva nîvê şevê mêvanê hemez mezin 33 ê biskê zerî  qurbana çavê reş û belek, deqa bin qirikê, taximê sîng û beran, mubareke cotê memika.

...
De kula dilê min kekê serê segmanê enexdar  Reisê xortan e. 

Were delal; Bêbexto bi te ra geriyam salekê sal û wext, dilê xelkê ket mal û dewletê,  dilê min ket bejna ta zirav girêdana rexta... 


Tê dengê pêxvasa, welîna lawê bava,  qîrîna goştê kebabê ez terka bejna zirav, xelkê têlî nakim, hetanî xwê şîn ne be, qantir nezê, gawûr najo ser îslam e. 
...
Ez nizanim te di pê xwe ra, Temya min kara xezala li kê kir.

Were delal; Mala delalê dilê min dike barke, 

Min dî berfa dabû ser baranê,
...

Dor bedenê hatim Qerejdaxa şewitî, Textê Mamdalê, temam cîw û meqamê min û te ne. 
Tu were destê xwe di nav bera destê min ke, em hev du birevînin, xwe berdin welatê xerib û qurbetê, dawiya me Gazî enteb e, pêşiya me germa Edene. 

*Evdilhadî Mihemed- Kovara Roja Nû
Berbang - Ay Delal ( Delalê Qerecdaxê)  (MALPER 13)


Mînak 21
Were de lay lo siwaro

Ca dilê min dayê dînê rebenê nebûye kûreka ji kûrêd van hedada
Îro şerekî giranê li me hatiye kirinê xîveta Şerefxana wêran
Li mabeyna herdu giran herdu milan lo herdu cada
Îro dê bilanê serê min biba qurbanî serê kekê minê Nadir Begê delal
çawanê li serê meydanê li binê meydanê li nava komêd siwarêd neyaran da
hat û qevda simbêlên zerî zer sosinî girt û her bada
Îro gulêd sêtîran û mawîzeran û eyneliyan
Li serê meydanê li binê meydanê têne kekê minê Nadir Begê bi elbika wa bi serada
Dê bilanê sala di ber vê salê kuleke ji kulêd xezebê bikevîte
nav mala Îsivê Ebdal Begê û Mala Zoro
Çawa derbeka risasî dane bejn û bala kekê minê Nadir Begê delal
Belê heyfa min dihête li wê heyfê îro ji xwe ra negehişte çi meqsed û çi mirada

Were de lay lo siwaro heyran
Ca dilê min dayê dînê rebenê nebûye kûreka ji kûrêd van ciqsiyan
Îro şerekî giranê li me hatiye kirinê xîveta Şerefxana şewitî
Li mabeyna herdu giran herdu cadan lo herdu siyan
Îro dê bilanê serê min biba qurbanî serê kekê minê Nadir Begê delal
çawanê li serê meydanê li binê meydanê li nava komêd
siwarêd neyaran û dijminan hat û kire qêrîn û van gaziyan
Belê ser serê kekê minê Nadir Begê delal bûye gijêna
gulêd sêtîran û mawîzeran û eyneliyan
Dê bilanê sala di ber vê salê kuleke ji kulêd xezebê bikevîte
nav mala Îsivê Ebdal Begê û Mala Zoro
Çawanê bi xafil qeda derbeka dane bejn û bala kekê mine Nadir Begê delal
belê heyfa min dihête li wê heyfê termê egîdê mala
babê min mabû meydanê li nav komêd van neyar û xweyiyan
(Nêrweyî, Fezledîn. (2011). xiregul, Straned Kock û Dîwanan (laswje).
Dihok: Çapxana Spîrêz.r. 321. (bnr: KAPLAN Y. 2015:23)

Mînak 22
Çendî bi naz im

Çendî bi naz im
Ez ebdala Xudê nazêd xwe bo kê kem
Teresê teresbabê mêran j’wê ve hat û qutegopalek zenda min dayî
Ez ebdala Xudê neşiyabûm lîfika qerepoşiya xwe çêkem
Qebeheta darê dinyayê min kirî çi bû çi nebû
Şevê dî sêbara şevê mayî kurelawikê delal hate pişt konî
Tewafa xal û nîşanêd gerdenê
Min ebdala xudê neşiya bêxatir rêkem

Çendî bi naz im
Hun, min ebdala Xudê nenazînin
Çengekî mêwîjan biken koşa min gwîzan ber min bixişînin
Eger ez hayîş nebûm min bikene pişta dadokekê
Malêd der û cîranan hun bigerînin
Eger qetûqet ez hayîş nebûm
Hun min mabeyna bûk û zavayêd salê binivînin

Çendî bi naz im
Şengenazdaroka malêd baban nazandî
Kuriko dîno evî teresê teresbabê mêran destê xwe êxiste gopalekî wergerandî
Zend û bazinêd min ebdala Xudê şkandî
Xizêma kepê min ebdala Xudê livandî
Guhara heyderî guhê min bizdandî
Destekî minê şkandî yê dîtir yê xilandî
Qebeheta darê dinyayê min kirî çi bû çi nebû
Şevê dî sêbara şevê mayî kurelawikê delal hate pişt konî
Min ebdala Xudê bêhnekê ber xwe da nivandî

Çendî bi naz im
Hun, min ebdala Xudê nenazînin
Çengekî mêwîjan biken koşa min gwîzan ber min bixişînin
Eger ez hayîş nebûm min bikene pişta dadokekê
Malêd der û cîranan hun bigerînin
Eger qetûqet ez hayîş nebûm
Hun min mabeyna bûk û zavayêd salê binivînin
(KAPLAN Y. 2015: 11-12)

Mînak 23
 Ji çendek klamên di  kitêba Şakarên Muzîka kurdî de

Kawîs Axa-Gênc Xelîl
"Ser çav bikme tok û ser hefsarê Gênc Xelîl bînim siwar bikim li kimêtekî tal e.
Belê bila dişa bin me li Usmaniya da pê da pê da xware bila kes lava li kurmamê min nekin belê nebêjin siwarekî kur be çendî bê kar û bar e."
"Nefes nefes qelûnê xwe hilda dibe Ewsa, dibe yar bi xwidê rabim qelûnekê bo kurmamê xwe têkim qelûna tirkî kîşane baskê Stenbole modînek bi kale mal e."


Kawîs Axa-Mîvano
"Keçik dibe milê min ê selatî bilêlim şewqa dikevim nav livînê dilê min ji malî dinyayê ji min tê di kurteka li ser mi bixe şansê me xarî nîşane keve ber deynekî mizgînî  belê leşew bidete min bi demê bazidî li dest de kemerek li piştê xizêmeke Aramî tevî taseke cerba li serî guhêreka heyderî xenî bikeve malî dinyayê yanî mîvano."


Tahir Se'îdê Ebo Zaxoy(l) î- Çeto Lo Lawo
"Bila xwide daxwaza lawê mi tasekî ava kanya Belesîmo zozanê jorê nemayê xatînê.."


Seîdê Hemo-Derwêşî  Evdî
"Nebêje Derwêşê Evdî kilikîna sebebeka çavê cemidî li min bixwesta'w û min ê dest bavêta

cot^we zer memika xwe rebenê biqewarta.."


Resoyê Gopala-Nêçîrvano
"Nêçîrvanêm sibe li bozekî kûmî çar salî siwar bi rojde berjêrî reşî kevnî melezî egîto xezala te berê xwe da vî hemberî."



VI- DI FERHENGAN DE "KU"

Ferhenga Yekbûnê: Kurdî-Tirkî  KU:
1- ise, eğer, ki
2- nere, neresi, nerde, nerede,

Ferhenga Zana Farqînî Kurdî-Tirkî  KU:
I- 1-:ki, 2-ise, 3-eğer, 4-se-sa -dilek şart eki
II- 1-nere, 2-nereye   

Ferhenga Wîkîferheng:  KU
1. girêdek
peyvek e du hevokan bi hev ve girê dide lê ti wateyê lê zêde nake: Ez dizanim KU tu nayê. Dizanim tu nayê. Hevwate go (1) ko (2)
2. Çi derê Baştir: kû
3. Çi peyvek devokî ye li şûna çi: Te KU got? Te çi got?
4. eger, şayet
"Ku tu werî li civaka Kurdistanê binêrî bi taybetî li ya gundan tê bibîni KU kur hîn dema nû ji dayika xwe dibe li malê desthilatdarê keçê ye."
( http://www.pen-kurd.org/kurdi/hesen-deniz/nameyeke-hest-u-ramani-ji-jine-re.html)
ji îranî, hevreha soranî (ke), (ki), pehlewî ki, pazendî


VII- "KU" ÇI  YE?

            Piştî van mînakan niha em dîse li mijara xwe vegerin. Bahoz Baran  gotibû: “ ‘KU’  pişt û stûna kurdî ye. KU ‘KU’ tune be kurdî nikare li ser piyan bisekine." Heke rast e wilo ye nexwe; çima “KU”, di van gotinên klamên gelerî û di dengbêjîyê de nînin? Ka em vê pirsê bibersivênin û em lê binêrin bikaranîna "dema ku"ya di nivîsara Bahoz Baran de, çima di zimanê gel de (Zimanê dengbêjîyê ye.) "dema" ye? De ka em lê binêrin.

             "ê, a û ên" di zimanê kurdî de çi ne? Bi serê xwe cînavkên xwedîtîyê ne û ne bi serê xwe  pêvekên xwedîtîyê ne (qertafên veqetandek in). Bi peyva pişt xwe re dibine gelek tiştên dî jî.

            Di zimanê farisî û di soranî de zayend nîne. Ji ber wê di wan zimanan de di her sê rewşan de tenê cînavek heye û tê bikaranîn. Ji bo zimanê kurdî xwedîzayend e, di zimanê kurdî de sê cînavên xwedîtîyê hene:
            ê (yê)- nêr/yekjimar, a (ya)--mê/yekjimar û en (yên)-pirjimar

            Ji bo ev pêvek û cînavên xwedîtîyê peyva li pey xwe bi xwe ve grê didin, grêdek in, ango bi qewlê wan "gihanek" in jî. Vêca li vir em dîse li nivîsên xwe yên li jor vegerin.

