23 Ocak 2015 Cuma

JAR LÊ SERMEST


JAR LÊ SERMEST
Lokman Ayabe
Weşanxaneya Belkî

NE KÊM NE ZÊDE

Roman ne tenê  ji bo xwendinê ne.
            Bûyêra wê ji şemîyê heya çarşemê û nivîsandina wê di 13 rojan de, helbet xwendina wê jî di rojekê de vê biqede. Erê, di rojekê de hate xwendin. Bi her awayî romaneke ne kêm û ne zêde. Weke qehweya em vedixwin; qehweya wê, şekirê wê, şîrê wê û pijandina wê ne kêm û ne zêde. Hemû tişt di pîvoka hewce de.
            Hûnandina mijarê, pevgrêdana bûyerê û vegotin û teşe tev, ne kêm ne zêde ne. Nivîskar tenê bûyerê vêdibêje û weke xwe, bi zimanê xwe û dide xwendin. Pêşîya vê pirtûkê
min "Gramera Bêhizûr" xwendibû. Herdûyan didenim ber hev.
1-Nivîskar çiqas peyvên dizanê û icadkirî/bihîstî xistiye nava hevokan de û xwestîye kesê bixwîne bêje "Waweylê kurdîya nivîskar çiqa xwirt e." 2-Nivîskar kîjan peyv hewceyî mijare bûbe ew bi kar anîye.
1-Nivîskar devok û  zaravayên ji qafkasya heya behdînanê yên herderê dinyayê tevûlev kiriye. (di hevpeyvîna xwe de jî dibêje) Binasî/Mantelîya wî; ji ber ku hemû xwendekar, bila herema xwe tê de bibîne.(hevpeyvînê de dibêje) Mînak; Dolmiş ji Hezexê diçe gûndê asûrîyan, siwarên dolmişê bi devoka serhedê diaxive. 2- ji sêrî heya dawîye nivîskar devok û zeraveya herema xwe bi kar aniye(Dêrik) Mînak: raweyên fermanî hemû; biç,  her, wer, rab û hwd.

            Roman bi hemû awayan ne kêmî "Ezê yekî bikûjim" a Firat cewerî ye. Em dikarin bixin mêzînê de û bipîvin jî.
            Bi kurtasî min eciband. Çapa yekem ya 2004 a ye. Çawa ev roman di 10 salan de hê bi çapa yekem maye fêm nakim.
            Mijar xwerû ye. Weke hin nivîskarên me yê din welat, azadî, şoreş û nizamçi jî tevlî mijarê nekirîye. Dibe hê em kurd hê ji bo mijarên têkilîyên  hevzayendî ne amade bin jî mijar ne kiriye tirşik. (xweska têkilîya Jar û Sermest- bi texmîna min îronî ye- hê nepenîtir bihişta û xwendekar tenê texmîn bikira)
            Jixwe îronî, xaze,hema û venîgaşa di navê romanê de"Jar lê sermest" xwirtbûna zimanê wêjeya nivîskar dide me. 

1- Fêm nakim;  Gava kiryarker nedîyar be çima herdû zayenda bi kar tînin? Bikin pirjimar çêtir e. (ev rewş tenê di zimanê kurdî de tê bikaranîn û dijî xwezaya kurdî ye.)
            ew kesê/kesa pê re peyivîya yekî/a û nenas bûya aciztir dibû.(66)
2- Ez te nerehet nekim(18)
3- Min nikarîbû tu bikuşta(29)
4- Tu xweş raket?(32)
5- Li gel(36)
6- Garson: We yê çi bixwara, çi vexwara?(80)
                        (Çima dema borîya nizamçi tê bikaranîn fêm nakim/di tirkî de jî)
7- Gemardank(69)
8- Ji min re çi.(67)
9- Garson hat û piyalên vala ji ser maseya wan dan hev.(80)
10- hayê min jê heye(116)

11- Li ber deriyê meyxaneyekê hilma xwe vekirin(118)

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder