11 Mart 2019 Pazartesi

Bİ XWENDEYEKÎ RE HEVPEYVÎNEK-Abdullah Çiftçiler



Ev demeke kin e li tora medyaya civakî te dişopînim û biqasî  dibinim xwendeyekî  dilsoz, jîr, jêhatî     bêjeya kurdî  yî û bi min modelekî baş î.  Bi rastî    ji vî alîyê te pê de ez te nas nakim. Hin kes bi stranekê,  bi helbestekê, bi gotinekê, bi dîyalogekê an bi wêneyekî  tên nasîn. Em te bi çi awayî nas bikin? Abdullah Çiftçiler kî ye?

--- Rengdêreke min tarîf bike, anjî semboleke rengê min bide xûyakirin tûne ye. Xwe baş nas dikim, belam heya roja îro taybetiyeke xwe neditiye. Dengê min qet xweş nîne, carna helbestan dinivîsim û jê dibim. Carek jî min nalet li çavên Şeytan anî û dest bi nivîsîna romanekî kir, piştî bîst û çar rûpelan lehengên min qira hevdû anîn… Abdullah Çiftçiler xwandeyekî di halê xwe da ye, sond xwariye û gotiye ezê hemû pirtûkên Kurmancî  bixwînim, heger xwedê quwetê bide yê vê sonda xwe bîne cih.
Ez medyaya civakî wek hêzeke mezin dibînim, di van du-sê salên dawî da li ser medyaya civakî karên baş hatin kirin. Hejmara kesên ku bi kurmancî dinivîsin roj bi roj zêde dibe, di vê zêdebûyînê da para mezin ya înternetê ye. Gelek caran difikirim dev ji medyaya civakî berdim û hew bikarbînim, belam carna hinek bûyer vê hêrsa min dikujin. Ev hevpeyvîn jî yek ji wan bûyerên xweş bû. Nivîskarekî  ku ez nivîskariya wî baş dizanim, “ez wek modelekî baş dîtime” ev ji bo min zaf hêja ye…

 Xwendin eşq e? Eşqa xwendina kurdî  kengî  û çawa kete dilê te? Dibêjin xwendin mirov azad dike. Bi rastî mirov azad dike an êsîr/dîl dike?

--- xwandin ne eşq e, belam pêdivîyeke şexsî ye. Ev pêdivî  ji bo hinek kesan wek nan û avê girîng e, ji bo hinek kesan jî karekî bêqîmet e. Sal du hezar û neh bû,(dibe ku deh be jî) piştî nanê nîvro ez û du-sê heb hevalên min em derketin baxçeyê lîsê ji bo çend tûra bavêjin. Pişt ra hevalekî me yê din jî hate li ba me, di destên wî da jî rojnameyek hebû. Me henekê xwe pê kir, me got tu bûyî entellektul rojnameyan bi xwe ra digerînî. Ez dibêjim wî çaxî hinekî dilê wî jî ji me ma.:) Paşê qala bûyera rojnameyê kir, got wextê ez ber bi lîseyê ve dimeşîyam  camêrekî bi temenê 30-35 salî ev rojname da min. Hevalekî rojname hilda destên xwe, xwest bixwîne lêbelê nikaribû. Dûra yek bi yek me xwe ceriband lê mixabin em serneketin. Ew rojname, Azadiya Welat bû. Me ji wêneyan hinek tişt fehm dikirin lê xwandinê zora me bir. Haya me ji şerê Kurdan û Tirkan hebû, em jî carna rastî nîqaşên siyasî dihatin li malê,li dibistanê û li sûkê… me jî heya astekî  xwîna xwe xistibû çavên xwe û me xwe wek lehengan didît. Piştî wê rojnameyê min kêmasiyek di xwe da dît, ew kêmasî jî ziman bû. Gerek wiha nebûya, nebû jî.
Xwandin mirovan azad dike, lêbelê beriya azad bike dîl dike. Dîlekî ji rewşa xwe razî.


Gelo em dikarin  bibêjin bêjeye kurdî ya nivîskî heye?  Ji bo em bibêjin heye, çi hewce ne em bikin?
Bi te,  nivîsîn û xwendina  romanên kurdî di çi astê de ne? 

--- Belê, em dikarin bibêjin wêjeyeke kurdî ya nivîskî heye. Ava Feqîyê Teyran, Eşqa Melayê Cizîrî, Kula Ehmedê Xanî, Hêrsa Hecî Qadirê Koyî, Fikrên Xanna Qûbadî û hwd. Em dikarin van mînakan zêde bikin, heger em îro bibêjin wêjeya Kurdî ya nivîskî hîç nîne li hemberê van camêran dibe bêedebî. Lewra wana hubra qelema xwe bi peyvên Kurdî diqedand. Qelemên wan kurmancî dinivîsî. Gerek em wan mezinan ji xwe ra bikin meşale, bi ronahîya wan rêya xwe xêz bikin. Kurdî îro şerê man û nemanê dide wêjeya wê sêwî ye, bilengaz e lê dijî.
Rewşa romana kurdî /kurmancî baş nîne. Çîmkî xwîner kêmin, çîmkî siyaset nahêle ew qalib werin herifandin. Min di nûçeyekê da xwand wiha digot: li Fransayê di salekî da nêzîkî 700 heb roman çap dibin. Di kurmancî da salekî de herî zêde 50 heb yan çap dibe, yan nabe. Yên çap dibin jî sedî not  çapekî tenê dikin û tîraja wan jî 1000- 1500 e.  Ez dikarim bibêjim min romanên Kurmancî sedî not xwandine, mijar genelperî eynî ye; “gund şewitandin, kuştin, qedexe, birakujî…” romanên vê dawiyê derdikevin idî xwe ji van mijaran diparêzin anjî bi awayekî cûda vedibêjin. Ez şahidê romana kurmancî me, romana me wek maran kirasê xwe diguherîne. Ev nîşaneya xêrê ye. Romana kurdî roj bi roj ,ber bi lûtkeya xwe ve dimeşe, ez jê bawer dikim yê serbikeve.
Zimanê kurdî yê di romanên kurdî de tê bikaranîn, têra bêjeyeke têr û tije dike? Zimanên di romanên kurdî de xwesteka te ya xwendinê geş dike an dimirîne?

--- Zimanê kurdî yê di romanan da tê bikaranîn, carna têr û tijî ye, carna jî wek gûzeke pûç e. Ev yek li gor nivîskaran diguhure. Zimanê Kurdî rastî jî zimanekî qedîm û dewlemend e. Ez vê gotinê ji bo pesindayînê nabêjim, dikarim vê angaşta xwe bi qanitan piştrast bikim. Zimanekî ewqas hate qedexekirin, dîsa jî nehate jibîrkirin. Di wergerekî da, di helbestekî da, di romanekî da ziman bêhêz nîne, yê bêhêz  nivîskar, helbestvan û wergêr e.

Çi kêmasî  an pirsgrêkên  zimanê kurdî hene? Ji bo zindîbûna bêjeya kurdî weşanxane, nivîskar û xwende, divê çi bikin? Çima zimanê zindî û zimanê nivîsê ji hev cê ne?

--- Kêmasiyên zimanan tûne ne herwiha kêmasiyên Kurdî jî  tüne ne. Pirsgirêkên qûral û qaydeyên rêzimanan hene. Netewên xwedî dewlet bi van pirsgirêkan ra serê xwe zaf êşandine, heya astekî jî ew pirsgirêk kedî kirine. Pirsgirêkên rêzimanî yên di zimanê me da, hê nehatine kedî kirin. Li gor min ev pirsgirêk wisa zêde mezin nînin, ji aliyê hinek kesan ve tên mezinkirin. Armanca wan ew e ku wek mijareke magazînel di rojevê da bigirin.
Ji bo zindîbûna bêjeya  kurdî  berî hertiştî  divê em zêde bixwînin, lêkolînan bikin û ji zimanê xwe şerm nekin. Gerek ev derûniya xirab were terikandin. Zimanê me ne kêm e, ne kî seqet. Di vir da karekî mezin dikeve ser milên nivîskaran û weşanxaneyan. Carna ez rewşa weşanxane û nivîskarên me dişibînim rewşa çeteyên di kolanên Brezîlyayê da. Her weşanxaneyeke me an jî  her nivîskarekî me xwedîyê çend heb mîlîtanan in û sînorê wan nayên derbas kirin çîmkî wana bi xetên gevez ji xwe ra sînor çêkirine. Mînak, weşanxaneyeke me dibêje ji bo dosyayeke te were çapkirin gerek tu endamê PKK bî, yeke din dibêje gerek tu nêzîkî fikra Barzanî bî, yeke di dibêje gerek tu nimêj bikî û li ser rêya xwedê biçî, yeke din dibêje gerek perê te pêşin bin… berî hertiştî divê em bîrdozîyên xwe wek pûtan pîroz nekin.
Ez bawer dikim sêhreke zimên heye, ew sêhr dema diniqute ser rûpelekî  winda dibe.  Ji bo vê yekê, zimanê nivîskî û devkî ji hevdû cûda ne.

Di nav berhemên te xwendî de yên ji bêjeya kurdî re bibin merhem kîjan in?

---1)Helbestên Feqîyê teyran 2)Apê Min Cemşîd Xan 3)Rojnivîska Spînoza 4)Mem Û Zîn 5)Gêjevang 6)Ta, Nara, 7)Kûçikîstan 8)Belqitî 9)Miriyê Heram 10) Helbestên Arjen Arî…

Di romanan de xwirtbûna çîrokê an xwirtbûna vegotinê  bandorê li te dike?

---  Di roman da xwirtbûna çîrokê û xwirtbûna vegotinê wek du parçeyên puzzlê ne. Hevdû temam dikin. Çîrok çiqas xwirt be heger vegotin ne xwirt be roman têk diçe, vegotin çiqas xwirt be heger çîrok ne xwirt be roman dîsa têk diçe. Têkiliya wan wek ya du xelekên zincîrekî ne. Heger çîrok xweş be, vegotin jî baş be ew roman li gor min baş û serkeftî ye.

Bi te, bikaramnîna zimên a di romanên  kurdî de estetîk in? Mînak; Di romanekê de ji bo serelehenga jinê  bibeje “qûna  xwe danî erdê” an “qûna wê efsanewî bû”  an” rahişte ewkê xwe  dest bi ewkan kir” Tu ji vê vegotînê aciz dibî an ev realîteya  zimanê me ye?

---  Zimanê Kurdî zimanekî estetîk e. Kurdî zimanê lihevanînê ye, em vê yekê di realîteya zimên da jî dibînin. Nivîskarên me ji bo vê realîteyê qebûl nekin, anjî ji ber şerma xwe naxwazin raste rast vebêjin. Xwe diêşînin û zimên dişidînin. Ev jî dibe sedem ku hevoksazî têk biçe û xweşiya Kurdî bimire. Ev cûre gotin min qet aciz nakin, hetta dikarim bibêjim xweşa min jî diçe. Li gor min di nav romannûsên Kurmancan da yê herî zêde vê rastîyê eşkere dibêje Şener Ozmen e.

Di nav  berhemên heya îro te xwendî de zimanê kîjan berheman  herî zede   bandor  li rihê te kirîye?  Tu dikarî hin mînakan bidî ;
- Dîalogên serkeftî/baş
- Monologên serkeftî/baş
- Taswîreke muhteşem

Dîalogên baş: Sînor-Menaf Osman, Mirina Kalekî Rind- Mehmed Uzun
Bêhna Dara Sincê- Dîlawer Zeraq, Rojhat- Mizgîn Ronak,
Êvara Perwaneyê- Bextiyar Elî, Defterên Perîdankan- Ciwanmerd Kulek



Ez bixwe  gelek caran piştî xwendina romanan  naveroka wan ji bîr dikim. Bi tenê navên hin serelehengên  hin berheman di hişê min de dimîne. Mînak Jan Valjan,  Pavel, Gregor Samsar…
Di romanên kurdî de  kîjan sereleheng nayên jibîrkirin? Bi vegotineke dî  afirandina kîjan qarekter/serelengên romanên kurdî serkeftî ne. ( Ez karekterên “ xwehên Spî” yên  di hinara dawî de gelek serkeftî  dibinim.)

--- Bîrkirina bûyerên romanan an jî bîrkirina navê lehengên romanan ev hinekî jî pirsgirêkeke hevpar ya mirovan e. Li gor pisporan nîşaneyên nexwaşîyekê ye jî. Ev yek hate serê min jî, min ji çend kesên pispor jî pirs kir. Mamosteyekî min got piştî te roman qedand, weqasî rûpelekî kurteya wê binivîs û weqasî rûpelekî jî ewê binirxîne tu yê zû biz û bîrva nekî. Min jî gotina wî kir, rastî jî xêra wê gihîşte min da. Nivîs ne bi telefonê anjî kompîtirê lêbelê bi destxeta xwe. Ez jî wisa dikim, piştî her roman anjî çîrokê du rûpelan dinivîsim û di dosyaya xwe da cîh dikim. Carna vedigerim dixwînim, wisa di bîra min da naçe.
Apê Min Cemşîd Xan, Belqitî, Mihemedê Dilşûşe, Rojhat, Bêrîvan, Gêjevang… dikarim gelekên din jî binivîsim. Ev leheng zûzûka ji bîra min naçin…

Di nav romanên te xwendî de hevoka ewil a kîjanê di bîra te de maye?

--- herkes dimire; bira û birazî, yar û evîndar, heval û dost, hogir û rêger, nêz û nas… hemû wefat dikin. Dora min jî hat, niha jî dora min e…Bîra Qederê 


Li bêjeya kurdî çi bibe wê gelekî kêfa te were an çi bibe t’ê gelekî  aciz bibî.

---  Heger rojekî romaneke Kurdî Nobelê hilde, dê gelek xweşa min biçe. Nivîskarê romanê jî li hemberê lîjneya nobelê bi kurmancî biaxife û ew kes jî tiştekî fehm nekin ev yek dê min zaf şa bike. Hevdû piçûkdîtina kurdan zaf min aciz dike, dema em li zanîngehê bûn me Zaza û Zazakî piçûk didît. Ji Başûr hinek xwendekarê mastirê hatine zanîngeha me, wana jî Kurmanc û Kurmancî piçûk didît…

Bi min bêjeya kurdî bi xwendeyên xwe  wê di nav  bêjeyên cîhanê de hebe.  Bi te?

---  Pirs bersiva xwe jî dide. Xwendeyên Kurdî çiqas zêde bibin, çiqas bixwînin wêjeya me jî dê ewqas were naskirin û belavkirin. Wêjeyeke xwendeyê wê tunebin, nikare xwe biparêze. Maleke bê pace çawa nikare ronahiyê bigire, wêjeyeke bê xwende jî nikare hebûna xwe berdewam bike…


Kîjan leheng/karekterê di bêjeya kurdî de tu yî? An kîjan tu bûbayî tu yê kêfxweş bûbayî?

--- Belqitî, ez im. Lehengê romana Xurşîd Mîrzengî. Ev leheng kesekî ness, jîhatî û zana ye. Ev sifet li ba min tune ne, ji ber van sedeman dixwazim xwe bi lehengekî wilo ve bixapînim. Heger ez Kek Bînayî bûma ezê kêfxweş bûma. Ev leheng   lehengê romana Pêşmerge  ye. Herkes wî  wek  kesekî  ji  rêzê dizane, dema îlankirina Mahabadê da gava derdikeve pêşiya gel paşê mirov dizane ew kes Pêşewa ye…

Peyvên kurdî yên herî zede kêfa te ji wan re tê  û yên kêfa te ji wan re naye çi ne? Çima?

Ev peyv xweşa min diçin; belam, keratî, êrîş, xewn, dê…
Peyvên ku xweşa min naçin; Çûyîn, mirin, nexwaşî… ev peyv carna deriyan li ser mirovan da dadidin. Mirov bi xwe ra rû bi û dimîne û carna jî kêmasiyekê anjî qulikekî di dilê mirovan da vedikiin. Ji her sêyan jî mirov nikare dûr bisekine…

Em kîjan nivîskarên kurd  ji  xwe re bikin model?

Şener Ozmen, Fatma Sawcî, Bextiyar Elî, M. Zahir Ertekîn, Kadrî Yildirim, Ehmedê Xanî…
em dikarin ji her yekî tiştekî bigirin û modelekî homojen biafirînin…


Mafê te bi pirsekê hebe;  tu yê wê pirse ji kî bike û wê ew pirs,  pirseke çawa be?

Mafê minê pirsekî hebe û ev pirs bi edebîyatê ve têkildar be ezê ji Fîdor Mîhaylovîç Dostoyevskî bikim.
Xweşiya berhemên te ji êşkişandinê tê?
Bi siyasetê ve têkildar be, ezê Ji Selehedîn Eyûbî bikim.
Te çima dijminê xwe derman kir?
Bi sporê ve têkildar be ezê ji Messî biki.
Lingê te yê çepê nebûya, te yê lingê xwe yê rastê jî wiha xweşik bikarbianiya?
Bi olê ve têkildar be, ezê ji Adem Pêxember bikim.
Te çima ew genim xwar?


Ji kerema xwe tu dikarî pirsa dawîyê tu ji xwe bipirsî û bibersivînî.

---  Di sipîbûna porê te da bandora Kurdî heye, hebe çiqas e?
--- Nizanim…


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder