14 Mart 2019 Perşembe

Bİ XWENDEYEKÊ RE HEVPEYVÎN-NÛRA ŞANÊ










Di malpera Riataza de ji bo te wiha tê gotin; “Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê”.
Te li wir 72 “Nameyên evînî” û 123 “Pirsa we û bersîva me” nivîsîne lêbelê ez ê vê hevpeyvînê bi Nura Şane ya “xwende” re bikim.
Tu xwendeyeke çawa yî? Çîrokeke te ya xwendinê heye gelo û çima “gelek kes dixwazin çav bidine te”? Nura Şane bibe kitêbek wê navê kitêbê çi be (Bibe helbestek wê navê wê helbestê çi be)?

Xwendeyeke çawa me? Kitêbên baş dikirim û dixwînim, yên ne baş nakirim û naxwînim. Kitêbeke min wê îsal çap bibe, tuyê bersîva pirsa xwe li wir bibînî. Bo çi “gelek kes dixwazin çav bidine te”?, ez jî nizanim, ji ber ku ev ne gotinên min in, gotinên malperê ne. Lazim e ji malperê bê pirsîn.
Tu xwendeyeke jin î an jineke xwende yî?

Ez ne herdu jî me.

Evîn, hezkirin û eşq çi ne, Tu bi kîjan evînê, hezkirinê û eşqê dizane? Xwendina kurdî eşq e an pêdivî ye?
Ez naxwezim evîn, hezkirin û eşqa xwe a şexsî bi tu kesî ra parve bikim. Lê eger ez behsa xwendina kurdî bikim, ew bo min him evîn e, him hezkirin e, him eşq e. Bo wê jî ez bi kurdan ra heta bi têlêfonê jî bi kurdî diaxivim, heta peyaman jî bi kurdî dişînim.

Edalet heye li dinyayê? Di qada bêjeya kurdî de tevgerên edaletê di çi rewşê de ne, hemû kes li cihê heq dike ne gelo?
Ku heta niha dewleta bi navê Kurdistan tune, tê maneya ku li dinyayê adelet tune. Di qada bêjeya kurdî da edalet heye an tune ez nizanim, lê zanim, ku kesek dikare 20 pirtûkan çap bike, lê bo min ew kes ne nivîskar be, lê kesek dikare helbestekê tenê binivîse, ez dikarim bêjim ew bo min helbestvan e.


Bi te; bêjeya kurdî heye? Di bêjeya kurdî de mêr çiqasî û jin çiqasî hene?
 
Bêjeya kurdî zêdeyî hezar salan e ku heye û îro jî heye. Jin hilbet hindik in, lê sûcê mêran nîne.

Pirseke magazînî bipirsim; di qada bêje û zimanê kurdî de rojeva vê demê ya herî magazînî, mîzahî û trajedîk çi ye?
Gotineke bavê evîndarê min heye, bi bawerîya min, gelek li bersiva pirsa te tê. Bira hîç kurdek pesinê xwe nede, em hemû wekehev in, ji ber ku em hemû jî bêdewlet in.

Kîjan kitêbên bi kurdî dilê Nura Şane hejandine û kîjan kitêb dilê wê dixelînin?

Piştî xwendina pirtûka Têmûrê Xelîl a “Dengê xwînê”, dilê min li ser xwendina kitêbên kurdî germ bû, min hewil da kitêbên wisa dîsa bibînim û bixwînim, lê ev bû 5 sal min hela nedîtine, ji ber wê jî min çend carên din pirtûka Têmûrê Xelîl xwend.  

Gotineke Nûdemko heye dibêje , “Di bêjeya kurdî a nivîsî de du tişt kêm in, bêje û kurdî.” Di qada bêjeya kurdî ya nivîskî de tişteke kêm an zede heye, çi kêm e çi zede ye?

Eger tu behsa bêjeya kurdî a Kurdistana Bakur bikî, heta dereceyekê tu rast î. Lê bêjeya kurdî ne tenê a Bakur e. Haya me ji berhemên kurdên Sovyet, Kurdistana Başûr û Rohilatê hebe, belkî em fikira xwe biguhêrînin.
Kerem bike du xetên Fêrîkê Ûsiv bixwîne, ku tuyê di tu edebîyateke cihanê da rast fikirên ha xweş û dagirtî neyêyî.
-Bo çi por ji cênîkê destpê dikin sipî dibin?
-Ji ber ku nêzîkî guh in!

Di bêjeyên cîhanê de gelek lehengên bi nav û deng hene. Yên me kurdan kî ne yên bi nav û deng?
Eger kurd xwedî dewlet bûna, lehengên kurdan yên di hêla bêjeyî da wê li rex lehengên bêjeya cihanî bûna. Miletên ne xwedî lehengên mezin bûne xwedî edebîyata hemcihanî, ji ber ku xwedî dewlet in. Ango, me ê li cihanê deng bida.
Nimûneyek bînim. “Tristan & Isolda” a Richard Wagner 300 salan piştî ”Mem û Zîn”a Ahmedê Xanî hatîye nivîsandin, lê naverok û bûyer û dereceya nivîsandina ser asta bilind eynî ne.

Dil û ruhê te pesnê berheman dide an hiş û aqilê te?
Ez pesinê tu kesî û tu berhemê nadim, berhem bi dilê min be, ji nivîskar ra, ji berhemê ra dibêjim “Sipas”! Paşê difikirim, ku wan berheman gelek caran xew li min herimandine, planên min tevlihev kirine. Ji ber ku ew berhem ji xewê û ji planên min xweştir bûne.

 
Beşeke te di bêjeya kurdî de ji ber kirî (ezber kirî) heye gelo (hevokek, dîalogek, gotinek)? Hebe dikarî binivîsî?

Gelek hene, hemû jî di nameyên evînî da ne ku ji min ra hatine şandin û di malpera Riataza da her roja çarşemê çap bûne.

Çima helbestên serhedîyan û kurdên li Kafkasyayê bi piranî pastoral in?

Her kes dibêje stiranbêjîya Serhedê xurt e. Herêma ku bi folklora xwe ra bijî, hilbet wê helbestên ji wê herêmê derketî pastoral bin. Her kes dibêje, ku radyoya Rewanê bi mîlyonan kurd şîyar kirin. Dêmek, ew şîyar bûn, ku karibûn ewqas kurd şîyar bikin. Kesên di vê civakê jîyayî, hilbet wê helbestên pastoral binivîse.


Gava tu kitêban dixwînî tu rastî kurdîya bi hişmenda tirkî an vegotineke absûrt tê (dihê) gelo? Dikarî mînakekê bidî?

Li kîdera kitêbê rastî hişmendîya tirkî an jî vegotineke absûrt bêm, xwendina kitêbê bi dawî tînim.
Xwendin mirov dîl (êsîr) dike an nivîsîn?
Nizanim qesta te ji dîlkirinê çi ye, lê eger ew dîlkirin bi dilê min be, ez xwe şanaz dibînim.

Jin lehengê nameyeke evînê bin kêfxweş dibin an nivîskarê nameyeke evînê bin? an jî name bi xwe ew bin? (tercîha çaran heye gelo?)
Hemû jî!

Qehremanê te yê di romanekê/helbestekê de heye gelo? tu qehremanê kîjan romanê/helbestê yî? (siwarê hespa spî?)

Hespa sipî tune, hespê boz heye. Qehremanê her romanekê/helbestekê zewqa ku ez ji wan distînim e.

Ez romanekê binivîsim û serelehengê wê romanê av be tu yê bixwîne?

Eger ava te jîyan be, behr be, herikîna gurr a bi dengê xuşîna xweş be, ji baraneke bi dengê çivîkan va dagirtî be, kela ji dîza xwerina bêhnxweş û tam be, ezê hilbet bixwînim. Lê eger ava ku dibêjin: “Xwerina wî av bû” an “Mejûyê wî av e”, hilbet ezê nexwînim.


Di kovarên kurdî de ya herî têr û tije kîjan e?
Ku xurû kurdî ne!
Avantaja muzîkvanan di helbestê de heye an romanan de (bêjeyê de) Mînak: Romanên muzîkvanê Tirk Zulfî Lîvanelî tu diecibînî an ew te dibe’ecînin?
Eger di helbestê an di romanê da mûzîk hebe, diecibînim. Hîç mûzîkek nikare min bibie`cîne, ji ber ku ezê guhdarî nekim.

Pirsa dawî:
Bi te kîjan nivîskar gelekî rengîn e û tu dixwazî bi kîjan nivîskarî re hevpeyvînekê bikî? Ger tu bi wî zilamî an jinê re hevpeyvînekê bikî pirsa te ya sereke wê çi be?
Îdola min evîndarê min e, ku gelek kes wî wek nivîskar nas dikin. Belkî nivîsên wî bûn bingeh ku ez bûm evîndara wî. Pirsa min a yekem wê ev be: -Tu heta niha li ku bûyî?
Gelo bo çi gelek kurd sebebê kêmanîyên xwe ne di xwe da, lê di dijmin da dibînin?
Dema em bi kurdî nikarin bixwînin, sûc yê dijmin e? Kitêbên kurdî zêde nayên firotan, sûc ne yê me ye? Em bi kurdî napeyîvin, ji dest sîyaseta asîmîlasyonê ye?
Pirsên te û bersivên min van hemûyan înkar dikin.

















1 yorum:

  1. Hi.. I am really surprised by the quality of your constant posts.You really are a genius, I feel blessed to be a regular reader of such a blog Thanks so much
    onlinekaj.com/
    What is love
    Mobile price bd
    font copy and paste

    YanıtlaSil