Bahoz Baran li gelek deveran gotîye: "Dema ku..."
Kamran Bedir Xan dibêje: "Stêrin yên ko dibiriqin."
Çetîn Taş gotîye: "Xwendekara KU li jor rûniştîye. Çemê KU li aliyê rojava."
(Nimûneyên di pirtûkên dî de jî dişibin van mînakan)

Pirs:
Çima em KE ya farisan an jî soranîyan ya cinavk û pêveka xwedîtîyê di pişt cinavk û pêveka xwedîtîyê yên bi kurdî bi kar tînin û dubare dikin? Ma di klamên dengbêjîyê de KU  li pişt a, ê û ên tên bikaranîn?

Bersiv:
Helbet bersiv NA ye. Lê heke em werine li ser sedemê em ê bibînin sedema vê yekê  klasîkvanên me yên weke Ehmedê Xanî û Meleyê Cizîrî ne. Ez dixwazim mijarê bêhtir zelal bikim bê çima sedem ew in.

            Wan  li  medreseyan karê zanistîyê kirine. Zanistî û îlm bi zimanê erebî û farisî xwendine. Ji ber vê ji zimanê gel dûr ketine û zimanekî tevlîhev bi kar anîne. Kesên karê edebîyata nivîskî dikin jî ew ji zimanê xwe re kirine bingeh û bi gelek awayan ew şopandine. Lê belê edebîyata dengbêjîyê (devkî) li ser koka xwe, li ser zimanê gel şîn bûye û jîyana xwe domandîye. Dengbêjîyê ziman sosyalîze kirîye û gihandîye vê demê.

Gava Celadet Bedirxan rêzikên zimanê kurdî nivîsî ji klam û gotinên berê (gotinên pêşîyan) bi rê ketîye û bi wî awayî  zayend, tewang, daçek, hoker, lêker, ravek û yên dî kifş kirine. Ka li mînakên li jor binêrin em “KU”yan jê biavêjin çi ji wan kêm dibe?  

"Dema ku..."
"Stêrin yên KO dibiriqin." (Stêr in yên dibiriqin)
"Xwendekara KU li jor rûniştîye." (Xwendekara li jor rûniştî)
 "Çemê KU li aliyê rojava." (Çemê li aliyê rojava.)

Ma gelo dema bi vî rengî “KU” ji van hevokan were derxistin tiştek kêm dibe? Ma qey “a, ê û ên”  karên xwe nakin?


Cureyên “KU”yê
             
a- "KU"ya Gihanek/Grêdek:
Gava mirov peyvekê ji hevokê derxbixe û wate venegûheze mirov fêm dike hewceyî bi wê peyvê nîne. Ka em bi hev re li çend mînakan binêrin.


Mînak:
- Diya min dibêje KU: “Ji wan bawer nekin. “Diya min dibêje: “Ji wan bawer nekin.”

- Ez dibêjim KU hûn wisa bikin nabe.          "Ez dibêjim; hûn wisa bikin nabe.”
- Berfînê got ku, mamoste ji me xeyîdiye. "Berfînê got, mamoste ji me xeyîdiye."

b- "KU"ya  Cînava Gihanek /Grêdek:
Tercîhek e. Dibe di van hevokan de bi gihanekê hevoka hoker û lêker bi hev re were grêdan. Ev form mantalîteya farisî ye. Ketiye zimanê tirkî jî. Lê niha di zimanê tirkî de nivîskarên modern û postmodern vê rêzikê tercîh nakin û bi kar na'ynin.


Mînak:
- Ez nehatibûm KU ez te bibînim. (Ez nehatibûm te bibînim. / Ji bo dîtina te ez nehatibûm.)

- Daxwaza min ew e KU hûn bextiyar bin. (Daxwaza min  ew e  hûn bextiyar bin. / Daxwaza min bextîyarîya we ye.)


c- “KU”ya Cînava Xwedîtîyê/Rengdêra Xwedîtîyê:
Di edebîyata nivîskî de          Di edebîyata devkî de(dengbêjî)

"Ê ku"                         "Yê ku"            "Ê"     "Yê"
"A ku"                         "Ya ku"           "A"      "Ya"
"Ên ku"                         "Yên ku"         "Ên"    "Yên"
Yên KU xwarinê dixwin.                  Yên xwarinê dixwin.

             “KU” ne cînava xwedîtîyê ye. Cinavên xwedîtîyê "ê, a  û ên" in. Bikevine pêşîya lêkerê; wan dikine rengdêr: “Ê mayî, A revî, Ên girtî”


Mînak: 
-Keçika min a xwarinê naxwe. Kurê min ê çûyî çîyê.



                  Rengdêrên Xwedîtîyê   Cînavên  Xwedîtîyê
                  (Possessive Adjectives)  (Possesive Pronouns)
a/ê/ên min       My                             Mine
a/ê/ên te          Your                           Yours
a/ê/ên wî         His                              His
a/ê/ên wê         Her                              Hers
a/ê/ên wî         İts                                İts
a/ê/ên me         Our                              Ours
a/ê/ên wan       Their                            Theirs


Mînak:
This is my car.   Ev erebeya min e.  It is mine.  Ev a min e.

She is my mader. Ew dîya min e.  She is mine.  Ew a min e.
He is my father.  Ew bavê min e.  He is mine.  Ew ê min e.

Ev, “a/ê/ên” him "rengdêrên xwedîtîyê" him jî "cînavên xwedîtîyê" ne.
*Qertaf (pêvek) be rengdêr e, cê be cînav e.


Mînak: ji tirkî 
Bu araba benimdir.  “Ev erebe ya min e.”      

Bu benim arabamdır.  “Ev erebeya min e.”     
Bu elma benimdir.  “Ev sêv a min e.”     
Bu benim elmamdır.  “Ev sêva min e.”   
 

d- "KU"ya Şert û Mercê (ing. "if")
             Ev “KU” navdêr e. Di serê hevokê de ye. Bi wateya "Eger, heke, şayet" dide.



Mînak: 
KU tu biçî ez ê jî biçim.


e- “KU”ya bi Lêkerên Alîkar re:


Mînak: 
Em dixwazin KU tu li vir bî. “Em dixwazin, tu li vir bî.”

Divê KU ez bixebitim. “Divê ez bixebitim.”


f- “KU”ya Lêkera Rengdêr: 
           Lêkera rengdêr, "î"ya li dawîya koka lêkerê demê nîşe dide.


Mînak: 
Ê mayî, A revî, Ên girtî


Di edebîyata nivîskî de  Di edebîyata devkî de(dengbêjî)
ê  KU pere dîtî                 ê  pere dîtî    

a  KU sêv xwarî               a  sêv xwarî
ên KU ketin erdê              ên ketin erdê

g- "KU"ya Paşkît:


Mînak: 
Çikû, çimku, neku, weku, taku, daku..


Nîşe:
Ji bilî van bikaranînên jorîn, gelek kes "kû"ya cînav a pirsîyarîyê jî dikin "KU" û bi vî awayî dinivîsin.Çewtîyeke rastnivî ye.     


Mînak: 
- Li kû yî?

- Bi kû de çûyî?
- Ji kû bizanim?

Ango, “KÛ” cînava pirsîyarîyê ye ya pirsa cihî dike. (kîjan cih: kû)


VIII- DI ZIMANÊN DÎ DE "KU"


a- Di zimanê farisî de 
“KU” di farisî de "KE" ye, cînava xwedîtîyê    “Δ ye.


Di soranî de çar wateyên "KE"yê hene:
Ke: ku

Ke: dema (ku) Gava (ku) Wexta (ku)
Ke: madem, pa madem: Ke wa ye, bo nayê “Madem wa ye çima naye?”
Ke : ger, eger, heke, heger, heko heku


"E'zîzim beyanî, KE gul e tirê derêjê
Ke bulbul denalê, KE  sofî dête niwêjê
Le kûncî qefez da, be sed nale dexwênim
Henawim nemawe, LEBER çi naye şînim
Le hîciranî wîsalît, le dewirî xet û xalit
Heta hem dexwênim denalênim
Heta newgulî xom we dest dênim
Xezêmî gîyan, LEBER çî nayê şînim
LEBER çawî ciwanit, leber cergî be xwênim
Gul u lale pişkût, dewir dewirî gulane
Gulî min depişkwê,beharî du dîlane
KE bulbul denalê, delê kwa gulî sûrim
Henewim nemawe, demêke le to dûrim
Delên ewro behare, beharî dû dîlane
KE bulbul deka razî dildarî
DEGEL  kone yarî cefakarî
LEBER  ehare e'zizim, beharî du dîlane
Ke bulbul dexwênê, LESER pelikî gulane
Le baxî gulan da, her toy taqe gulî min"
(MERWANÎ C. 2010: 57)


b- Di Zimanê Tirkî de:

Ev “KU” di tirkî de weke “Kİ” tê bikaranîn û sê cureyên wê hene.

1- Cînava pêwendîyê


Mînak:  
- Ali'nin arabası, Ayşe'ninkinden daha güzeldir. “Erebeya Elî ji ya eyşê xweşiktir e.” (seninki / a te)


2- Rengdêra dîyarkirinê:


Mînak: 
- Duvardaki resmi ben yaptım. “Wêneyê li dîwêr min çêkir.”

- Akşamki yemeği çok beğendim. “Min xwarina êvarê pir eciband.”
- Penceredeki çiçek, soğuktan dondu. “Kulîlka li pencerê ji serma hişk bû.”

3- Gihanek/grêdek:


Mînak: 
- Nasıl ki “Bê çawa”

- Demek ki  “Naxwe”
- Bilmem ki  “Nizanim ma”
- Diyorlar ki  “Dibêjin…”
- Olur ki “Dibe”
- Benim ki “Ez im ê…”

Nîşe:
Ev mînak jî yên qalibgirtî ne:
- Mademki, “Madem”
- Halbuki, “Helbikî/lêbelê”
- Belki, “Belkî/dibe”
- Sanki, “Tu dibêjî qey”
- Çünkü, “Ji ber”
- Oysaki “Helbikî/lêbelê”                  

              Ev “Kİ”ya di tirkî de, ya farisî ye û ahenga wê bi dengan re nabe. Nivîskar û zanyarên tirk ji vê peyvê hez nakin. Bêtir kesên nû fêrî zimanê tirkî bûne bi kar tînin. Di zimanê rojane û zimanê malê de bêtir ji alîyê kesên nû fêrî tirkî bûne tê bikaranîn.

c- Di zimanê Fransî de "que", "qui" (İng. that; Alm. dass.)
Di franskî de  li hembera "ê,a,ên" ên kurdî ( Cinavkên Xwedîtîyê) "que", "qui"  weke "ku" yê an "kî" ya tirkî tên bikaranîn. (qui ji bo  tiştên zindî que ji bo tiştên nezindî.)
Cînavka rêje ( Tr. nispet zamiri)  (Fr.pronom relatif)


Mînak: 
Des cadeaux qui me plaisent beaucoup. “Dîyarîyên (ku) kêfa min ji wan re tên.”
L’homme qui vient. “Zilamê (ku) tê.”
Un petit chien qui se promène. “Küçikê biçûk ê (ku)digere.”
Les gens qui mentent. “Mirovên (ku) derewan dikin.”


IX- HIN NÎŞE

1- Transkrîpsîyon:
Min gelek dengbêj û stranbêj gûhdar kirin. Li rastî gelek şaşîtî û çewtîyên  transkrîpsîyona klam û strana hatim. Min dît; kesên ev kar kirin ew “KU” xistine navberan de. Weke mînak pirtûka Ahmed Aras, di hin klaman de di gûhdarkirinê de  “KU”  nînin lê di nav gotinên klamê yên hatin transkrîpsîyon de hene.

Mînak:

DÎLBER / Dengbêj Reso
"Ê lê Dîlberê xwezila min îro bi ci û meqam û meskenê KU niha tu lê...
De ha yar ha yar ha yar ha yar ha yar de ha yar yar yar yar ha yar yar, 
ha yar yar de yar yar ya ha yar.. yar yar yar yar dîlbera min yar... yar.
Dîlberê xwezila min bi ci û meqam û meskenê KU* anha tu lê.."( MALPER 14)

Gotin û Awaz: Şaîr-Dengbêj Reso Berhevkar: Salihê Îdirê  Redaksiyon: Ebdurehîmê Mûşî *Min ev klam gûhdar kir KU di nav gotinan de nabûre.

            Bi piranî kesên karê transkrîpsîyonê kirine karê xwe baş nekirine. Gelek caran jêderk û çavkanîya wan ne kifş e. Gelek caran peyvên dengbêj negotî xistine navberan de an kêm nivîsîne an jî dengê tîpan veguhestine. Hewce ye di karê transkrîpsîyonê de mîna di çavkanîyên kitêban de çawa rûpela çavkanîyê tê dan divê di deng de jî dema qeydê (mînak 00.18.30) kifş be. Yên karê xwe baş kirine jî hene. Mînak: Yaşar Kaplan. Hewce ye transkrîpsîyoneke baş li qeydên dengbêjîyê bibe û li navendekê were arşîvkirin. Lê carinan hin dengbêj “KU”yê di heman stran an jî  klamê de bi kar tînin û carinan jî nayênin. Mînak: Mradê Kinê.

2- Statîstik:  
Nivîskarên “KU”yê gelekî  bi kar tînin yên sereke Kawa Nemir, Şener Ozmen, Ciwanmerd Kulek, Silêman Demir, Helîm Yusiv in. (di rûpelekê de kêmzêde 8-11 KU)

            Di hin romanên kurdî de “KÛ”ya cînavk jî  weke “KU”ya  gihanek hatine nivîsîn. Hin nivîskar jî Mîna Celadet Bedirxan  ji bo “KU”yê  “KO”yê bi kar tînin.

3- "Li gel" , "Di gel" û Forma "-em/-emin”:  
Di hemû xwendin û gûhdarkirinên gotinên klaman de li rastî peyvên "Li gel" , "Di gel" nehatim. Mijara “KU”yê jî ne dûrî ya van mînakan e. Mentiq yek e. Bê çawa ev ne bi mentiqa kurmancî ne her wiha “KU” jî ne bi mentiqa kurmancî ye.

Leber, leser, legel: Bi soranî
Li ber, li ser, bi.... re: Bi kurmancî
* Di edebîyata nivîskî de, li şûna daçeka  bi...re "Li gel" û "De gel" tê bikaranîn.

* Rengdêrên hejmara rêzgirtî: Forma "em/emin- (yekem/în)" "em/emîn (duyem/in)":
Di hemû xwendin û gûhdarkirinên gotinên klaman de, rastî forma  peyvên "yekem (yekemîn) ", "duyem (duyemin)" nehatim. Bi "ê, a, ên" ê ev form heye.

Mînak:
Di klama Derwêşê Ebdî de dibûre:
“Birano! Perda yekê cîhê rûnistina mêran û hût û lehengan e.
Perda dûyê cîhê rûnistina anima û canikan e.
Perda sêyê cîhê kebanî û serkarê di malan e.
Perda çarê cîhê kalê li ber sêlan e.
Perda pêncê cîhê tewinkeran, belê dikin neqs û nemûsan e.
Perda Şesê dibêjim hoza mîyan e.
Perda heftê koza berxan e, li pist perdê da cîhê tewla meinegîyan e.
....”

Mînak:
Di klama Erebê ya Hisênê Farê de dibûre:
“Min ê digo ew a mezin bi kêr nayê,
Ez ê bînim ji bona şivan û gavanên gundiyan,
A diduyan ji min ra nabe,
Ez ê bînim ji bona kuftik û şamboyrekê
Teresê van mardîniyan,
A sisiyan kineka orte bû, di çax û benga min lawikê xelkê ra
…”


X-ENCAM

            Ziman mîna mirovan bi xwîn, bi goşt û rih û can in. Di dîroka mirovatîyê de, li erdnîgarîya xwe,  li xwezaya xwe dizên û li wir dijîyin. Zayîna zimanan, pêkhatineke  ne hesan e.  Zayîna wan bi hezar salan domîye.  Hin ziman di demê de hê geştir dibin û bi pêş ve diçin, xwirtir dibin. Hin ziman jî  xwe nûjen nakin,  kevin dibin û tenê di rûpelên dîrokê de navên wan dimînin. Weke mirovan, carinan tendurestîya wan xera dibe,  nexweş dikevin. Heke nexweşîya xwe çareser nekin, derman nekin, dimirin jî. Hin ziman hene di şert û mercên zor de, li ber xwe didin û ji bo bijîyîn, berxwedana xwe didomînin. Bi demê re şer dikin. Zimanê kurdî di nav wan zimanên li ber xwe didin de zimanekî herî sereke ye keleporeke dewlemend û mînakeke bi serê xwe ye.
           
Dengbêjîyê û ziman hevdû xwedî kirine, jîyandine, sosyalîzasyona zimên pêk anîne, gihandine vê demê. Rola dengbêjîyê, di jîyîn û berxwedana zimanê kurdî de, gelekî grîng e. Bi saya vî karî ev zimanê hevpar di nav rûpelên dîrokê de cihê xwe girtîye, civaka xwe pê xwedî kirîye û bi kedên wê civak mezin bûye. Ji ber vê sosyalîzasyonê ye, dengbêj ji kîjan heremê be jî, vegotina wê qenc tê fêmkirin. Heke ev sosyalîzasyona civakî nebûya kesekî Botî wê çawa ji klameke dengbêjê Serhedê an kesekî ji Serhedê vê çawa klameke yekî Botî fêm bikara? Ji bilî fêmkirinê wê çawa klamên hev bigotana?

            Şerefxan Cizîrî dibêje: "Sosyalîzasyona mirovan çiqasî kûr û berfireh be, ew ziman jî bandora xwe li ser xelkê ewqasî fireh dike." (CİZÎRÎ Ş. 2011: 27)  Sosyalîzasyona mirovan bi bi sosyalîzasyona zimên bi mefer e. Zimanekî ji bingeha xwe dûr weke kelemperên li ber bê bê cih û bêwar berba dibe, digere, ji ber vê yekê jî sosyalîze nabe.

            Ji bo edebîyata nivîsandî zanebûnên zanyarî, teorî û gelek formalîte û tiştên dî hewce ne lê ji bo edebîyata devkî ev tişt ne hewce ne. Dengbêj tiştên dîtî û bihîstî û serpêhatîyan vedibêje. Hewceyîya wî bi zanyarîyan nîne. "Zimanê edebiyata nivîsandî û yê edebiyata devkî di gelek xalan de ji hevdu cihê dibin. Ev rastiyek gelekî eşkere ye û di gelek waran de jî xwe dide der." (CİZÎRÎ Ş. 2011: 25)

            Heke bi kurahî mirov li mijarê binêre, wê bê dîtin; ji Êrîvanê  heya Bexdayê, ji wir jî heya Enqereyê di vê erdnîgarîya berfireh de, bi zimanekî hevpar, bi zimanêkî civakî klam hatine gotin û gelên vê civakê dengê hev gihandine hev. Her çiqasî devokên hereman jev cê bin jî, zimanê dengbêjîyê ew nêzî hev kirine û zimanekî hevpar efirandîye. Di dema  radyoya Êrîvanê û radyoya Bexdayê de rola dengbêjîyê berfirehtir bûye. Ji ber vê; "Zimanê dengbêjîyê" ji "zimanê malê" xwirtir bûye. Em dikarin bi xêra stranê li ser gelek bîr û boçûnên kurdan yên derheqê; siruşt, jin û mêr, zarok, diyardayên siruştî, çînên civakê, mirovahî, şer û lêkdan, aştî û pêkhevîn jîn û mirinê helkevin.(KAPLAN Y.2015:21)

            Mîna hemû zimanên cîhanê hin nexweşî û vîrûs bi zimanê me jî ketine; lê zimanê me dest ji lebatî û jena xwe bernedaye. Di vê sedsala dawî de li şûna edebîyata devkî edebîyata nivîskî cih girtîye û rojbiroj cihê xwe geştir û finda dengbêjîyê kêmtir kirîye.

            Zimanê edebîyata kurdî ya nivîskî  ji destpêkê heya îro rêya xwe ji zimanê dengbêjîyê, ji zimanê gel, ji zimanê malê dûr xistîye. Gelek sedemên vê encamê hene.

            Helbet zimanê edebîyatê  ji zimanê dengbêjîyê geştir, dewlemendtir û xwirtir e. Zimanê edebîyata nivîskî ji ya devkî berfirehtir e lê dogmatîk e. Çikû dîyalektîka edebîyat nivîskî  efirandinên kûr, derûnîyên nedarîçav, teşeyên xwemalî û  vegotinên afirîner dixwaze û derdixe. Ev kar jî zimanê mirov, ji qada zimanê rojane, bi gotineke dî; zimanê malê digihînê qada zimanê hûnerî ya edebîyat pê tê kirin. Ev rewş di edebîyata kurdî de  berevajî hatîye bikaranîn. Dîyalektîka zimên ber bi zimanê dîyalekt ve çûye. Gava mirov zimanê edebîyata devkî (dengbêjî) û zimanê edebîyata nivîskî li ber hev radixe, ev kêmasî bi zelalî 
xwe darîçav dike.

            Di zimanê dengbêjîyê de mirov nikarê  ji qazê re bibêje berx e lê di zimanê edebîya nivîskî de ji qantiran re hesp bê gotin xwe li çavan û hişmendê naxe. Zimanê nivîskî zimanekî dagirker e lê zimanê dengbêjî zimanekî serbixwe ye zimanê edebîyata nivîskî zimanekî artifisiyel e  weke kulîlkên ji naylonan çêkirî ye û gramera wê (rêzimanê wê) ne bi bingeh e, xweşik e lê bêtam û bêbêhn e. Zimanê edebîyata nivîskî xwe  ji civatê îzole dike, zimanê dengbêjîyê civat bixwe ye. "Ji ber norm û gramatîka xwe ya formel, ji bo gotinên xwe yên çêkirî û ji rastîyê dûr, ev hinekî zêde* otorîter dibe û di civatan de jî dibe zimanên serdestan." (CİZÎRÎ Ş. 2011: 27)

            Zimanê ji bingeha xwe dûr bikeve ji  xwezaya xwe û gel jî dûr dikeve. Her du ziman; zimanê devkî û zimanê nivîskî dive weke du rûyên camekê bin.  Ji alîyekî mirov dikare alîyê dî bibîne.

            Heke gotinên  klamên dengbêjîyê ji gelek alî û hêlên rêzimên ve werine analîzkirin; xwirtbûna bikaranîna zimên/rêzimanê û hevoksazîya edebî (hevokên dirêj, ravekên zincirîn û hemayên weke wan) wê bê dîtin.

            Di zimanê edebîyata nivîskî de; di zimanê li ser masê hatî çêkirî de rastî, "Realîte" ye.
Zimanê edebîyata devkî  zimanê malê ye, zimanê gel bixwe ye, zimanê hêstan e,  û bi vî zimanî rastî her tim "zêrê zer" e. Ji ber vê yekê her çiqasî “KU”  bûba realîteya me jî hê bi zimanê me re ne levhatî ye û fantazîyeke ne estetîk e. Weke gelek tiştên dî....


XI- ÇAVKANÎ

TAN S.(2011) Rêzimana Kurmancî: İstanbul: Weşanên Enstîtuya kurdî ya Stenbolê
EKİNCİ Y. (2012) Cennetin Kayıp Toprakları: İstanbul: DK Yayınları.
EKİNCİ Y. (2013)Erdên Bihûştê Yên Winda / W:Kawa Nemir: İstanbul: DK Yayınları.
CİZÎRÎ. M (2004) Dîwan:Stockholm: Weşanxaneya Nefel.
XANÎ E. (2004) Memozîn: Stockholm: Weşanxaneya Nefel. 
BEDİR XAN K. (2011) Kolay Kürtçe: İstanbul: Doz Yayınları.
TAŞ Ç. (2013) Kurmancî: İstanbul: Dîwan yayıevi.
DİLSOZ O. (2012) Berbiska Zer: Stenbol Weşanxaneya Awesta.
DİLSOZ O. (2014) Hevrazên Çîya: Stenbol Weşanxaneya J&J.
KULEK C.  (2014) Defterén Perrîdankan: Stenbol Weşanxaneya Awesta.
OZDEMÎR M. (2011) Sê Tilîlî: İstanbul: Weşanxaneya Ronahî.
DEMİR S. (2013) Li parka bajêr: İstanbul: Weşanxaneya Do.
OZMEN Ş. (2008) Rojnivîska Spînoza:İstanbul : Weşanxaneya Lîsê.
WAR R. (2013) Feqiyê Teyran: İstanbul : Weşanxaneya Ava.
SAVCI F. (2013) Ber Bi  Binxetê: Stenbol Weşanxaneya Awesta.
PÎRBAL F. (2013)  Santiago De Compestela: Stenbol: Weşanxaneya Awesta.
PÎRBAL F. (2012) Hotel Europa: Stenbol: Weşanxaneya Awesta.
DİLDAR R. (2012)  Li Dû Xezalekê: İstanbul : Weşanxaneya Ava.
SABRÎ O. (2011) Hevalê Çak: Ankara: Weşanxaneya Lîsê.
SAİDPOUR N. (2002) Viyan: İstanbul: Weşanxaneya Sî.
ZERAQ D. (2014) Nexşên Li Gîyan: Ankara: Weşanxaneya Lîsê.
YÛSİV H. (1998)  Jinên Qatên Bilind: Stenbol: Weşanxaneya Awesta.
COLEMERGÎ Î. (2001) Cembelî: Stenbol Weşanxaneya Awesta.
NEHAYÎ E. (2012) Gulên Şoran: W:Besam Mistefa Stenbol: Weşanxaneya Awesta.
ŞEMO E. (1989) Şivanê kurd: Parîs: Enstitut kurde de Parîs.
DOST J. (2012) Mijabad: Stenbol: Weşanxaneya Awesta.
SEBRÎ O. (..) Bîranîn. Çapa dijîtal: Weşanên Malpera Amûdê.
MUNGAN M. (2008) Cinên Pereyan, /W:FeratDilgeş: İstanbul Weşanxaneya Doz.
MUNGAN M. (2014) Paranın Cinleri: İstanbul: Metis Yayınları
BEDİRXAN K. (1932) Hawar 1: Çapa Dijîtal
CEWERÎ F. (1994)  Kovara Nûdem hejmara 10.
X. Ç. MÛRADOV ya bi navê  "Klamêd Cimaeta Kurda".
ANTOLOJÎYA DENGBÊJAN (2011) C/I/II Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Kültür. 
TİLERMENÎ Y. (2005)  Kitim: Amed: Weşanxaneya Lîsê.
ARAS  A.  (2004)  Evdalê Zeynikê: İstanbul: Evrensel Basım Yayın.
CİNDÎ H. (2008)   Klamên Cimeta Kurda: Yêrean: Weşanxaneya Lîmûş
MERWANÎ C. (2010)  Klam û Stranên Kurdî: /C/I-II: Stenbol: Weşanxaneya Awesta.
CANKURD (2001) Strana Kurmancî: Kovara Mehname: 7
LOKMAN TURGUT Cembelî fils du prince de Hekkarî.
HASAN A./HESENÊ M. Dengbêj û Stranên me C/I-II. e-Pirtûk
KEVİRBİRÎ S. (2009) Sedsala Qêrînekê-Karapatê Xaço: İstanbul; Weşenxaneya Do
KEVİRBİRÎ S. (2002) Filîtê Quto: Stockholm: Weşanxaneya Nefel
KAPLAN Y. (2015) Kaniya Stranan:  Stenbol: Weşanxaneya Nûbihar
MALPER (1) Nivîskar: Xurşîd Mîrzengî Dîrok: 2006 Amadekar: Ayhan Meretowar (http://www.serhed.org/modules.php/modules.php?name=News&file=article&sid=477)
MALPER (2) BARAN B: KU ( http://www.amidakurd.net/qunciknivis/ku)
MALPER (3) VİDEO (https://www.youtube.com/watch?v=Xwor1JXp1dw)
MALPER (4) VİDEO (https://www.youtube.com/watch?v=hwYLkT470w8)
MALPER (5) VİDEO (https://www.youtube.com/watch?v=tWzGGA4Qe84)
MALPER(6) VİDEO (https://www.youtube.com/watch?v=FF2gB0uJhP8)
MALPER (7) VİDEO (https://www.youtube.com/watch?v=2tY_KJwPCe8)
MALPER (8) VİDEO (https://www.youtube.com/watch?v=Q5G-00FnkTI)
MALPER (9) DENG (https://soundcloud.com/eliriza-sipahi/kaseta-1e-piska-2e)
MALPER (10) VİDEO (https://www.youtube.com/watch?v=5KN4Yt4Bt9s)
MALPER (11) KOVARABÎR: (http://www.kovarabir.com/2010/04/a-meretowar-dengbej-huseyne-fare/)
MALPER (12) VİDEO (https://www.youtube.com/watch?v=Kxv9fPyOSCI)
MALPER (13) VİDEO (https://www.youtube.com/watch?v=dDYXLhbzat4)
MALPER (14) VİDEO (https://www.youtube.com/watch?v=J3ud-691OL8)
YAŞ Z.(2015) Şakarên Muzîka Kurdî: Amed: Şaredarîya Bajarê Mezin A Amedê.
CEGERXWÎN (1988) Folklora Kurdî:  Stockholm: Weşanên Roja nû
SADINÎ M.X (2010) Feqîyê Teyran: Stenbol: Weşanxaneya Nûbihar
SADINÎ M.X (2010) Mele Huseynê Bateyî: Stenbol: Weşanxaneya Nûbihar
LESCOT R. (2010)  Memê Alan: Stenbol:  Weşanxaneya Avesta
MALPER (15) VİDEO:  https://www.youtube.com/watch?v=T75M9pKFIUU
MALPER (15) VİDEO: https://www.youtube.com/watch?v=vxV9RzzXdZU
GÜLTEKİN M. (2013) Zargotina Kurdên Serhedê: Stenbol: Weşanxaneya Avesta
CİZÎRÎ Ş. (2011) Edebîyata Devkî û Sosyalîzasyon:  Stenbol: Weşanxaneya Aram

                                                                                                          Nûdem Hezex


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder