NE ROMAN... SERPÊHATÎ
HEZKİRİN Û DİLDARÎYEKE XWİRT A JİNEKE TİRK
Piştî sala 1980 yî pirtûk dihatin veşartin û bi nepenî dihatin xwendin.. Li bajara Eskîşehîrê xortekî Nisêbînî Ji bo wan veşêre çend pirtûkan didiyê û grêk li serê taya çîrokê dikeve. Kesê temenê wî ji 35 an biçûk ma dikare vê dema tarî û tevûlev fêm bike û bizane? Ne bawer im. Navek lê dibe. "Gula Japonê." û bûyera dilketinê bi rê dikeve.
Jin ji wê demê û pê de çi bûrandibin bi dilsozîyeke xwerû vedibêje.
ÇÎROKA SERKEFTİNA XORTEKÎ KURD
Çîroka wî zarokê ji gundê Dalê, wî zarokê feqîr û di neyînîyê de dîsa ji devê wî dixwînin û serkarê gelhê "Fethî bey" jî ji wî dinasin. Rewşa xwendekarên zanîngehan yên dema 1970-80 yî û rojeva wê demê jî. Di çi şert û mercan de dixwendin niha bi me dide fêmkirin û nîşa me dide.
EŞQ Dİ COYA XWEZAYA XWE DE DİHERİKE
Nivîsandina serpêhatîyên eşq û evînê li hemû derê dişibin hev. Hêst li her derê û her kesî hêman hêst e. Û avakirina hêlînê....
REWŞ Û BÛYERÊN WÊ DEMÊ YÊN Bİ DU ÇAVÊN XWE YÊ ŞÎN DİBÎNİN Jİ PÊNİVÎSKÊ DİHERİKE
Lİ FARQÎNÊ...
ŞEHMUS AKİNCİ
Di pirtûkê de navê ŞEHMUS AKİNCİ dibînim. Belê, ji berî herê Ferqînê min li Hezexê dîtibû û qederekê em li ser hal û rewşa dinyayê axifîbûn. Piştî kuştina wî ez jî weke gelek Hezexîyan li ber vî mirovê Nisêbînî yê canocanî û dilsoz ketibûm..
"..İdil ilçesinden bir kaç ay önce Silvan'a tayin yaptıran sağlık memuru Şehmus, eşinin kolları arasında, kaymakamlık binasının karşısında, yüzlerce insanın gözü önünde beynine sıkılan tek kurşunla katledilmişti
Şehmus sedyede cansız yatıyor, ensesinden su gibi kan akıyor, nabız, solunum alamıyordu."(208)
VEDAT AYDIN
Wê demê min nû dest bi mamostetîyê kiribû. Nûçeyên wê demê li ber çavên min diçin û tên.
Mirov gelek tiştan çiqa zû ji bîr dike.. pirtûk wan rojên dijwar bi çavên jineke tirk dipêlikîne û li bîra me vedigerîne. Wê deme ne li welêt bûm lê car cara diçûm û rewşeke nebaş li wir hebû. Min bixwe jî gelek caran hêsta sermaya lûleya demancan li stûyê xwe hêstandiye.
CİHÊ AGİR PÊ DİKEVE NE BİQASÎ CİHÊ BERİKÊ BİÇÛK E
Ceryan bi carekê hate birîn. Hemû tişt kete taristanê de. Xort dest bi bezînê kirin. Bi kû de û ji bo çi bazdidin ev?
"Emîn! Emîn! Zû b'be Emîn!"
Emin li erdê dirêjkirî ye
"Ma tu min nabihîze, ka rabe canê min! Emîn ka rabe! Çima tu bersivê nade!"
Destên xwe lê dipêlînim. lept pê nakeve û deng û pêjinê nade. Reş e tiştekî jî nabînim.(278)
....
MİROV DİÇİN LÊ EVÎN Û DİLDARÎ Bİ TU DEVERAN VE NAÇE
Ji rûpela 278 an pê ve êdî çav şil dibin.. Yên min şilopilo bûn..
Nivîskar serpêhatîyên xwe, tiştên bi herdu çavên xwe yên şîn dîtin nivîstine. Em jî ji pênivîska wê nêrina miroveke tirk ya erdnîgarîya me, ya çanda me û kêmasî û zêdebûnên li derdora me qewimine li ber çavên xwe dibînin. Mîna neynikekê rûyên xwe lê temaşe dikin. Çi dîtibe ew... Bi zimanê xwe..
Pirtûk nîşeyên pelike ne ...Ez bixwe li wê demê jîyîme û bi wan bûyeran dizanim. Divêtî ye kesên me yên temenê wan bin 35 an yên wê demê nizanin van serpêhatîyên qewimîn bixwînin.
Ka jineke tirk a dildarîya kurdekî-kurdekî welatparêz, niştimanperwer- bi çi serpêhatîyan rûbirû bûye...
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder