7 Mart 2019 Perşembe

HEVPEYVINA BI XWENDEYEKÊ RE

 

Min nivîsareke te li Kovara Kundê xwendibû û ecibandibû, car caran jî helbestên te li tora civakî dixwînim, tu xwe xwende dihesibînî an nivîskar nizanim lê hema dixwazim vê hevpeyvînê bi alîyê te yê “xwende” re bikim. Dibêjim qey cara ewil e kesek bi xwendeyekê re hevpeyvînekê dike. Di sêrî de ez bibêjim mala te ava û pirsa ewil ji te bipirsim. Ji kerema xwe tu dikarî pirsa “ez kî me” ji xwe bikî û bi peyvekê,  bi hevokên  kupkurmancî  bersiva  pirsa xwe bidî?

Mamoste ewilê ez dixwazim vê bibêjim. Bi vê helwesta te ez şad û şanaz bûm. Ya rast hinekî bi kelecan hinekî jî şaş im. Çimkî ev cihguherandina nivîskar û xwende tenê mabe mirov şaş dike. Lewma ez dibêjim qey min jî nû dît nîviskarek bi xwendeyên xwe re hevpeyvîneke pêktîne? Tişta din ya ez şaş kirîm jî, ev xwende ez im. Ez rebena xwedê…
Bi rastî dema mirov difikire, ev tişteke xweş e; nivîskar bi xwendeyên xwe re binefspiçûkî bikeve têkiliyeke welê. Ev tê vê wateyê, qedrê xwendeyan li cem te heye. Jixwe bi gorî te dişopînim, ev ji her alî ve kifş e. Welhasil ez ji dil dibêjim mala te ava û keda te sax be.
Û tiştek din, ez ne nivîskar im. Xwe, wek xwendeyeke nexwende binavdikim.

Ez kî me?
Bi gorî min bersiva vê pirsa te, ne ewqas hêsan e. Heta pirseke welê ye, mirov dikeve kûrahiya hebûna xwe. Ez dibêjim qey hê nehatime wê astê heta bizanibim ka ez kî me, çi me.
Pêşîyan gotiye “mirov heta xwe nas dike, emrê xwe xilas dike.”
Heta mirov dikare gotinê bi vî awayî jî bibêje; mirov hê xwe nasnekirî emrê xwe xilas dike.
Ji xwe Jiyan, lêgerîna xwe ya di nav hişê xwe de ye. Ez jî niha di hişê xwe de li xwe digerim. Ka heta min dît ez ê teqez xebereke bidim te.
Heke illeh tu bibêjî xwe bi hevokekê bide nasîn; dikarim bibêjim ez, pelçimeke hişk im li ber bayê peyîzê hilweşayî; nizanim ji kîjan darê veqata me û nizanim xwe bi kîjan darê ve girêbidim…

Çîroka te ya xwendina kurdî kengî û çawa dest pê kir û niha li çi astê ye? Çi dixwînî?  Dixwazî çi bixwînî?  Bala te li ser kîjan teşeyên helbestan an romanan heye? Pirseke dî bi vê pirse ve grêbidim;  Mijar û teşe û zimanên di romanên kurdî de xwesteka te ya xwendinê geş dike an dimirîne?

Çîroka min a xwendina kurdî beriya çend salan bi alikariya kekê min dest pê kir. Wî ez elimandim nivîs û xwendina kurdî. (mala wî ava be rebbî, em derdê wî nebînin, dert jî kor bibin û wî nebînin.) Paşê ji bo gramera xwe jî piçekî pêş ve bibim demekî çûm qursa kurdî.(mala kedkarên qursê jî ava be.)
Welhasil hêdî hêdî min xwend û ji xwendina kurdî hez kir. Ji xeynî xwendinê ez miroveke nivîshez im anko ji axaftînê bêtir ji nivîsandinê hez dikim. Bi nivîsê çêtir dikarim xwe bidim fêmkirin.
çiqas dem borî min nêrî ez dema kurdî dixwînim xwe baş û di ewlehiyê de hîs dikim.
Min fêm kir beriya kurdî ez çawa bi mecburî li mala xelkê bimînim û bi vî halî aciz bim an jî çawa cilên xelkê li min bin. Vêca dema min bi zimanê xwe xwend, bi rastî jî bêhna min derket. Wek maran, min kirasê xwe nû kir û kirasê diya min bi destên xwe dirûtî min li xwe kir. Ev kiras heta hetayê dê li min be û qirêj nebe…

Asta xwendina min niha gelekî ne baş e mixabin, ne bi keyfa min e. Li asta helbest, çîrok û romana me.
Dixwazim çi bixwînim? Roman û pirtûkên li ser derûniya mirovan zehf bala min dikşînin û yên li ser hebûnê.
Li aliyê helbestê de, xwe nîzingê helbestên bêpîvan dibînim, ji xwendina wan bêtir hez dikim. Ew helbestên, peyv di lepê helbestvan de dibin desmalek û ber bi bayê asîmanan ve dihejin, mirov serxweş dikin. Ew helbest jî min serxweş dikin.
Lê helbet helbestên me yên klasîk jî cihê wan cuda ne li ba min û ji xwendin û guhdarîkirina wan jî zehf keyfxweş dibim.

Teşe û zimanê romana kurdî xwesteka xwendina min venemirandiye heta niha jî. Lê carna hindik dimîne vemire mixabin. Bi teybetî ji hêla ziman ve, mirov ji xwendinê sar dibe carna. Helbet baweriya me heye, hêdî hêdî teşeya romanên me jî ber bi orjînaliyê ve biçe, bi zimanêki xas.


Biqasî dizanim tu mamosteyê resimê yî, estetîkê dizanî,  pirseke vajî ji te bikim, estetîk ne çi ye?

Ev mijareke zehf dûvdirêj e mamoste. Mirov destpêbike yê wek lehiyeke biherike. Lê ez ê serê te neîşînim.
Belê resim di xwircezîna min de heye, lê ez ê vê pirsa te ne bi gorî alîyê xwe yê bi resim bibersivînim.
Bi gor têgihandina xwe dikarim bibêjim estetîk; ne “kirin” e, ne tiştên “berbiçavî” ne, ne “sazî” ye. Lewma estetîk beriya her tiştî hiş e, hişmendî ye. Û ev tiştên min gotîn hemî encamên hişeke estetîk in. Heke hiş û ramanên mirov estetîk be kirinên mirov jî dê estetîk bin. Hingê dê saziyên estetîk derkevin holê. Ka em bifikirin. Gelo mirovek ji mejiyekî naif û bi estetîk dûr be xwezayê çawa dibîne, mirovan çawa dibîne, ajalan çawa dibîne?
Teqez nabîne…
Wek mînak, mêrik meydana şer -û ne ewqas estetîk e jî-  diresimîne, mirov her divê li wê naîfiyê binêre. Lê ewên ew şer afirandîn, gelo ruhê estetîkê li rex wan heye? Teqez na û naa…
Jinek nexweşî û kulên xwe reng dike,
camêrek xewnên xwe yên şîzofrenî xêz dike, lê em hemî wan wêneyan li dîwarê mal û dikanên xwe ve dikin.
 Kesek din, di helbesta xwe de behsa mêst dike, em mest dibin.
Û jinek; zimanê zarok û diya xwe weke keziyekî zer û zêr dirêse,
em dibin heyran…
bi gor dile min, ev hemî ji bîr û ruheke estetîk tên.


Di hemû bêjeyên cîhanê de zimanê nivîsê û yê zindî ji hev cê ne. Li gorî te;  Çima zimanê bêjeya nivîskî ji zimanê zindî yê em pê klaman gûhdar dikin, em li malê û di civakê de pê dipeyivin ev qasî gelekî ji hev cê ne? Bi te zimanê bêjeyê hewce ye akademik be?

Ez nizanim ev peyva “akademik” ji kû hatiye û bûye bela serê me.
Zimanê cîhanê çawa be bila welê be. lê divê zimanê bêjeya kurdî li gor fikra min divê zimanê zozanan be, yê kolanan be, yê kilaman be, yê civakê be. ma ziman ne ji civakê xuliqiye? Vêca em ê çawa wan herduyan ji hev veqetînin?
Em wan ji hev biqetînin em ê zimanekî çêkirî/qelp derxin holê. Û mixabin mînakên bi vî halî jî zehf in. Ev jî qet “ne estetîk” e.
Ma em zimanekî nû diafirînin heta em zimanê xwe yê nivîsê evqas diguherînin, dikin “akademik”!
Na, jixwe zimanê me heye û têra xwe dewlemend e. Ya em bikin ev e, gramereke standart. Standarteke bi bingeh. Bingeheke ji civakê. Civakeke ji civata pîr û kalan…

Di nav berhemên te xwendî de di derheqê “pirsgrêkên zimên” de tespîtên te hene?  Mînak;  Tu di romanekê de hevokeke weke “xewa min revîya”  bibînî, çi difikirî? Hevoksazîya bi hişmendîya tirkî an farisî an erebî an ingilîzî aciz dibî an tu dibêjî zimanê me dewlemendtir dibe?

Ev ne dewlemendî ye. Ev koletiya zimaneke din, kavil kirina zimanê xwe ye.
Bi rastî ez zehf caran mînakên bi vî awayî dibînim û aciz dibim. Bi teybetî mirov vê rewşê di pirtûkan de bibîne bêtir aciz dibe. Em pirtûkan ji xwe re wek rêberan dibînin lêbelê ger pirtûk nikaribe bibe rêber ev tişteke qels e û ne xweş e.

Ne wek tespîteke lê belku wek daxwaziyeke be; dixwazim zimanê xwe ji hemî devokan bibinim û sehbikim. Lê mixabin çiqas diçe em bi ser navê standartbûnê zimanê xwe teng dikin û hin devok çem û çem diçin.
Şûna herkes tenê bi devoka xwe binivîse, ahengeke di navbera devokan çêbe, bi min yê zehf xweştir be.
Min di pirtûka nivîskarekî hêja de dîtibû û zehf keyfa min hatibû, peyvên bi gorî devokan diguherin hemî bikaranîbûn. Nivîskarekî din jî bi gorî naveroka pirtûka xwe ahengeke zehf xweş kiribû di nava devokan de. Car caran bi torê carna bi bi bohtanê, serhedê… Tiştekî xweş e.
Em vê nekin nexwe bohtî pirtûkan nenivîsin em dê devoka wan nebînin, torî nenivîsin em devoka wan nebînin. Û peyv û gotinên zêr winda bibin herin. Sed heyf!
Divê em vê yekê ne wek aloziyeke lê wek dewlemendiyeke bibînin.

Bi te; di berhemên romanan de mijar (çîrok) bila li pêş û xwirt be an vegotin?
Bi vê pirsê nivîskarek hat bîra min. Çend caran min da xwe qene pirtûkeke ya wî/ê bixwînim min kir û nekir min nekarî. Çimkî ziman, zimanek lêkerî bû, çîrok li her derê pirtûkê… Ji kirinan pêk dihat: çûm, hatim, ez axivîm, bû, nebû, hat û nehat…
Bi ya min, divê lihevkirineke xurt di nav çîrok û vegotinê de hebe. Lê mînak hin cureyên romanan hene, teswîr du qetên çîrokê cih digrin lê mirov bi keyfxweşî wan teswîran yeko yeko dide ber çavê xwe, lê hûr dibe, di serê xwe de diresimîne û tameke cuda jê hildide. Ew tam, tameke zehf xweş e. Bi min ew in di pirtûkxaneya Bîr’a mirov de cihê xwe girtîn..

Di hin romanan de zimanekî qebe ”real” heye, ev rewş te aciz dike gelo? Mînak nivîskar gotîye “qûna xwe danî erdê” an “rahişte ewkê xwe nizamçi kir …” Yani di romanan de hewce ye ziman zimanê li kolanê be an terbîyekirî be û piçekî sergrêdayî û kûbar be?

Ez dibêjim qey bersiva vê pirsê mîna sîqlosimaqê ye. Mirov giraniya xwe kû de bide dê ew der giran bibe. Yanî bi gorî giraniya vegotina nivîskar gerek biguhere. Wek mînak, nivîskar tişteke reel vebêje hewce nake weke şkêvlatokê xwe veşêre. Lê helbet mijar naif be, min bi xwe navê ez di wê nermahiyê de gotineke wek mînakên te dayîn bibînim. Bi kurt û kurmancî fikra min ev e, divê zimanê nivîskar bi gor naveroka pirtûkê be. Me go bila nivîskar ne wek şkêvlatokê be lê dikare bibe bukalemun.

Romanên kurdî niha herî kêm bi pêncî salan derengtir romanên cîhanê dişopîne û hê jî em nehatine bajêr û bûyer bi piranî li gund diqewimin.  Bi vegotineke dî;  Modernîteya me modernîteya klasik e. Mînak em wergera Rimbaud jî bi zimanê Melayê Cizîrî dikin.
Helbesta kurdî hê jî di bin bandora helbestên klasik de ye û ciwanên me hê jî dixwazin bi klasîzmê hûnera helbestê bikin. Ji xwe re dibêjin neoklasîk lêbelê tişteke nû nakin. Tu çi dibêjî di derheqê vê mesele de?

Bawerke di vê pirsê de, ez ê jokerê xwe yê xizman bikarbînim û bi destura te ez ê bakim xalê xwe Freud. Encex ew bikaribe alikariya min bike. Nexwe min ne bawer e jê xilas bibim.
Te dî Xalo dibêje, tişta herî girîng binhiş e. Û divê mirov binêre ka çi tê de heye.
Vêca ka xwedê zane çi di binhişê me de heye heta em nikarin ji rabirdûya jiyana xwe xilas bibin.
Henek li dera henê, ez dibêjim qey em ji tirsan ji klasîkan xilas nabin. Çimkî em, li hember windabûna xwe, zimanê xwe çanda xwe, dîroka xwe rû bi rû man. Ê dema me ev tirsa hebûna xwe dît, me got divê em xwe jê biparêzin û heta ji me hat me li ser hebûna xwe nivîsî, bi awayekî me xwest em xelkê îkna bikin û em bibêjin em hene. Ê yê me çawa îkna bikirana? Helbet bi dîroka xwe ya dewlemend. Û em hê jî ber îknakirinê ve herhal!
Yanî bi ya min, ji bo vê em hê bi rabirdûya xwe ve zeliqîne. Ya rast tiştek xwezayî û normal e jî. Çimkî me nexwest em helbestên xwe, gotinên xwe, cil û bergên xwe, erdnigarîya xwe winda bikin.
Ji lewre em di wêjeyê de hê klasîk in her wiha di jiyana rojane de jî. Çawa em helbestên xwe hê jî wek yên Cizîrî dinivîsin, dema di pirtûkekê de em rasta peyveke gundewarî jî tên keyfa me tê. (Ev jî bûye meseleyeke cuda, heçî peyveke gundewarî bikartîne em dibêjin qey şahê helbestê ye, deka ez mijarê bilav nekim.) Em nû ji nû ve kirasên çem û çem li xwe dikin, hemariyan didin serê xwe û hwd.

Tiştek din li cem mirovan hesreteke ya jiyana kevnare heye. Ev li her derî û ji her aliyî ve welê ye. hema mînaka herî berçav mode ye. Bawerke em rojekî herin banê heyvê jî yê tasarimên cilên me yên fezayê ber bi niha ve biguherin. Hişê mirov ecêb e, her pêş ve diçe lê tişta kevin dixwaze.

Lê ev ji bo me divê biguherê, lewma em zehf pêş ve neçûne heta em bizivirin jiyana borî. Divê em ewilê pêş ve herin.

Em Rimbaud dikin xulamê Cizîrî, ma çawa nabe em wergerê bi gorî wî bikin. Ka hema em bifikirin, Rimbaudê homoseksûel ji yarê xwe(navê yarê wî nayê bîra min) re risteke mîna, “şox û şengê zûhrerengê dil ji min bir dil ji min, awirên heybetpilingê dil j imin bir dil ji min…” dinivîse. E bi gor Rimbaud herin divê em wiha binivîsin: “Şox û şengo zûhrerengo dil ji min bir dil ji min, awirên heybetpilingo dil ji min bir dil ji min..” Sonuçtee zimanê me, ne homoseksûl e û zayenda xwe jî bi awayekî xurt diparêze…

Ji Neoklasikên me hezdikim. Bi gorî ew dibêjin nûbûna wan aliyê ziman ve ye. Anko zimanê îro kirine zimanê helbestên klasik. komeke balkêş e. rastî ez hin helbestên wan yên bêpîvan dizanim -ji wan re nebêje- lê ew ji yên klasik xweştir in li ba min. Di helbestên wan de hunera peyvan heye û ya herî jê hez dikim ew e. Wek pêlîstokên herî xweşkok pê peyvan dileyzin. Û tameke cuda dikeve nava helbestên wan. Ji wan re serkeftinê dixwazim.

Weke tê zanîn hejmara xwendeyan ji ya nivîskaran kêmtir e. Mînak bi sedan kes hene yên kitêbên wan ên helbestan heyî,  lêbelê kitêbên helbestan bi sedan nayên frotin. Ev rewş tê vê wateyê; em dinivîsin lê naxwînin. Di derheqê vê mijarê de çi dibêjî?
Di berê de jî me nedixwend lê niha belku bi bandora tora civakî be em pêtir naxwînin. Em bêxîrettir bûne bi qasê ev telefon û melefon, feysbuk û meysbuk derketîn. Hema em her tiştî li wan deran parvedikin.(mesela ez)
Em dibêjin “A” û parvedikin, te nêrî herkesi got “wey sihet xweş, çi “A”yeke spehî ye, tejî ye, halê ye welê ye. Ê helbet ev ji me re dibe xelata manevî. Roja din em “B”yê parvedikin. Vêcarê dibêjin “wey sihetxweş tu helbestvaneke/î hêja yî.” Û encam pirtûka bi navê “A eksî B”yê tüm kitap-siz-çîlerde! 

Welhasil bi vê rewşê didome û diçe. Qedrê helbestvanên hêja dimîne şûn ve û helbestvanên “A” û “B”yan difirin.
Nivîs pêş dikeve, xwendin dimîne paş.
Lê xem nake, ev rewş weke bêjing û genim e; yê libên xweş bi ser bêjingê bikevin, yên din ji xwe binbêjing in.


Ji kerema xwe tu dikarî çend peyvên tu ji wan hez dikî û di hişmenda te de ew peyv çi ne bi çendek peyv bi me bide nasîn? Ez li destpêkê çendekan bibêjim tu li wan zede bike: Hinar, deng, reş, dar…

bi rastî jî hin peyv hene, bandoreke ecêp li mirov dikin û di jiyana mirovan de cihên cuda digrin.
Ez ji navên hemî rengan hezdikim û carinan dema tiştekî binivîsînim jî hew dinêrim rengek li ba min e.
 “Zer”, jiyana xwe wek wê dibînim. Pelçimeke hindik mabe ji darê bikeve.
“Heşîn”, aliye min ê bihêvî simge dike ji bo min. Kengê xwe baş hîsbikim û hêvîdar bim heşîn di nav hiş û hevokên min de heşîn dibe.
Welhasil, her rengek ji bo min sembolek e.
Peyveke din “sih/sî” ye. Mirovên ketûm, tenê siha wan heye pişta xwe bidinê.
“Rû”, ji dirûtiyê tê bîra min. Em mirov ne yekrû ne -xwedê zane em çend rû ne-  bi vî halî bandora vê peyvê li ser min heye.
“Bav”, dema vê peyvê sehdikim laşê min û dilê min bi hev re direcifin. Ev peyv, tenişta min a şeht e.
“Hebûn”, nebûna hebûna min.

Di xwîyanga tora civakî de û di xwîyanga qada bêjeyê de herî zede çi te aciz dike an kêfa te tîne?

Tora civakî halê keyfa min tîne, mirov bixwaze dikare wek dibastenê ji xwe re biemilîne. Mesele ez dibînim û sehdikim gelek kes dibêjin em zimanê xwe bi parvekirinên hin nivîskar û mamosteyan hîn bûne. An jî em pêş ketine. Ez bi xwe jî zehf feydeyê dibînim ji wan têkiliyan.
Lê ji aliyê neyînî ve, tora civakî carinan dibe weke polên dibistana seretayî. Hema herkes bi hev re diqîre, diştexile, diçe û tê. Lê kes nizanê çima diqîre, çima diştexile, çima diçe û tê.
Ji hêla wêjeyê ve dixwazim orîjînaliyeke bibînim lê mixabin em zehf rastê nayin. Û xweka ji hêla wergerê ve jî em pêşvetir biçûna û ruhê kurdî biketa di nav wergerên me de. Mijarên mîna van hinekî perên mirov dişkînin lê heviya me jî bêdawî ye, ev jî keyfxweşiyek e.

Bi sekn û lepta xwe em kî nivîskarî an şa’îrî ji xwe re bikin model?

Bextiyar(iya) Elî
Şepqeya Berken Bereh
Guliya Gulîzerê
Dînbûyîna(!) Ferhad Pîrbal
Eşqa Jan Dost
Edaleta Fatma savci
Qarîzmaya Firat Cewerî
Karî û bohtaniya Muhsîn Özdemir
Bîr û Berehnî(berçavk)ya Nûdem Hezex
Bacanên Rênas Jiyan ên pelçiqî
Kul û Jana Seyda
Û
Gunehkariya Hesenê Metê

Tu lehenga kîjan romanê yî? Kîjan lehengê kîjan romanê di hişê te de maye?

Hê min xwe ti romanan de nedîtiye. Belku dawiya emrê xwe bibim lehenga romana xwe. 
Ew lehengên di hişê xwe de dijîn hemî di hişê min de ne.


kesekî çawa “xwendeyekî baş” e? Pirsa dawiyê ji xwe bike, ji kerema xwe. Bibe bersivkarê pirsa xwe. Ji bo bersivên bi dilsozî û keda te ya hêja mala te hezar caran ava. Herhebî.

Ger ez xwendeyeke baş bim, divê ez ewilê her tiştî bixwînim. Qenc û xirab divê ez her cureyê xwendinê bikim.
Divê pirsçêker bim. Hema ji aciziya canê xwe rexneyan nekim. Heke rexneyan bikim jî divê rexneyên min ne pûç û rizî bin.
Divê ez bikaribim sedemên wan bi gor mantiqeke vebêjim.
Û ya herî girîng divê edeba xwendinê bi min re hebe. Ew jî rezgirtina berhem û xwediyê berhemê ye.

Mala te jî ava be mamoste. Tu jî sax bî û her hebî.

Lehî FD

7.3.2019  
 
 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder